English | Français | Castellano | Kurdî | Türkçe
Zehra Dogan ya di girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ye ji bo JINHA’yê nameyek nivîsî û got girtîgeh qada berxwedanê ye û wiha got: “Ez bi hînkirinên berxwedana jinê ya JINHA’yê fêrî mink iriye, wê zindanan pênûs û firçeya xwe hilweşînim.”

Nameya Zehrayê wiha ye:
Merhaba JINHA
Ez li zindana ku zemîna herî saxlem a hevaltiyê runiştiye, ji we dûr dîsa şiyar bûm. Li vî bajarî dîrokî, mirov bi paşeroja vî bajarî dîrokî diçin xeyalên dûr. Li bajarê Şahmeranê ez girtîbim jî li vir mayîn hêzekî dide min.
Li xaka xwe girtîbûn gelek zehmet tê ji mirovan re lê piştî ketim hundir 45 xwedavendên zana yên jin kul i dora min kom bûn, dema min biriqîna di çavên wan de dît şûnde, min dî tku qada têkoşîna mezin di nava van çar dîwarên biçûk de ye. bi her jina ez axivîm re çîrokek berxwedanê mezin hebû. Min ji wan hêz girt. Roja ez hatim girtin, ji ez ji JINHA’yê dur mam xemgîn bûm lê min dît ku nûçeyên girîng yên esas li virin. Ev der qadeke ku divê bi rayagiştî bê bihistinê ye. Kî dizane belkî jî ji ber vê li virim. Di binçavande zîhniyeta mêr her tim pirsên ‘çima ti vê pîşeyê dijî, çima ti nûçeyan çêdikîr, çima ti wêneyan xêz dikî’ pirsîn. Lê dema me dest bi JINHA’yê kir bi şîara ‘Em nabêjin mêr çi difikire û dinivînin’ pênûsa xwe girt destê xwe.
Dema hatim girtin û ketim paş deriyên hesînî wan nekarî çeka min ya herî mezin pênûs û firçeya min ji destê min bigire. Min ev mafê xwe bi saya hezaran zanyaran girt destê xwe û ez dizanim ku wisa hêsan nekarin ji destê min bigirin. Ez qet nafikirim ku li vir ji civakê îzole bûme. Her wiha ez ji JINHA’yê ne durim.Ez niha xwe wek nûçegîhana JINHA’yê ya zindanê dibînim û ez serbilindiya vê dijîm.em ji bo azadiya xwe lingê çapemeniyê ya têkoşîna jinê dimeşînin û ji ber vê jî qada herî mezin ya lingê vê jî zindanin.

Ev fikr ji aliyê hevalan bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Em ketin nava hewldanan. Li vir gelek hevalên nûçeyên wan çêbibin hebûn. Ji bo rastiya vê derê bê bihistin ev fikr gelek di cih de bû. bi rojan em ranezan û em xwedî li Ozgur Gundem Zindanê derketin. Emê vê dem bi dem bidomînin. Kompîtur û matba me tine lê pênûs kaxiza me heye. Wênekêşa me tinebû, lê xêzkariya me heye.
Niha li koxuşa me gelek rojnameger hene. Gelek kesî jib o nivîskarî û rojnamegeriya Ozgur Gundem Zindanê xwe pêş xist. Hefteyê du rojan ez dersa wênexêziyê didim wan. Di demek pêş de emê pêşangehekê amade bikin. divê generalên Apê Musa wisabin.
Ez bi hînkirinên berxwedana jinê ya JINHA’yê fêrî mink iriye, wê zindanan pênûs û firçeya xwe hilweşînim. Jibîr nekirin firçe û pênûsa min hîna di destê min de ye. Ez we bi hezkirin hembêz dikim.
Zehra

Ozgur Gundem Zindanê 2
Çavkaniya JINHA






