English | Français | Kurdî

Dax­uyanîya jinên Efrînê yên der­biderkirî ya ku hevala Gulis­tan Sido ji Roja­va ji me re şandiye. Em li vir diweşînin.

Ji raya gîştî re

Rêze gunehkarî û bin­pêkir­inên ji aliyê dagirk­erê Turk û komên çek­dar ên pêve girê­dayî, qaşo bi navê ”Artêşa wetanî ya Sûrî” li herê­ma Efrînê ya Sûriyê berdewm in. Dîmen û wêneyên ku ji aliyê çek­daran bi xwe ve hatine weşandin, derx­istin holê ku bi dehan jinên kurd li barege­heke leşk­erî hatine dest­gîr kirin û li dijî wan tundî tê meşandin.

Ev bel­geyên dît­barî yên der­ke­tine holê, tevî bi dehan rapor û nûçeyên gun­hekarî û bin­pêkir­inên ku ev kom li gorî fer­man û planên Tirkiyê pêk tînin, careke din tekez dikin ku şêwaz û rêbazên mafyew­erî û kir­yarên pêk tên piştî dagirki­ri­na Tirkiyê ji herêmê re zêde bûne. Di gel van kir­yarên derqanûnî ku hemû pîvanên mirovî û exlaqî bin­pêkirine, bêdengiya rêx­istin û saziyên navnetewî jî cihê mix­abînî û şer­mê ne.

Van komên çek­dar ên li herêmê bi qasî serê derziyê jî ne rewa û qanûnî ne, ew tenê amûra Enqereyê ne, bi rêya wan ji sedî 80 nişti­ci­hên resen yên EFRÎNÎ der­bider kirine, her wiha yên mane jî di zîdaneke mezin de dijîn, di der­he­qê wan de rojane hemû cureyên gunehkariyan ji kuştin, revandin, hep­iskirin, îşkencekirin, talankirin û fer­zki­ri­na bacayan pêk tînin.

Kir­yarên van komên çek­dar li dijî jinên kurd hemû yasa û pey­manên navnetewî û urfên civakî bin pê kirine, bi her awayî ji kiri­yarên DAIŞ ku koletî û rûmeta jinan bin pê dikirin ne cuda ne.
Buy­erên ku li Efrînê diqewimin mafê xwaza­yî ya mirov di jiyankir­inê de, her wiha qanûnên navdewletî bin pê dike. Ew jî ev in:

- Madeya pên­can a danezana cîhanî ya mafê mirovan ku di 10/12/1948’an de li Parîsê hatiye pesend­kirin dibê­je ”çên­abe li ti kesî îşkence ango tundî, kir­yarên der­mirovî û bêrûmetkir­inê bên kirin” her wiha di madeya nehan de jî wisa tê gotin ”çên­abe bi darê zorê kesek bê zin­dan kirin an rawe­s­tandin û der­bider kirin” her wekî din di madeya dozde­han de jî ev tişt tê gotin ”çên­abe kes der­basî jiyana tay­bet a mirovan, her­wi­ha mal­bat, war û namyên wan bibe, ne jî rûmet û namûsa wan werin şikestin. Mafê her kesekî heye ku qanûn wan ji dest­wer­dan û hem­leyên bi vî rengî biparêze”.

- Qanû­na siza­yî ya navnetewî di madeya xwe ya hef­tan de dibê­je ” hep­iski­ri­na jinan û îşkence li wan kirin, kolekirin û dest­dirêjiya li ser şer­fa wê gunehkarî ye li dijî mirovahiyê û qanû­na navnetewî vê yekê ceza dike.

- Madeya 27’an ji Lihevki­ri­na Cenevrê ya sala 1949’an a girê­dayî parasti­na sivîlan di hemû rewşan de: mafên şerf, mal­bat, baw­eriya olî û çandî de rêz­girtin hebe û divê bi awyekî tay­bet bi wan re li dijî tundiyê dan û standin bê kirin. Her wiha gelek made jî ku danû­s­tan­d­i­na tund û dest­dirêjiya li ser rûmetê qedexe dike hene.

- Danezana kome­leya gîştî ya NY di sala 1974’an de weşandiye ya girê­dayî parsti­na jin û zarokan.

- Rêgezên danezana cîhanî ya bidawîki­ri­na tundiya li dijî jinê sala 1993.

- Pêşni­yarnameyên ji hevpey­maniya SÎDAW ya girê­dayî rewşa jinan.
Ji her tiştê ku hatiye bi bîrx­istin dax­awza me ji civak û saziyên navnetewî yên têk­il­dar ev in:

  1. Divê di zûtirîn dem de liv û tevgerek bê kirin ku bin­pêkrinên di dirê­jahiya du salan de li Efrînê pêk tên bi sînor bib­in. Her wiha diyarki­ri­na çarenûsa jinên kurd yên di zîn­danên komên çek­dar ên girê­dayî Tirkiyê de hatine girtin û riz­garki­ri­na wan.
  2. Avaki­ri­na komîteyek navnetewî ji bo darizan­d­i­na gunehkaran ji ber kiri­yarên talanî, revandin û îşkenceya li ser jinên efrînî dimeşînin.
  3. Saziyên rag­i­hand­inê yên pêbaw­er der­basî Efrînê bib­in û rewşa kam­bax a nişte­ci­hên resen li wir bi awayekî pis­por bişopînin û vekolînin.
  4. Bidawîki­ri­na dagirk­eriya Tirkiyê û derx­isti­na komên tun­drew û ger­an­tîki­ri­na veg­ereke bi rûmet ya xelkên Efrînê yên der­biderkirî ji warên xwe re.
  5. Xisti­na komên çek­dar yên li Efrînê di lîsteya terorê de.

Jinên Efrîn ên derbiderkirî
1/6/2020

Vîdy­oy li ser Face­book: li vir

  • afrin

Ji kerema xwere dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas.
Auteur(e) invité(e)
Auteur(e)s Invité(e)s
AmiEs con­tributri­ces, con­tribu­teurs tra­ver­sant les pages de Kedis­tan, occa­sion­nelle­ment ou régulièrement…