Ber bi çavkaniyên komînalîzma kurdî ve
Piştî mirina Mûray Bûkşîn, di sala 2006’an de, partiya karkerên Kurdistanê (PKK) soz da ku yekemîn civaka ku wê konfederalîzma demoqratîk avabike sazbike, ev civaka ku ji ramanên teyorîsyenê ekolojiya civakî û şaredarîzma azadîparêz. Naskirineke bi derengî ya vî tekoşerî emerîkî û danerê projeya wekhevî û mirovî ji aliyê PKK’ê ve hate çêkirin.
Di 6 çileya 2014’an de, kantonên Rojava, li Kurdistana Sûriyê, di nava sîstemeke federal de bûn komûnên xweser. Wan li ser hevpeymaneke civakî lihevkirin, ev hevpeymana ku demoqrasiyeke rast e rast sazdike û birêvebirineke wekhev ji çavkaniyan re li ser bingeha meclisên gelêrî. Bi riya xwendina berhemên aferîner a Mûray Bûkşîn û danûstandinên bi wî re kirine ji zîndana xwe ya turkî ve, yê ku êşa cezaya girtina tevahî jiyanê dikşîne, ku lîderê dîrokî ya tevgera kurdî, Birêz Abdullah Öcalan, hişt ku PKK’ê di zivroneke gewr e di nava xwe de çêbike û marksîzm-lênînîzma demên pêşîn derbasbike. Projeya navnetewî ya ku PKK’ê di 2005’an de hilbijartiye, piştre ji aliyê hemtayê wî ya sûrî ve, partiya yekîtiya demoqratîk (PYD) ve hate hilbijartin, armanca vê projeyê ew e komkirina gelên Rojhilata-Navîn di nava konfederasyoneke komûnên demoqratîk pirçandî û ekelojîk.
Di sala 1921’an de li New Yorkê ji malbeteke jihû û rûsî ya şoreşger ji dayîk bû, Bûkşîn li taxa Bronksê mezin bû, jêdera tekoşîn karkerên emerîkî bû. Ji ciwantiya xwe ve tevlî refên komonîstan bû, ku di sala 1936 dev ji wan berda, di dema şerê Îspaniya de, di heman demê de di nava Kongireya rêxistinên pîşesazî(CIO) û Kongireya wekheviya nijadî (CORE) tekoşîna xwe dikir. Di destpêkê de, ew karkerê pîşesaziya tirmpêlan bû(bi taybet di dema greva mezin a Jênêral Motors de, di sala 1645’an), ev kesê dirust û xêrxwaz piştre civaknasiyê li Peymangeha Ramapo li New Jersî perwerdedike. Piştî mirina wî de, 30 tîrmeha 2006’an, wî li pey xwe bi dehan pirtûk û bi sedan gotar hiştin.
Li Vêrmona Bêrnî Sandêr di sala 1971’an de
Ekolojîstekî radîkal û ronak e, wî ramane pêşxist ku li gorî wê bêhişiya kapîtalîzmê û lewaziya wê ya misoger ne , weke çawa Karl Marks tekezdikir, di rewşa wê ya neçar a berve xwehilweşandinê ve diçe de bi sînor kiriye, lê belê di nakokiyên wê bi hawîrdora xwezayî û mantiqa wê di gurbûna hilweşandina ji xwezayê û tenduristiya mirovahiyê re de ye.
Di sala 1964’an de, di gotara xwe ya rexneyî ya bi sernavê “Ekolojî û hişmendiya şoreşgerî” ramana sazker a ekolojiya civakî destnîşandike: ” Neçariya ku li ser mirov hatiye ferzkirin ku desthilatdariya xwe li ser xwezayê bike raste rast ji bi desthilatdariya mirov li ser mirovan tê”- ev yek jî di nava xwe de sedestiya zayend, etnîk, nijad herwiha çînî digire nava xwe. Ji ber vê jî pêşniyarek bi nirxa bernameyekê heye : tenê ekolojiya civakî ya radîkal dikare bi xwe re kapîtalîzmê derbasbike. Ango bi awayekî beramberî, şoreşeke civakî ji Bûkşîn re xuyadikir weke kilîta guhertina teknolojîk. Ji sala 1965’an de, metirsiyên xwe di derbarê germbûna keşwarî û encamên wê li ser hevsengiya xwezayî û civakî.
Li beramberî zanisteke ku li ser “dîmeneke gelek paşverû ya ji xwezayê re hatiye avakirin”, a ku çîroka pêşbaziya bikaranîna çavkaniyên ji bona mayîndekirina jiyanê bi qencî pêşkêşdike ji aliyekî ve, ji aliyekî din ve Bûkşîn têghiştineke hişmendwarî ji cîhana xwezayî re pêşniyar dike, ” afrînerî, kopêratîf, dewlemend”, weke rêçeke ji sinc û exlaqê azadiyê. Zihniyeta hiyarşîk ya ku kesê din li gorî peyvên kêmtir an bilindtir pênasedike, tu hêviyan dide?, wê bi nêzîkatiyeke ekolojîk ji cihêrengiyê were guhartin”.
Di sala 1971’an de, belavkirina dîwana Piştî kêmpeydabûnê Bûkşîn ji kesên pêşîn bû di refa qada radîkal a newyorkî û va yekê hişt ku guhdarvanên wî li ba Çepa Nû ya Emerîkî bêtir bibin. Ew li wir tekez dike ku zêdebûna dewlemendiyê bi riya teknolojiyê pêkaniya dîrokî ya “temamkirina şansên civakî û çandî” ya mirovahiyê pêşkêşdike. Hin teknolojiyên azadker, ne navendî û ekolojîk dikarin rê li ber veguhestineke ji bajarvaniya kapîtalîst berve bajareke demoqratîk ya resen û otantîk ve dibe.
Bûkşîn li ser girîngiya bersivdayîna ji lîstokên ekolojîk tekez dike bêtirî birêxistinkirina çîna karker . Li gorî wî, kirdeya şoreşger hemwelatiya bindest e, lê ne karkerê tê bikaranîn. Ew ji nûve anarşîzmê pênasedike û wê mîna çareseriyekê ji bona ciwanên ku naxwazin ji aliyê tevgereke pêşeng ve werin birêvebirin, lê belê, ji hin “nirxin hîyerşîk û serweriyê” xwe azad û rizgar bikin- ev nirxên ku marksîzm bi xwe jî jê ne cuda ye. tevî vê yekê nêzîkatiyên wî di derbarê teknolojiyê de wî ji tevgerên dij-çandî bi dûrdixîne, ev tevgerên ku bi zelalî tirsonekên teknolojiyê ne. Ew dijberiya tevgera hawîrdorparêziyê dike, ev “kapîtalîzma kesk” a ku li gerdûna xwezayî mîna xezîneyeke çavkaniyên tên bikaranîn dinêre.
Ew di heman demê rexneyê li ekolojiya kûr dike, ew di nava wan “nîşaneyên bi gûman” ên desthilatdariyê dibîne. Yek ji pêşengên vê tevgera han, biyolojîstê emerîkî Pol R.Erlîş, tekez dike ku tişta ku hawîrdora xwezayî dixe bin gefan zêdebûna hejmara milet e û parastina “bikaranîna fişar û zorê” ji bona bi sînorkirina jidayîkbûnan. Qeyrana ekolojî li gorî nerîna Bûkşîn ji ber têkiliyên civakî yên di bin bandora hîyarşî û kapîtalîzmê encam dide.
Hejmarek kêm ji kesan dighîjin malgirtin û hişkirina çavkaniyan. Ji ber vê sedemê diviyabû temen çi be bila bibe, li gorî wî, nehêle ku ev tevgera ekolojîst nezivre koçikê nobedariyê ji şarezayên karsaziyê re, û li dijî xîtabên moraldayînê yên çîna xizanan dike armanc tekoşînek bê meşandin.
Karker û Reşikan ne pir şaş bûn dema wan ev tevger protesto dikirin û ew mîna “dezgeheke Spiyên şareza û veqetendî nîşandikirin”, di dema ku berpirsên dizîn û windakirinê ew ” rêveberên bajarên mezin in”
Di sala 1971’an de, Bûkşîn dev ji New Yorkê berda ji bona li Burlîgtonê bi cih bibe, li taxa Vêrmonê, ku navenda tevgera komînên azad a Vêrmonê bû; fikra radîkal a emerîkî li “Arkadiya vermonî” pêşket. Wî di sala 1976 peymangeha ekolojiya civakî damezrand, a ku xwendekaran fêrî çandiniya biyolojîk û enerjiyên nûdibin dikir bêtirî teyoriya civakî ya radîkal û dîroka şoreşgerî- navendeke fêrkirinê bû ku ji wê gelek tevger peydabûn, mîna ekofemînîzma Ynestra King.
Li gel “Burlîgtonên kesk”, wî gelek hemleyên pêşxistina hişmendiyeke ekolojîk birêvebirin, û bernameyeke demoqratîzekirina saziyên xwecihî pêşkêşî hilbijartên şaredariyan kir. Komê serokê şaredariyê neçar hiştin, yek bi navê Bêrnî Sandêr, ku ew dengên meclîsên taxan di ber çavan re derbasbikin û dev ji avakirina navendeke elektrîk û projeyeke avahîgirtinan li ser peravên gola Şamplen berde.
Di va kelîna tecrûbeyan de, Bûkşîn bernameyeke siyasî di derbarê ekolojiya civakî bi pêşdixîne: şaredariya azadîparêz, projeyek “demoqrasiya komûnal a raste rast ya ku hêdî hêdî belavdibe di bin şêwazeke fêdêrale de” tekoşer vexwendîne ji bona karê “ji nûve avakirina radîkal” ji saziyên xwecihî re ji jêr ve, sazkirina meclîsan hemwelatî, “şêweyin ji azadiyê re” ku wisa xurtbin ji bona hilkirina kapîtalîzmê û têra xwe rewa bin ji bona pêşî li ber zordariyê bigirin. Ew di heman demê de xwedî şiyan in ku xwe pêşkêşî hilbijartinên xwecihî bikin, aboriyê bi şaredariyan ve girêbidin û bi hin civakin din re federasyonek yekgirtî çêkin bi armanca sazkirina hêzeke altêrnatîf ji bona “astengkirina navendîbûna desthilatdariya netew-dewletê”.
Ji sala 1977’an de, Bûkşîn roleke pir girîng dilîze di birêxistinkirina tevgera dijî-nûkelêrî Klamşêl Aliyans û tevî damzerînerê wê re Birêz Howey Hawkîn şebekeyeke ekolojîstên çep dan rawestandin, Çepên Kek Nêtwork.
Bûkşîn diramî ku Anarşîst bêyî astengiyeke mezin alîgirê pejrandina şaredariya azadîparêz, ferderasyona komînên xweser di kevneşopiya Piyêr Jozêf Prûdhon, Mîkayêl Bakûnîn, Piyêr Korpoktîn an Nêstor Makno. Di sala 1984, ew ji bona hevdîtina navnetewî hate vexwendin ” Cia anarşî”, li Vînîsiya yê. Janêt Bîl, hevjîna wî ya 20 sala jînenîgeriyek derbarê wî de amadekir, û di ew çîroka derketina wî li ser dikê bi cilên fermî ên kar ên kesk, û çend amûrên mêkanîsyekî di berîka şapika wê de bûn vedibêje. Ew ji wan re dibêje: ”
“Divê tevgerên femînîst, ekolojîst û komînalîst civakên mirovî yên nenavendî ku li gorî ekosîstema xwe avabikin. Divê ew gundan û bajaran demoqratîze bikin, wan federe bikin, û altêrnatîfeke li hember desthilatdariya dewletê çêkin.” Ev hevdîtin mîna felaketek bû. Li dijî axaftina Bûkşîn rawestiyan û nepejrandin û gotin ku hikûmetên şaredarî mîna dewlet-netwên biçûk in, meclisên hemwelatiyan jî perlamen in” beşdaran rêgeza dengdayîna bi gîştî nepejirand, û ew bi zordariyeke hîn hîn bi hejmareke mezintir girêdan.
Bûkşîn gihaşte encamekê ku anarşîzm dijberî sosyalîzmê ye. Anarşîstên di dema wî de bi parastina doza serweriya “kes”, û ne “gel” bala wî dikşandin ser xwe. Wî biryar da ku dev ji siyasetê berde. Jiyana xwe berdewamkir bi lêkolînkirina li ser tevgerên şoreşgerî , serhildanên koleyên li herêma Deriya Spî ya kevin, beşdarbûna anarşîstan di şerê Îspaniya de di sala 1936’an de, herwiha Komîna Parîsê jî lêkolîn kir. “Şêwaz in ji azadiyê” ku li dijî hegemoniya netew-dewletê nava pevçûnan de ne. Heger şoreşa sosyalîst negişte armancên xwe, bi riya xistina desthilatdariya dewletê bin dest xwe û ne jî bi riya kesên hatin marjînalîzekirin“ji civakê hatine bidûrxistin”, riyeke sêyemîn heye: ” şoreşê bibe qadeke ku tekoşîn bikaribe gel seferbike, alîkariya wî bike ji bona xwe perwerde bike, siyaseteke dij stemkariyê bi pêşxîne, ev siyaseta ku wê hawîrdoreke gelêrî nû biafrîne li dijî dewletê û kapîtalîzmê”. Navê wî : komînalîzm . Em têdighîjin ku ev pênaseya han ji tekoşîna siyasî dikare îro tekoşerên serxwebûna Kurdistanê seferberbike, ên ku di nava çar welatan de belavbûne, û bi rengekî zelal li dijberî êrîşên dewleta Turk in û di xeta yekemîn de ne di şerê li dijî Daêşê de.
Bi şopandina rêgezên “konfederalîzma demoqratîk” ya ku ji aliyê birêz Ocalan ve hate belavkirin, kantonên Cizîrê, Kobanê, û Efrînê bûn xwedî sazîbûneke rêveberiyeke federal e, di nav xwe de nûnerên meclisên gelêrî digire(malên gel), ku ji aliyê meclisên komînan ve hatine hilbijartin. Federasyon ji komîsyonan pêktê, parastin, tenduristî, perwerdeyî, kar û barên civakî. Her meclîsek çavkaniyên çandiniyê û enerjiyê bi awayekî xweser, kopêratîf û ekolojîk birêvedibe(Rojava bi petrolê dewlemend e, lê belê nikare derxîne derve ji ber ambergoya li ser wê). Li Kurdistana bakur a Turkiyê, kongireya civaka demoqratîk (KCD) ji sala 2010’an de meclisên bajaran federe kiriye, hemû tax û beşên herêmê. KCD a tê wateya meclisa mecilsan herwiha pêşwaziya nûnerên civaka ermenî, aramî, yezîdî, elewî, turkmen ên ji şer û pevçûnan reviyan e dike.
Di sala 1999’an de, di dema xwepêşandanên Seattle li dijî rêxistina cîhanî ya bazirganiyê (OMC), tekoşerên tevgera cîhanî Bûkşîn vedixwînin ku semînerekê bide. Wî tevî vê yekê gûmaniyên xwe nîşanda li hemberî girûpên anarşîst ên tundrew ên bangawaziya şoreşekê an propagadeyeke balkişandinê bi sînorkirî li ser enternetê ya ku dûrî avakirina ” şêweyin ji azadiyê” dikin, an saziyên alternatîf ên mayînde û berdewam.
Di salên 1970’ yî de, seferberiyên demkî li dijî şerê Vêtnamê, Bûşkîn dane bawerkirin ku hemû xwepêşandan tevî girîngiya wan, nikarin bi tena serê xwe rizgarkirineke civakî, “êrîşên buharê” kêm caran “bêhinvedana havînê” derbasdike. Tevgerên meclisên hemwelatiyan, ku di wir de daxwaziyeke mezin ji demoqrasiyeke dîrekt tê derbirandin, serkeftineke nû da bernameya Bûkşîn. Van tevgeran hiştin ku pirtûk û gotarên wî ji nûve bên weşandin, ji wan jî dîwanek di 2015’an derket di bin sernavekî xwedî wate:
“Şoreşa Dahatûyê”. “Ji taxên kûmîna Parîsê ta meclisên gîştî yên Okûpay Wal Strît û li deverin din, em dikarin di pêşgotina pirtûkê de, van şîretên demoqratîk ên xwe birêxistinkirinê yên ku di dîrokê re weke tayeke sor derbasdibin.” . Ev berhema bi nav û deng balê dikşîne ser pêşengekî ” pisporê şorşeke ne tund” û di projeya wî de “siyaseteke ji sedsala XXI” dibîne.
Sînorên dagirkirina cihan
Gelo wê bextewar be di dagirkirina demoqrasiyê ji qadê re? Tekoşerekî bê westan û rexnekarekî ku ne li bendewariya tu diyariyan e, wî hin pirsgirêkên ku li hemberî van tevgeran derdikevin ji zû ve dîtibûn: astengiyên ku ji pratîka va lihevhkirinê rûdidin ên ji hev ne cuda ne, û ev komên gelêrî bibin desthilatdar. Ji bona bidestxistina hêzeke siyasî, ev komên gelêrî li gorî nerîna wî divê xwe di nava meclisên xwecihî li taxan û gundande sazbikin.
Ji aliyekî din ve, ne tekez e ku ev tevgerên han bikarin bi awayekî cewherî pêşniyarên wî pêkbînin, bi taybet, ewlekariya kûmînan di rûbrûbûyîna wan a neçar li hember dewletê û sîstema kapîtalpîst de? Bûkşîn diramî ku divê “milîsên gelêrî hebin” ji bona “parastina, heger ev girîng be, aboriya şaredarkirî bi çekan bikin”, mîna modêla hemwelatiyên-leşker ên atînayî (Hoplît), an Makhnovchtchina-artêşa şoreşgerî ya serhildêr ya okraniyayê(1918–1921)- an milîsên karker an cotkaran ê hikûmeta anarşîst a Kataloniya 1937.
Piştî mirina Muray Bûkşîn, di dema deh salên ku girîng bûn ji bona nivîsandina jînenîgariya wî, Janêt Biyehl- ya ku di dema niha de, kesayeta sereke ye di warê ekolojiya civakî de, hinekî xwe dûrî antîdewletbûna sert a şêwirmendê wê Bûkşîn kir. Bêyî çarçoveya netew-dewletê, çawa, ew pirsdike, “neheqiyên civakî sererast bike û parastina mafên sivîl bikin”. Germbûna kişwarê bi sînor bikin an jî ewlekariya civakî misoger bikin? Em dikarin bi komînan bawerbin ku ewê bibin cihê hişmendiyeke demoqratîk, wekhev û ekolojîk, di dema ku, ew vê têbîniyê tîne ser ziman, ” hin taxên û bajar, ên li başûrî Emerîkayê, paşverû ne” an hinek din li dijberî karên hawîdorî ne û “beşdarî wê nabin ger hikûmeta federal wan bo zorê neçar vê yekê neke” ? Bûkşîn bawerdikir ku ev pirsgirêk wê di pratîkê de werin çareserkirin. Bûkşîn ji aliyê hemdemên xwe ve mîna kesekî ûtopîk“xeyalî” pir radîkal, rexnekar dihat dîtin. Tevî vê yekê jî, wî jiyana xwe, weke Bielh şahidiya vê yekê dike, “ji bona bicihanîna xeyalên çepgir pêkbîne kar kir: demoqrasî, hişmendîbûn, layîk, ne çînîyetî, azadîparêz, û ekolojî. Ew navnetewî bû û tekoşer bû. Ew mirovahî û exlaqî “etîk” bû. Beriya her tiştî sosyalîst bû”. Mirov, di baweriya wî de, hêjayî azadiya ku ewqas li ba wî giranbuha ye, û jiyanek xweş. Di encamê de ew pir jîr bû ji bona nikaribe di nava civakeke hişmend de bijî.
Bênjamen Fêrnandêz
“Aux sources du communalisme Kurde”, Ber bi çavkaniyên komînalîzma kurdî ve
Murray Bookchin, écologie ou barbarie
Le Monde dipolomatique, tîrmeha 2016
Werger ji fransî: Gulistan Sîdo