English | Français | Kurdî

Daxuyanîya jinên Efrînê yên derbiderkirî ya ku hevala Gulistan Sido ji Rojava ji me re şandiye. Em li vir diweşînin.

Ji raya gîştî re

Rêze gunehkarî û binpêkirinên ji aliyê dagirkerê Turk û komên çekdar ên pêve girêdayî, qaşo bi navê ”Artêşa wetanî ya Sûrî” li herêma Efrînê ya Sûriyê berdewm in. Dîmen û wêneyên ku ji aliyê çekdaran bi xwe ve hatine weşandin, derxistin holê ku bi dehan jinên kurd li baregeheke leşkerî hatine destgîr kirin û li dijî wan tundî tê meşandin.

Ev belgeyên dîtbarî yên derketine holê, tevî bi dehan rapor û nûçeyên gunhekarî û binpêkirinên ku ev kom li gorî ferman û planên Tirkiyê pêk tînin, careke din tekez dikin ku şêwaz û rêbazên mafyewerî û kiryarên pêk tên piştî dagirkirina Tirkiyê ji herêmê re zêde bûne. Di gel van kiryarên derqanûnî ku hemû pîvanên mirovî û exlaqî binpêkirine, bêdengiya rêxistin û saziyên navnetewî jî cihê mixabînî û şermê ne.

Van komên çekdar ên li herêmê bi qasî serê derziyê jî ne rewa û qanûnî ne, ew tenê amûra Enqereyê ne, bi rêya wan ji sedî 80 nişticihên resen yên EFRÎNÎ derbider kirine, her wiha yên mane jî di zîdaneke mezin de dijîn, di derheqê wan de rojane hemû cureyên gunehkariyan ji kuştin, revandin, hepiskirin, îşkencekirin, talankirin û ferzkirina bacayan pêk tînin.

Kiryarên van komên çekdar li dijî jinên kurd hemû yasa û peymanên navnetewî û urfên civakî bin pê kirine, bi her awayî ji kiriyarên DAIŞ ku koletî û rûmeta jinan bin pê dikirin ne cuda ne.
Buyerên ku li Efrînê diqewimin mafê xwazayî ya mirov di jiyankirinê de, her wiha qanûnên navdewletî bin pê dike. Ew jî ev in:

– Madeya pêncan a danezana cîhanî ya mafê mirovan ku di 10/12/1948’an de li Parîsê hatiye pesendkirin dibêje ”çênabe li ti kesî îşkence ango tundî, kiryarên dermirovî û bêrûmetkirinê bên kirin” her wiha di madeya nehan de jî wisa tê gotin ”çênabe bi darê zorê kesek bê zindan kirin an rawestandin û derbider kirin” her wekî din di madeya dozdehan de jî ev tişt tê gotin ”çênabe kes derbasî jiyana taybet a mirovan, herwiha malbat, war û namyên wan bibe, ne jî rûmet û namûsa wan werin şikestin. Mafê her kesekî heye ku qanûn wan ji destwerdan û hemleyên bi vî rengî biparêze”.

– Qanûna sizayî ya navnetewî di madeya xwe ya heftan de dibêje ” hepiskirina jinan û îşkence li wan kirin, kolekirin û destdirêjiya li ser şerfa wê gunehkarî ye li dijî mirovahiyê û qanûna navnetewî vê yekê ceza dike.

– Madeya 27’an ji Lihevkirina Cenevrê ya sala 1949’an a girêdayî parastina sivîlan di hemû rewşan de: mafên şerf, malbat, baweriya olî û çandî de rêzgirtin hebe û divê bi awyekî taybet bi wan re li dijî tundiyê dan û standin bê kirin. Her wiha gelek made jî ku danûstandina tund û destdirêjiya li ser rûmetê qedexe dike hene.

– Danezana komeleya gîştî ya NY di sala 1974’an de weşandiye ya girêdayî parstina jin û zarokan.

– Rêgezên danezana cîhanî ya bidawîkirina tundiya li dijî jinê sala 1993.

– Pêşniyarnameyên ji hevpeymaniya SÎDAW ya girêdayî rewşa jinan.
Ji her tiştê ku hatiye bi bîrxistin daxawza me ji civak û saziyên navnetewî yên têkildar ev in:

  1. Divê di zûtirîn dem de liv û tevgerek bê kirin ku binpêkrinên di dirêjahiya du salan de li Efrînê pêk tên bi sînor bibin. Her wiha diyarkirina çarenûsa jinên kurd yên di zîndanên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de hatine girtin û rizgarkirina wan.
  2. Avakirina komîteyek navnetewî ji bo darizandina gunehkaran ji ber kiriyarên talanî, revandin û îşkenceya li ser jinên efrînî dimeşînin.
  3. Saziyên ragihandinê yên pêbawer derbasî Efrînê bibin û rewşa kambax a niştecihên resen li wir bi awayekî pispor bişopînin û vekolînin.
  4. Bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê û derxistina komên tundrew û gerantîkirina vegereke bi rûmet ya xelkên Efrînê yên derbiderkirî ji warên xwe re.
  5. Xistina komên çekdar yên li Efrînê di lîsteya terorê de.

Jinên Efrîn ên derbiderkirî
1/6/2020

Vîdyoy li ser Facebook: li vir

  • afrin


Ji kerema xwere dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas.