Rojava • Aliyên Hevrûkirinê Bi Komînê re (Parîs)

rojava

Abdullah Ocalan di berdewamiya beşeke ji qonaxa dîlgirtina xwe de konsepta “konfederalîzma demoqratîk” teyorîze kir, ya ku niha di pêvajoya şoreşa Rojava de tê pêk anîn. Ji sala 1993’an de, Ocalan hewilda ku guherîneke bingehîn di nava tevgera marksîst-lênînîst a ku lîderê wê bû çêbike, û tevgereke nenavendî ji dêvla wê pêşxîne ku bêtir berve rêbazeke azadîparêz ve birêkeve. Heger kesayeta Ocalan bûye peyamner û mûxatab, û dîmena wî bi awayekî berferh li pêş e, lê tişta ji wê girîngtir ew e mirov balê bikşîne nerîna siyasî ya ku ji aliyê wî ve hatiye pêşkêş kirin.

Îdolojiya marksîst-lênîst hertim hebûna xwe didomîne di nava endamên PKK’ê de, tevî ku ev îdolojî hêdî hêdî ji holê rabûye(ew tenê bi taybet di nava diyasporaya Ewropayê de ma ye, ên girêdayî bermahiyên partiyên çepgirên komînîst). Navendîbûna demoqratîk hertim dijberî konfederalîzma demoqratîk e.

Rast e ku herdu gotin: “navendîbûn” û “konfederalîzm” ên ku di wateyê de cuda ne û dûrî hev in, bi awayekî eşkere du nerînên cuda ferz dikin, ya yekemîn li gorî wateya xwe, xwe dispêre pergaleke siyasî li ser asta Konseya Niştîmanî yan “Parleman” ê tevgerê pir xurt e, ya duyemîn girîngiyê dide sazûmaniyên cihêreng ên demoqratîk ên bingehîn. Hilbijartina di navbera bingehê, û ne nerîna ji jor ve, taybetmendiyeke bihêz derbarê pirsa demoqrasiyê ferz dike, lê di heman demê de takekesiya kesan di va şêwaza “nû” ya demoqrasiyê de xurtir dike.

Tecrûbeya tevgera Komînar di nîsana 1871’an li Fransayê bi awayekî sereke li bajarê Parîsê pêşket, tevî ku gelek bajarên din (Lyon, Marsîlya hwd) tevlî tevgera komînar bûn, lê belê rastî binkeftineke mezin hatin ji ber qirkirinê û şerê dewletî. Binkeftin li paytextê bi hefteya xwînî bi dawî bû, bi fermana Adolf Tiyêr, hejmara qurbaniyan bi deh hezaran bû û bi qasî wan jî koçeberî kampa Kayênê hatin kirin. Projeya pêşîn ne derbarê jakobînîzmeke bihêzkirî bû (Jakobînîzm : doktrîneke siyasî ye ku parastina serweriya gelêrî û nepêkanbûna perçebûna komara fransî dike. Navê xwe ji kluba Jakob standiye, endamên wê di dema şoreşa fransî de li dêra jakobiyan li Parîsê dest bi birêxistinkirina xwe kiribûn), lê belê li derdora ramanên jîrondîn (navê komeke siyasî ya şoreşa fransî ku parlementerên wê di nava meclisa zagonsaz de piranî bûn, li bajarê Bordo derket holê û Hevpeymana”Konvensyon”bi nav û deng di dema wan hate erê kirin û komara yekemîn li ser pişta hilweşandina serweriya qiral Lwîsê XVI hate ragahandin) û konfederalîzma ku dixwast yekîtiya bajaran avabike.

Komîna Parîsê ji aliyekî din ve bangawaziyek hejmar 68 ji barêzgehan re birêkir, em dikarin bixwînin ku :

“Parîs dixwaze tenê Komarekê avabike û mafên xwe yên komînal bidestbixe, ew ê kêfxweş be ku bibe nimûne ji komînên di yên Fransayê re. Heger Komîna Parîsê derkete holê, sedem ew bû mixabin ji bona li hember rewşa şer a ku ji aliyê hikûmeta Vêrsayê ve hatibû derxistin raweste. Parîs tenê dixwaze di nava xwseriya xwe de bimîne, li gel rêzgirtina ji mafên wekheviyê yên komînên din ên Fransayê”.

Di daxuyaniyeke din de ku ji gelê fransî hate pêşkêş kirin di 19 nîsana 1871’an de, em dikarin vê yekê bixwînin:

“Naskirin û bihêzkirina Komarê, teşeya tekane ji rêvebirina ku mafên gel, pêşketina birêkûpêk û azadiya civakê misoger dike ye. Xweseriya mûtleq a Komîna ku li ser hemû bajarên Fransayê belavdibe, mafên gîştî, û ji bona her fransiyekî/ê mafê bikaranîna şiyan û şarezayên xwe weke mirov, hemwelatî, û karker misoger dike. Xweseriya Komînê wê bi mafê wekhev ji bona hemû komînên din ên tevlî hevpeymanê bûne were bisînor kirin, û divê girêdana wan bi hev re Yekîtiya Fransayê misoger bike”.

Em li vir dibînin ku pêwendiya di navbera vîna avakirina hevpeymaneke civakî di navbera komînan de mîna Hevpeymana Civakî Ya Rojava ye.

Ji ber çi sedemê konfederalîzm, û ne federalîzm? Girîngî ji bona bajarên cuda hatibû dayîn, ev bajarên ku diviya bû vê yekîtiyê ava bikin, ji ber ku weke rêgez, mijar girêdayî yekîtiya bajaran ye, û perçeya sereke jî bajar bû. Ev yekîtiya azad xwedî taybetmendiyekê ye, ew jî tunebûna hikûmeteke netewî ye, weke çawa di gelek ferderasyonan de ev yeke heye, li gel sazûmaniyeke netewî, û federal, ev yekîtî bi riya sazûmaniyeke konfederalîst pêk tê.

Em dikarin herwiha derbarê Okaraniyaya Azadîparêz a Nêstor Makno de biaxivin, pirsa konfederalîzmê bi awayekî berferh ji aliyê wî ve hatibû teyorîze kirin, armanc ew bû ku hemû hêzê bidin”meclisên” ku bingehê avadikin. Anarşîstê li goristana Pêr Laşêz tenêhêştî bê gûman qet nehizrî bû ku ramana wî ya ku xistiya tevgerê di dema şerê okranî de wê piştî 100 sal ji van bûyran re were vejandin. Yekîtiya Cotkaran li dijî artêşa almanî tekoşîn kirin, piştre li dijî Artêşa Spiyan(Anton Dênîkîn: ji generalên pêşîn bû di tevgera Spî di şerê sivîl li Rûsya) û di dawiyê de li dijî artêşa sor a Lêyon Trotiskî.

Konfederalîzma di hundirê şer de di derbarê pêkanbûna bicihkirina konfederalîzmeke aştiyane pirsyaran dike, ango di qonaxeke ku tu aloziyeke çekdar tune be. Di herdu mînakên ku me li jor bibîrxistine de, em li hember şerekî sivîl in, ku pir tevlîhev e, û modêla konfederal ji bona pêkanîna pêwîstiyên aliyan li dijî sîstemê û desthilatdariyê hate hilbijartin.

Ji ber vê rastiyê jî, konfederalîzmê nikarî bi demê re li ber xwe bide, tu netew ne neteweke konfederal e. Heger Swîsra hîna girêdayî peyva “konfederasyonê”ye, tu tişt ji bilî dewleteke federal bingehîn nema ye. Dibe ku kombûna dewletan tevî vê yekê wateyeke xwe hebe di “Yekîtiya Ewropaya” niha de. Tevî ku gelek kes weke “federalîzm” didin dest nîşan kirin, lê bi awayekî xwezayî şaş e.

Ev mantiqa konfederal nikare di nava pêvajoya heyî de li Rojava were bicih kirin. Ji ber ku xezeba şer bi ser vî welatî de hatiye, bi taybet li ser sê eniyan: yek li dijî Daêşê, du li dijî cîhadiyên îslamî ku Turkiyê desteka wan dike, sê li dijî Beşar Esed û îslamîstan(Hêzbollah û Zêrevanên Şoreşa Îranî).

Hilweşandinên Netewe-Dewletên ku ji perçeyên pînekirî hatine avakirin di domahîka sedsala XX’an de, bi riya peymanên ji nişkêve û lihevparvekirinên di navbera hêzên dagirker de, pirsgirêka kurd derxist holê, ya girîng pirsa çareseriya wê ne di çarçoveya netewe-dewleteke nû de, lê belê bi riya hebûneke hevbeş demoqratîk di nava mozayîka herêmê de tê kirin. Ev yek ji encamên şerê sûrî ye. Berovajî her tiştî, vê şerî derfet da xwseriya beşekî girîng ji gelê vê herêmê.

Wê demê şer, ji ber pêwîstiyan, lez da pêvajoya xweseriyê, piştre jî pêşniyara konfederal weke çareyekê rewa kir. Ên weke hêzeke leşkerî niha tevdigerin ango(HSD-Hêzên Sûriya Demoqratîk), em dikarin ji xwe pirs bikin gelo siberoja wê di nava rêxistina komînal a jiyana “sivîl” wê çibe? Hemû dezgeh û sazûmaniyên van salên derbasbûyî dikarin ji nûve ji aliyê hêzên herêmî û navnetewî ve ji holê werin rakirin, di nava vê paravekirina berjewendiyan û têkiliyên hêzê yên ku di “konfêransên aşîtiyê” ên dema bê de tên xêzkirin, û bi xwe re xwediyên konfederalîzmê û şervanên li ser qadê li derve bihêlin.

Di rastiyê de, mercên şerê sivîl û şer di hundirî şer de, derfet da avakirina zemîna birêkeftina hêzên pêşverû li Rojava. Tevî her tiştî bêyî bidestxistina serkeftineke gîştî û diyarker li dijî barbariyê, dibe ku konfederalîzma Ocalan di asta tecrûbeyekê û lêvegerekê bimîne, weke konfederalîzmên dîrokî yên Komîna Parîsê û Nestor Makno.

Piyêr Lu Bêk (Pierre Le Bec)

Version en français > Rojava • Les analogies avec la Commune (Paris) 

Dîroka weşanê: 30-1-2017
Werger ji fransî: NGW-Gulîstan Sîdo

Traductions & rédaction par Kedistan. | Vous pouvez utiliser, partager les articles et les traductions de Kedistan en précisant la source et en ajoutant un lien afin de respecter le travail des auteur(e)s et traductrices/teurs. Merci.
Kedistan’ın tüm yayınlarını, yazar ve çevirmenlerin emeğine saygı göstererek, kaynak ve link vererek paylaşabilirisiniz. Teşekkürler.
Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas
Gulistan Sido
Correspondante Rojava-Afrin
Traductrice en langues kurde, arabe, français.
Master 2, Lettres Modernes-Paris III

Nûçegihana Rojava-Efrîn
Wergervan bi zimanên (Kurdî. Erebî. Fransî)
Master 2 Di wêjeya nûjen a fransî-Paris III
Gulistan Sido

About Gulistan Sido

Correspondante Rojava-Afrin Traductrice en langues kurde, arabe, français. Master 2, Lettres Modernes-Paris III Nûçegihana Rojava-Efrîn Wergervan bi zimanên (Kurdî. Erebî. Fransî) Master 2 Di wêjeya nûjen a fransî-Paris III

Related posts