Ramanên Bûkşîn li Rojava şîndibin

Rojava Bookchin

Beriya çend salan jî, hema bêje tu kesî nikarî Rojava li ser nexşeyê bicihbikiraba. Pirs û mijarên jêyosiyasî yên Rojhilata-Navîn ên ku ji aliyê mediyayên rojavayî ve dihatin weşandin bi gîştî têkildarî aloziya îsrayîlî-felestînî û babetên girêdayî wê bûn. Lê ji dema destwerdana Îraqê ji aliyê Emerîka û hevalbendên wê ve di sala 2003’an de, ji dema Buhara Ereban ve, di dawiya 2010’an, herêm bi riya gelek hejandinan hate lerzandin. Di nava girseya pêla şoreşgerî de li Tûnis û li Misirê, agir bi Sûrî ket. Heya niha ew dişewite. Hilweşandina welêt, şerê ku bûye sedema bi hezaran kuştî û bi milyonan koçber, ne bûyerên ku mirov pê şad bibe ye. Lê ev hejandinên bi vî rengî di heman demê de bi xwe re gengaziya ji nûve avakirineke li ser bingehên din anî, helbet em hêvî dikin ku baştir be. Ji ber vê rewşê gelekan bi baldarî dest bi şopandina herêma sûrî ya kurdî Rojava kirin.

Di sala 2012’an de, di demekê de ku şerê sivîl bi hêrseke tund bi ser Sûriyê de hat, desthilatdariyên sûrî yên fermî xwe ji vê herêma bakurê Sûriyê vekişandin. Hikûmeta ku ji aliyê rikberên sûrî ve hatibû astengdar kirin, bi armanca ku dijminekî din ji xwe re çêneke, ev rêbaz hilbijart, li hember şert û mercên wisa, qad ji kurdan re azad hate hiştin (ango bêtir rê ji PYD re hate vekirin, koma herî bi bandor li ser qadê). Berjewendiyên ku ji hev û du nêzîk hene: Kurd- ên ku 10 heya 14% ji miletê sûrî temsîldike-daxwaza rêveberiyeke xweser dikin. Ew herêmên xwe diparêzin û tu sedeman nabînin ku xwe bi rikberan ve girêbidin, ev rikberên ku parastian doza wan nakin. Armanca wan ji aliyekî din ve : avakirina hikûmeteke azad û serbixwe ye. Di vê mijarê de, kurd berve avakirina meclisên fermî li Rojava çûn, bi vî rengî kevirên yekemîn ji bona sazkirina teşeyeke nû ji civakê re danîn.

Konfederalîzma Demoqratîk

Ji derveyî daxwazên xweseriyê(otonomî), taybetmendiya projeya siaysî ya kurd ew e ku merqa lêgerîna avakirina netewe dewleteke kurd li ba wan tune ye, ev daxwaza PKK bû, di destpêka deh salên hebûna wê de. Paradîgamaya siyasî ya nû “Konfederalîzma demoqratîk” e: “Konferderalîzma demoqratîk ne dewlet e lê belê sîstemeke demoqratîk û gelêrî ye, ku di nav de her perçeyek ji milet, ji jinan û ciwanan de destpêbike, li ser asta xwecihî xwedî rêxistineke demoqratîk xweser in ku derfetê dide wan raste rast beşdarî jiyana siyasî yên meclisan weke hemwelatiyên azad û wekhev a Konfederasyonê bibin. Di encamê de, tişta cewherî ji nava milet tê girtin, serkeftina vê sîstemê girêdayî xwe bi xwe rêvebirinê û xwetêrbûnê tê, ango ji aliyê aborî ve”.
Konfederalîzma demoqratîk ku ji aliyê kurdan ve hatiye pêşxistin bi riya sazkirina meclis û civînên demoqratîk ên xwecih ku di nava xwe de bi awayekî federekirî derdikeve holê, li gor rêbaza demoqrasiya raste rast li ser astên cuda karê xwe dimeşînin: ji aliyekî ve meclisên beşkî hene (ekolojî, jin, aborî, zagonî, ziman û perwerde…), li gel civînên heftane, ji aliyekî din ve, hin kom girêdayî cihê jiyanê hene, weke meclisên taxan, kolanan, komînan, kantonan. Bi riya wan, dixwazin civakê hemû” azad û demoqratîze bikin” armanc ne ew e hin rêveberiyên nû yên gîştî ku berpirsê birêvebirina kar û barên siyasî bin werin avakirin”.

Pergal, ne navendî ye, ne jî li ser nasnameyeke çandî kurdî tenê tê avakirin, lê li ser hemû pêkhate û kêmnetewên din vekirî ye (olî, etnîkî, hwd) ên li herêmê hene. Di rastiyê de, bê gûman ev modêleke siyasî balkêş e û dikare wan hemûyan bêyî nakokî komî ser hevdû bike, bi danîna cihekî baş û azadiya derbirandinê ji hemûyan û kesekî re jî.

Şoreşa civakî

Bi awayekî şênber, komîn hêdî hêdî li her derê li ser xaka kurdî li Sûriyê hatin avakirin, weke yekîneya bingehîn a siyaseta nû . Rola wan “birêvebirina karên xwe li gel beşdarbûna raste rast a gundan û taxan. Komîn jî bi xwe cihê ku hemwelatî xwe birêxistin dikin, vîna xwe ya xweser avadike, nûjenkirina siyaseteke kêrhatî. Ew ji gotûbêjkirina hemû pirsgirêkan û dîtina çareyekê ji wan re derî vekirî dihêle”

Ger gihaştina agahiyên ku li wir diqewimin kêm bin, bi armanca têghiştina hûrgûliyên derbarê awayê karkirina van dezgehan(tevî, ji bilî şerê çekdarî, û hemû kêşe û astengiyên zimanan), mirov wê demê nasdike ku xwe li beramberî şoreşekî siyasî û civakî pir pêşveçûyî dibîne.

Konfederalîzma demoqratîk li dijberî Netewe-Dewletê û kapîtalîzmê û destilatdariya mêran e. Tekoşîna li dijî zayendîparêziyê di plana yekemîn a azadkirina civakê de ye, jin weke şêweyeke din ji neteweyekê re tê dîtin ku divê ji bikaranîn û kedxwariyê were rizgarkirin. Bi pêkanîna kotayan, hebûna mayînedekirî ji hevseroketiya hevbeş re(jin-mêr), meclis û komîteyan, avakirina meclisên lihevhatinê ji bona çareserkirina rewşên tundîtiya malbatî, jin cihekî xwe yê taybet û bê hempa digire û desthilatdariya bavik salarî xwe rû bi rûyî berxwedaneke mezin dibîne.

Jin armancên sereke yên Dewleta Îslamî ne, jinan di heman demê de milîsên taybet ku tevahiya wan jin in YPJ dan avakirin, ji bona xweparastinê, û parastina xak û malbatên xwe bikin- YPG’ê jî heman karî dikin.

Modêla demoqrasiya raste rast û girêdayî jiyana rojane ku ji aliyê kurdên Rojava ve hate pêşxistin hinek mînakên dîrokî bi nav û deng tîne bîra mirov, taybet mînakên parîsî yên sala 1793’an û Komîna Parîsê.

Lê heger ev modêla siyasî li Kurdistanê vejiya, teyoriya wê bi hûrgulî û berferehî ji salên70 de, lê bi taybet di destpêka salên 90 de ji aliyê anarşîst, ekolojîstekî emerîkî bi navê Mûray Bûkşîn (1921-2006) ve hate amadekirin, ew weke modêleke siyasî ji ekolojiya xwe ya civakî. “komînalîzma azadîparêz”, weke ew bilêvdike, li ser bingehê pêkanîna konferderasoyeneke ji komînên azad û xweser ji aliyê siyasî ve pêk tê, siyaseteke alternatîf û demoqratîk, makanîzmeya biryaran di nava meclisên xwecihî de tê standin, bi vî rengî hemwelatî bi rola aktorên mezin a jiayna siyasî radibin, di wateya wê ya herî bi nirx de. Lê ramanên wî, ku pir kêm tên şopandin û bi berferehî hatine ji bîr kirin, ji bona ku xwe bidin derbirandin, tu carî rastî tecrûbeyên şênber nehatin.

Ji Bûkşîn heya Ocalan bi derbasbûna di riya Bihel re

Çawa ramanên Bûkşîn ji nişkêve li Rojhilata-Navîn dikarîn derketana holê? Û çawa guhertineke siyasî û civakî bi vî rengî karî pêkwere li va herêmê di demeke pir kurt de? Cîhanê tevahî ev pirsên han ji xwe kirin. Ji bona bersivdayîna wan, divê em paşde bizivrin, ji ber guhertin di rastiya xwe de beriya şoreşa sûrî destpêkiribû. Ev guhertina han hêdî hêdî bi dehên salan xwe di nava refên PKK’ê de dabû belav kirin. Abdullah Ocalan, lîderê dîrokî yê PKK, weke hişmend û mejiyê vê guhertinê bû. Bi ketina girtîgehê re, cezaya girtina tevahiya jiyanê lê hate birîn ji aliyê hikûmeta turk ve di sala 1999 de, piştre li ser girava Îmralyê hate îzolekirin, weke dîlekî bi tenê hate hiştin, Ocalan di şaneya xwe de tezên Mûray Bûkşîn xwendin, bi taybet pirtûkên Ekolojiya Azadiyê(1982) û Şaristaniya bê Bajar(1987-1992). Guhertina îdolojîk bi awayekî şênber di sala 2001’ê de destpêkir, dema PKK dev ji tekoşîna çekdarî berda, û bi awayekî fermî xwe veguherand KADEK(îro”Kongra Gel a Kurdistanê”). Di sala 2005’an, bi rengekî fermî xwe spart konfederalîzma demoqratîk, modêla kurdî ji komînalîzma azadîparêz a Bûkşîn.

Janet Biehl, hevjîn û rêhevala Mûray Bûkşîn di 15 salên dawiyê jiyana wî de, danera jînenîgeriya wî, di rêze gotarên sala 2011’an ew çîroka vedîtina xwe vedibêje : çawa ku ramanên Bûkşîn bûne xwedî dengvedaneke berferh di nava tekoşerên kurd de. Di sala 2004’an de, danûstandineke bi nameyan jî herwiha di navbera Bûkşîn û Biehl û Ocalan de hebû, bi navgîniya parêzerên wî. Bûkşîn û Biehl pê zanîn ku “Ocalan agahiyekê derbasî parêzerên xwe dike ku divê kurd Bûkşîn bixwînin. Piştî vê yekê, hejmareke mezin ji kurdan ev xwendin pêkanîn û xwe spartin ekolojiya civakî di asteke pir bilind de”.
Hizra ekolojiya civakî, ku di nava cîhana tekoşer de bi dehan salan hatibû piştguh kirin bibû xwedî dengvedaneke balkêş li Rojhilata-Navîn, li gel komeke marksîst poşmambûyî. Ev nûçeya han pir matmayîbûn bi xwe re anî! Lê belê Bûkşîn, bi xwe jî marksîst –lenînîstekî berê bû ku piştre xwe di nava anarşîzmê de dîtbû û ev yek pejirand.

Tevî vê yekê, ev danûstandin pir dûr neçûn. Bûkşîn, temen mezin bibû 83 salî û rewşa tenduristiya wî ne baş bû, nikarî şîretan li Ocalan bike. “Ji kerema we be, hêviyên min ên giranbuha ji Ocalan re birêbikin, wisa di 9 gulana 2004’an bersiva dawî dabû. Daxwaza min ew e ku kurd rojekê bikaribin civakeke azad û hişmend avabikin, û bi vî rengî stêrka wan ji nûve vebiriqe”.

Bi mirina vî ekolojîstê emerîkî re di sala 2006’an de, dawî li têkiliya di navbera Vermonta Bûkşîn û Turkiya Ocalan hat. Di vê navberê de, Janet Biehl xwe ji girêdana doza ekolojiya civakî û ramanên wî yên siyasî bidûrxist. Ev doz li vir hate rawestandin, û ekolojiya civakî di qonaxeke kirîzê re derbasbû. Piştî windabûna afrînerê wê, tevger di nava kirîzeke nasnameyî de jiyan kir- kirîzeke din jî piştî gotûbêjên dirêj û tûj ên ku di tevahiya salên 1999 de ev tevger geşkiribûn derket. Gelek kesan jî projeya siyasî ya komînalîzma azadîparêz di dema Bûkşîn de binax kirin.

Pêşketinên siyasî li Kurdistanê

Dema ku Janet Biehl ji nûve danûstandin bi komên turk re danîn, bi awayekî ber bi çav tişt hatin pêşxistin. Bi saya îsrar û daxwaza bi rik a Ocalan, demoqratîzekirina komcivakên kurdî destpêkir. Di wê demê de hîna tu kes bi çêra Rojavaya sûrî nedikir, lê belê li Turkiya cîran, meclis di nava civakên kurdî de di sala 2005-2006 hatin damezrandin, bi taybet piştî weşandina Daxuayniya Konfederalîzma Demoqratîk ku ji aliyê Ocalan ve hate nivîsandin.
DTK (Demokratik Toplum Kongresi), Kongreya civaka demoqratîk, li Amedê di sala 2005’an de hate damezrandin. Ew bi armanca civandina tevgerên siyasî yên cuda û komeleyên ku ji bona pêkanîna konfederalîzma demoqratîk dixebitin hate damezrandin, û bi rengekî fermî kete meriyetê û weke paradîgmaya siyasî ya nû ji tevgera kurdî re hate dîtin. Xwedî 501 endamî, tev hevseroketiyeke hevbeş, DTK weke cure parlemaneke konfederal sazkir ku tevahiya asnafên xwecihî beşdarî wê didin. Her beşek civakê nûnerekî xwe dişîne( tê guhertin û rola wî xuyankirina rewşa meclisa xwecih e, bêyî ku berjewandiyên kesayetî bide pêş). Ew her sê mehan carekê weke meclisa gîştî û her du salan weke kongire dicive.

Di tîrmeha 2011’an, kongireya DTK bi qasî 8 000 kes komkirin bi bangawaziya ji xweseriya demoqratîk li Turkiyê-ev bangawazî di 2015’an de hate nûkirin, û bi rengekî tund ji aliyê Turkiyê ve hate çewsandin. Demoqratîzekirina civakê destpêkir, lê belê dezgeh neçar man ku xwe li derveyî nûnerên fermî avabikin, bi vî rengî desthilatdariyeke rewşa heyî bidin avakirin, li dijî destûrê, ango ji bona em peyva veşartî bikarnîn. Hin organên din di sala 2005’an hatin sazkirin, weke KKK, ya ku piştre di sala 2007’an de bû KCK, Koma Civakên Kurdistanê, ku ji bajaran, gundan û herêmên Îran,Îraq, Sûriyê, û Turkiyê pêk tê, saziyên konfederal ên demoqratîk avakirin (bi fermî an bi awayekî paralel ji desthilatdariya heyî). Ji aliyê PKK/Kongra Gel hatin pêşniyar kirin û xemlandin, bûn pireya navnetewî di navbera wî û komên hevalbend li Sûriyê (PYD, ya ku di çavkaniya şoreşa Rojava de bû), li Îraqê(PÇDK) û li Îranê(PJAK).

Ji ber ku doza kurdî bi rastî navnetewî ye. li Sûriyê, di sala 2005’an, PYD “Projeya xweseriya demoqratîk li Kurdistana Rojava radighîne û dest bi birêxistinkirineke veşartî dike”. TEV-DEM tê damzerandin, a weke DTK endamên civaka sivîl, partiyên siaysî, û komên olî li derdora xwe dicivîne, û di nava teşeyeke weke parlemaneke konfederal wan komî ser hevdû dike. Ew pêwendiyekê di navbera xwecihî û herêmî de dihûne.

Li Sûriyê, tevgera ji bona danîna konfederalîzma demoqratîk di destpêka aloziya leşkerî de xwe berfeh kir. Sê Kantonên Rojavaya sûrî(Cizîr, Kobanê, û Efrîn) hatin ragahandin, demoqratîzekirina civakê hate birêxistin kirin û bi awayekî fermî xweseriya xwe di sala 2014’an de dane ragahandin, li ser bingeha “hevpeymaneke civakî”, ku weke destûreke rasteqîn bû, tevî ku ji aliyê fermî ve “demkî” ye. Rojava weke beşekî pêşverû xwe nîşanda, nemaze tekez kir ku “Ji mafê hemû herêman ne ku li gel al, dirûşme, sirûda xwe yên taybet nûnertiya xwe bikin”, û “Ji mafê her kesekî/ê ye ku xwe bi nasnameya xwe etnîkî, çandî, zimanî bide derbirandin, herwiha mafên wekheviya zayendan misoger in”, û “Çavkaniyên xwezayî, li ser û binî erdê, weke dewlemendiyên gîştî ya civakê ne” û ku “Divê Meclisa Zangonsaz herî kêm ji 40% ji her zaynedekê pêkwere li gorî zangonên hilbijartinê”.

Berovajî vê yekê, li ser awayê karkirina saziyan, pir li gorî ramanên konfederalîzma demoqratîk nayê meşandin. Wer xuayaye ku hevseroketî nayê pêkanîn, her wiha guhertina kesên hatine hilbijartin jî. Ez sedema fermî nizanim. Dibe ku ev ji ber ku tekst”deqa nivîsandî” weke encama lihevkirinekê bi ENKS’ya ku li dijberî pirensîpên konfederalîzma demoqratîk e.

Bêyî ku têkiliyên bi gîştî ji Sûriyê bibire, ev destûr pêşveçûn û tekeziyeke tevgerê xuyadike. Ne pêwîst e êdî ew xwe li pişt maskayên hikûmeta fermî veşêre: ala kurd dikare bi rengekî eşkere were libakirin, û herwiha projeyên wê yên siyasî û civakî. Projeya mezin a perwerdekirin û birêxistinkirinê gur û berfeh dibe û di pratîkê de pêk tê, bi awayekî paralel jî pêdiviya bi parastineke çekdarî ya herêmê çêdibe. Parastina jiyan û herêma xwe bi qasî vê şoreşa siyasî û civakî bi riya çekan jî derbas dibe.

Nûjeniyeke di ekolojiya civakî de

Dema gotarên pêşîn ên Janet Biehl li ser Kurdistanê hatin weşandin, guhertina li Rojava nû destpê kiribû. Agahî di mijara Rojava de hatin dewlemend û zelal kirin çi ji aliyê wê ve an çi ji aliyê hejmareke mezin ji dengan, bi riya serdanên delegeyên tekoşer û wergervanên ji Rojava re. Di encama van serdanan de, derdorê êdî bi rastî axaftinên li ser şoreşa civakî li Rojava bihîstin. Lê pêşwaziya ku ji vê ragahandinê re hatiye kirin di destpêka xwe de bi gûmanî bû: ji bona xwe bide pejrandin, ev zivirandina îdolojîk a PKK rastî astengiyan hat. Çîroka serpêhatiya guherîna îdolojîk ya Ocalan berve ramanên Bûkşîn ve, ku ji aliyê dilsoza wî ve hate belav û eşkere kirin, baş gul da, û dengvedaneke mezin qezenc kir ji bona xizmeta doza ramaneke ku diçelmisî bike. Di rastiyê de, çîroka şoreşeke civakî ya nû, ku ewqas çepgirên radîkal li bendê bûn û hema bêje ji dema Cenga sivîl a îspanî ya 1936’an û raperîna 1994 li Şiyapasê(û mînakên ku em bi wê re hevrû bikin gelek in) nehatibû naskirin, ev şoreşa ku li ber deriyê Ewropayê pêkdihat pir bedew e.

Tevî ku em tenê dikarin mixabiniya xwe ji ber wê bînin ziman, ev bertek di dawiyê de mantîqî bû. Ji ber xemsariya xwe li beramberî vê perçeya cîhanê bêtirî 20 salan, pêşketinên siyasî yên ku li wir qewimîne li vir qet ne dihatin naskirin. Me çi dizanî derbarê PKK’ê an doza kurdî de ji vir û zivrandina hezar salî ve? Hema bêje ne tiştek. Ji bona kesên weke min ku di destpêka salên 80’yî de ji dayîk bûne, navê kurdan tenê hinek pêlên di hin rojnameyên agahdarkirinê yên radyo an televîzyonê de bi bîra me tînin. Ji bona kesên kevintir, tenê bermahiyên dawî yên rêxistineke weke terorîst lê tê temaşekirin bi bîra me tînin, weke tevgerekî marksîst-lênînîst sade û sert dihate naskirin (“Stanlînîst”) weke çawa tê gotin: stemakar, navendî, hwd). Tu tişt ku bala mirov bikşîne tune bû, tevî ku mirov xîtabê wê ya ku di mediyayên rojavayî de derbasdibe dibîne. Bêtirî wê, bedbîniyên tevgerên şoreşgerî yên dawî, bi taybet ên komînîst, an jî yên xwedî bergerhên demoqratîk bêtir nêzî me, ji Okapî heya Sîrîza, dihêştin mirov bêtir “temaşe bike û bendewar be” çêtirî bi can û beden xwe berde nava piştevaniya pêngava yekemîn a şoreşgerî ku tê ragahandin.

Pisîkê qeşa girtiye ji ava sar ditirse, wisa gotina pêşiyan dibêje: ango kesê berê êşa koletî û zordariyê dîtibe, ew ji xeyalê wê ditirse. Atropolgê anarşîst Davîd Graber ku yek ji paratîzanên yekemîn e ji vê yekê tengezar bibû ye: “Ev şoreşek rastî ye. Ev yek jî bi xwe pirsgirêk e. Hêzên mezin bi xwe êdî bi îdolojiya ku dibêje: şoreşên rasteqîn nema êdî diqawimin bawerkiriye. Di vê demê de, gelek çepgir, heya çepgirên radîkal, xuyaye ku bi awayekî veşartî heman siyaset parvekirine, tevî ku bi awayekî seranser e jî, lê pir qir ciran derdixin û dibêjin ew hîna şoreşger in”.

Ez li xwe mukur têm ku ez jî beşek ji wan kesên bi gûman bûm. Ev gûman ne derbarê dilsozî û rastiya şoreşa heyî de bû, lê bêtir di derbarê têkiliya bi Mûray Bûkşîn re bû. Lê belê ev gûman bi lez belav bû. Lêkolînên min derbarê ekolojiya civakî ji min re dan xuyakirin ku hêlîneke tekoşer guncav li Turkiyê heye. Di sala 2014’an, xizmeke min anarşîst ku demeke li Stenbolê jiyandikir ji min re da tekez kirin ku “hemû kesên li wir Mûray Bûkşîn naskirine”. Li aliyekî din jî em pirtûka Ekolojiya Azadiyê û hin pirtûkên din ku ji aliyê şervaneke kurd ve di fîlma Mîlên Solwa de pêşkêş dike dibînin. Belê, bi rastî şoreşeke civakî û pêkanîneke ji ramanên Bûkşîn (hin jêderên din herwiha) li Rojava û li tevahiya Kurdistanê ber bi çave. Li vir cihê Bûkşîn heye, li gel hebûna meclisên li gorî beşan ji dêvla qadeke komûnal gîştîtir, û tev ciheke taybet ji jinê re.

Pêşeroja Rojava

Gere vejîna hizra siyasî ya Bûkşîn pir girîng e, tevî vê yekê du aliyên xwe hene. Bi pêkanîna wê di aliyê pratîkî de cara yekemîn di dîroka nûjen de, pêkan e ku mirov rastiya modêla konfederal a demoqrasiya raste rast tekez bike. Bi awayekî zelal, tecrûbeya kurd dikare xuyabike ku pêkanîna desthilatdariya demoqrasiya raste rast ne navendî bi şêwaza konfederasyonê mayînde û gengaz e, bêyî hebûna aliyê pispor an rêveberiyeke navendî. Ev jî dikare bibe bersiva nepejrandina mezin ku hertim ji aliyê rikberên demoqrasiya raste rast ve tê kirin: ku gel nikare xwe birêvebibe. Tişta sereke li vir e bêtirî hemû gotûbêjên din. Pirs ew e ku mirov bizanibe ger gelê kurd, tevî hemû pêkhateyên din ermenî, êzîdî, elwî, jihû an xiristiyan dikarin bi hev re siyaseteke demoqrasiyê rast bidin jiyankirin, û li ser demeke dirêj mayînde bikin di asteke bilind de.

Ji ber ku bêyî modêleke berbiçav, şênber û bi kêrhatî, îdolojiya komûnalîst konfederal dikare weke ûtopiyeke li ser kaxizê bimîne. Ev yek jî şîrovedike ji ber çi sedeman ekolojîstên civakî, Janet Biehl, endamên weşanxaneya New Cpmparss û hineke din ji demên pêşîn de piştgirên kurdan bûn. Berovajî vê yekê, binkeftineke ji vê hewildanê re, ji nûve vegera dewletbûn an neteweperestiyê re, ne pêkanîna wê li ser zemînê, an şerê mezheban ji bona desthilatdariyê, wê darbeyeke giran be ji raman û îdêyalên Bûkşîn re.

Lê belê, ne merc e ku ev seneryoyên binkeftinê yên herî gengaz bin. Xala sereke bê gûman ew e em lêgerînê li derve bikin, di nava siyaseta derve. Derfetên şer û dengeyên berjewendiyên stratejîk bi kêrî kurdên Rojava hatin ji bona pêşxistina modêla xwe, bêyî ku di hêlîna xwe de werin kuştin ji aliyê hêzên sûrî yên nêzî hikûmetê ve, bêyî ku rastî astengiyan ji aliyê civaka navnetewî ve werin(ji bilî Turkiyê, ku tirseke weke wêranê ji ber belavbûna pêşveçûnên xweseriya kurdan li ser xaka wê dikşîne). Lê wê çi biqewime dema alozî raweste, di dema guftûgoyên aşîtiyê an binkeftinê? Gelo wê bihêlin ku kurdên Rojava konfederalîzma xwe ya demoqratîk pêşxîne, lê ewê dîsa werin qirkirin, an piştguhkirin, gelo hevalbendên wan ên kevin wê xiyanetê li wan bikin yekser piştî tunekirina Daêş û ji nûve dabeşkirina Sûriyê? Emerîka bi taybet, ya ku hevalbend e li ser qadê bi riya darbeyên ezmanî, ji berê de li ser navê serok wezîrê xwe Jo Baydin di dema çûyîna xwe ji Turkiyê re tekez kiriye, ew ê piştgiriya avakirina herêmeke hevseng a kurd li ser sînorê turk nekin. Wê demê em dikarin bi awayekî rewa gûman bikin ku civaka navnetewî, ya ku heya niha çavê xwe ji projeya kurdan re girt, lê belê tu destek neda wan heya niha, bikaribin ji bo perjewendiya kurdan parastinê bikin.

Niha, dem li aliyê kurdan ye. Xetimandina aloziyê, ku weke trajediyeke mirovî ye tekez e, derfetan roj bi roj dide wan ku bingeh û rêgezên kêrhatî yên demoqratîk pêşbixînin. Di vê demê de-gûmaniya rojavayî ne guncav e, pêdiviya kurdan bi piştevaniya me heye, em li kuderê bin ne xem e, ji bona naskirina mafên kurdan em pêwîst in. Em ji wan re şansekî baş dixwazin, cîhan tevahî li wan temaşe dike.

Vensan Jêrbêr

Les idéaux de Bookchin fleurissent au Rojava

Ecologie sociale.ch
Çavkanî: Malpera Ekolojiya Civakî – Vensan Jêrbêr (3.1.2017)
Werger ji fransî: NGW-Gulîstan Sîdo

ÖcalanBixwînin ji:

Zilamê ku bi guhê Ocalan re diaxivî | 1

Zilamê ku bi guhê Ocalan re diaxivî | 2

Original in French language


Traductions & rédaction par Kedistan. | Vous pouvez utiliser, partager les articles et les traductions de Kedistan en précisant la source et en ajoutant un lien afin de respecter le travail des auteur(e)s et traductrices/teurs. Merci.
Kedistan’ın tüm yayınlarını, yazar ve çevirmenlerin emeğine saygı göstererek, kaynak ve link vererek paylaşabilirisiniz. Teşekkürler.
Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas
Gulistan Sido
Correspondante Rojava-Afrin
Traductrice en langues kurde, arabe, français.
Master 2, Lettres Modernes-Paris III

Nûçegihana Rojava-Efrîn
Wergervan bi zimanên (Kurdî. Erebî. Fransî)
Master 2 Di wêjeya nûjen a fransî-Paris III
Gulistan Sido

About Gulistan Sido

Correspondante Rojava-Afrin Traductrice en langues kurde, arabe, français. Master 2, Lettres Modernes-Paris III Nûçegihana Rojava-Efrîn Wergervan bi zimanên (Kurdî. Erebî. Fransî) Master 2 Di wêjeya nûjen a fransî-Paris III

Related posts