Hejmara mijdarê ji kovara Dîrok dosyek taybet pêşniyarkir bi navê “Kurd: Hezar sal bê dewlet” ya ku ji zincîrek ji gotaran pêk tê, ku demnameya (kronolojî) vî miletî xwedî vîneke serxwebûnî ku hertim rastî tepsandinê hatiye xêzdike. Ji serdemên navîn heya berxwedana îroyîn ya pêşmergeyan li dijî Rêxistina Dewleta Îslamî, ev dosya taybet kilîtên girîng pêşkêşdike ji bona têghiştin û naskirina bûyerên yekser bi awayekî zindî.
Borîs Jêms, “Serdema Navîn: Gelê li qiraxa emparatoriyan”
Gotara yekemîn yê berpirsê şaxê Peymangeha Fransî ya Rojhilata-Jêrîn (IFPO) li Erbîlê ye, yê ku pirsyariya avabûna ramana Kurdistanê dike, ew vedigere şîroveyên erebî yên pêşîn ji gelên kurd re, şîroveyên ku ji aliyê dîrokzanên ereb ên pêşîn ve di navbera sedsalên X û XIII ve hatine pêşkêşkirin. Kurd weke ” koma êlên ji hev cuda” hatine pêşkêşkirin, ên ku bi erebî ne diaxivîn û taybetmendiyên lehengiya wan di şer de bêgûman nayên gotûbêj kirin. Ew ji destpêka sedsala VII li ser zincîreke çiyayî li ser qiraxên emparatoriya bîzantî , ji mîrnişiya Ermenî û Îrana sasanî belavbûne, wan xwe mîna “Koçer û şerker” dane nîşandan beriya ku ji sedsala XII-XIII mîna cotkaran derkevin holê. Piştî îslambûna wan di pey vekirinên îslamî yên sedsala VII, kurd xwedî têkiliyên başbûn bi xelîfe û sultanên heyî re, kurdan di heman demê de erkên bilind di warê rêveberiyê de bidestxistin. Sultaniya Eyûbî ya ku li ser xaka Misir û Sûriyê di destpêka sedsala XIII xwe dabû rûnişkandin hebûna wan li derveyî sînorên Mezopotamiya jorîn bihêztir kir; ku ji xwe di bin serweriya Salah El Dîn de bûn, yê ku di sala 1189’an de serweriya xwe li ser Misirê tekzakiribû, rola kurdan di rûniştandina desthilatdariyê de serke bû û ev yek hate çespandin.
Tevî vê yekê jî bidestxistina desthilatdariyê ji aliyê Mamlûkiyan ve di sala 1249’an de bû sedema piştguhkirina kurdan li Misir û Sûriyê, vê yekê kurd neçarhiştin ku vegerin herêmên xwe yên berê di bin serweriya mangoliyan de piştî şerên rizgarkirinê yê Holako, naviyê Cengîz Xan, kurd bûn xwedî roleke girîng ji aliyê siyasî û leşkerî ve. Di sedsala XIII û XIV, Kurdistan xwe bi du emeratoriyan ve bi xurtî girêdide: mamlûkî û mongolî; lê kurdan xweserbûna xwe di hundirî dewleta mongolî ya bi navê Îlîxanê de parastin, “Kurdan zanî çawa cihê xwe di çarxereya emperatoriyan de bikarbînin ji bo bibin alîgirê emperatoriyekê li dijî ya din”. Hebûna kurdan di mîrnîşiya mamlokî de tevî vê yekê di sedsala XIII û XIV hate pejrandin: tarîqeta Adawiya, komeleyeke nîv-biratî-nîv-civakî veşartî ku hejmareke mezin ji kurdan komî serhevûdu dikir, kurdên ku xwe radestî baweriya sûfî kiribûn, vê komeleyê xwe di nava şebekeyên şarezayên ronakbîr û leşkerî li Misir û Sûriyê da ferzkirin.
Xwedî nasnameyeke provokator bûn, tevî vê yekê wan windabûna bandora kurdan di nava mîrnişiya mamlûkî de sivikirin, ew weke komek xewkirî û veşartî dihat xuyakirin”. Ji aliyekî din ve, empêryalîzma mongol ne amadebû ku bandora siyasî ya kurdî bipejrîne, lê belê kurdan zanîn çawa lewazbûna xwe yê leşkerî veguherînin amûreke serkeftinê ji bona bidestxistina xweseriya xwe. Bi vî rengî, li gorî qonaxan, kurdan xwe tevlî û xwe girêdayî Mongolan kirin û zanîn çawa vê herêmê bikin wareke geşbûna lîderên siyasî û leşkerî yên kurd. Di dema ku Mamlûkiyan baweriya xwe bi cîhadîstên kurd dihanîn li dijî Mongoliyan-ev jî tê wateya nezelalbûna kurdan li beramberî evên dawî: ev stratejî di rastiyê de bi kêrî beriya her tiştî berjewendiyên kurdan dihat. Bi vî rengî, “di dîrokê de wisa hatiye sazkirin”, “çarçoveya kurdî ji berê de amadebû, di sedsala XIV’de, ku navendeke siyasî biafrîne”.
Jordî Tejel, “1920, bone an derfeta windakirî”
Jordî Tejel mamoste-lêkolîner e di beşa dîroka navnetewî li Peymangeha Xwedinên Bilind Yên Navnetewî û Ji Bona Pêşketinan li Cenevrê dixebite. Ew di vê gotarê de behsa mijara binkeftina avakirina, pêkan bû di dema ketina Emperatoriya Osmanî di sala 1920’an, Dewleteke Kurdî dike. Xwedî bandoreke lewaz bûn, lê bi awayekî raste rast ne di bin gefa Îstanbola Osmaniyan de bûn, nasnameyên kurdî hêdî hêdî di dawiya sedsala XIX hemû serwerî û nûnertiya xwe ya siyasî windakirin. Turkan hewilda ku serwerî û desthilatdariya xwe li Kurdistanê berferhbikin û hêviyên serxwebûnê dane binaxkirin û qirkirin, lê kurdên Emeperatoriyê di xwe komkirina ser hevûdu de berdewamkirin. Piştî şoreşa turkiya ciwan a sala 1908’an de, kurdan KKAP(komîteya kurdî ya alîkarî û pêşxistinê) damezrandin bi armanca “xurtikirina têkiliyan bi gelên din ên osmanî” re, tevî şopandina vîneke yekirinê ya ku heya sala 1918’an berxweda. Kurd ji ber Tanzîmatan (reformên mezin ên dawiya sedsala XIX’an) û destwerdana ewropî ya ji herêmê re lewazbûn, di rastiyê, wan tevlîbûna xwe ya osmanî parast û beşdarî “komkujiyên berfeh li dijî ermeniyan bûn”. Bandora geşbûyî ya îdolojiya turksîst hêşt ku kurd bi hev re werin girêdan, bi taybet di nava koma veşartî Hêvî de ku di sala 1912’an de hate damzerandin, ku bi mafên kurdan bandikir bêyî tu daxwazên cihêxwaz nîşanbidin. Pirsa Kurdistan derneket holê heya dema îmzekirina agirbesta cotmeha 1918’an de, lê belê tu piştgiriyeke derve qezencnekir.
Peymanên Syakês-Pîko ên ku di navbera Fransa û Birîtaniya Mezin de hatin îmzekirin herêmên piraniya hemwelatiyên wan kurd in dan perçekirin; lê belê nerazîbûnên rûsî û emerîkî pirsa pêşdîtina avakirina dewleteke kurdî li ser herêma ku li ser wê Saykês-Pîko serweriya xwe rewakiribûn pêkankir” . Tevî vê yekê, hêviyên kurdan nehatin parvekirin û partîzanên serxwebûna bi temamî rastî rikberiya partîzanên întegrasyona (tevlîkirina) dewleta kurd nava dewleta turkî-osmanî ya nû hatin û bi awayekî tund dijberiya avakirina dewleteke ermênî kirin. Lê belê, bi awayekî surprîz, jênêral Şerîf Paşa, nûnerê KTC, bi ermeniyê Boghos Nûbar Paşa re peymanek îmze kir ku tê de avakirina du dewletên serbixwe kurdî û ermenî dihat pêşniyakirin; wan bi vî rengî hêvîdikirin ku bi “şêwirmendên rojavayî ên ermenîhez“re rêgeza avakirina dewleteke kurdî bidin pejrandin.
Peymana Sêvrê ya 10 tebaxa 1920’an de serxwebûn pêşbîndikir-lê belê tu carî ev yek pêknehat, serxwebûn ji aliyê kurdên ku di şerê Mûstafa Kemal de hevkarbûn û di bin navê biratiya musulman de nehate pejrandin. Serkeftina Kemal di sala 1923’an de hişt ku peymanek din were îmzekirin, peymana Lozanê, ya ku tu carî çêra ne dewleta kurdî û ne jî dewleta eremenî bû. Tevî vê yekê, pirsa wîlayeta Mûsilê (herêmek osmanî) vekirî dihêle, wîlayeta ku di bin dagirkeriya Brîtaniyayê de bû û piraniya nihştecihên wê kurd in. Ji ber sedemên jêyostratejîk, Brîtaniyan xwastin herêma Îraqê bi xwe ve girêbidin, û ev pêvegirêdan di sala 1925’an de hate îmze kirin, û li gorî sozên birîtanî diviyabû xweseriya kurdan were misogerkirin ku dîsa pêknehat. Projeya dewletê hate binaxkirin, û kurd jî di navbera Turkiyê, Îranê, û Îranê hatin perçekirin.
Hamît Bozarsalan, “Sed sal ji pevçûnên netewî”, hevpeyvîn
Hamît Bozarsalan, rêveberê lêkolînan li Dibistana Xwendinên Bilind Ya Zanistên Civakî, di hevpeyvînekê de vedigere ser dîroka netewperestiya kurdî. Ew di destpêkê de bibîrtîne ku pirjimariya raperînên di navbera herdu şeran de ku ji aliyê cudaxwazan ve li Turkiyê û Sûrî-Lubnanê pêkdihatin, li dijî hewildana rakirina xîlafetê ji aliyê Mûstafa Kemal ve radiwstîn û avakirina dewleteke serbixwe li Qoqazê pêşniyardikirin. Şerê cîhanê yê duyemîn bû kêliyek kilîtî: damezrandina PDK li Îranê bi xwe re serhildaneke mezin anî di dema dagirkeriya Soviyêtan ya beşkî ji Îranê re. Komareke azerî û komarek kurdî hatin avakirin, ên ku piştî vekişîna Soviyetan di sala 1946’an hatin hilweşandin. Ev komara ku ji aliyê Mûstafa Barzanî ve dihate birêvebirin, yazdeh mehan berxweda, û heya niha bûye lêvegerek ji tevgerên cudaxwaz ên hemdem re. Ev serhildan bi qirkirinên ku li ser kurdan hatin meşandin tê şîrovekirin di navbera salên 1920 û 1946–7’an de. di salên 1970–80, kesayetên hişmend ên turk ku bi xwe kurdbûn bi taybetmendiyên xwe derdikevin holê; lê belê derbirîna bi zimanê kurdî hîna jî qedexebû.
Salên 1950–60 dîsa jî salên siyasetkirina kurdan bû, ku ji ber guhertinên rêjîmê li Îranê di sala 1953’an de, û li Îraqê di sala 1958’an de hatin qirkirin û perçiqandin. Wan xwe spartin îdolojiya marksîst –lênînîst, û jin, bi taybet ên xirtistiyan tevlî tekoşînê dibin. Di sala 1975’an de, Barzanî serkêşiya tevgera serxwebûnê li Îraqê kir, û tekoşîn di sala 1975’an da rawestandin ji bona rê li pişiya komkujiyan bigire. Lê vê yekê rê li ber serhildan û raperînên ku bi awayekî xurt destpêkirin negirt.
Di salên 1970’an de, tekoşîn li Turkiyê jî destpêdike, bi damezrandina PKK’ê re di sala 1978’an de, ku ji ber valahiya binkeftina Barzanî li Îraqê ji dayîk bû û dest bi serkêşiya tekoşînê kir. Di salên 1980’yî de marksîst-lêlnînîst bûn, ew xwe dispêrin felsefeya azadîxwazê emerîkî Mûray Bûkşîn û niha bi hezaran mlîtanên wê hene. Li Îranê, beşdarbûna kurdan di nava şoreşa ku bû sedema ketina Şah nabe mijara gotûbêjan, nepejrandina Şarîatê ji aliyê kurdan ve û nepejrandina xweseriya kurdan ji aliyê Ayat Alah Xomeynî ve bû sedema nakokî û pevçûnan, ku di sala 1979–1980 bû sedema şerekî. Ev şer bû sedema kuştina 40 000 kurd, Mahmûdî Nejed yek ji berpisên wê komkujiyê bû. Gerîlaya klasîk derket holê. Dawiya şerê Kendavê dîsa bû demeke pir hestiyar: Sadam Husên sûdê ji bidawîbûna pevçûnan girt û dest bi perçiqandina kurdan kir- li ber çavê kamîreyan, vê yekê jî hişt ku Franswa Mîtêran û Corc Bûş neçarbin ku “herêmeke parastinê” ku rûpîvana wê nêzî 40 000 Km çarkoşe ye ji kurdan re avabikin. Di sala 2005’an hilbijartin hatin çêkirin, û di sala 2014’an ev herêm heya kerkûkê hate berferhkirin, leşkerên îraqî Daêş ji wir derxistin.
Ev şerê li dijî Daêşê ku ji sala 2012’an destpêkiriye, dema bombeyekê serê rêjîma Şamê biriye û artêşa sûrî neçar manbûn ku xwe ji herêmên kurdî vekşînin, û bi vî rengî derfet dan PYD ku herêmê kontrolbike. Movika sereke jî di sala 2014’an de bû, piştî ragahandina Xîlafetê ji aliyê Daêşê ve, komkujiya kurdên êzîdî û şerê Kobanê qewimî. YPG di şer de biserdikeve, vê serkeftinê jî rê li ber jinûveleşkerkirina hêzên kurdî vekir. Li ser pirsa gelo girîngiya rola jinan çiye, nivîskar bersivê dide ku ew hertim di tekoşînê beşdarbûn, û ku tevlîbûna wan pir girîng e: ew di nava dezgehên turkî de, û bi taybet li Kurdistana Îraqê xwedî ciheke taybet in, heya li ser asta siyasî. Dîmenên şerê Kobanê, ên ku jinan çek di destê wan de nîşandin, dikarin mîna berhema bikaranîna weke amûrekê ji tevlîbûna wan re bên nirxandin: bandora erênî ji van dîmenan li ser nerîna gîştî ya Rojavayî bi rengekî zîrek ji aliyê hêzên kurdî ve hatiye fikrandin, tevî ku ji bona piraniya jinan, tevlîbûna leşkerî mîna yek ji riyên sereke ye ji bona ku jin ji modêla malabata baviksalarî xwe rizgarbikin.
Li hemberî şikestina di sala 2015’an de ji pêvajoya aştiyê bi Turkiyê re, nearmiya li Sûrî, perçebûna li Îraqê û hevsengiya bêbext û derewîn ku kurdên Îranê tê de jiyandikin, Hamît Bozarsalan gûmaniyên xwe di derbarê ragahandina Kurdistana serbixwe tîne ziman. Komcivakên kurdî ewqasî xwedî cihêrengiyeke mezin in. Ji van sê nirxandinan re, gelek nexşe li wan tên zêdekirin, ku bandora kurdan li ser herêmê nîşandidin, ji serdema navîn heya şerên serkeftî û qezenckirî li dijî rêxistina Dewleta Îslamî. Bîblyografiyek, demnamyek, dîmenên ji arşîvê û hin çarçoveyên li ser hin têbîniyên dîrokî dosyayê dewlemend dikin. Bi taybet, çarçoveya ku ji “Salah El Dîn” re hatiye veqetandin, An Marî Edê, mamosteya zanîngeha Parîs 1 Sorbonne, jêderên kurdî ya Salah bi bîra me tîne. Ew ê ku bi şerê xwe li dijî xaçperestan tê naskirin, niha ew weke modêlekî ye, ku bi awayekî ne eşkere ji aliyê hin serokên ereb ve mîna sembola berxwedanê tê bibîrxistin. “Salah El Dînê kurd bi vî rengî bû lehengekî ereb”.