Türkçe | Français | English | Kurdî
Hevalê me rojnamegerê girtî Nedim Türfent berdewam dişîne helbest û nivîsên xwe da ku bi we re parve bike. Vê carê em helbestek diweşînin ku ji hêla hevalê wiyê koxuşê Abdulgafur Anlı ve hatî pêşandan.
Hûn dikarin bi name û peyamê xwe piştgiriyê bidin Nedim Türfent…
Nedim Türfent
Van Yüksek Güvenlikli Kapalı Ceza İnfaz Kurumu
A‑44
VAN – TÜRKİYE
Hûn dikarin navnîşanên girtiyên dinên li vir bibînin.
Lawik, ma tu nizanî?
Di heyama dawî ya vê demsalê de
Cara ewil e
Bi rastî jî cara ewil e, ji bo nenivîsim li ber xwe didim!
Pênûsê min î ku min bi sertiliyên xwe pê girtiye
Axirê zora min bir
Û bêyî dudilî bibe
Bêyî dilteng bibe
Radihêle mîkrofonê.
Ew şer û lecên min hemû bêhude ne
Ew lawikê îfleh nebûyî
Ew ê emelê seriyan
Ew ê êşa dirana
Rêyek ji xwe re dît
Û
Muhr lê xist, demxe lê da.
Banga min bo te ye hey lawikê mizawir:
Niha laşê min westiyayî
Çilmisî û westar e
Tiştên min î veşarî li rasta han
Li vê erda bejî, li vê çolê
Li vî asîmanê hişkesayî
Di tîna ewil a şeveqê de
Ez çûkê baskşikandî yê zindanê
Diperpitim lê bêhude ye!
Lawik, lawikê ku mahremiyeta xewnên min betal kir,
Tu asîmanan bi her sê rengên evînê jî boyax bikî
Bi ser de bi tiliyên xwe heqîqeta xwe li ser betonê jî bikolî
Nayên
Ev xewn û xeyalên saf nayên qebûlkirin,
Li vê sifra guran.
Helbet xaya min ne bêîmkankirina xewnên te ye
Lê belê
Ma qey tu bi dijminên xeyalan nizanî?
Li bendê ye
Ku bişikên xewnên min.
Lawik ma tu nizanî,
Tirs û xofa min ji ber vê ye,
Bi rêberiya mizawirekî
A rast,
Parolaya famkirina bihuştê,
Jjiyan e.
Ma tu nizanî
Tu tekane heqîqeta xewnan,
Tu min şilfîtazî
Li ser kevirê teneşîrê rast jî bikî
Ê ku rêya min ronî bike
Dîsa jî xewna veşarî bi xwe ye.
Lawik, ma tu nizanî
Bengîniya min a ji bo xewnan?
Bêguman ew evîna bêeman
Sirf ne ji ber cazîbeya xewnê ye
Cewhera evînê îhtimala ber bi jiyanê ve ye.
Tu, lawikê îsyankar
Lawikê mizawir î guhnedan!
Tu, lawik
Heger armanca te beravêtina xewna min be
Na, qethiyen
Ez ê dev ji xewnê bernedim.
26 Tebaxê 2017
Hücreya A‑49
Wêne : Abdulgafur Anlı