TürkçeFrançais | English | Kurdî

Hevalê me roj­namegerê girtî Ned­im Tür­fent berde­wam dişîne helbest û nivîsên xwe da ku bi we re parve bike. Vê carê em helbestek diweşînin ku ji hêla hevalê wiyê kox­uşê Abdul­ga­fur Anlı ve hatî pêşandan.

Hûn dikarin bi name û peyamê xwe pişt­giriyê bidin Ned­im Türfent…

Ned­im Türfent
Van Yük­sek Güven­lik­li Kapalı Ceza İnf­az Kurumu
A‑44
VAN – TÜRKİYE

Hûn dikarin navnîşanên gir­tiyên dinên li vir bibînin.

Lawik, ma tu nizanî?

Di heya­ma dawî ya vê dem­salê de
Cara ewil e
Bi rastî jî cara ewil e, ji bo nenivîsim li ber xwe didim!
Pênûsê min î ku min bi ser­tiliyên xwe pê girtiye
Axirê zora min bir
Û bêyî dudilî bibe
Bêyî dil­teng bibe
Radi­hêle mîkrofonê.

Ew şer û lecên min hemû bêhude ne
Ew lawikê îfleh nebûyî
Ew ê emelê seriyan
Ew ê êşa dirana
Rêyek ji xwe re dît
Û
Muhr lê xist, demxe lê da.

Ban­ga min bo te ye hey lawikê mizawir:
Niha laşê min westiyayî
Çilmisî û wes­t­ar e
Tiştên min î veşarî li ras­ta han
Li vê erda bejî, li vê çolê
Li vî asî­manê hişkesayî
Di tîna ewil a şeve­qê de
Ez çûkê baskşikandî yê zindanê
Diper­pitim lê bêhude ye!

Lawik, lawikê ku mahremiyeta xewnên min betal kir,
Tu asî­manan bi her sê rengên evînê jî boy­ax bikî
Bi ser de bi tiliyên xwe heqîqe­ta xwe li ser betonê jî bikolî
Nayên
Ev xewn û xeyalên saf nayên qebûlkirin,
Li vê sifra guran.

Hel­bet xaya min ne bêîmkanki­ri­na xewnên te ye
Lê belê
Ma qey tu bi dijminên xeyalan nizanî?
Li bendê ye
Ku bişikên xewnên min.

Lawik ma tu nizanî,
Tirs û xofa min ji ber vê ye,
Bi rêberiya mizawirekî
A rast,
Paro­laya famki­ri­na bihuştê,
Jjiyan e.

Ma tu nizanî
Tu tekane heqîqe­ta xewnan,
Tu min şilfîtazî
Li ser kevirê teneşîrê rast jî bikî
Ê ku rêya min ronî bike
Dîsa jî xew­na veşarî bi xwe ye.

Lawik, ma tu nizanî
Bengîniya min a ji bo xewnan?
Bêgu­man ew evî­na bêeman
Sirf ne ji ber cazîbeya xewnê ye
Cewhera evînê îhti­mala ber bi jiyanê ve ye.

Tu, lawikê îsyankar
Lawikê miza­wir î guhnedan!
Tu, lawik
Heger arman­ca te beravêti­na xew­na min be
Na, qethiyen
Ez ê dev ji xewnê bernedim.

Ned­im Türfent

26 Tebaxê 2017
Hücreya A‑49

Wêne : Abdul­ga­fur Anlı

nedim turfent


Ji kerema xwere dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas.
Nedim Türfent
Auteur, mem­bre d’hon­neur de Kedistan 
Jour­nal­iste, cor­re­spon­dant de DIHA, empris­on­né du 2016 au 29 novem­bre 2022. Mem­bre hon­ori­fique du Eng­lish PEN. Jour­nal­ist, DIHA cor­re­spon­dent, impris­oned from 2016 to Novem­ber 29, 2022. Mem­bre hon­ori­fique Hon­orary member.