Türkçe | FrançaisEnglish | Kurdî

Hevalê me roj­namegerê girtî Ned­im Tür­fent berde­wam dişîne helbest û nivîsên xwe da ku bi we re parve bike.

Hûn dikarin bi name û peyamê xwe pişt­giriyê bidin Ned­im Türfent…

Ned­im Türfent
Van Yük­sek Güven­lik­li Kapalı Ceza İnf­az Kurumu
A‑44
VAN – TÜRKİYE

Hûn dikarin navnîşanên gir­tiyên dinên li vir bibînin.

nedim türfent

Em tercalên xwe ne, em xwe ji buhuşta xwe davêjin”
Geothe

Can û canavar

Ez kîm e
Rengê min ê cîhanê heye, dengê min, zimanê min
Kur­mên min ên cûr be çûr…
Mazlum jî ez im, zalîm jî
Yê tê kuştin jî û diku­je jî…
Bigre bi temerî­ka keçel!

Ez bi qasî Oblo­mov tiral,
Bi qasî Kozet xizan û perçebûyî
Bi qasî Dewrêşê Evdî fedekar im,
Li warê harîqeyan Alîce me
Hin caran dibim Don Kîşot
Hin caran jî dibim Boby Sands,
Lê her tim aliyekî min zarok e
Wekî Zozê ya Por­taqala Şekir bê tebat
Bi înat, bi azîm û têkoşer…

Li Riyadê bi zorê bur­ka li xwe dikim,
Li Kîevê dibim femen.
Li Kon­ber­rayê ji makzarokê dayi­ka xwe riz­gar dibim,
Li Mosko­vayê dergûş bi dergûş radizêm.
Li Dubaiyê serê her gavê li balex­anê, li Korayê li kafertê
Li Budapeşteyê bi dîrokê re di nava hevde, li Ser­ay­bosnayê di zikê erdê de,
Di kurahiya daris­tanên Ama­zonê de dijîm…
Li Dublînê pirtûkx­ane û muze, li Sanayê gor bi gor digerim!
Li Tokyayê sed­sal û serde­mekê dijîm,
Li Bexdeyê kamil bibim çi kêfxweşî ye ji min re!

Li aliyekî min helbestkar, li aliyekî din eskerê qatil
Li New Yorkê bavê pereyan im
Li vir kark­er, li wir parya
Xizan û tune me…
Kapî­talîst im û komunvan,
Li Kata­lanyayê şoreşger, li Madrîdê statukoparêzim…
Li Glas­govê li sak­sa­fonê didim, temenê min 6!
Hûnê fam bikin,
li Ottowayê ji xwarinê,
li Modadişûyê ji birçî­na dimirim…

Li Buenos Airesê li Plaza­yê Ez dayi­ka Mayo me,
Li Amarîkaya Latîn ez gerîl­la me,
Li Rojhi­la­ta Dûr mirovê zanistê me
Li Asya nêzîk zanist û îrfan im
Dixwazin navê min bikin Sofîe,
Dixwazin jî Mefîs­to ango Sysphus;
Dilê min car­na bi qasî yê xwişkên Mirabel mezin e…

Li Sten­bolê wekî Hrand dikin bi fikar im.
Ger hûn navê min ê auschwitzê bipirsin, Elie Wiesel e
Aylan Kur­dî yê Kobanî me, ne li per­avê bahrê
Wekî sîleya ku li wîc­danî we yê biz­mar girtiye
hatime lêdan…
Li Christchurchê oldarekî fanatîk li min dide,
Li Sûriyeyê bal­afi­ra F nizan­im çi li min dide…
Di pençeyê Firavûnekî de Fîlîstîniyek im
Di bin simê Fuhrerê de cûhîyek im
Lê yê fîravûn jî ez im û yê fuhrer jî ez im!
Şûrê demok­les jî min hil­gir­tiye, Bru­tus jî ez im.

Zordest û tîran­im car caran
Mîrkut di destê min de, çek li mîlê min e
Dagir dikim û talan dikim
Gotin di cih de be, ez demokrasî û azadiyê hildigirim
Di binge­ha wê de ji koloniyan terorîs­tan ava dikim…
Li Pekînê çav­pan im
Li Akrayê reş û reş im,
Ez çermsor im, cer­mê spî.
Ez ji Erîwanê me, ji Roja­va me, ji myan­marê me…
Bi Maorîkî û Kur­dî di axivim
Zimanê min ê Ruan­dayê ji Fransayê bipirsin
Li çar aliyan ez heme, li erd û ezman.
Di navbera Hol­ly­wood û Bol­ly­woodê de diçim û têm.
Ez xwe­da û xwe­dav­en­da hemû zindîw­er­an im!
Netew û dewle­tan ji tuneb­unê he dikim,
Ew tê min ji hebûnê tune dike…

Ez sadîst û nar­sist im, roja navê min ne diyar e
Ji dêr, mizgeft û hawrayê derdikevin
Ez dibim mudavîmê Hades, rêwiyê Nîrvanayê…
Ez pen­aberekî ku li dîwarê we dikevim
Di taziya Kîm Phuc de dire­vim, ji barbariyê…
Paraz­vanê pêşero­jê Gre­ta Thungberg
Dibim paraz­vanê jiyanê Nadya Murad…
Li Swêd namzetê hel­we­latîbûnê me,
Bijankê welatê min şil û bi xwîn…
Yê xwînê diri­jîne û can dis­tîne jî ez im…
Can jî canavar jî ez im…
Kul­mek ava sar bavê ruyê min
Ez kî me?
Yê li ser ruyê erdê dojeh û buhuşt bi hevre afirandiye,
Notir­vanê tarî û ron­ahiyê me!
Ez mirov im, ez mirov bi xwe me…
Hundir û dervê min nakokî ne, nakokiyek yaman e

Ned­im Türfent

23 Mij­dar 2019,
Girtîge­ha Ewle­hiya Bilind a Wanê


Ji kerema xwere dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas.
Nedim Türfent
Auteur, mem­bre d’hon­neur de Kedistan 
Jour­nal­iste, cor­re­spon­dant de DIHA, empris­on­né du 2016 au 29 novem­bre 2022. Mem­bre hon­ori­fique du Eng­lish PEN. Jour­nal­ist, DIHA cor­re­spon­dent, impris­oned from 2016 to Novem­ber 29, 2022. Mem­bre hon­ori­fique Hon­orary member.