Sazîya Frei Denken ku du salan carekî xelata Nêrîna Azadiyê (Freethinker Prize) dide kesan, xelata sala 2017 da rojnamevan, wênesaz Zehra Doğan û Avaker a Tevgera Sosyal “Azadiya Min a Veşartî” Masih Alinejad.
Li Swîsrê Sazîya Frei Denken, saziyekî dîrokî ye. Sazî xelata 2015an dabû nivîskar û parazvanê mafê mirovan Raif Badawî, hevsera wî Ensaf Haidar û parêzerê wan Waleed Abdulkhar.
Xelata 2017an jî roja yekşemê a 5ê sermawazê di çarçoveya Festîval a Nêrînê (Denkfest) ku li bajarê Zurihê lı Wolkshaus hat li darxistin, hate dayîn.
Ji ber ku Zehra ji meha pûşberê a 2017 dan virde li girtîgeha Amedê ye nikarîbû beşdarê bernameyê bibe. Gotinên Zehra ji hêla endama Ajansa Kedîstanê ve hat xwendin. Gotinên Zehra di heman demê de bi vergera wî ya bi îngîlîzî jî hat xwendin. Zanyar, akademîsyen, rojnamevan û herwiha bi sedan kes tevlê bernameya Xelatê bû. Nameya Zehra bi awayekî baldar ji hêla beşdarvanan ve hat guhdarkirin.
Nameya ku bi dû zimana di bernameyê de ji hêla rojnamevanê Ajansa Kedîstanê ve hat xwendin li jêr e.
Ji meha Hezîranê heta nîha Zehra di girtîgeha Amedê de girtîye. Rojên hevdîtin û ji bo têkilîyê roj dîyarin. Ev agahîya xweş me roja îne gîhişte Zehra. Ji ber vîna jî, ji bo spasîyê tiştek ji wera nenivisand.Lê em dîkarin bêjin ji bo vê xelatê ew kêfxweş e. Nameyê kû Zehra ji mera demek nivzde nivisandîye, ji wan nameya me ji wera nivisek amadekir. Em gotinê didin Zehra Doğan;
Ji ber ku rêveberîya girtîgehê kelûmelên min nadin, ez jî li tiştên alternatîf difikirim. Ji nişka ve serwext bûm ku tiştên pêwistiya min bi wan hene li ber destê min in. Her tiştî bi kar tînim; Ambalaj, xwarin û tiştên avêtî. Ji tiştên xwezayî boyax çêdikim. Wek mînak; zeytûn rengê reş, avafiringiya rengê sor. Maydanozê dieciqînim rengê kesk bi dest dixim, bi zerdeçalê rengê zer.Qehwe heye, çay heye… û ji bo ku reng ciyê xwe bigrin hungiv bikartînim. Bo kaxizê bes lênusk û nameyên me hene. Ez jî rupelên rojnameya bikartînim. Û hemû ambalajên mîna qutiyên biskuvîta, kapaxêb folio.Bi kaxizên aleminyûm ên cixareyan jî kolajê çêdikim.
Li ser rojhilata navîn ez dixebitim. Li ser dîrok, çand û mîtolojî dixwazîm zanyarîya xwe kûrtir bikim. Rojê çar seatan didim romana bîranînî ya hevaleke girtî. Çar seat guhdarî dikim û dinivîsim. Her wextê pêkan ez wêne çê dikim. Wekî din bo hevalên vê derê min dest bi perwederdehiya wêneyê kir. Ew ji wêne çêkirinê pir hezdikin. Ez jî gora xwe hunerê dikim karekî sosyal. Demek pêşde bi pûrtênçûkên ku dikevin hewşa bêhnvedanê me çawa fırçe tê çêkirin, ezê fêrî wan bikim.
Ez vana bi kurahî ji we re dinivisînim. Ji ber ku dema hûn navê Zehra dibîhizin, hûn zehrayek xemgîn, xwegirtî nefikrin û nebêjin dema xwe vala derbas dike. Dema we navê Zehra anî bîra xwe bila Zehrayeke wiha moralê wê bilind, hêvîxurt û jinekeli ser xwe bê ber çavên we.
Her sibeh ji bo pirtûkxwendinê em kom dibin. Her roj 300 rupel tê xwendin. Li ser xwendinê bi şîrovekirin, nîqaş û kûrbûnê re serkeftina iradeyê ava dikin. Bi helwesta xwe, bi awayak fikirîna xwe dixwazim nîşan bidim ku di zîndanê de jiyaneke berx û bilind heye.
Berê,bi awakî ji xwe razî ez ji koka xwe ne haydar bûm, bi bi eciqîna xwe re li hev di nav dîwarên derdora xwe de, di nav reşetariyekê de, di nav zîndana hundirê xwe de min fikara hepsbûyînê dikir.
Mirov di zindana şênber de bi hêsanîji zindana xwe ya hundirîn xilas dibe.Di rasteqniya zîndana tazî û vekirî, hêsantir dibe tu vê têgihiştina erjeng di hişmendiya xwe de bikujî. R Rojê 24 seat tu mecburî şerek li hemberî xwe bikî û ev şer fikrên te azad dike. Mirov, her û her şerkê hebûnê dike, li hemberî tunebûnê hîn dibe şipûşidiyayî li piya be.
Li vê cihê ku her tişt astengkirî ye, pênûsek jî bi zorê peyda dibe, kî dizane, belkî ez hîn bibin ji tunebûnê biafirînim.
Kesek hinceta jîyana wî tunebe raste zindan ji bo wî zehmet e. Bi rastî pir zehmet e. Lê hinceta jiyana min pir bi hêz e. Ji ber viya jî her roj dîwarên zindanê ji bo min bêwate dibin.
Li tu derê cîhanê azadî bi temamî tûne ye. Niha cihê kû hûn lê ne, gelo hûnn dikarin bêjin azad e. Azadîyek bi temamî tûne ye. Ez viya ji têkoşina we de fahm dikim.
Bi min, divê jin bo azadîyê herdem di pêşt de bimeşe. Desthilatdarîya mêran biyar dide bê; emê [jin] çawa bijîn, kincê çawa li xwe bikin, bejna me û kiloyê divê çend be, emê çawa bi hev şa bibin, çawa xeml û makyaj li xwe bikin, heta emê çawa bimirin. Li hemberê paşverutîya mêra divê em bêtir têbikoşin. Ez bawer dikim rojekêem ê berçavkên reş ê ku dane ber çavên me emê bişkînin.
Ji we re, ji cihekî dûr, ji bajarekîku hatiye xerakirin û şewitandin, ji girtîgehgekewî bajarî, ji nava jinên dilmezin, ji we re hizkirinê xwe rê dikim…
Zehra Doğan
Girtîgeha Amedê Tipa E
Reverberîyên ku laiktîye ji xwera kirîne ruyek û Dinê islamê kirine Dînê dewletê, Rêveberîya tirkîyê ku ya niha Olê ji xwere kiriye siyaset. Ez ji wek jinek di bindestîya pergala patiarkal de “Ji bo Zehra ‘Azadîya Nêrînê’ ez pir hêja dibînim. Ev temenê azadiya fikrê ye. Wêneyê ku Zehra çêkirîye, bajarê hatiye xirakirin Niseybînê dide gotin, Dadgeha ku ceza daye Zehra, Ji bo ev wêne dadgeh dibêje ‘Mafê rexneyê derbas kirî ye.’ Ez dixwazim vina bi wera parvebikim. Em vê rewşê ji bo “Gotîna Azadîyê” ya li tirkîyê hûn binirxînin pêşwazîya we dikin. Li ser navê Zehra Doğan disa ji were spasîyê xwe pêşkeş dikim.
Ji bo Kedistan Rosida Koyuncu wergerand.
Türkçe: Zehra Doğan’a İsviçre’den ödül : “Freethinker Prize” Okumak için tıklayınız
English: 2017 “Freethinker Prize” for Zehra Doğan Click to read
Français : “Freethinker Prize” suisse est décerné à Zehra Doğan Cliquez pour lire
Peldanka taybetî Zehra Doğan: