Soza ku hatiye dayîn tê girtin. Duyemîn fes­tî­vala fîl­man ya Roja­va wê bê saz kirin. Her çiqasî gihîşti­na Roja­va ku bi tehdît û şer hatiye dor­pêç kirin dijwar be jî, em navero­ka fes­tî­valê dax­uyanî dikin.

Anon­sa duyemîn fes­tî­vala fîl­man ya Roja­va li vir e.


Bangawaziya 2. Mihrîcana fïlm a Rojava 2017

Bi awayeke giştî huner û bi tay­betî jî sîne­ma; ji bo afi­ran­d­i­na xweşik­tirîn şêwaza jiyanki­ri­na takekes û civakê, ramankirin û çalakiyên civakî ne. Afrandin û şênki­ri­na Sîne­maya azad; ji bo jiyaneke watedar û azad û ji bo zindîki­ri­na civakeke ku nirx dide azadiyê, wê bibe qada tekoşîneke hunerî, çandî û civakî. 

Komî­na Fîlm a Roja­va; bi hede­fê ku, “di nava civakê de şênki­ri­na hunera sîne­ma û zindîki­ri­na nirxên çandî û hunerî”; di sala 2015’an de, li Rojavayê Kur­dis­tanê hate avakirin û di qada sine­maya cîhanî de jî, dest bi cîh­girti­na xwe kir. 

Komî­na Film a Roja­va, ji roja ku hatiye sazkirin û heta vê roja me, di nava karên xwe de, pirr girîngî daye çêki­ri­na berhemên sîne­ma û ji bo ku di akademiyan de Beşên Sîne­ma werin avaki­ri­na, kedeke mezin daye. Her wiha, li gel van karên xwe, di nav xebatên xweyî sereke de; nîşan­danên fil­man, piş­giriya xweyî ji bo sînemagerên ciwan zêde­tir dike û ji bo ku di nava civakê de nîqasên li ser rola sîne­ma berfireh bib­in, hewil­danên xwe berde­wan dike.

Komî­na Film a Roja­va, weke xebateke xweyî sereke, di Bîranî­na Şewa­ta Salve­g­ara Sîne­ma Amûdê de; di hunerê de ji bo zîndîki­ri­na nirxên civakî, afi­ran­d­i­na dîmenên rastiya Şoreşe Gelan û demokrasiyeke pirçandî, bi beş­dar­bû­na sînemagerên aştîxwaz, em “2. Mihrî­cana Film a Roja­va” radigehînin.

Armanc û Hedefên 2. Mihrîcana fîlm a Rojava 

Di 2. Mihrî­cana Film a Roja­va de, afi­ran­d­i­na binge­heke dan û sitend­inên raman û berhemên sînemageriyê, li Roja­va mezinki­ri­na hewil­danên çan­da sîne­ma, pişt­giriya sînemagerên ciwan, di sîne­mayê de pêşx­isti­na azmûnên hunerî û berfirehki­ri­na nîşan­danên fil­man, armanc û hede­fên sereke yê vê mihrî­canê ne.

Amadekarên Mihricanê 

2. Mihrî­cana Film a Roja­va; bi amadekariyên Komî­na Fîlm a Roja­va, Tevgera Çand û Hunera Demo­qratîk (TEV-ÇAND) û bi alîkariya
Desteya çand û Hunerê ya girê­dayî Rêve­beriya Xwe­seriya Demo­qratîk Ya Roja­va, tê lidarxistin. 

Beşên 2. Mihrîcana fîlm a Rojava:

Beşên Pêşbirkê:

  • Kurte­film
  • Bel­ge­fîlm

Beşên Li Der­veyî Pêşbirkê: Fîlmên metraj dirêj.

Şert û mercên mihrîcanê yê ji bo hemû beşan: 

  • Berhemên ku beş­darî mihrî­canê bib­in, pêwiste di salên 2015–2016-2017’an de hat­i­b­in çêkirin be.
  • Fîlmên ku ji bo mihrî­canê tên şandin; lev­lî filmên ku neyên hilbi­jartin jî, tevahiya fil­man, paşve neyên vegerandin.
  • Hemû fîlmên ku ji bo mihrî­canê tên şandin; pêwiste CV, Sînop­sîs û Frag­manên fil­man jî, li gel fîl­man werin şandin.
  • Ji berk u bi Kargo’yê der­fe­ta şan­d­i­na fil­man tune ye, hemû film d rêya Înter­netê tên şandin.
  • Filmên ku werin şandin, ger beş­darî mihrî­canên din bûbin û di van mihrî­canan de jî hat­i­b­in nîşan­dan; ev yek, ji bo beş­dar­bû­na mihrî­cane nabe astengî.
  • Fîlmên ku beş­darî 1. Mîhrî­cana Film a Roja­va bûne, nikarin fîlmê xwe bişînin 2. Mîhrî­cana Film a Rojava.
  • Fîlmên ku li ser televîzy­onê hat­i­b­in weşandin, nikarin beş­darî mihrî­canê bibin.
  • Kurte­fîlmên ku dirê­jahiya wan ji 30 deqîqeyan zêde­tirin, nayên pejirandin.
  • Her der­hên­er, ji bo Beşa Kurte­fîl­man ya mihrî­canê, dikare bi tenê yek Kurte­fîlmê xwe bişînê.
  • Her der­hên­er, ji bo Beşa Bel­ge­fîl­man ya mihrî­canê, dikare bi tenê yek Bel­ge­fîlmê xwe bişînê.

Komîsyona hilbijartine filman 

  • Ji bo hilbi­jarti­na filmên ku tevlî mihrî­canê bib­in, Komîsy­oneke ku ji pênc edamên Komî­na Film a Roja­va pêk tên, hatiye sazkirin.
  • Jûriya Pêşbir­ka Filmên Mihrî­canê, ji mamosteyên sîne­ma ‚der­hên­er û rexne­girên sîne­mayê, wê werê hilbijartin.

Cih û dema mihrîcanê

2. Mîhrî­cana Fîlm a Roja­va; di dîro­ka 13.11.2017’an de li bajarê Qamiş­lo tê vekirin û di roja 17.11.2017’an de, li bajarê Qamiş­lo tê girtin.

Dem û rêbazaşandina filman 

Deriye Malpera Mîhrî­cana Fîlm a Roja­va, di navbera dîrokên 17.9.2017’an û 15.10.2017’an de, ji bo ser­lê­danê û şan­d­i­na fil­man, heta demi­jmêrên 24: 00’ê şeve vekiriye. Piştî vê dîro­ka 15.10.2017’an û şûn­da ve, filmên ku werin şandin, nema tên pejirandin.

Not:

  • Nîşan­dana fîl­man, li gorî bernameya ku mihrî­can radi­ge­hîne; li bajarê Qami­lo, Amûdê, Dêrik, Hes­ekê , kobanê û li bajarê Serêkaniyê, tên nîşandan.
  • Semîn­er û karge­hên girê­dayî mihrî­canê, li gorî dem û bernameya mihrî­canê tên diyarkirin û ragihandin.
  • Ji bo raghandin û rekla­ma mihrî­canê, hinek perçeyên frag­manên fîl­man jî tên bikaranîn.

Komîsy­ona 2. Mîhrî­cana Fîlm a Rojava
14.9.2017

Ji bo 2. Mîhrîcana Film a Rojava, navnîşana pêywendî û şandina berheman, wiha ye:
www.rojavafestival.com | Gmail : rojavafilmfestival@gamil.com | Facebook
TEL / Telegram / WhatsApp: 00963992823498 – 00963996612578

Eng­lish: 2. Roja­va Film Fes­ti­val • 13 Novem­ber 2017
Français : 2. Fes­ti­val de Film de Roja­va • 13 Novem­bre 2017

Vous pouvez utiliser, partager les articles et les traductions de Kedistan en précisant la source et en ajoutant un lien afin de respecter le travail des auteur(e)s et traductrices/teurs. Merci.
Kedistan’ın tüm yayınlarını, yazar ve çevirmenlerin emeğine saygı göstererek, kaynak ve link vererek paylaşabilirisiniz. Teşekkürler.
Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas.
You may use and share Kedistan’s articles and translations, specifying the source and adding a link in order to respect the writer(s) and translator(s) work. Thank you.
KEDISTAN on EmailKEDISTAN on FacebookKEDISTAN on TwitterKEDISTAN on Youtube
KEDISTAN
Le petit mag­a­zine qui ne se laisse pas caress­er dans le sens du poil.