Soza ku hatiye dayîn tê girtin. Duyemîn festîvala fîlman ya Rojava wê bê saz kirin. Her çiqasî gihîştina Rojava ku bi tehdît û şer hatiye dorpêç kirin dijwar be jî, em naveroka festîvalê daxuyanî dikin.
Anonsa duyemîn festîvala fîlman ya Rojava li vir e.
Bangawaziya 2. Mihrîcana fïlm a Rojava 2017
Bi awayeke giştî huner û bi taybetî jî sînema; ji bo afirandina xweşiktirîn şêwaza jiyankirina takekes û civakê, ramankirin û çalakiyên civakî ne. Afrandin û şênkirina Sînemaya azad; ji bo jiyaneke watedar û azad û ji bo zindîkirina civakeke ku nirx dide azadiyê, wê bibe qada tekoşîneke hunerî, çandî û civakî.
Komîna Fîlm a Rojava; bi hedefê ku, “di nava civakê de şênkirina hunera sînema û zindîkirina nirxên çandî û hunerî”; di sala 2015’an de, li Rojavayê Kurdistanê hate avakirin û di qada sinemaya cîhanî de jî, dest bi cîhgirtina xwe kir.
Komîna Film a Rojava, ji roja ku hatiye sazkirin û heta vê roja me, di nava karên xwe de, pirr girîngî daye çêkirina berhemên sînema û ji bo ku di akademiyan de Beşên Sînema werin avakirina, kedeke mezin daye. Her wiha, li gel van karên xwe, di nav xebatên xweyî sereke de; nîşandanên filman, pişgiriya xweyî ji bo sînemagerên ciwan zêdetir dike û ji bo ku di nava civakê de nîqasên li ser rola sînema berfireh bibin, hewildanên xwe berdewan dike.
Komîna Film a Rojava, weke xebateke xweyî sereke, di Bîranîna Şewata Salvegara Sînema Amûdê de; di hunerê de ji bo zîndîkirina nirxên civakî, afirandina dîmenên rastiya Şoreşe Gelan û demokrasiyeke pirçandî, bi beşdarbûna sînemagerên aştîxwaz, em “2. Mihrîcana Film a Rojava” radigehînin.
Armanc û Hedefên 2. Mihrîcana fîlm a Rojava
Di 2. Mihrîcana Film a Rojava de, afirandina bingeheke dan û sitendinên raman û berhemên sînemageriyê, li Rojava mezinkirina hewildanên çanda sînema, piştgiriya sînemagerên ciwan, di sînemayê de pêşxistina azmûnên hunerî û berfirehkirina nîşandanên filman, armanc û hedefên sereke yê vê mihrîcanê ne.
Amadekarên Mihricanê
2. Mihrîcana Film a Rojava; bi amadekariyên Komîna Fîlm a Rojava, Tevgera Çand û Hunera Demoqratîk (TEV-ÇAND) û bi alîkariya
Desteya çand û Hunerê ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk Ya Rojava, tê lidarxistin.
Beşên 2. Mihrîcana fîlm a Rojava:
Beşên Pêşbirkê:
- Kurtefilm
- Belgefîlm
Beşên Li Derveyî Pêşbirkê: Fîlmên metraj dirêj.
Şert û mercên mihrîcanê yê ji bo hemû beşan:
- Berhemên ku beşdarî mihrîcanê bibin, pêwiste di salên 2015–2016-2017’an de hatibin çêkirin be.
- Fîlmên ku ji bo mihrîcanê tên şandin; levlî filmên ku neyên hilbijartin jî, tevahiya filman, paşve neyên vegerandin.
- Hemû fîlmên ku ji bo mihrîcanê tên şandin; pêwiste CV, Sînopsîs û Fragmanên filman jî, li gel fîlman werin şandin.
- Ji berk u bi Kargo’yê derfeta şandina filman tune ye, hemû film d rêya Înternetê tên şandin.
- Filmên ku werin şandin, ger beşdarî mihrîcanên din bûbin û di van mihrîcanan de jî hatibin nîşandan; ev yek, ji bo beşdarbûna mihrîcane nabe astengî.
- Fîlmên ku beşdarî 1. Mîhrîcana Film a Rojava bûne, nikarin fîlmê xwe bişînin 2. Mîhrîcana Film a Rojava.
- Fîlmên ku li ser televîzyonê hatibin weşandin, nikarin beşdarî mihrîcanê bibin.
- Kurtefîlmên ku dirêjahiya wan ji 30 deqîqeyan zêdetirin, nayên pejirandin.
- Her derhêner, ji bo Beşa Kurtefîlman ya mihrîcanê, dikare bi tenê yek Kurtefîlmê xwe bişînê.
- Her derhêner, ji bo Beşa Belgefîlman ya mihrîcanê, dikare bi tenê yek Belgefîlmê xwe bişînê.
Komîsyona hilbijartine filman
- Ji bo hilbijartina filmên ku tevlî mihrîcanê bibin, Komîsyoneke ku ji pênc edamên Komîna Film a Rojava pêk tên, hatiye sazkirin.
- Jûriya Pêşbirka Filmên Mihrîcanê, ji mamosteyên sînema ‚derhêner û rexnegirên sînemayê, wê werê hilbijartin.
Cih û dema mihrîcanê
2. Mîhrîcana Fîlm a Rojava; di dîroka 13.11.2017’an de li bajarê Qamişlo tê vekirin û di roja 17.11.2017’an de, li bajarê Qamişlo tê girtin.
Dem û rêbazaşandina filman
Deriye Malpera Mîhrîcana Fîlm a Rojava, di navbera dîrokên 17.9.2017’an û 15.10.2017’an de, ji bo serlêdanê û şandina filman, heta demijmêrên 24: 00’ê şeve vekiriye. Piştî vê dîroka 15.10.2017’an û şûnda ve, filmên ku werin şandin, nema tên pejirandin.
Not:
- Nîşandana fîlman, li gorî bernameya ku mihrîcan radigehîne; li bajarê Qamilo, Amûdê, Dêrik, Hesekê , kobanê û li bajarê Serêkaniyê, tên nîşandan.
- Semîner û kargehên girêdayî mihrîcanê, li gorî dem û bernameya mihrîcanê tên diyarkirin û ragihandin.
- Ji bo raghandin û reklama mihrîcanê, hinek perçeyên fragmanên fîlman jî tên bikaranîn.
Komîsyona 2. Mîhrîcana Fîlm a Rojava
14.9.2017
Ji bo 2. Mîhrîcana Film a Rojava, navnîşana pêywendî û şandina berheman, wiha ye: www.rojavafestival.com | Gmail : rojavafilmfestival@gamil.com | Facebook TEL / Telegram / WhatsApp: 00963992823498 – 00963996612578
English: 2. Rojava Film Festival • 13 November 2017
Français : 2. Festival de Film de Rojava • 13 Novembre 2017