Edî­to­ra JINHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Zehra Dogan ku ew jî li girtîge­ha Tîpa E ya Amedê gir­tiye, bi endama KJA’yê Sara Aktaşê re ku ew jî di heman girtîge­hê de ye hevdîtinek pêk anîn. Sarayê diyar kir ku jinên li dijî fer­manan berxwe dane, şîfreyên azad­ki­ri­na jinên cîhanê û rojhi­la­ta Navîn jî dane.

Sarayê balk­işand ser polîtîkayên zex­tê yên li ser jinan yên li girtîge­hê û wiha got: “Zex­tên dewletê li hundir jî didome. Lê rastî eve ku zilm li dijî gel û berxwedana rûmetê ti car bi ser neket. Li derve, hundir emê bi can, xwîn, baw­erî û îradeya xwe berxwedana xwe bidomînin.

Zehra — 3’ê Tebaxê de 4’emîn salveg­era komku­jiya Êzidiyan bû. Bi vê wesî­leyê TJA’yê kam­pa­nyeyek da dest­pêkirin. Hun van rêbazên hov yên li ser jinên Êzidî pêk hatin çawa dinirxînin?

Sara - Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ber çavê hemû cîhanê DAIŞ’ê êrîşê Şen­galê kir. Hewl hat dayîn warê gelê Êzidî bê dagirkirin û jinên Êzidî ketibûn rêya, rastî tecaw­izê hatin, dîl hatin girtin û wek kole hatin firotin. Lê tiştên li wir hatin jiyîn ji bo jinên Êzidî rê li ber çan­deke berxwedanê vekir.

Li aliyekî din jî jin yekem car bi vê hov­îtiya ku DAIŞ’ê nîşan daye re neha­tine rû hev. Bi hov­îtiyê têk birin strate­jiyeke bi kok a şere. Mix­abin em vê ji encamên şerên bi xwîn dizanin. Jinên organên wan tên jêkirin û bede­na wan tên teşîrkirin, rastî hov­îtiyên mezin hatine. Her çiqas ev li Êzidx­anê bê kirin e strate­jiyeke şerê bi kok e. Ev pêkanînên dijahlaq yên li Şen­gal û Roja­va hatine kirin, teşeyên êrîşên ku mirovan ji xwe şerm dikir bû. Lê tenê ji warê wan kirin, koçberkirin têr nedikir. Yanî ne tenê serî tewandin, xwest­in hes­ta nas­nameyê jî bişikînin. Ez cureyên zal­i­mane, nîşan­dana hêzê ya ji rêzê bû.

Zehra — Hun asta têkoşî­na di şexsê jinên Êzidî de pêk hatiye çawa dinirxînin?

Sara - Li hemû cîhanê di ser­anserê dîrokê de li dij qirkirin, nîjad­per­estî û koledariyê der­ketin çiqas rewa û ahlaqî be, li Şen­galê jî xweparasti­na jinan jî rewaye. Daxwaza edeletê ya jinan ya ti car têk neçûye her tim bi ser ketiye. Li Şen­galê jî şiyarbû­na jinan veg­uheriye hêza têkoşînê ya bi îrade.

Têkoşî­na jinan ya li Êzidx­anê ku YPJ Şen­gal ava kirin û berxwedan, bi edelet û maf re ele­qedere. Şerkirin wateya parasti­na rewa qezenc kiriye. Alaveke û hew­cedariyeke. Parasti­na mafên jiyan û xesasiyetên maf­dar yên pîrozin. Şerê rewa yê hatiye nîşan­dan, li dijî çeteyan qêrî­na berxwedan û serkeft­inê ye.

Zehra — Li gorî we êrîşên li Şen­galê çima ewil jin hedef girt?

Sara - Çend sedemên van êrîşan hene. Li cîhanê û bi tay­bet jî li Rojhi­la­ta Navîn tê xwest­in ku jin bên koelekirin, tinekirin. Wek êrîşa li Şen­galê baw­eriyên cîhanê yên olî wek hêmayeke baw­eriyê namînin û ewi li jinan dix­inînin ban­dorek mezin li ser jiyana wan dike. Çeteyên êrîşkar yên DAIŞ’ê jî ev rêbaz pêk aniye. Ya sêyemîn jî beriya van êrîşa hêza rêx­istinkirî ya jinên Êzidî tine bû.

Zehra ‑Hun ban­do­ra têkoşî­na jinên li Şen­galê çawa dibînin? Çi peyam dan jinên cîhanê?

Sara - Berxwedana jinên li Şen­galê nîşan­daye, ji bo mîrateya hemû jinan nirx­eke ahlaqî daye qezenckirin. Wek jinên Kurd berxwedana li wir hatiye dayîn jin ji pozîsy­ona mex­dur­bûnê û qur­baniyê derx­is­tiye. Hem li her qadê xwe azad kirine, qed­er û pêşero­ja xwe diyar kirine û bûne pêşengên avaki­ri­na pêva­joya şoreşger a civakî. Li aliyê din jî bi îdi­aya azad­bûnê û strate­jiyên xwe ne tenê yên jinên Kurd û Êzidî şîfreyên azadiyê yên hemû jinê cîhanê dane. Bi vê jî sînor nemane, hêviya berxwedanê ya li dijî hêzên hov bi hemû jinên cîhanê re ava kiriye.
Li aliyê din jî nîşan dane ku hinc­eta wan ya şer ji ya mêran çiqas cud­aye. Wisa ye ku jin şer bi hes­tên kîn û tol­girt­inê hilnaberîne. Li ser esasa parasti­na cewherî, bi wij­dan û ahlaq dimeşînin.

Zehra ‑Hun bi salan di girtîge­hê de man û niha ji ber xebatên ji bo azadiyê we meşandiye hun girtîne? Hun têkoşî­na li hundir û derve çawa dinirxînin?

Sara - Derve jî êdî veg­uheriye girtîge­heke mezin. Yên li derve serî natewînin digirin girtîge­hê biçûk. Ji ber vê jî her jina di lêgerî­na azadiyê de, serî natewîne tê hedef girtin. Di demên dawî de em agahiyên êrîşên li dijî berxwedana jinên li girtîge­ha Tar­sus, Wan û Elezîzê digirin. Ev êrîş ne tenê şîde­ta fîzî­ki ye. dibêjin ‘hunê tes­lîm bib­in’. Dibêjin hebû­na xwe înkar bikin, poş­man bib­in. Serî bitewînin. Hêza ji rêzê ya desthi­lat­dariyê ya li derve li hundir jî tê meşandin. Lê ev rastiyeke; Zilm wê ti car li dijî berxwedana bi rumet û maf­dar bi ser nekeve. Emê berxwedana xwe di her şert û mer­cî de mezin bikin. Ez bang li hemû saziyên civa­ka sivîl, rêx­istinên jinan û kesên xwedî wij­dan dikim ku deng bidin hov­îtiyên li girtîge­hên Tar­sus, Wan û Elezîzê.

Zehra Doğan


Kur­dî: Face­book Gazete Şûjin
Français: “Zehra Doğan • Reportage depuis sa prison, avec Sarah Aktaş”
Eng­lish: “Zehra Doğan • A Prison Report with Sara Aktaş
Türkçe: “Zehra Doğan • Ceza­evin­de Sara Aktaş ile röportaj”

Vous pouvez utiliser, partager les articles et les traductions de Kedistan en précisant la source et en ajoutant un lien afin de respecter le travail des auteur(e)s et traductrices/teurs. Merci.
Kedistan’ın tüm yayınlarını, yazar ve çevirmenlerin emeğine saygı göstererek, kaynak ve link vererek paylaşabilirisiniz. Teşekkürler.
Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas.
You may use and share Kedistan’s articles and translations, specifying the source and adding a link in order to respect the writer(s) and translator(s) work. Thank you.
Zehra Doğan on FacebookZehra Doğan on Twitter
Zehra Doğan
Auteure, mem­bre d’hon­neur de Kedistan
Jour­nal­iste, artiste. Jour­nal­ist, artist. Gazete­ci, sanatçı.