Rastiya siyasî û civakî ya Roja­va (bakurê Sûriyê) bûye mijara gotûbê­jan di nava çepa radîkal de. Hin deng hene ku vê rastiyê mîna civakeke demo­qratîk xwedî mod­êleke nû dinirxînin, ango mîna sosyalîz­ma azadî­parêz di pêva­joya avakir­inê de ye. Ev gotara han nerîneke cihêreng û rexneyî pêşdixîne. Di dest­pêkê de di hej­mara 60 (zivis­tana 2016) di kovara emerîkî New Pol­i­tics de hatiye weşandin, gotar ji bona Antîkapî­talîstê ji aliyê Rêjîn Vînon ve hatiye wergerandin.


Dor­pêçki­ri­na Kobanê ji aliyê DÎ ve bala cîhanê hemû kişand ser PYD’ ya kur­dî, hêza rêve­ber li herê­ma piraniya wan kurd in ên bakurê Sûrî. PYD vê herêmê Roja­va bi navdike, ango “welatê ku roj lê diçe ava”.

Xîta­ba PYD a li der­do­ra peyvên mîna demo­qrasî, wekhevî, tekeziya mis­ogeriya mafên jinan, xwedî ban­doreke mezin a balk­işand­inê ye li ser çepa­meniya cîhanî. Bi heman rengî, tekoşî­na şer­vanên YPG/YPJ ku ji aliyê PYD ve li dijî DÎ hatine birêx­istin kirin, xwedî sam­patiyeke pir berfireh e.

Hin înîsy­atîfên pişt­giriyê ji bona “şoreşa Roja­va” di gelek wela­tan de der­ketin. Kam­paniyeke bi navê “çek ji bona Roja­va” dikarî bi qasî 135000 dolar li Ala­maniya kom­bike. Gelek înîsy­atîvên din li der­do­ra alîkariya mirovî û pişt­giriya siaysî bi sînor bûn.

Li Roja­va, PYD raga­hand ku ewê civakeke demo­qratîk tevî mafên wekhev ên jinan avabike, ku di nava wê de, komên etnîkî û olî yên cuda jiyaneke hevbeş pêk bînin. PYD tekez dike ku şoreşeke bê hempa li Roja­va ku binge­ha xwe ji ramanên Abdul­lah Ocalan digire pêk tê. Lê tevî girti­na wî di sala 1999’an de, Ocalan weke lîderê siyasî û îdolo­jîstê tevgerê ma. Ji bona em bikarib­in vê tecrûbeya ku li Roja­va diqewime nas­bikin, her­wi­ha pozîsy­ona çep­gi­ran li hem­berî wê, pir gun­cave em veg­erin ser bîr­doziya Ocalan û wê hevrûyî rastiya qadê bikin.

Çavkaniyên PKK

Ocalan di sala 1949, di nava mal­beteke cotkar a kurd de ji dayîk bû. Herêmên kur­dî li Turkiyê her­tim bê par mabûn li welêt, ji aliyekî ve ji ber siyasetên nijad­per­estî û cud­akariyê yên Dewle­ta Turk li beram­berî kur­dan. Axafti­na bi kur­dî mîna sûcekê dihat dîtin, her­wi­ha bikaranî­na tîpên x, q, û w- ên ku di alfabeya kur­dî de hebûn, lê di ya turk de tunebûn- pêkan bû ku bibe sede­ma binçavkir­inê. Heya weşanên ku navê kurd dihanîn ziman dihatin qedexe kirin. Dewle­ta turk bi van rêbazan hewil­di­da kêm­nete­wa kurd di nava miletê turk de bipişivîne.

Ocalan binge­hên PKK di salên 1970 yî de danîn, wî dest bi avaki­ri­na ” şoreşgerên kur­dî ” kiribû. Va koma han têge­ha civak­nasê turk Îsmayîl Beşikcî kir ya xwe, têge­ha Kur­dis­taneke ku bi rengekî navnetewî hatiye dagir kirin, ji aliyê Turkiyê, Sûriyê, Îraqê,û Îranê ve hatiye dagirkirin. Dema di sala 1977’an de, kom bû PKK, hinek kredî di nava kark­erên kurd ên ji gun­dan berve jiyana bajaran ve çûbûn bidest xistibû. Şoreşgerên Kur­dis­tanê berhe­meke ji “çepa nû” bû li Turkiyê, lê belê li gel cud­ahiyên girîng. Li gorî hin komên din ên kurd, PKK “rêx­isiti­na tekane bû ku endamên wê bi temamî ji çîna xizanan der­ketibûn- ciwanên ku ji gun­dan û bajarên biçûk hatine derx­istin, ên wateya zordes­tiyê dizanîn, kirin û kareke berbiçav dixwastin û ne tenê îdolo­jiyeke nayê têghiştin”. PKK da xuay kirin ku tekoşî­na çek­darî erkeke lezgîn e.

Hinek ji tay­bet­mendiyên cihêreng ji maoîzmê û hinek ji dok­trî­na Sêyeka-cîhanê“doktrîneke an îdolo­jiyeke siyasî ye, ku bi gîştî berpir­si­yartiya xizan­bû­na sêyekê cîhanê vedi­gerîne dest­wer­dana talanker û kam­bax a kapî­talîz­ma biyanî” bi rengekî xurt di nava çepa turk de hebûn, û hel­west­ên PKK jî bi zelalî ev ban­dor nîşan­di­dan. Nûn­erên wê didan xuya kirin ku arman­ca wan ya lezgîn ew e şoreşeke “netewî-demo­qratîk” e ji bona “Kur­dis­taneke ser­bixwe û demo­qratîk”. Diviyabû tekoşîn rengekî xwe gelêrî ku xwe dis­pêre cotkaran were dest­pêkirin, û PKK’ya ku nûn­er­tiya çînên ked­kar dike rêve­beriya wê bike. “welatên sosyalîst” alî­gir û hevkarê şoreşê bûn, tevî tewan­bariyên refromîzmê yên girê­dayî par­tiyên rêve­ber ên Yekîtiya Soviyetê û Çînê, lê dîsa jî “par­tiyên kark­er ên welatên kapî­talîst” û “tevgerên azad­ki­ri­na gelên bind­est”. Piştî şoreşa” netewî demo­qratîk”, diviyabû tekoşîn berve şoreşeke sosyalîst ve biçe.

Dema ku artêşê dar­beya xwe di sala 1980’an de pêkanî , PKK bibû par­tiya kur­dî ya herî girîng li Turkiyê. Çepa turk rastî fişaran hat, bi deh hezaran ji endamên wê hatin girtin, îşkence kirin û kuştin. Ocalan ji vê dar­beyê riz­gardibe, û diçe Lub­nanê û ji wir jî diçe Sûriyê. Rêjî­ma Hafêz El Esed destûr dayê ku li kam­pekê bimîne, û PKK dest bi gerîlatiyê kir li dijî dewle­ta Turkiyê, şerê ku lotkeya wê di sala 1990 tê naskirin.

PKK par­tiyek “gerîla bû”, ev xal jî ew ji par­tiyên din ên kurd cud­adikir. Di PKK de, di rastiyê de, hem tu endam bû hem tu gerîla bû. Dihate payîn ku hemû kadroyên ku tu berpisyartiyên wan yên leşk­erî tunebûn amade­bin di her kêlîkê de tevlî gerîla bib­in. Li gorî rêve­berê PKK Duran Kalkan, ” pirs ne tenê pir­sa leşk­erî bû, ya herî girîng ew bû aliyê îdolo­jîk û moralî bû”. Di der­barê kon­gireya partî ya sala 1986“an de, Kalkan raga­han dibû:” bi vê terzî gerîla qut­bûnek gîştî bi sîstema heyî re çêkiribû. Cud­ahiyek di navbera wê û sîstema hîyarşîk ya dewle­ta desthi­lat­dar de pey­da kiribû. Ji ber vê yekê danî­na îdolo­jiyeke nû û cidî di sêyemîn kongerya PKK de, di warê têghiştineke ji sosyalîz­ma rast de çêbû. Xeta sosyalîst a rast ji bona azadî û mafên wekhev ên kesan û mal­batê ên bûr­jwazên biçûk hatin der­bas kirin. Ev hewles­ta han encamên wê di nava civakê de xuya bûn, ji ber ku ew dixwaze guhert­inên girîng di der­barê azadî û wekhe­viyê de çêbike. Ev yek jî jiyana mal­batî ya fer­dî hildiweşîne”.

Di kesayetiyê de şoreş avakirin

Kalkan baldikşîne ser hêmaneke tay­bet a îdolo­jiya PKK û Ocalan : hêviya avaki­ri­na “mirovekî nû”, xwedî mod­êleke kesayetî û zih­nî. Li gorî Ocalan, zih­niyeteke kur­dî mêtafîzîkî heye, giyaneke kur­dî heye. Li gorî wî, ” îro gelek xisletên kur­dan hene, gelek nirxên civa­ka kur­dî hene ku ji berê de di nava civakên nêy­olotîk de hebûn ên ku li ser çiyayên Kokaza bakur nişte­cih bibûn, herê­ma ku em jê re dibêjin Kur­dis­tan”. Tevî vê yekê, kurd ji nas­nameya wan a “raste­qîn” hat­i­bûn dûrx­istin ji ber hewil­danên pişavt­inên dewle­ta turk û ji ber saziyên civakî ên paşde­mayî , ku Ocalan bi “few­dalîzê” bi nav dike.

Bi riya rexneyê, rexne­dayînê û kedeke mezin, endamên PKK bi coş berve xwer­iz­garki­ri­na ji nerîn û nêzîkatiyên şaş ên ku li ser wan dihatin per­w­erde kirin di “jiyana wan a kevin” de û berve ji nûve şêwaz­danî­na “ji mirovekî nû re” birêketibûn. Di kovara par­tiyê de, Serxwe­bûn, hat­i­bû nivîsandin: ” mirovê nû venaxwe, nalîze, bi kêfxweşiya xwe ya kesayetî mijûlnabe an bi rihetiya xwe, û tiştekî ji jin­tiyê di wî/ê de tune ye. Kesên di dema rabirdû de van çalakiyên bi vî rengî dikirin divê qut­bûneke radîkal bi wan çalakiyan re çêkin yekser tevlîbû­na wan ji mirovên nû re. Felsefe û exlaqê mirovê nû, di rabûn û rûnişkan­d­i­na wî de, stîla jiyanê, eza wî, nêzîkatî û bertekên wî tenê tay­bet­mendî û xwe­bû­na wî ne. Bingeh hezki­ri­na wî ji şoreşê, azadiyê, welat û sosyalîzmê re ye, hezkirineke saxlem mîna zinarekî. Pêkanî­na sosyalîz­ma zanistî li ser rastiya welatê me mirovekî nû avadike.”

Ji sala 1993’an de, Ocalan dabû xuya kirin ku dema PKK di der­barê “sosyalîz­ma zanistî ” de diax­ivî, wê xwe ne dis­part mark­sîzmê lê belê xwe dis­pêrî îdolo­jiya xwe, ya ku “berjew­endiyên dewle­tan, nete­wan û çînan der­bas­dike” him bi him ji nûve xêzki­ri­na şêwaza zih­niyetan vediguhêre mijareke navendî di têghişti­na sosyalîz­ma PKK, têgi­hên mark­sîst û şoreşê bi peyvên mîna “mirovkirin” û ” civak­bûyîn” û ” kesayetiya azad­bûyî” hatin guhertin. Kon­sêp­ta azad­ki­ri­na jinan bi rengekî xurt girê­dayî ara­man­ca ji nûve şêwaz­dayî­na kesan e. Xisti­na merîyetê ji azad­ki­ri­na jinan di nîve­ka duyemîn a sala 1990’an de hate pêşx­istin. Di dema ku beş­dar­bû­na jinan di nava tevgera kur­dî de, çi weke tekoşerekê çi weke siyaset­vankê û çi mîna şer­vanekê geşbibûn. Ramanên PKK di der­barê azad­ki­ri­na jinê de bi awayekî xurt ketibû bin ban­do­ra efsaneya rabirdû ya serde­ma dayîk­salarî, dema “jin xwedawen­da afrand­inê bû”. Zordestî bi pêşketi­na civa­ka çînî re dest­pêkir. Ev têgih bi zelalî ji pirtû­ka Enjêlz hatine girtin, Jêdera Mal­batê, Milkiyeta Tay­bet û Dewlet.

Tevî vê yekê jî, cud­ahiyeke girîng di navbera tey­oriya fişara li ser jinan a Enjêlz û ya PKK de heye, PKK di vê xalê de, fak­torên civakî-aborî ji bîrdike. Enjêlz nivîsandibû ku dabeşkirineke kar di enca­ma pêşketi­na çînên civakî de der­ket, vê yekê bi xwe re jî karê jinê xiste asta duyemîn. Ocalan berova­jî vê yekê balê dikşîne ser aliyên mîna “zih­niyet”, gotineke kilît di îdolo­jiya wî de û “kesayet” ê. Fişar û tundiya li ser jinê ji vir û pêde weke enca­ma pozîsy­onên ku ji nifşekê heya nifşeke din tên veg­uh­estin hatin şîrove kirin, ku ji aliyê jinan ve jî hatine pejrandin. Ev hel­west­ên baviksalarî zorê li jinan dikin û wan ji jiyana civakî bidûrdix­in û kon­trolekê li ser bedenê wê, danûs­tanên wê û jiyan cin­sî ya jinan pêk­tîne. Ev şîrove fak­torên civakî-aborî ji binî de di ber çavan re derbasnakin.

Azadkirina jinan, xîtabeke cewherî ye

Yekîneyên jinan ên ser­bixwe di şerê gerîla de hatin avakirin. Piştre artêşeke jinan ser­bixwe hate avakirin, ev pratî­ka han jî ji aliyê tevgera kur­dî li Sûrî di dema avaki­ri­na YPJ de hate hilbi­jartin. Daxwaza avaki­ri­na yekîneyên xweser ên ji jinan pêk­tên bi ara­man­ca ku ev gav wê jinan ji zayendî­parêziyê riz­gar­bike, û jin wê neçar bimîne ku ji têge­hên paşde­mayî ên serîte­wand­inê û kole­bû­na xwe dûr­bixînin. Di saziyên PKK û PYD’ê de her­du zayend di nava wan de hene, kotayên her­du zayen­dan jî hene. Divê herî kêm ji sedî çil 40% ji jinan bin û her erkeke berpirsyartiyê ji aliyê du kesan ve were birêve­birin, jinek û mêrek.

Ramana PKK kûr­bûneke wê ya cewherî heye. Jin û xweza pir caran hem­ta ne û jin di binge­ha xwe de sûdê ji hin tay­bet­mendiyan werdi­gire, dilo­vaniyê, tir­sa ji tundîtiyê û nêzîk­bû­na bi xweza­yê re. Xîta­ba PKK der­barê azad­ki­ri­na jinê de katê­goriya jinan di ber çavan re der­bas­dike, ku ew di nava hevsen­giyekê de ne, û cud­ahiyên siyasî der­bas­dikin. Bi vî rengî rêx­isti­na jinan tîne ziman, “îdolo­jiya azad­ki­ri­na jinan alter­natîfeke ji bona hemû nerînên cîhanî yên heyî ye, çi ji aliyê çep­gi­ran ve, çi ji aliyê rast­gi­ran ve”. Niha, jin bi xwe û weke xwe pêşengên tekoşî­na azadiyê ne.

Di salên 1990, pirsên tekoşî­na çînan û avaki­ri­na çînan ji zûve ji nava îdolo­jiya PKK wind­abûne. Herku xwe ji ramana stalînî ya par­tiya dewletê ya xwediyê amûrên hilberînê ye der­basî ramana avaki­ri­na ” mirovê nû” dikir, herku diçû nerî­na wê der­barê sosyalîzmê de razber dibû. ” şaris­taniyeke demo­qratîk” ji dêvla Kur­dis­taneke ser­bixwe û sosyalîst hate bicih kirin, ev yek jî weke arman­ca tevgerê hate dest­nîşan kirin. Jûst Jon­jêr­den, yek ji pis­porên mijara PKK, dibê­je ku ” şaris­taniya demo­qratîk” peyveke sîwan e ji bona sê pro­jeyên rastî hev tên: komara demo­qratîk, xwe­seriya demo­qratîk û kon­fed­er­alîz­ma demoqratîk.

Konfederalîzma demoqratîk

Komara demo­qratîk reformekir­inê li ser dewle­ta turk fer­zdike, ji bona pejran­d­i­na hebû­na kêm­netewên din bi tay­bet kur­dan di nava gelên xwe yên din. Bi heman rengî, PYD ji dewle­ta Sûrî dixwaze ku îdolo­jiya xwe ya erebper­est ya par­tiya Bassê biguhêre. Xwe­seriya demo­qratîk têge­heke ku ji nerînên Mûray Bûkşîn hatiye girtin(1921–2006), azadî­parêzekî sosyalîst emerîkî ye, wî daxwaza komkirin û anî­na cemhev a tevgerên civakî û kopêratîfên ku di binge­ha civa­ka sibero­jê ya wekhev de ne. Bûkşîn tro­tiskî bû, di dawiya şerê cîhanî yê duyemîn û mîna gelek tro­tiskiyan, li hêviya pêla şoreke kerk­er­an bû. Weke çawa hêviyên wî pêkne­hatin û tevgera tro­tiskî lewaz û bi tenê ma, Bûkşîn li ramanên xwe vegeriya.

Wî dev ji mark­sîzmê ber­da, li gorî wî mark­sîzmê şaşîtiyeke binge­hîn kir­bû dema çîna kark­er­an mîna çîna şoreşger nîşan­da bû. Bi heman rengî jî PKK mijara ku azad­ki­ri­na çîna kark­er­an wê der­fetê li ber sosyalîzmê veke di ber çavan re der­bas nekiribû. PKK di dest­pê­ka xwe de, bi gûman li çîna kark­er­an dinêrî û ew mîna ku tay­bet­mendiyên xwe yên cuda hene li beram­berî cotkaran nîşan­di­dan û ew pir bi dewle­ta turk ve grê­di­dan. Di dest­pê­ka salên 1990, Ocalan tekez kiribû ku tu perçe­bûn di nava civa­ka kur­dî de tune ye. Perçe­bû­na binge­hîn di nava “hevkaran” û “welat­parêzan” de ye û ne di navbera kapî­talîs­tan û gelê ked­kar de ye.

Li gorî Bûkşîn, xala lewaz a kapî­talîzmê ne nakokiyên di navbera ser­miyanê û kar de bû, lê belê di navbera ser­miyanê û ekolo­jiyê de bû. Ser­miyana ku bê dawî tê topser­hevkirin, ekolo­jiyê hildi­weşîne. Tekoşî­na ji bona riz­garki­ri­na sîstema ekolo­jî xwedî katrek­tereke dijkapî­talîst e û dikare hemû kesên ku dibînin jiyana wan di bin metir­siyan de ye ji ber xirabû­na rewşa hawîr­do­ra wan li der­do­ra xwe bicivîne. Li gel girîngiya ku PKK dide ekolo­jiyê, danyî­na girîngiyê ji ekolo­jiyê re cihekî ne navendî li ba Bûkşîn digirt.

Li gorî Ocalan, nakokiya ku tekoşînên riz­gariyê xuyadike ew e ya ku di navbera nas­nameyên bindestkirî û Dewletê ye. Ocalan fişarên li ser hin nas­nameyan vedi­gerîne siyasetên dewletî yên dereng dimînin li beram­berî pêşket­inên şaris­taniya nû, ku mirov nikare bergiriya wan bike ji ber pêşveçûnên teknolo­jî. Erk ew e ji vir û pê de ku zor li dewletê bê kirin ku sûdê ji der­fetên demo­qratîk ên heyî bigire û wan pratîze bike. Ji bona vê armancê jî, divê sazû­maniyên “xwe­seriya demo­qratîk” werin avakirin û sînorên heyî di nava dewle­tan de û di hundirê netewên heyî de werin der­bas kirin. Ev sazû­manî li ser binge­ha naskirin û nûner­bû­na nas­ne­meyên cude, weke komên etnîkî, jin, û kark­er­an bên avakirin. Li Kur­dis­tana turkî, ev sazû­manî pir caran bi şaredariyan re bûna yek û endamên hilbi­jartî yên par­tiyên kurd ên rewa di nava wan de cihê xwe girtine.

Erka Sazû­maniyên Xwe­seriya Demo­qratîk ew e fed­ereki­ri­na ji jêr de ye, di nava sîste­meke “kon­fed­er­alîz­ma demo­qartîk” de. Ocalan vê rêx­istinê pênase dike : weke “mod­êla pîramî­dan ku di nava wê de kom­ci­vakên xwe­ci­hî yên gotûbêj dikin, dinirxînin, û bir­yaran dis­tînin hene”. Nûn­erên hilbi­jartî yên di binge­hê de heya lotkeyê weke rêve­beriyeke kordî­nasy­onê avadikin. Ew ji aliyê gel ve ji bona salekê tên hilbijartin.

Nasnameya kurdî, dewlet, û demoqrasî

Îdolo­jiya PKK ya îroyîn hemû hewil­danên çêki­ri­na dewletên nû davê­je, di çarçoveyeke ku dewlet bi rengekî cewherî mîna amûrê çewsand­inê tê bikaranîn de ye. Em dikarin çavkaniyên rexneya wî di der­barê dewle­tan de di dîro­ka PKK ya nû de bibînin. Ji dest­pê­ka xwe de, PKK her­tim rexneya Yekîtiya Sovyetîk dikir û her­wi­ha Komînîs­ta Navnetewî ya dest­pê­ka salên 1920’an ji ber pişt­giriya wan ji netew­per­estiya kemalîzmê re. Di nerî­na PKK de, rêve­beriya Sovyetîk bêtir giraniya xwe dida ewlekariya netewî ya Yekîtiya Sovyetê li ser hesabê pren­sîpên navnetewî û dij imperyalîst.

Rexneya li ser hege­moniya mejiya dewle­ta Sovyetîk dihat kirin li ser netewe-dewletên din jî bi heman rengî dihat kirin. Sede­meke din li pey devjêber­dana pro­jeya avaki­ri­na dewle­ta kur­dî ew e ji ber tay­bet­meniya hebû­na miletekî kurd pir cihêreng. Mînak, li Kur­dis­tana turkiyê, nas­name li gorî baw­eriyên cuda hatine pêşx­istin. Li Anadola rojhi­lat, PKK rastî pirs­girêkan tê ji ber gelek kurd xwe weke elewî û ne kurd didin pênase kirin. Diviyabû pişavtineke çandî were pêkanîn û fer­zkirin ji bona avaki­ri­na dewleteke yek­bûyî li ser binge­ha cihêrengiya mile­tan, PKK jî vê tiştî napejrîne.

Ocalan tekez dike ku tekoşî­na PKK rap­erî­na dawî ya kur­dî li dijî desthillat­dariya dewle­ta navendî ye. Di mînakeke balkêş de di rojhi­lat­nasiya xweser de, kurd weke gelekî bê dîrok hatiye pêşkêş kirin, yê ku ji zû ve di serde­ma sumeriyan de(çar hezar sal beriya zayînê), li dijî desthi­lat­dariya dewletê serî hil­da bû, ku tevahiya vê demê her­tim di “cewherê” xwe de ma ye. “gune­ha binge­hîn” ya ku bû sede­ma çewsandin û qirki­ri­na kur­dan bi xwe jî avaki­ri­na dewletê bû, û kur­dan li dijî wê hewil­dan parasti­na “çana­da xweza­yî ya azadiyê” bikin. Ocalan ara­man­ca xwe weke “jinûve bûyî­na” civakeke îdêyal pênase dike ya ku tê gotin ku di serdemên ney­olotîk de hebû li herê­ma ku jê re dibêjin Kur­dis­tan. Aliyên erênî ya va rabirdûya efsanewî-rola sereke ya jinan bû di civakê de, divê nas­nameyeke kur­dî “paqij”, wekhe­viya civakî- werin zindîkirin lê bi şêwazeke nûjen.

Ocalan ne bi hilweşan­d­i­na dewletên heyî re ye. Divê bêtir alter­natîfekê ji wan re bên dîtin, di demekê de, bi riya sazû­maniyên kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk. Rexneya Ocalan li dewletên heyî dike hinekî ne zelal e di çarçoveya ku demo­qrasiya pê bang dike weke ya dewletên cap­i­talîst ên par­lementer ên Rojavayî ye. Bi vî rengî ew tekez dike ku li welatên ewropî, “şêwazeke ji demo­qrasiyê” pêşveçûye û ev tîşt bû sede­ma “ser­w­eriya Roja­va”. “şaris­taniya rojavayî dikare, di vê wateyê de, bi şaris­taniya demo­qratîk were bi nav kirin.” Û di sala 2011: ” Li gorî pren­sî­pan, sîstema demo­qratîk ya roja­va- ya ku bi saya gelek qur­baniyan hate avakirin- di nava wê de pêwîstî bi çare­serki­ri­na pirs­girêkên civakê” heye. ” Ewropa, dergûşa demo­qrasiyê, bi rengekî gîştî mijara neteweper­estiyê daye aliyekî piştî şerên sed­sala 20’an û per­galeke siyasî li gorî pîvanên demo­qratîk daye rûnişkandin. Ev per­gala demo­qratîk ji zû ve qen­ciyên daye xuya kirin li beram­berî per­galên din, di nava wan de jî sosyalîz­ma rastî, û niha per­gala herî pejrandî ye li tevahiya cîhanî.”

Çîn û aborî li Rojava

Kapî­talîzm ewqas pêşneketiye li Roja­va. Ev herêm di binge­ha xwe de herêmeke çan­diniyê ye li gel çîneke kerk­er­an nûjen biçûk. Lê Roja­va gelek berhemkar e, û di nava Sûriya Basî de, herêmeke dagirkirî ya hundirîn bû. Ew madeyên sere­tayî yên jiyanî hildibrîne weke gen­im û zeytê, û ev made li cihekî din tên çêkirin. Ocalan rewşa civakî-aborî ya Roja­va wiha şîrove dike: “li ser binge­ha ji aliyekî ve yekîneyên aborî yên mal­batî yên biçûk, û ji aliyekî din ve li ser aboriya dewletê hatiye saz kirin”.
Nerî­na Ocalan ji altêr­natîfeke civakî-aborî re di van mer­cên wisa de, mirov dikare bi civa­ka –demo­qratîk pênase dike: “Li gorî min, dad­w­erî neçar dike ku karê afrîn­erî li gorî şêwaza beş­dar­bû­na wê di nava hilberî­na gîştî de were dîtin. Dayî­na pereyan ji bona karê afrîn­erî ya ku beş­darî warê hilberîn­erî ya civakê dibe, divê li gorî têk­iliyên wê bi hin çalakiyên din ên afrîn­erî re lê were temaşe kirin. Pey­daki­ri­na karan ji bona her kesekî erkeke gîştî ye. Her kes dikare beş­darî per­gala ten­duris­tiyê, per­w­erdeyê, werzîşê, hunerê bibe li gorî asta şiyanên wan û pêdi­viyên wan”.

Mirov dikare dîsa ji pêşni­yarên aborî yên berfeh ên PYD ji bona Roja­va civakî-demo­qratîk bêje. Ara­manc ew e aboriyeke du alî be li gel xizmet­gûzariyeke civakî xurt. “Hevpey­mana civakî ” ya Roja­va dide xuya kirin ku çavkaniyên xweza­yî û xak milkê gel in û divê bikaranî­na wan bi riya zagonekê were rastkirin. Di heman demê de, ev hevpey­man milkiyeta tay­bet diparêze û tekez dike ku nabe tu tişt were desteser kirin. 20% ji xaka Roja­va di nava destên xwediyên wan ên binge­hîn de ye, û xwedan­tiya wan di hevpey­mana civakî de mis­ogere. Xakên çan­diniyê yên dewletê bi fer­mî dest danî bû ser wan li ser mal­batên xizan hatin belav kirin. Avaki­ri­na kopêratî­van ji aliyê TEV-DEM’ê ve tên destek kirin, tevgera ku nûn­er­tiya saziya rêve­beriya Roja­va dike. Li ser demeke dirêj, tê payîn ku ev kopêratîv bib­in şêwaza ser­w­er ya fîrmeyan.

PYD der­barê Roja­va de diax­ive mîna tecrûbeyeke nû, şêwazeke nû ji şoreşê re ku li ser binge­ha waneyên ji binkeft­inên tevgerên berê hatiye birin. Bi heman rengî ev ji bona bir­yara deste­serneki­ri­na milkê tay­bet der­bas­dibe, ango nepe­jran­d­i­na bikaranî­na hêzê ji bona rêliber­girti­na dîk­tariyetê ya ku hewil­danên avaki­ri­na sosyalîzmê têkdibe vê yekê şîrovedike. Nepe­jran­d­i­na PYD ji der­keti­na bi temamî ji saziyên dewletê ji Roja­va û xwe tevlîki­ri­na şoreşê li dijî Esed ji bersede­man heman tê şîrovekirin. Tevî vê yekê jî, şoreşa li dijî dewle­ta sûrî der­fet da tevgera kur­dan ku Roja­va avabikin, di dema ku rêjî­ma Esed bir­yar dabû ku giraniya şerê xwe li dijî rik­ber­an be.

Divê em gelek bal­dar bin ku ramanên ewropî yên girê­dayî şoreşa sosyalîst nespêrin Roja­va. Lê belê di gel tunebû­na çîna kark­er ya ku di tekoşî­na xwer­iz­garkir­inê de divê bibe hêza livk­er ji bona pêkanî­na guherti­na civakî, zelal e ku PYD bi xwe vê rola sereke dilîze. Beriya ku ji aliyê her­du cem­sarên dij-şoreşî ango rêjî­ma Esed û cîhadîstên sele­fî ve were avêtin, rêve­beriya xweser hêmaneke binge­hîn bû di nava şoreşa sûrî de. Meclisên Roja­va tevî vê yekê hilberîneke hêzeke siyasî bûn, ango ne ji înîsy­atîfên xweser ji jêr ve der­ketin holê. PYD hêza ser­w­er e di nava TEV-DEM“ê de. Hêzên çek­dar ên Roja­va (YPG, YPJ, û Asayîş) li gorî îdolo­jiya PYD tên per­w­erde kirin û sozê didin Ocalan.

Piştgiriya şênber û nerîna rexneyî

Berde­wamiya hebû­na Roja­va li hem­ber êrîşên Dewle­ta Îslamî bê gûman ser­feftineke ji bona çepan pêşkêş dike. Tevgera kur­dî hêjayî pişt­giryeke şên­ber e di tekoşî­na xwe ya ji bona bidestx­isti­na mafê çarenûsiyê, ji wê bêtir gel li Roja­va hewil­dide ku altêr­natîfeke pêşverû bicih bike.

Tu sedem tune ne ku çep­gir nikarib­in pişt­giriya xwe bi pro­jeya Roja­va re bi nerîneke rexneyî li ser kêmasiyên wê bide girê­dan. Dibe ku Roja­va bikaribe pir­sa der­baski­ri­na kapî­talîzmê bike, lê belê bersiv wê tenê di çarçoveyeke berfe­htir li ser asta herêmê were standin, li gel hevkariya bi hin hêzên din re.

Li gel aloziyên di navbera tevgera kur­dî û gelê ere­ban ên li Sûrî û hin dev­erên din, ev per­spek­tîf herku diçe zehme­tir dibe. Rola çalak ya PYD li Roja­va û nepe­jran­d­i­na wê ji derx­isti­na hemû komên hikûmeta sûrî û nepe­jran­d­i­na tevlîbû­na şoreşê li dijberî Esed bi xwe re gelek tewan­barî bi ” hevkariyê” bi dîk­taror re anîn. Komên rik­ber ên ereb, û hin komên kur­dên sûrî, Roja­va weke “dîk­ta­toriya PYD” bi nav dikin.

Dema raporên di der­barê bin­pêkir­inên mafên mirovan de hebin, berte­ka yekemîn divê xemk­işandin be. Rêx­isti­na Lêbûrî­na Navnetewî her­tim li zengi­la hiş­yariyê dide di der­barê agahiyên dibêjin ku YPG sivîlên ereb qewi­tan­dine. Salêh Mus­lim, hevserokê PYD, peji­rand ku hin şer­vanên YPG “şaşîtiyek” kirin dema wan komek ji xwepêşan­da­vanan li Amûdê di tîme­ha 2014’an de gule­baran kirine. Rêx­isti­na mafê mirovan jî hin rexne di der­barê hin fişarên li ser rik­ber­an li Roja­va kirin. Goti­na ku ev rexne bi awayekî an din dikeve nava planên dijmin-mînak li gorî dax­uyaniya feman­darê gîştî yê YPG Sîpan Hemo, dema hatiye hilbi­jartin ne demeke gun­cav bû ji bona weşan­d­i­na raporê û ev yek jî mirov dixe nava gûmanan ji ber ku ev rapor di dema amadekariya pên­ga­va mezin li dijî Daêşê de hate weşandin û hişt ku ev rapor ne hêjayî pêbaw­eriyê be.

Ev tewan­bariyên wisa, tevî pozîsy­ona PYD di der­barê dest­wer­danên empêryalîst de, dib­in sede­ma metir­siya xirabû­na têk­iliyên di navbera ereb û kur­dan de. Hevkariya di navbera YPG û kowalîsy­ona navnetwî de, her­wi­ha hevkariya bi Rûsya re ku arman­ca wê ne girê­dayî bombeki­ri­na Daêşê ye, mirov vê hevkariyê di çarçoveya tekoşî­na mayîn û nemanê de dinirxîne, lê nabe ku çep­gir çavên xwe li ser encamên hevkariyeke bi hêzên emperyalîst re bigirin.

Di nava çep­girên welatên rojavayî de, “pişt­girî” her­tim dihat wateya destek­dayîn û xwe nêzîki­ri­na ji tevgerên welatên başûr re, tevgerên ku piraniya caran hat­i­bûn îdêyalkirin, tev xewn û hêviyên tekoşerên çepên rojavayî yên ku xwe spart­ibûn van tecrûbeyên kevin. Bêhêvî û xapan­d­i­na ku ji ber bidawîbû­na têk­iliyan der­ke­tine holê, rev jê tunebû. Divê bi awayekî cidî tekeziya der­barê çep­gi­ran de ya tê dûbare kirin di ber çavan re were der­bas kirin, ev tekeziya ku dibê­je: divê çep­gir ji tecrûbeyên navnetewî fêr­bib­in, ango tê wateya ku divê ew van pêşket­inên wisa bê gûman li gel hemû nakokî û ne asayîbû­na wan de binirxînin.

Alex de Jong

Nivîskar û rojnamevan e li Londonê dijî, ew her wiha li Zeylandaya Nû dest bi karê pêşkêşvaniyê û derhêneriyê di televîzyona TV3 kir. Ew bi karakterê xwe ya henekî tê naskirin. Malpera Tendans Klêr ya nêzî ANP Partiya Nû Ya li Dijî Kapîtalîzmê ya di sala 2009 li Fransayê hatiye damezrandin û ji baskê çepa fransî ye- Slogana wê jî ev e: Ji bo komînîzmê, tekoşîna xwebirêvebirinê, navnetewî û şoreşgerî.

Ver­sion en français > Pourquoi peut-on par­ler de “Com­mune au Rojava”

Dîroka weşanê: 16-10-2016
Werger ji fransî : Gulîstan Sîdo-NGW

Traductions & rédaction par Kedistan. | Vous pouvez utiliser, partager les articles et les traductions de Kedistan en précisant la source et en ajoutant un lien afin de respecter le travail des auteur(e)s et traductrices/teurs. Merci.
Kedistan’ın tüm yayınlarını, yazar ve çevirmenlerin emeğine saygı göstererek, kaynak ve link vererek paylaşabilirisiniz. Teşekkürler.
Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas
Auteur(e) invité(e)
Auteur(e)s Invité(e)s
AmiEs con­tributri­ces, con­tribu­teurs tra­ver­sant les pages de Kedis­tan, occa­sion­nelle­ment ou régulièrement…