Komînek li Rojava?

Rojava

Rastiya siyasî û civakî ya Rojava (bakurê Sûriyê) bûye mijara gotûbêjan di nava çepa radîkal de. Hin deng hene ku vê rastiyê mîna civakeke demoqratîk xwedî modêleke nû dinirxînin, ango mîna sosyalîzma azadîparêz di pêvajoya avakirinê de ye. Ev gotara han nerîneke cihêreng û rexneyî pêşdixîne. Di destpêkê de di hejmara 60 (zivistana 2016) di kovara emerîkî New Politics de hatiye weşandin, gotar ji bona Antîkapîtalîstê ji aliyê Rêjîn Vînon ve hatiye wergerandin.


Dorpêçkirina Kobanê ji aliyê DÎ ve bala cîhanê hemû kişand ser PYD’ ya kurdî, hêza rêveber li herêma piraniya wan kurd in ên bakurê Sûrî. PYD vê herêmê Rojava bi navdike, ango “welatê ku roj lê diçe ava”.

Xîtaba PYD a li derdora peyvên mîna demoqrasî, wekhevî, tekeziya misogeriya mafên jinan, xwedî bandoreke mezin a balkişandinê ye li ser çepameniya cîhanî. Bi heman rengî, tekoşîna şervanên YPG/YPJ ku ji aliyê PYD ve li dijî DÎ hatine birêxistin kirin, xwedî sampatiyeke pir berfireh e.

Hin înîsyatîfên piştgiriyê ji bona “şoreşa Rojava” di gelek welatan de derketin. Kampaniyeke bi navê “çek ji bona Rojava” dikarî bi qasî 135000 dolar li Alamaniya kombike. Gelek înîsyatîvên din li derdora alîkariya mirovî û piştgiriya siaysî bi sînor bûn.

Li Rojava, PYD ragahand ku ewê civakeke demoqratîk tevî mafên wekhev ên jinan avabike, ku di nava wê de, komên etnîkî û olî yên cuda jiyaneke hevbeş pêk bînin. PYD tekez dike ku şoreşeke bê hempa li Rojava ku bingeha xwe ji ramanên Abdullah Ocalan digire pêk tê. Lê tevî girtina wî di sala 1999’an de, Ocalan weke lîderê siyasî û îdolojîstê tevgerê ma. Ji bona em bikaribin vê tecrûbeya ku li Rojava diqewime nasbikin, herwiha pozîsyona çepgiran li hemberî wê, pir guncave em vegerin ser bîrdoziya Ocalan û wê hevrûyî rastiya qadê bikin.

Çavkaniyên PKK

Ocalan di sala 1949, di nava malbeteke cotkar a kurd de ji dayîk bû. Herêmên kurdî li Turkiyê hertim bê par mabûn li welêt, ji aliyekî ve ji ber siyasetên nijadperestî û cudakariyê yên Dewleta Turk li beramberî kurdan. Axaftina bi kurdî mîna sûcekê dihat dîtin, herwiha bikaranîna tîpên x, q, û w- ên ku di alfabeya kurdî de hebûn, lê di ya turk de tunebûn- pêkan bû ku bibe sedema binçavkirinê. Heya weşanên ku navê kurd dihanîn ziman dihatin qedexe kirin. Dewleta turk bi van rêbazan hewildida kêmnetewa kurd di nava miletê turk de bipişivîne.

Ocalan bingehên PKK di salên 1970 yî de danîn, wî dest bi avakirina ” şoreşgerên kurdî ” kiribû. Va koma han têgeha civaknasê turk Îsmayîl Beşikcî kir ya xwe, têgeha Kurdistaneke ku bi rengekî navnetewî hatiye dagir kirin, ji aliyê Turkiyê, Sûriyê, Îraqê,û Îranê ve hatiye dagirkirin. Dema di sala 1977’an de, kom bû PKK, hinek kredî di nava karkerên kurd ên ji gundan berve jiyana bajaran ve çûbûn bidest xistibû. Şoreşgerên Kurdistanê berhemeke ji “çepa nû” bû li Turkiyê, lê belê li gel cudahiyên girîng. Li gorî hin komên din ên kurd, PKK “rêxisitina tekane bû ku endamên wê bi temamî ji çîna xizanan derketibûn- ciwanên ku ji gundan û bajarên biçûk hatine derxistin, ên wateya zordestiyê dizanîn, kirin û kareke berbiçav dixwastin û ne tenê îdolojiyeke nayê têghiştin”. PKK da xuay kirin ku tekoşîna çekdarî erkeke lezgîn e.

Hinek ji taybetmendiyên cihêreng ji maoîzmê û hinek ji doktrîna Sêyeka-cîhanê”doktrîneke an îdolojiyeke siyasî ye, ku bi gîştî berpirsiyartiya xizanbûna sêyekê cîhanê vedigerîne destwerdana talanker û kambax a kapîtalîzma biyanî” bi rengekî xurt di nava çepa turk de hebûn, û helwestên PKK jî bi zelalî ev bandor nîşandidan. Nûnerên wê didan xuya kirin ku armanca wan ya lezgîn ew e şoreşeke “netewî-demoqratîk” e ji bona “Kurdistaneke serbixwe û demoqratîk”. Diviyabû tekoşîn rengekî xwe gelêrî ku xwe dispêre cotkaran were destpêkirin, û PKK’ya ku nûnertiya çînên kedkar dike rêveberiya wê bike. “welatên sosyalîst” alîgir û hevkarê şoreşê bûn, tevî tewanbariyên refromîzmê yên girêdayî partiyên rêveber ên Yekîtiya Soviyetê û Çînê, lê dîsa jî “partiyên karker ên welatên kapîtalîst” û “tevgerên azadkirina gelên bindest”. Piştî şoreşa” netewî demoqratîk”, diviyabû tekoşîn berve şoreşeke sosyalîst ve biçe.

Dema ku artêşê darbeya xwe di sala 1980’an de pêkanî , PKK bibû partiya kurdî ya herî girîng li Turkiyê. Çepa turk rastî fişaran hat, bi deh hezaran ji endamên wê hatin girtin, îşkence kirin û kuştin. Ocalan ji vê darbeyê rizgardibe, û diçe Lubnanê û ji wir jî diçe Sûriyê. Rêjîma Hafêz El Esed destûr dayê ku li kampekê bimîne, û PKK dest bi gerîlatiyê kir li dijî dewleta Turkiyê, şerê ku lotkeya wê di sala 1990 tê naskirin.

PKK partiyek “gerîla bû”, ev xal jî ew ji partiyên din ên kurd cudadikir. Di PKK de, di rastiyê de, hem tu endam bû hem tu gerîla bû. Dihate payîn ku hemû kadroyên ku tu berpisyartiyên wan yên leşkerî tunebûn amadebin di her kêlîkê de tevlî gerîla bibin. Li gorî rêveberê PKK Duran Kalkan, ” pirs ne tenê pirsa leşkerî bû, ya herî girîng ew bû aliyê îdolojîk û moralî bû”. Di derbarê kongireya partî ya sala 1986″an de, Kalkan ragahan dibû:” bi vê terzî gerîla qutbûnek gîştî bi sîstema heyî re çêkiribû. Cudahiyek di navbera wê û sîstema hîyarşîk ya dewleta desthilatdar de peyda kiribû. Ji ber vê yekê danîna îdolojiyeke nû û cidî di sêyemîn kongerya PKK de, di warê têghiştineke ji sosyalîzma rast de çêbû. Xeta sosyalîst a rast ji bona azadî û mafên wekhev ên kesan û malbatê ên bûrjwazên biçûk hatin derbas kirin. Ev hewlesta han encamên wê di nava civakê de xuya bûn, ji ber ku ew dixwaze guhertinên girîng di derbarê azadî û wekheviyê de çêbike. Ev yek jî jiyana malbatî ya ferdî hildiweşîne”.

Di kesayetiyê de şoreş avakirin

Kalkan baldikşîne ser hêmaneke taybet a îdolojiya PKK û Ocalan : hêviya avakirina “mirovekî nû”, xwedî modêleke kesayetî û zihnî. Li gorî Ocalan, zihniyeteke kurdî mêtafîzîkî heye, giyaneke kurdî heye. Li gorî wî, ” îro gelek xisletên kurdan hene, gelek nirxên civaka kurdî hene ku ji berê de di nava civakên nêyolotîk de hebûn ên ku li ser çiyayên Kokaza bakur niştecih bibûn, herêma ku em jê re dibêjin Kurdistan”. Tevî vê yekê, kurd ji nasnameya wan a “rasteqîn” hatibûn dûrxistin ji ber hewildanên pişavtinên dewleta turk û ji ber saziyên civakî ên paşdemayî , ku Ocalan bi “fewdalîzê” bi nav dike.

Bi riya rexneyê, rexnedayînê û kedeke mezin, endamên PKK bi coş berve xwerizgarkirina ji nerîn û nêzîkatiyên şaş ên ku li ser wan dihatin perwerde kirin di “jiyana wan a kevin” de û berve ji nûve şêwazdanîna “ji mirovekî nû re” birêketibûn. Di kovara partiyê de, Serxwebûn, hatibû nivîsandin: ” mirovê nû venaxwe, nalîze, bi kêfxweşiya xwe ya kesayetî mijûlnabe an bi rihetiya xwe, û tiştekî ji jintiyê di wî/ê de tune ye. Kesên di dema rabirdû de van çalakiyên bi vî rengî dikirin divê qutbûneke radîkal bi wan çalakiyan re çêkin yekser tevlîbûna wan ji mirovên nû re. Felsefe û exlaqê mirovê nû, di rabûn û rûnişkandina wî de, stîla jiyanê, eza wî, nêzîkatî û bertekên wî tenê taybetmendî û xwebûna wî ne. Bingeh hezkirina wî ji şoreşê, azadiyê, welat û sosyalîzmê re ye, hezkirineke saxlem mîna zinarekî. Pêkanîna sosyalîzma zanistî li ser rastiya welatê me mirovekî nû avadike.”

Ji sala 1993’an de, Ocalan dabû xuya kirin ku dema PKK di derbarê “sosyalîzma zanistî ” de diaxivî, wê xwe ne dispart marksîzmê lê belê xwe dispêrî îdolojiya xwe, ya ku “berjewendiyên dewletan, netewan û çînan derbasdike” him bi him ji nûve xêzkirina şêwaza zihniyetan vediguhêre mijareke navendî di têghiştina sosyalîzma PKK, têgihên marksîst û şoreşê bi peyvên mîna “mirovkirin” û ” civakbûyîn” û ” kesayetiya azadbûyî” hatin guhertin. Konsêpta azadkirina jinan bi rengekî xurt girêdayî aramanca ji nûve şêwazdayîna kesan e. Xistina merîyetê ji azadkirina jinan di nîveka duyemîn a sala 1990’an de hate pêşxistin. Di dema ku beşdarbûna jinan di nava tevgera kurdî de, çi weke tekoşerekê çi weke siyasetvankê û çi mîna şervanekê geşbibûn. Ramanên PKK di derbarê azadkirina jinê de bi awayekî xurt ketibû bin bandora efsaneya rabirdû ya serdema dayîksalarî, dema “jin xwedawenda afrandinê bû”. Zordestî bi pêşketina civaka çînî re destpêkir. Ev têgih bi zelalî ji pirtûka Enjêlz hatine girtin, Jêdera Malbatê, Milkiyeta Taybet û Dewlet.

Tevî vê yekê jî, cudahiyeke girîng di navbera teyoriya fişara li ser jinan a Enjêlz û ya PKK de heye, PKK di vê xalê de, faktorên civakî-aborî ji bîrdike. Enjêlz nivîsandibû ku dabeşkirineke kar di encama pêşketina çînên civakî de derket, vê yekê bi xwe re jî karê jinê xiste asta duyemîn. Ocalan berovajî vê yekê balê dikşîne ser aliyên mîna “zihniyet”, gotineke kilît di îdolojiya wî de û “kesayet” ê. Fişar û tundiya li ser jinê ji vir û pêde weke encama pozîsyonên ku ji nifşekê heya nifşeke din tên veguhestin hatin şîrove kirin, ku ji aliyê jinan ve jî hatine pejrandin. Ev helwestên baviksalarî zorê li jinan dikin û wan ji jiyana civakî bidûrdixin û kontrolekê li ser bedenê wê, danûstanên wê û jiyan cinsî ya jinan pêktîne. Ev şîrove faktorên civakî-aborî ji binî de di ber çavan re derbasnakin.

Azadkirina jinan, xîtabeke cewherî ye

Yekîneyên jinan ên serbixwe di şerê gerîla de hatin avakirin. Piştre artêşeke jinan serbixwe hate avakirin, ev pratîka han jî ji aliyê tevgera kurdî li Sûrî di dema avakirina YPJ de hate hilbijartin. Daxwaza avakirina yekîneyên xweser ên ji jinan pêktên bi aramanca ku ev gav wê jinan ji zayendîparêziyê rizgarbike, û jin wê neçar bimîne ku ji têgehên paşdemayî ên serîtewandinê û kolebûna xwe dûrbixînin. Di saziyên PKK û PYD’ê de herdu zayend di nava wan de hene, kotayên herdu zayendan jî hene. Divê herî kêm ji sedî çil 40% ji jinan bin û her erkeke berpirsyartiyê ji aliyê du kesan ve were birêvebirin, jinek û mêrek.

Ramana PKK kûrbûneke wê ya cewherî heye. Jin û xweza pir caran hemta ne û jin di bingeha xwe de sûdê ji hin taybetmendiyan werdigire, dilovaniyê, tirsa ji tundîtiyê û nêzîkbûna bi xwezayê re. Xîtaba PKK derbarê azadkirina jinê de katêgoriya jinan di ber çavan re derbasdike, ku ew di nava hevsengiyekê de ne, û cudahiyên siyasî derbasdikin. Bi vî rengî rêxistina jinan tîne ziman, “îdolojiya azadkirina jinan alternatîfeke ji bona hemû nerînên cîhanî yên heyî ye, çi ji aliyê çepgiran ve, çi ji aliyê rastgiran ve”. Niha, jin bi xwe û weke xwe pêşengên tekoşîna azadiyê ne.

Di salên 1990, pirsên tekoşîna çînan û avakirina çînan ji zûve ji nava îdolojiya PKK windabûne. Herku xwe ji ramana stalînî ya partiya dewletê ya xwediyê amûrên hilberînê ye derbasî ramana avakirina ” mirovê nû” dikir, herku diçû nerîna wê derbarê sosyalîzmê de razber dibû. ” şaristaniyeke demoqratîk” ji dêvla Kurdistaneke serbixwe û sosyalîst hate bicih kirin, ev yek jî weke armanca tevgerê hate destnîşan kirin. Jûst Jonjêrden, yek ji pisporên mijara PKK, dibêje ku ” şaristaniya demoqratîk” peyveke sîwan e ji bona sê projeyên rastî hev tên: komara demoqratîk, xweseriya demoqratîk û konfederalîzma demoqratîk.

Konfederalîzma demoqratîk

Komara demoqratîk reformekirinê li ser dewleta turk ferzdike, ji bona pejrandina hebûna kêmnetewên din bi taybet kurdan di nava gelên xwe yên din. Bi heman rengî, PYD ji dewleta Sûrî dixwaze ku îdolojiya xwe ya erebperest ya partiya Bassê biguhêre. Xweseriya demoqratîk têgeheke ku ji nerînên Mûray Bûkşîn hatiye girtin(1921-2006), azadîparêzekî sosyalîst emerîkî ye, wî daxwaza komkirin û anîna cemhev a tevgerên civakî û kopêratîfên ku di bingeha civaka siberojê ya wekhev de ne. Bûkşîn trotiskî bû, di dawiya şerê cîhanî yê duyemîn û mîna gelek trotiskiyan, li hêviya pêla şoreke kerkeran bû. Weke çawa hêviyên wî pêknehatin û tevgera trotiskî lewaz û bi tenê ma, Bûkşîn li ramanên xwe vegeriya.

Wî dev ji marksîzmê berda, li gorî wî marksîzmê şaşîtiyeke bingehîn kirbû dema çîna karkeran mîna çîna şoreşger nîşanda bû. Bi heman rengî jî PKK mijara ku azadkirina çîna karkeran wê derfetê li ber sosyalîzmê veke di ber çavan re derbas nekiribû. PKK di destpêka xwe de, bi gûman li çîna karkeran dinêrî û ew mîna ku taybetmendiyên xwe yên cuda hene li beramberî cotkaran nîşandidan û ew pir bi dewleta turk ve grêdidan. Di destpêka salên 1990, Ocalan tekez kiribû ku tu perçebûn di nava civaka kurdî de tune ye. Perçebûna bingehîn di nava “hevkaran” û “welatparêzan” de ye û ne di navbera kapîtalîstan û gelê kedkar de ye.

Li gorî Bûkşîn, xala lewaz a kapîtalîzmê ne nakokiyên di navbera sermiyanê û kar de bû, lê belê di navbera sermiyanê û ekolojiyê de bû. Sermiyana ku bê dawî tê topserhevkirin, ekolojiyê hildiweşîne. Tekoşîna ji bona rizgarkirina sîstema ekolojî xwedî katrektereke dijkapîtalîst e û dikare hemû kesên ku dibînin jiyana wan di bin metirsiyan de ye ji ber xirabûna rewşa hawîrdora wan li derdora xwe bicivîne. Li gel girîngiya ku PKK dide ekolojiyê, danyîna girîngiyê ji ekolojiyê re cihekî ne navendî li ba Bûkşîn digirt.

Li gorî Ocalan, nakokiya ku tekoşînên rizgariyê xuyadike ew e ya ku di navbera nasnameyên bindestkirî û Dewletê ye. Ocalan fişarên li ser hin nasnameyan vedigerîne siyasetên dewletî yên dereng dimînin li beramberî pêşketinên şaristaniya nû, ku mirov nikare bergiriya wan bike ji ber pêşveçûnên teknolojî. Erk ew e ji vir û pê de ku zor li dewletê bê kirin ku sûdê ji derfetên demoqratîk ên heyî bigire û wan pratîze bike. Ji bona vê armancê jî, divê sazûmaniyên “xweseriya demoqratîk” werin avakirin û sînorên heyî di nava dewletan de û di hundirê netewên heyî de werin derbas kirin. Ev sazûmanî li ser bingeha naskirin û nûnerbûna nasnemeyên cude, weke komên etnîkî, jin, û karkeran bên avakirin. Li Kurdistana turkî, ev sazûmanî pir caran bi şaredariyan re bûna yek û endamên hilbijartî yên partiyên kurd ên rewa di nava wan de cihê xwe girtine.

Erka Sazûmaniyên Xweseriya Demoqratîk ew e federekirina ji jêr de ye, di nava sîstemeke “konfederalîzma demoqartîk” de. Ocalan vê rêxistinê pênase dike : weke “modêla pîramîdan ku di nava wê de komcivakên xwecihî yên gotûbêj dikin, dinirxînin, û biryaran distînin hene”. Nûnerên hilbijartî yên di bingehê de heya lotkeyê weke rêveberiyeke kordînasyonê avadikin. Ew ji aliyê gel ve ji bona salekê tên hilbijartin.

Nasnameya kurdî, dewlet, û demoqrasî

Îdolojiya PKK ya îroyîn hemû hewildanên çêkirina dewletên nû davêje, di çarçoveyeke ku dewlet bi rengekî cewherî mîna amûrê çewsandinê tê bikaranîn de ye. Em dikarin çavkaniyên rexneya wî di derbarê dewletan de di dîroka PKK ya nû de bibînin. Ji destpêka xwe de, PKK hertim rexneya Yekîtiya Sovyetîk dikir û herwiha Komînîsta Navnetewî ya destpêka salên 1920’an ji ber piştgiriya wan ji netewperestiya kemalîzmê re. Di nerîna PKK de, rêveberiya Sovyetîk bêtir giraniya xwe dida ewlekariya netewî ya Yekîtiya Sovyetê li ser hesabê prensîpên navnetewî û dij imperyalîst.

Rexneya li ser hegemoniya mejiya dewleta Sovyetîk dihat kirin li ser netewe-dewletên din jî bi heman rengî dihat kirin. Sedemeke din li pey devjêberdana projeya avakirina dewleta kurdî ew e ji ber taybetmeniya hebûna miletekî kurd pir cihêreng. Mînak, li Kurdistana turkiyê, nasname li gorî baweriyên cuda hatine pêşxistin. Li Anadola rojhilat, PKK rastî pirsgirêkan tê ji ber gelek kurd xwe weke elewî û ne kurd didin pênase kirin. Diviyabû pişavtineke çandî were pêkanîn û ferzkirin ji bona avakirina dewleteke yekbûyî li ser bingeha cihêrengiya miletan, PKK jî vê tiştî napejrîne.

Ocalan tekez dike ku tekoşîna PKK raperîna dawî ya kurdî li dijî desthillatdariya dewleta navendî ye. Di mînakeke balkêş de di rojhilatnasiya xweser de, kurd weke gelekî bê dîrok hatiye pêşkêş kirin, yê ku ji zû ve di serdema sumeriyan de(çar hezar sal beriya zayînê), li dijî desthilatdariya dewletê serî hilda bû, ku tevahiya vê demê hertim di “cewherê” xwe de ma ye. “guneha bingehîn” ya ku bû sedema çewsandin û qirkirina kurdan bi xwe jî avakirina dewletê bû, û kurdan li dijî wê hewildan parastina “çanada xwezayî ya azadiyê” bikin. Ocalan aramanca xwe weke “jinûve bûyîna” civakeke îdêyal pênase dike ya ku tê gotin ku di serdemên neyolotîk de hebû li herêma ku jê re dibêjin Kurdistan. Aliyên erênî ya va rabirdûya efsanewî-rola sereke ya jinan bû di civakê de, divê nasnameyeke kurdî “paqij”, wekheviya civakî- werin zindîkirin lê bi şêwazeke nûjen.

Ocalan ne bi hilweşandina dewletên heyî re ye. Divê bêtir alternatîfekê ji wan re bên dîtin, di demekê de, bi riya sazûmaniyên konfederalîzma demoqratîk. Rexneya Ocalan li dewletên heyî dike hinekî ne zelal e di çarçoveya ku demoqrasiya pê bang dike weke ya dewletên capitalîst ên parlementer ên Rojavayî ye. Bi vî rengî ew tekez dike ku li welatên ewropî, “şêwazeke ji demoqrasiyê” pêşveçûye û ev tîşt bû sedema “serweriya Rojava”. “şaristaniya rojavayî dikare, di vê wateyê de, bi şaristaniya demoqratîk were bi nav kirin.” Û di sala 2011: ” Li gorî prensîpan, sîstema demoqratîk ya rojava- ya ku bi saya gelek qurbaniyan hate avakirin- di nava wê de pêwîstî bi çareserkirina pirsgirêkên civakê” heye. ” Ewropa, dergûşa demoqrasiyê, bi rengekî gîştî mijara neteweperestiyê daye aliyekî piştî şerên sedsala 20’an û pergaleke siyasî li gorî pîvanên demoqratîk daye rûnişkandin. Ev pergala demoqratîk ji zû ve qenciyên daye xuya kirin li beramberî pergalên din, di nava wan de jî sosyalîzma rastî, û niha pergala herî pejrandî ye li tevahiya cîhanî.”

Çîn û aborî li Rojava

Kapîtalîzm ewqas pêşneketiye li Rojava. Ev herêm di bingeha xwe de herêmeke çandiniyê ye li gel çîneke kerkeran nûjen biçûk. Lê Rojava gelek berhemkar e, û di nava Sûriya Basî de, herêmeke dagirkirî ya hundirîn bû. Ew madeyên seretayî yên jiyanî hildibrîne weke genim û zeytê, û ev made li cihekî din tên çêkirin. Ocalan rewşa civakî-aborî ya Rojava wiha şîrove dike: “li ser bingeha ji aliyekî ve yekîneyên aborî yên malbatî yên biçûk, û ji aliyekî din ve li ser aboriya dewletê hatiye saz kirin”.
Nerîna Ocalan ji altêrnatîfeke civakî-aborî re di van mercên wisa de, mirov dikare bi civaka –demoqratîk pênase dike: “Li gorî min, dadwerî neçar dike ku karê afrînerî li gorî şêwaza beşdarbûna wê di nava hilberîna gîştî de were dîtin. Dayîna pereyan ji bona karê afrînerî ya ku beşdarî warê hilberînerî ya civakê dibe, divê li gorî têkiliyên wê bi hin çalakiyên din ên afrînerî re lê were temaşe kirin. Peydakirina karan ji bona her kesekî erkeke gîştî ye. Her kes dikare beşdarî pergala tenduristiyê, perwerdeyê, werzîşê, hunerê bibe li gorî asta şiyanên wan û pêdiviyên wan”.

Mirov dikare dîsa ji pêşniyarên aborî yên berfeh ên PYD ji bona Rojava civakî-demoqratîk bêje. Aramanc ew e aboriyeke du alî be li gel xizmetgûzariyeke civakî xurt. “Hevpeymana civakî ” ya Rojava dide xuya kirin ku çavkaniyên xwezayî û xak milkê gel in û divê bikaranîna wan bi riya zagonekê were rastkirin. Di heman demê de, ev hevpeyman milkiyeta taybet diparêze û tekez dike ku nabe tu tişt were desteser kirin. 20% ji xaka Rojava di nava destên xwediyên wan ên bingehîn de ye, û xwedantiya wan di hevpeymana civakî de misogere. Xakên çandiniyê yên dewletê bi fermî dest danî bû ser wan li ser malbatên xizan hatin belav kirin. Avakirina kopêratîvan ji aliyê TEV-DEM’ê ve tên destek kirin, tevgera ku nûnertiya saziya rêveberiya Rojava dike. Li ser demeke dirêj, tê payîn ku ev kopêratîv bibin şêwaza serwer ya fîrmeyan.

PYD derbarê Rojava de diaxive mîna tecrûbeyeke nû, şêwazeke nû ji şoreşê re ku li ser bingeha waneyên ji binkeftinên tevgerên berê hatiye birin. Bi heman rengî ev ji bona biryara destesernekirina milkê taybet derbasdibe, ango nepejrandina bikaranîna hêzê ji bona rêlibergirtina dîktariyetê ya ku hewildanên avakirina sosyalîzmê têkdibe vê yekê şîrovedike. Nepejrandina PYD ji derketina bi temamî ji saziyên dewletê ji Rojava û xwe tevlîkirina şoreşê li dijî Esed ji bersedeman heman tê şîrovekirin. Tevî vê yekê jî, şoreşa li dijî dewleta sûrî derfet da tevgera kurdan ku Rojava avabikin, di dema ku rêjîma Esed biryar dabû ku giraniya şerê xwe li dijî rikberan be.

Divê em gelek baldar bin ku ramanên ewropî yên girêdayî şoreşa sosyalîst nespêrin Rojava. Lê belê di gel tunebûna çîna karker ya ku di tekoşîna xwerizgarkirinê de divê bibe hêza livker ji bona pêkanîna guhertina civakî, zelal e ku PYD bi xwe vê rola sereke dilîze. Beriya ku ji aliyê herdu cemsarên dij-şoreşî ango rêjîma Esed û cîhadîstên selefî ve were avêtin, rêveberiya xweser hêmaneke bingehîn bû di nava şoreşa sûrî de. Meclisên Rojava tevî vê yekê hilberîneke hêzeke siyasî bûn, ango ne ji înîsyatîfên xweser ji jêr ve derketin holê. PYD hêza serwer e di nava TEV-DEM”ê de. Hêzên çekdar ên Rojava (YPG, YPJ, û Asayîş) li gorî îdolojiya PYD tên perwerde kirin û sozê didin Ocalan.

Piştgiriya şênber û nerîna rexneyî

Berdewamiya hebûna Rojava li hember êrîşên Dewleta Îslamî bê gûman serfeftineke ji bona çepan pêşkêş dike. Tevgera kurdî hêjayî piştgiryeke şênber e di tekoşîna xwe ya ji bona bidestxistina mafê çarenûsiyê, ji wê bêtir gel li Rojava hewildide ku altêrnatîfeke pêşverû bicih bike.

Tu sedem tune ne ku çepgir nikaribin piştgiriya xwe bi projeya Rojava re bi nerîneke rexneyî li ser kêmasiyên wê bide girêdan. Dibe ku Rojava bikaribe pirsa derbaskirina kapîtalîzmê bike, lê belê bersiv wê tenê di çarçoveyeke berfehtir li ser asta herêmê were standin, li gel hevkariya bi hin hêzên din re.

Li gel aloziyên di navbera tevgera kurdî û gelê ereban ên li Sûrî û hin deverên din, ev perspektîf herku diçe zehmetir dibe. Rola çalak ya PYD li Rojava û nepejrandina wê ji derxistina hemû komên hikûmeta sûrî û nepejrandina tevlîbûna şoreşê li dijberî Esed bi xwe re gelek tewanbarî bi ” hevkariyê” bi dîktaror re anîn. Komên rikber ên ereb, û hin komên kurdên sûrî, Rojava weke “dîktatoriya PYD” bi nav dikin.

Dema raporên di derbarê binpêkirinên mafên mirovan de hebin, berteka yekemîn divê xemkişandin be. Rêxistina Lêbûrîna Navnetewî hertim li zengila hişyariyê dide di derbarê agahiyên dibêjin ku YPG sivîlên ereb qewitandine. Salêh Muslim, hevserokê PYD, pejirand ku hin şervanên YPG “şaşîtiyek” kirin dema wan komek ji xwepêşandavanan li Amûdê di tîmeha 2014’an de gulebaran kirine. Rêxistina mafê mirovan jî hin rexne di derbarê hin fişarên li ser rikberan li Rojava kirin. Gotina ku ev rexne bi awayekî an din dikeve nava planên dijmin-mînak li gorî daxuyaniya femandarê gîştî yê YPG Sîpan Hemo, dema hatiye hilbijartin ne demeke guncav bû ji bona weşandina raporê û ev yek jî mirov dixe nava gûmanan ji ber ku ev rapor di dema amadekariya pêngava mezin li dijî Daêşê de hate weşandin û hişt ku ev rapor ne hêjayî pêbaweriyê be.

Ev tewanbariyên wisa, tevî pozîsyona PYD di derbarê destwerdanên empêryalîst de, dibin sedema metirsiya xirabûna têkiliyên di navbera ereb û kurdan de. Hevkariya di navbera YPG û kowalîsyona navnetwî de, herwiha hevkariya bi Rûsya re ku armanca wê ne girêdayî bombekirina Daêşê ye, mirov vê hevkariyê di çarçoveya tekoşîna mayîn û nemanê de dinirxîne, lê nabe ku çepgir çavên xwe li ser encamên hevkariyeke bi hêzên emperyalîst re bigirin.

Di nava çepgirên welatên rojavayî de, “piştgirî” hertim dihat wateya destekdayîn û xwe nêzîkirina ji tevgerên welatên başûr re, tevgerên ku piraniya caran hatibûn îdêyalkirin, tev xewn û hêviyên tekoşerên çepên rojavayî yên ku xwe spartibûn van tecrûbeyên kevin. Bêhêvî û xapandina ku ji ber bidawîbûna têkiliyan derketine holê, rev jê tunebû. Divê bi awayekî cidî tekeziya derbarê çepgiran de ya tê dûbare kirin di ber çavan re were derbas kirin, ev tekeziya ku dibêje: divê çepgir ji tecrûbeyên navnetewî fêrbibin, ango tê wateya ku divê ew van pêşketinên wisa bê gûman li gel hemû nakokî û ne asayîbûna wan de binirxînin.

Alex de Jong

Nivîskar û rojnamevan e li Londonê dijî, ew her wiha li Zeylandaya Nû dest bi karê pêşkêşvaniyê û derhêneriyê di televîzyona TV3 kir. Ew bi karakterê xwe ya henekî tê naskirin. Malpera Tendans Klêr ya nêzî ANP Partiya Nû Ya li Dijî Kapîtalîzmê ya di sala 2009 li Fransayê hatiye damezrandin û ji baskê çepa fransî ye- Slogana wê jî ev e: Ji bo komînîzmê, tekoşîna xwebirêvebirinê, navnetewî û şoreşgerî.

Version en français > Pourquoi peut-on parler de “Commune au Rojava”

Dîroka weşanê: 16-10-2016
Werger ji fransî : Gulîstan Sîdo-NGW

Traductions & rédaction par Kedistan. | Vous pouvez utiliser, partager les articles et les traductions de Kedistan en précisant la source et en ajoutant un lien afin de respecter le travail des auteur(e)s et traductrices/teurs. Merci.
Kedistan’ın tüm yayınlarını, yazar ve çevirmenlerin emeğine saygı göstererek, kaynak ve link vererek paylaşabilirisiniz. Teşekkürler.
Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas
Gulistan Sido

Correspondante Rojava-Afrin

Traductrice en langues kurde, arabe, français.

Master 2, Lettres Modernes-Paris III


Nûçegihana Rojava-Efrîn

Wergervan bi zimanên (Kurdî. Erebî. Fransî)

Master 2 Di wêjeya nûjen a fransî-Paris III


Gulistan Sido

About Gulistan Sido

Correspondante Rojava-Afrin
Traductrice en langues kurde, arabe, français.
Master 2, Lettres Modernes-Paris III

Nûçegihana Rojava-Efrîn
Wergervan bi zimanên (Kurdî. Erebî. Fransî)
Master 2 Di wêjeya nûjen a fransî-Paris III

Related posts