Beriya çend salan jî, hema bêje tu kesî nikarî Roja­va li ser nexşeyê bici­h­bikira­ba. Pirs û mijarên jêyosiyasî yên Rojhi­la­ta-Navîn ên ku ji aliyê mediyayên rojavayî ve dihatin weşandin bi gîştî têk­il­darî aloziya îsrayîlî-felestînî û babetên girê­dayî wê bûn. Lê ji dema dest­wer­dana Îraqê ji aliyê Emerî­ka û heval­bendên wê ve di sala 2003’an de, ji dema Buhara Ere­ban ve, di dawiya 2010’an, herêm bi riya gelek hejan­d­i­nan hate lerzandin. Di nava girseya pêla şoreşgerî de li Tûnis û li Misirê, agir bi Sûrî ket. Heya niha ew dişe­wite. Hilweşan­d­i­na welêt, şerê ku bûye sede­ma bi hezaran kuştî û bi mily­onan koçber, ne bûy­erên ku mirov pê şad bibe ye. Lê ev hejand­inên bi vî rengî di heman demê de bi xwe re gengaziya ji nûve avakirineke li ser binge­hên din anî, hel­bet em hêvî dikin ku baştir be. Ji ber vê rewşê gelekan bi bal­darî dest bi şopan­d­i­na herê­ma sûrî ya kur­dî Roja­va kirin.

Di sala 2012’an de, di demekê de ku şerê sivîl bi hêrseke tund bi ser Sûriyê de hat, desthi­lat­dariyên sûrî yên fer­mî xwe ji vê herê­ma bakurê Sûriyê vek­işandin. Hikûmeta ku ji aliyê rik­berên sûrî ve hat­i­bû asteng­dar kirin, bi arman­ca ku dijminekî din ji xwe re çêneke, ev rêbaz hilbi­jart, li hem­ber şert û mer­cên wisa, qad ji kur­dan re azad hate hiştin (ango bêtir rê ji PYD re hate vekirin, koma herî bi ban­dor li ser qadê). Berjew­endiyên ku ji hev û du nêzîk hene: Kurd- ên ku 10 heya 14% ji miletê sûrî tem­sîldike-daxwaza rêve­beriyeke xweser dikin. Ew herêmên xwe diparêzin û tu sede­man nabînin ku xwe bi rik­ber­an ve girêbidin, ev rik­berên ku paras­t­ian doza wan nakin. Arman­ca wan ji aliyekî din ve : avaki­ri­na hikûme­teke azad û ser­bixwe ye. Di vê mijarê de, kurd berve avaki­ri­na meclisên fer­mî li Roja­va çûn, bi vî rengî kevirên yekemîn ji bona sazki­ri­na teşeyeke nû ji civakê re danîn.

Konfederalîzma Demoqratîk

Ji der­veyî daxwazên xweseriyê(otonomî), tay­bet­mendiya pro­jeya siaysî ya kurd ew e ku merqa lêgerî­na avaki­ri­na netewe dewleteke kurd li ba wan tune ye, ev daxwaza PKK bû, di dest­pê­ka deh salên hebû­na wê de. Paradîga­maya siyasî ya nû “Kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk” e: “Kon­fer­der­alîz­ma demo­qratîk ne dewlet e lê belê sîste­meke demo­qratîk û gelêrî ye, ku di nav de her perçeyek ji milet, ji jinan û ciwanan de dest­pêbike, li ser asta xwe­ci­hî xwedî rêx­istineke demo­qratîk xweser in ku der­fetê dide wan raste rast beş­darî jiyana siyasî yên meclisan weke hemwe­latiyên azad û wekhev a Kon­fed­erasy­onê bib­in. Di encamê de, tiş­ta cewherî ji nava milet tê girtin, serkefti­na vê sîstemê girê­dayî xwe bi xwe rêve­bir­inê û xwetêr­bûnê tê, ango ji aliyê aborî ve”.
Kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk ku ji aliyê kur­dan ve hatiye pêşx­istin bi riya sazki­ri­na meclis û civînên demo­qratîk ên xwe­cih ku di nava xwe de bi awayekî fed­erekirî derdikeve holê, li gor rêbaza demo­qrasiya raste rast li ser astên cuda karê xwe dimeşînin: ji aliyekî ve meclisên beşkî hene (ekolo­jî, jin, aborî, zagonî, ziman û per­w­erde…), li gel civînên hef­tane, ji aliyekî din ve, hin kom girê­dayî cihê jiyanê hene, weke meclisên tax­an, kolanan, komî­nan, kan­to­nan. Bi riya wan, dixwazin civakê hemû” azad û demo­qratîze bikin” armanc ne ew e hin rêve­beriyên nû yên gîştî ku berpirsê birêve­bi­ri­na kar û barên siyasî bin werin avakirin”.

Per­gal, ne navendî ye, ne jî li ser nas­nameyeke çandî kur­dî tenê tê avakirin, lê li ser hemû pêkhate û kêm­netewên din vekirî ye (olî, etnîkî, hwd) ên li herêmê hene. Di rastiyê de, bê gûman ev mod­êleke siyasî balkêş e û dikare wan hemûyan bêyî nakokî komî ser hevdû bike, bi danî­na cihekî baş û azadiya der­birand­inê ji hemûyan û kesekî re jî.

Şoreşa civakî

Bi awayekî şên­ber, komîn hêdî hêdî li her derê li ser xaka kur­dî li Sûriyê hatin avakirin, weke yekîneya binge­hîn a siyase­ta nû . Rola wan “birêve­bi­ri­na karên xwe li gel beş­dar­bû­na raste rast a gun­dan û tax­an. Komîn jî bi xwe cihê ku hemwe­latî xwe birêx­istin dikin, vîna xwe ya xweser avadike, nûjenki­ri­na siyaseteke kêrhatî. Ew ji gotûbêjki­ri­na hemû pirs­girêkan û dîti­na çareyekê ji wan re derî vekirî dihêle”

Ger gihaşti­na agahiyên ku li wir diqewimin kêm bin, bi arman­ca têghişti­na hûrgûliyên der­barê awayê karki­ri­na van dezgehan(tevî, ji bilî şerê çek­darî, û hemû kêşe û astengiyên zimanan), mirov wê demê nas­dike ku xwe li beram­berî şoreşekî siyasî û civakî pir pêşveçûyî dibîne.

Kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk li dijberî Netewe-Dewletê û kapî­talîzmê û des­ti­lat­dariya mêran e. Tekoşî­na li dijî zayendî­parêziyê di plana yekemîn a azad­ki­ri­na civakê de ye, jin weke şêweyeke din ji neteweyekê re tê dîtin ku divê ji bikaranîn û kedxwariyê were riz­garkirin. Bi pêkanî­na kotayan, hebû­na mayînedekirî ji hevseroketiya hevbeş re(jin-mêr), meclis û komîteyan, avaki­ri­na meclisên lihevhat­inê ji bona çare­serki­ri­na rewşên tundîtiya mal­batî, jin cihekî xwe yê tay­bet û bê hempa digire û desthi­lat­dariya bavik salarî xwe rû bi rûyî berxwedaneke mezin dibîne.

Jin armancên sereke yên Dewle­ta Îslamî ne, jinan di heman demê de milîsên tay­bet ku tevahiya wan jin in YPJ dan avakirin, ji bona xweparastinê, û parasti­na xak û mal­batên xwe bikin- YPG’ê jî heman karî dikin.

Mod­êla demo­qrasiya raste rast û girê­dayî jiyana rojane ku ji aliyê kur­dên Roja­va ve hate pêşx­istin hinek mînakên dîrokî bi nav û deng tîne bîra mirov, tay­bet mînakên parîsî yên sala 1793’an û Komî­na Parîsê.

Lê heger ev mod­êla siyasî li Kur­dis­tanê vejiya, tey­oriya wê bi hûr­gulî û berfer­e­hî ji salên70 de, lê bi tay­bet di dest­pê­ka salên 90 de ji aliyê anarşîst, ekolo­jîstekî emerîkî bi navê Mûray Bûkşîn (1921–2006) ve hate amadekirin, ew weke mod­êleke siyasî ji ekolo­jiya xwe ya civakî. “komî­nalîz­ma azadî­parêz”, weke ew bilêvdike, li ser binge­hê pêkanî­na kon­fer­dera­soyeneke ji komînên azad û xweser ji aliyê siyasî ve pêk tê, siyaseteke alter­natîf û demo­qratîk, makanîzmeya bir­yaran di nava meclisên xwe­ci­hî de tê standin, bi vî rengî hemwe­latî bi rola aktorên mezin a jiay­na siyasî radib­in, di wateya wê ya herî bi nirx de. Lê ramanên wî, ku pir kêm tên şopandin û bi berfer­e­hî hatine ji bîr kirin, ji bona ku xwe bidin der­birandin, tu carî rastî tecrûbeyên şên­ber nehatin.

Ji Bûkşîn heya Ocalan bi derbasbûna di riya Bihel re

Çawa ramanên Bûkşîn ji nişkêve li Rojhi­la­ta-Navîn dikarîn der­ke­tana holê? Û çawa guhertineke siyasî û civakî bi vî rengî karî pêk­were li va herêmê di demeke pir kurt de? Cîhanê tevahî ev pirsên han ji xwe kirin. Ji bona bersiv­dayî­na wan, divê em paşde bizivrin, ji ber guhertin di rastiya xwe de beriya şoreşa sûrî dest­pêkiribû. Ev guherti­na han hêdî hêdî bi dehên salan xwe di nava refên PKK’ê de dabû belav kirin. Abdul­lah Ocalan, lîderê dîrokî yê PKK, weke hiş­mend û mejiyê vê guhert­inê bû. Bi keti­na girtîge­hê re, ceza­ya girti­na tevahiya jiyanê lê hate birîn ji aliyê hikûmeta turk ve di sala 1999 de, piştre li ser gira­va Îmra­lyê hate îzolekirin, weke dîlekî bi tenê hate hiştin, Ocalan di şaneya xwe de tezên Mûray Bûkşîn xwendin, bi tay­bet pirtûkên Ekolo­jiya Azadiyê(1982) û Şaris­taniya bê Bajar(1987–1992). Guherti­na îdolo­jîk bi awayekî şên­ber di sala 2001’ê de dest­pêkir, dema PKK dev ji tekoşî­na çek­darî ber­da, û bi awayekî fer­mî xwe veg­uherand KADEK(îro“Kongra Gel a Kur­dis­tanê”). Di sala 2005’an, bi rengekî fer­mî xwe spart kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk, mod­êla kur­dî ji komî­nalîz­ma azadî­parêz a Bûkşîn.

Janet Biehl, hevjîn û rêhe­vala Mûray Bûkşîn di 15 salên dawiyê jiyana wî de, dan­era jînenîgeriya wî, di rêze gotarên sala 2011’an ew çîro­ka vedîti­na xwe ved­ibê­je : çawa ku ramanên Bûkşîn bûne xwedî dengvedaneke berferh di nava tekoşerên kurd de. Di sala 2004’an de, danû­s­tandineke bi nameyan jî her­wi­ha di navbera Bûkşîn û Biehl û Ocalan de hebû, bi navgîniya parêz­erên wî. Bûkşîn û Biehl pê zanîn ku “Ocalan agahiyekê der­basî parêz­erên xwe dike ku divê kurd Bûkşîn bixwînin. Piştî vê yekê, hej­mareke mezin ji kur­dan ev xwendin pêkanîn û xwe spartin ekolo­jiya civakî di asteke pir bilind de”.
Hizra ekolo­jiya civakî, ku di nava cîhana tekoşer de bi dehan salan hat­i­bû pişt­guh kirin bibû xwedî dengvedaneke balkêş li Rojhi­la­ta-Navîn, li gel komeke mark­sîst poş­mam­bûyî. Ev nûçeya han pir mat­mayîbûn bi xwe re anî! Lê belê Bûkşîn, bi xwe jî mark­sîst –lenînîstekî berê bû ku piştre xwe di nava anarşîzmê de dît­bû û ev yek pejirand.

Tevî vê yekê, ev danû­s­tandin pir dûr neçûn. Bûkşîn, temen mezin bibû 83 salî û rewşa ten­duris­tiya wî ne baş bû, nikarî şîre­tan li Ocalan bike. “Ji kere­ma we be, hêviyên min ên giran­buha ji Ocalan re birêbikin, wisa di 9 gulana 2004’an bersi­va dawî dabû. Daxwaza min ew e ku kurd rojekê bikarib­in civakeke azad û hiş­mend avabikin, û bi vî rengî stêr­ka wan ji nûve vebiriqe”.

Bi miri­na vî ekolo­jîstê emerîkî re di sala 2006’an de, dawî li têk­iliya di navbera Ver­mon­ta Bûkşîn û Turkiya Ocalan hat. Di vê navberê de, Janet Biehl xwe ji girê­dana doza ekolo­jiya civakî û ramanên wî yên siyasî bidûrx­ist. Ev doz li vir hate rawe­s­tandin, û ekolo­jiya civakî di qon­ax­eke kirîzê re der­bas­bû. Piştî wind­abû­na afrîn­erê wê, tevger di nava kirîzeke nas­nameyî de jiyan kir- kirîzeke din jî piştî gotûbêjên dirêj û tûj ên ku di tevahiya salên 1999 de ev tevger geşkiribûn der­ket. Gelek kesan jî pro­jeya siyasî ya komî­nalîz­ma azadî­parêz di dema Bûkşîn de binax kirin.

Pêşketinên siyasî li Kurdistanê

Dema ku Janet Biehl ji nûve danû­s­tandin bi komên turk re danîn, bi awayekî ber bi çav tişt hatin pêşx­istin. Bi saya îsrar û daxwaza bi rik a Ocalan, demo­qratîzeki­ri­na kom­ci­vakên kur­dî dest­pêkir. Di wê demê de hîna tu kes bi çêra Rojavaya sûrî nedikir, lê belê li Turkiya cîran, meclis di nava civakên kur­dî de di sala 2005–2006 hatin damezrandin, bi tay­bet piştî weşan­d­i­na Dax­u­ayniya Kon­fed­er­alîz­ma Demo­qratîk ku ji aliyê Ocalan ve hate nivîsandin.
DTK (Demokratik Toplum Kon­gre­si), Kon­greya civa­ka demo­qratîk, li Amedê di sala 2005’an de hate damezrandin. Ew bi arman­ca civan­d­i­na tevgerên siyasî yên cuda û kome­leyên ku ji bona pêkanî­na kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk dixebitin hate damezrandin, û bi rengekî fer­mî kete meriyetê û weke paradîg­maya siyasî ya nû ji tevgera kur­dî re hate dîtin. Xwedî 501 endamî, tev hevseroketiyeke hevbeş, DTK weke cure par­le­maneke kon­fed­er­al sazkir ku tevahiya asnafên xwe­ci­hî beş­darî wê didin. Her beşek civakê nûnerekî xwe dişîne( tê guhertin û rola wî xuyanki­ri­na rewşa meclisa xwe­cih e, bêyî ku berje­wandiyên kesayetî bide pêş). Ew her sê mehan carekê weke meclisa gîştî û her du salan weke kon­gire dicive.

Di tîrme­ha 2011’an, kon­gireya DTK bi qasî 8 000 kes komkirin bi ban­gawaziya ji xwe­seriya demo­qratîk li Turkiyê-ev ban­gawazî di 2015’an de hate nûkirin, û bi rengekî tund ji aliyê Turkiyê ve hate çewsandin. Demo­qratîzeki­ri­na civakê dest­pêkir, lê belê dezgeh neçar man ku xwe li der­veyî nûn­erên fer­mî avabikin, bi vî rengî desthi­lat­dariyeke rewşa heyî bidin avakirin, li dijî destûrê, ango ji bona em pey­va veşartî bikarnîn. Hin organên din di sala 2005’an hatin sazkirin, weke KKK, ya ku piştre di sala 2007’an de bû KCK, Koma Civakên Kur­dis­tanê, ku ji bajaran, gun­dan û herêmên Îran,Îraq, Sûriyê, û Turkiyê pêk tê, saziyên kon­fed­er­al ên demo­qratîk avakirin (bi fer­mî an bi awayekî para­lel ji desthi­lat­dariya heyî). Ji aliyê PKK/Kongra Gel hatin pêşni­yar kirin û xem­landin, bûn pireya navnetewî di navbera wî û komên heval­bend li Sûriyê (PYD, ya ku di çavkaniya şoreşa Roja­va de bû), li Îraqê(PÇDK) û li Îranê(PJAK).

Ji ber ku doza kur­dî bi rastî navnetewî ye. li Sûriyê, di sala 2005’an, PYD “Pro­jeya xwe­seriya demo­qratîk li Kur­dis­tana Roja­va radighîne û dest bi birêx­istinkirineke veşartî dike”. TEV-DEM tê damzerandin, a weke DTK endamên civa­ka sivîl, par­tiyên siaysî, û komên olî li der­do­ra xwe dicivîne, û di nava teşeyeke weke par­le­maneke kon­fed­er­al wan komî ser hevdû dike. Ew pêwendiyekê di navbera xwe­ci­hî û herêmî de dihûne.

Li Sûriyê, tevgera ji bona danî­na kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk di dest­pê­ka aloziya leşk­erî de xwe berfeh kir. Sê Kan­tonên Rojavaya sûrî(Cizîr, Kobanê, û Efrîn) hatin raga­handin, demo­qratîzeki­ri­na civakê hate birêx­istin kirin û bi awayekî fer­mî xwe­seriya xwe di sala 2014’an de dane raga­handin, li ser binge­ha “hevpey­maneke civakî”, ku weke destûreke raste­qîn bû, tevî ku ji aliyê fer­mî ve “demkî” ye. Roja­va weke beşekî pêşverû xwe nîşan­da, nemaze tekez kir ku “Ji mafê hemû herê­man ne ku li gel al, dirûşme, sirû­da xwe yên tay­bet nûn­er­tiya xwe bikin”, û “Ji mafê her kesekî/ê ye ku xwe bi nas­nameya xwe etnîkî, çandî, zimanî bide der­birandin, her­wi­ha mafên wekhe­viya zayen­dan mis­oger in”, û “Çavkaniyên xweza­yî, li ser û binî erdê, weke dewle­mendiyên gîştî ya civakê ne” û ku “Divê Meclisa Zan­gon­saz herî kêm ji 40% ji her zaynedekê pêk­were li gorî zan­gonên hilbijartinê”.

Berova­jî vê yekê, li ser awayê karki­ri­na saziyan, pir li gorî ramanên kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk nayê meşandin. Wer xuayaye ku hevseroketî nayê pêkanîn, her wiha guherti­na kesên hatine hilbi­jartin jî. Ez sede­ma fer­mî nizan­im. Dibe ku ev ji ber ku tekst“deqa nivîsandî” weke enca­ma lihevkirinekê bi ENKS’ya ku li dijberî piren­sîpên kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk e.

Bêyî ku têk­iliyên bi gîştî ji Sûriyê bibire, ev destûr pêşveçûn û tekeziyeke tevgerê xuyadike. Ne pêwîst e êdî ew xwe li pişt maskayên hikûmeta fer­mî veşêre: ala kurd dikare bi rengekî eşkere were libakirin, û her­wi­ha pro­jeyên wê yên siyasî û civakî. Pro­jeya mezin a per­w­erdekirin û birêx­istinkir­inê gur û berfeh dibe û di pratîkê de pêk tê, bi awayekî para­lel jî pêdi­viya bi parastineke çek­darî ya herêmê çêdibe. Parasti­na jiyan û herê­ma xwe bi qasî vê şoreşa siyasî û civakî bi riya çekan jî der­bas dibe.

Nûjeniyeke di ekolojiya civakî de

Dema gotarên pêşîn ên Janet Biehl li ser Kur­dis­tanê hatin weşandin, guherti­na li Roja­va nû dest­pê kiribû. Agahî di mijara Roja­va de hatin dewle­mend û zelal kirin çi ji aliyê wê ve an çi ji aliyê hej­mareke mezin ji den­gan, bi riya ser­danên delegeyên tekoşer û werg­er­vanên ji Roja­va re. Di enca­ma van ser­danan de, der­dorê êdî bi rastî axaft­inên li ser şoreşa civakî li Roja­va bihîstin. Lê pêşwaziya ku ji vê raga­hand­inê re hatiye kirin di dest­pê­ka xwe de bi gûmanî bû: ji bona xwe bide pejrandin, ev zivi­ran­d­i­na îdolo­jîk a PKK rastî astengiyan hat. Çîro­ka ser­pêhatiya guherî­na îdolo­jîk ya Ocalan berve ramanên Bûkşîn ve, ku ji aliyê dil­soza wî ve hate belav û eşkere kirin, baş gul da, û dengvedaneke mezin qezenc kir ji bona xizmeta doza ramaneke ku diçelmisî bike. Di rastiyê de, çîro­ka şoreşeke civakî ya nû, ku ewqas çep­girên radîkal li bendê bûn û hema bêje ji dema Cen­ga sivîl a îspanî ya 1936’an û rap­erî­na 1994 li Şiyapasê(û mînakên ku em bi wê re hevrû bikin gelek in) nehat­i­bû naskirin, ev şoreşa ku li ber deriyê Ewro­payê pêkdi­hat pir bedew e.

Tevî ku em tenê dikarin mix­abiniya xwe ji ber wê bînin ziman, ev bertek di dawiyê de man­tîqî bû. Ji ber xem­sariya xwe li beram­berî vê perçeya cîhanê bêtirî 20 salan, pêşket­inên siyasî yên ku li wir qewimîne li vir qet ne dihatin naskirin. Me çi dizanî der­barê PKK’ê an doza kur­dî de ji vir û zivran­d­i­na hezar salî ve? Hema bêje ne tiştek. Ji bona kesên weke min ku di dest­pê­ka salên 80’yî de ji dayîk bûne, navê kur­dan tenê hinek pêlên di hin roj­nameyên agah­dark­ir­inê yên radyo an televîzy­onê de bi bîra me tînin. Ji bona kesên kev­in­tir, tenê bermahiyên dawî yên rêx­istineke weke terorîst lê tê temaşekirin bi bîra me tînin, weke tevgerekî mark­sîst-lênînîst sade û sert dihate naskirin (“Stan­lînîst”) weke çawa tê gotin: stemakar, navendî, hwd). Tu tişt ku bala mirov bikşîne tune bû, tevî ku mirov xîtabê wê ya ku di mediyayên rojavayî de der­bas­dibe dibîne. Bêtirî wê, bed­bîniyên tevgerên şoreşgerî yên dawî, bi tay­bet ên komînîst, an jî yên xwedî berg­er­hên demo­qratîk bêtir nêzî me, ji Okapî heya Sîrîza, dihêştin mirov bêtir “temaşe bike û ben­de­war be” çêtirî bi can û beden xwe berde nava pişte­vaniya pên­ga­va yekemîn a şoreşgerî ku tê ragahandin.

Pisîkê qeşa gir­tiye ji ava sar ditirse, wisa goti­na pêşiyan dibê­je: ango kesê berê êşa koletî û zor­dariyê dîtibe, ew ji xeyalê wê ditirse. Atropol­gê anarşîst Davîd Graber ku yek ji paratîzanên yekemîn e ji vê yekê tengezar bibû ye: “Ev şoreşek rastî ye. Ev yek jî bi xwe pirs­girêk e. Hêzên mezin bi xwe êdî bi îdolo­jiya ku dibê­je: şoreşên raste­qîn nema êdî diqaw­imin baw­erkiriye. Di vê demê de, gelek çep­gir, heya çep­girên radîkal, xuyaye ku bi awayekî veşartî heman siyaset parvekirine, tevî ku bi awayekî ser­anser e jî, lê pir qir ciran derdix­in û dibêjin ew hîna şoreşger in”.

Ez li xwe mukur têm ku ez jî beşek ji wan kesên bi gûman bûm. Ev gûman ne der­barê dil­sozî û rastiya şoreşa heyî de bû, lê bêtir di der­barê têk­iliya bi Mûray Bûkşîn re bû. Lê belê ev gûman bi lez belav bû. Lêkolînên min der­barê ekolo­jiya civakî ji min re dan xuyakirin ku hêlîneke tekoşer gun­cav li Turkiyê heye. Di sala 2014’an, xizmeke min anarşîst ku demeke li Sten­bolê jiyandikir ji min re da tekez kirin ku “hemû kesên li wir Mûray Bûkşîn naskirine”. Li aliyekî din jî em pirtû­ka Ekolo­jiya Azadiyê û hin pirtûkên din ku ji aliyê şer­vaneke kurd ve di fîl­ma Mîlên Sol­wa de pêşkêş dike dibînin. Belê, bi rastî şoreşeke civakî û pêkanîneke ji ramanên Bûkşîn (hin jêderên din her­wi­ha) li Roja­va û li tevahiya Kur­dis­tanê ber bi çave. Li vir cihê Bûkşîn heye, li gel hebû­na meclisên li gorî beşan ji dêvla qadeke komû­nal gîştîtir, û tev ciheke tay­bet ji jinê re.

Pêşeroja Rojava

Gere vejî­na hizra siyasî ya Bûkşîn pir girîng e, tevî vê yekê du aliyên xwe hene. Bi pêkanî­na wê di aliyê pratîkî de cara yekemîn di dîro­ka nûjen de, pêkan e ku mirov rastiya mod­êla kon­fed­er­al a demo­qrasiya raste rast tekez bike. Bi awayekî zelal, tecrûbeya kurd dikare xuyabike ku pêkanî­na desthi­lat­dariya demo­qrasiya raste rast ne navendî bi şêwaza kon­fed­erasy­onê mayînde û gengaz e, bêyî hebû­na aliyê pis­por an rêve­beriyeke navendî. Ev jî dikare bibe bersi­va nepe­jran­d­i­na mezin ku her­tim ji aliyê rik­berên demo­qrasiya raste rast ve tê kirin: ku gel nikare xwe birêve­bibe. Tiş­ta sereke li vir e bêtirî hemû gotûbêjên din. Pirs ew e ku mirov bizanibe ger gelê kurd, tevî hemû pêkhateyên din ermenî, êzîdî, elwî, jihû an xiris­tiyan dikarin bi hev re siyaseteke demo­qrasiyê rast bidin jiyankirin, û li ser demeke dirêj mayînde bikin di asteke bilind de.

Ji ber ku bêyî mod­êleke berbiçav, şên­ber û bi kêrhatî, îdolo­jiya komû­nalîst kon­fed­er­al dikare weke ûtopiyeke li ser kax­izê bimîne. Ev yek jî şîrovedike ji ber çi sede­man ekolo­jîstên civakî, Janet Biehl, endamên weşanx­aneya New Cpm­parss û hineke din ji demên pêşîn de pişt­girên kur­dan bûn. Berova­jî vê yekê, binkeftineke ji vê hewil­danê re, ji nûve veg­era dewlet­bûn an neteweper­estiyê re, ne pêkanî­na wê li ser zemînê, an şerê mezhe­ban ji bona desthi­lat­dariyê, wê dar­beyeke giran be ji raman û îdêyalên Bûkşîn re.

Lê belê, ne merc e ku ev sen­ery­oyên binkeft­inê yên herî gengaz bin. Xala sereke bê gûman ew e em lêgerînê li derve bikin, di nava siyase­ta derve. Der­fetên şer û dengeyên berjew­endiyên strate­jîk bi kêrî kur­dên Roja­va hatin ji bona pêşx­isti­na mod­êla xwe, bêyî ku di hêlî­na xwe de werin kuştin ji aliyê hêzên sûrî yên nêzî hikûmetê ve, bêyî ku rastî astengiyan ji aliyê civa­ka navnetewî ve werin(ji bilî Turkiyê, ku tirseke weke wêranê ji ber belavbû­na pêşveçûnên xwe­seriya kur­dan li ser xaka wê dikşîne). Lê wê çi biqewime dema alozî raweste, di dema guftû­goyên aşîtiyê an binkeft­inê? Gelo wê bihêlin ku kur­dên Roja­va kon­fed­er­alîz­ma xwe ya demo­qratîk pêşxîne, lê ewê dîsa werin qirkirin, an pişt­guhkirin, gelo heval­bendên wan ên kevin wê xiyanetê li wan bikin yekser piştî tuneki­ri­na Daêş û ji nûve dabeşki­ri­na Sûriyê? Emerî­ka bi tay­bet, ya ku heval­bend e li ser qadê bi riya dar­beyên ezmanî, ji berê de li ser navê serok wezîrê xwe Jo Bay­din di dema çûyî­na xwe ji Turkiyê re tekez kiriye, ew ê pişt­giriya avaki­ri­na herêmeke hevseng a kurd li ser sînorê turk nekin. Wê demê em dikarin bi awayekî rewa gûman bikin ku civa­ka navnetewî, ya ku heya niha çavê xwe ji pro­jeya kur­dan re girt, lê belê tu destek neda wan heya niha, bikarib­in ji bo per­jew­endiya kur­dan parastinê bikin.

Niha, dem li aliyê kur­dan ye. Xeti­man­d­i­na aloziyê, ku weke tra­jediyeke mirovî ye tekez e, der­fe­tan roj bi roj dide wan ku bingeh û rêgezên kêrhatî yên demo­qratîk pêşbixînin. Di vê demê de-gûmaniya rojavayî ne gun­cav e, pêdi­viya kur­dan bi pişte­vaniya me heye, em li kud­erê bin ne xem e, ji bona naski­ri­na mafên kur­dan em pêwîst in. Em ji wan re şansekî baş dixwazin, cîhan tevahî li wan temaşe dike.

Ven­san Jêrbêr

Les idéaux de Bookchin fleuris­sent au Rojava

Ecologie sociale.ch
Çavkanî: Malpera Ekolojiya Civakî — Vensan Jêrbêr (3.1.2017)
Werger ji fransî: NGW-Gulîstan Sîdo

ÖcalanBixwînin ji:

Zil­amê ku bi guhê Ocalan re diax­ivî | 1

Zil­amê ku bi guhê Ocalan re diax­ivî | 2

Orig­i­nal in French language


Traductions & rédaction par Kedistan. | Vous pouvez utiliser, partager les articles et les traductions de Kedistan en précisant la source et en ajoutant un lien afin de respecter le travail des auteur(e)s et traductrices/teurs. Merci.
Kedistan’ın tüm yayınlarını, yazar ve çevirmenlerin emeğine saygı göstererek, kaynak ve link vererek paylaşabilirisiniz. Teşekkürler.
Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas
Auteur(e) invité(e)
Auteur(e)s Invité(e)s
AmiEs con­tributri­ces, con­tribu­teurs tra­ver­sant les pages de Kedis­tan, occa­sion­nelle­ment ou régulièrement…