Tayyip li dijî Aslî, du aliyên heman welatî: civakeke di nava geşedaneke nûjenkirinê de ye li dijî rêjiderketina stemkar a serokekî.
Carna dîrok bi rengekî henekî xwe komî ser hevdu dike. Piştî darbeya binkeftî ya 15 tîrmehê Turkiyê kete zivistaneke stemkariyê, ew îro bûye şanogeha pêvajoyeke ne sembolîk, herdu lehengên ku xwedî heman navî ne, ev herdu leheng çarenûsa welêt diyar dikin, yek aliyê wê yê tarî ve, yê din rûyê wê yê geş û ronî xuya dike.
Ji nava kesên binçavkirî (li kêlek zimanzanekî û du rojnamevanan), Aslî Erdogan, romanûsa navnetewî ya bi nav û deng tê dîtin. Ji 17 tebaxê ve hatiye binçavkirin ji ber “têkiliya wê bi rêxistineke terorîst re” (di nava wan tewanan de jî hinekî din jî hebûn), cezaya girtina bêdawî lê hate birîn. Weke bi deh hezaran ji jin û mêran-polîs, leşker, dozger, ronakbîr, mamoste….- ew bê sedem hate girtin. Li ser gorîgeha ewlekariya dewletê bû qurbanî.
Di destpêkê de,Tayyip Erdogan îdia kir ku li dijî “gulenîstan” şerdikir, beşeke ji rêjîmê ku ketiye bin xezeba dewletê, û bi amadekirina darbeyê hate tewan bar kirin. Lê bi lez sire hate wan kesên ku wêriyan dest bi axaftinê bikin ji bona parastina mafên kêmnetewa kurd an ji nûve destpêkirina diyaloga siyasî ya hatiye rawestandin beriya salekê ji aliyê hikûmeta turk ve. AKP di hilbijartinan de winda kir. Wê demê hikûmetê hewilda ku dengên xwe vegerîne. Zengila li dijî “terorîzmê” û “cihêxwaziyê” hate lêdan. Di nava va pêla duyemîn a qirkirinê de romanûs bû qurbanî. Niha, tişta xuyadike weke girtineke mezin a fêlbazan ne hêdî hêdî dizivre bobelatekê ji bona hemû berxwedêrên li dijî tunekirina azadiya ramanê û bichihkirina sîstema totelîter.
Ew di dozê de ne amadebû, ango serok Recep Tayyip Erdogan lê belê-ger mirov bikaribe bêje- bi rihê xwe li wir bû. Ji dema serhildana Gezî ya di sala 2013’an de, serweriya wî kete bin metirsiyan, ew bi xwe, bi awayekî kesane, hemû kesên serhildêr di nerîna wî de ji rêveberiyê qewitandin. Herwiha televîzyon, rojname, malên weşanê dan girtin. Wî hemû hişên azad avêtin zîndanê. Ji ber cudakirina desthilatdariyan û serbixwebûna dadê li Turkiyê nakevin meriyetê.
Recep Tayyip Erdogan, navê neyînî ya exlaqiyeta siyasî ya turk e: nîşaneya tundîtiya dewletê, nîşaneya kîna ji mafan re, herwiha destdirêjiya azadiyan, nîşaneya qirkirina kurdan. Komeke ji nerînên kevin, rêbazên paşverû yên darbeya 1980, beriya wê dîktatoriya kemalî, beriya wê jî stemkariya osmanî. Nerîna ciwanên berxwedêr ên Gezî yê ev yek ne dixwastin. Lê belê hikûmetê ew bêdeng kirin.
Aslî Erdogan, navê hêviyê, ya nemir e, tevî ku demoqrasî hate kuştin, ji ber ku dezgehên dijî-desthilatdariyê, komele, dadwerî, rikber-bê alî hatin hiştin. Hîna parlemenek û partiyên siyasî hene. Berovajîkirina rastiyan-bi awayekî berferh hatiye qirêjkirin-lê ev yek rê li ber dîtina navaroka têkiliyan di navbera hikûmetê û kesên tên hikûm kirin li Turkiyê nagire. Projeya sazkirina civakê li gorî nerîna îslamî-neteweperstî ya serok berdest e. Miletê turk, bêtir beşê xwe yê modêrn, hîna liberxwe dide, lê niha bi awayekî belavbûyî. Ew di hizrandina ne wekî şefê xwe de berdewam in. Wan dest bi xwepêşandanên li hember tundîtiya li dijberî jinan, serhildêran, kêmnetewan kir. Ew li dijberî, bi qasî ku dikarîn, tevlîheviya dewletê rawestiyan. Aslî Erdogan jî temsîla wan kesan dike, lê ew jî hate bê deng kirin.
Çi guneha Aslî Erdogan hebû? Di siya dewleteke mafên demoqratîk de, tu sedema an tu buhane nîne ku bersiva zîndanê bidin. Ew hate avêtin zîndanê ji ber ku hevkarî bi rojnameya nêzî kurdan Özgür Gündemê re dikir, ya ku şeva berî rawestandina wê hate girtin. Di Turkiya Erdogan de, ev gunehkariyeke mezin e. Ji ber ku ev yek weke endamtiya “rêxistineke terorîst” tê dîtin- bi awayekî zelal endama PKK, ku ji sala 1984’an de di aloziyê de ye bi dewleta turk re. Buhaneyeke ecêb û sosret e: her rojnameyeke nêzî kurdan weke beşeke ji PKK’ê tê dîtin; Aslî Erdogan hevkariyê bi rojnameyeke kurdî dike; encam ew endameke PKK’ê ye. Neyînîkirina pirensîba cezayên kesayetî. Neyînîkirina azadiya ragahandinê. Neyînîkirina azadiya derbirînê. Belê ji 20 salan ve, Aslî Erdogan jineke şoreşger e, wê parastina doza qurbaniyên desthilatdariyê dikir û li dijî rêgezên paşverû yên welatê xwe têdikoşiya. Wê tenê ereka xwe ya li ser bingeha zihniyeta azad dikir. Ango bi diyarkirina rastiya xaçkirin û îşkencekirina kurdan. Li kêleka parastina ramana ku dibêje alozî tenê bi riya aştiyane ya diyalogê û lihevkirinê tê çareserkirin re bû. “Va ye ez niha di zîndanê de me ji ber ku min baweriya xwe bi gotinên weke rastî û aştî anî” wiha tîne ziman di nameya xwe ya 16 cotmehê de.
Guneha Aslî Erdogan? Guhneheke xeyalî bû. Berovajî ya Tayyip Erdogan. Turkiyê di kîjan rewşê de ye ji ber serokê wê? ji beriya vê bi çend salan dîsa, welat li ser riya modernîteyê û demoqrasiyê ve diçû, xwe nêzî Ewropayê û rêgezên wê dikir. Lê piştre Tayyip kir serê xwe ku projeya xwe ya veşartî pêkbîne: ji nûve îslamîzekirina civakê, ji nûve osmanîzekirina siyaseta derve. Dema ciwanan li dijî vê projeyê serî hilda, vê projê ji holêrakirina hema bêje sedsaleke ji hewildanên komarîst aramanc digirt. Dema hikûmeta wî êdî hejiya, Tayyip dawî li dewleta qanûnê anî, dawî li azadiya çapemeniyê anî, dawî li azadiya ramanê anî, Tayyip hilweşandina komarê xiste serê xwe. Gunehên li dijî mafên mirovan, li dijî demoqrasiyê pêk tîne. Li Turkiyê, serokek xayîn û gawir gunehên xwe nabîne.
Pêncşemê 29 kanûnê, Aslî Erdogan hate berdan di bin mercê kontrolkirina dadwerî de. Divê helbet mirov bi vê yekê şad bibe. Lê belê divê em piştgiriya wê bikin, ji ber ku tewanên li ser wê hîne nehatine rakirin û hîna di bin metirsiyan de ye. Ji bilî Aslî Erdogan û hevalbendên wê, gelek girtiyên ramanê hene-pêwîstiya wan bi piştgiriya navnetewî hene. Ji Yekîtiya Ewropayê ve em destpêbikin, ya ku çarxereya riyan e. A ku bi awayekî kûr û serhişk hîna hevpeymanan bi Recep Tayyip re îmzedike û bi vê rengî dibe hevparê gunehkariyên wî, an jî ger hêviya ku bikaribe bi kesên li cîhanê ji bona azadiyê têdikoşin bi bîra xwe bîne, û vegere prensîpên xwe yên bingehîn, û xwedî hinek wêrekî be, ewê li kêleka Aslî Erdogan cihê xwe bigire û ewê di dawiyê de li hember rêjiderketina totelîter a dewleta ku perçeyeke ji Konseya Ewropayê û Yekîtiya Gumrûkê ye raweste.
Atila Özer
Nivîskar û fîlozof