Di bin serpereştiya herdu xelatgirên Nobelê ya aştiyê-Şîrîn Ebedî û Dêmon Tûtû-de, xelatgira Sakarov-Leyla Zana- û herwiha bi beşdarbûna Noam Şomskî, konferansa navnetewî derbarê“Yekîtiya Ewropa, Turkiyê, Rojhilata-Navîn û Kurd” li Brûkselê hate li darxistin, konferansê gelek rê û rêbaz pêşniyar kirin ji bo derketina ji şer û pêkanîna jiyaneke hevbeş di navbera gelên herêmê de, di çarçoveyeke demoqratîk de.
Konferansa 13 mîn xwedî girîngiyeke taybet e ji ber du sedeman, yekemîn girêdayî rewşa heyî ya van mehên dawî ye: xurtbûna şer û pevçûnan li dijî Dewleta Îslamî û komên “rikber” li Sûrî- ev şerên ku bi awayekî raste rast an ne rast e rast hemû welatên herêmê beşdarê dibin, û bi awayekî pratîkî hemû hêzên mezin. Hikûmeta Erdogan li Turkiyê dest bi qirkirineke hovane li dijî kurdan û hêzên demoqratîk kiriye. Ev perçeya ji cîhanê ketiye rewşeke pir metirsîdar û tenê mirov dikare rewşa wê hevrûyî rewşa beriya sedsalekê, tevî zincîrên sosret ên komkujiyan û felaketan. Her hêzêk, mezin an herêmî, hewildide îro, weke dema berê, ku kevirê şeşrenga xwe pêşvebibe û bi gava piştî wê re mijûl dibe, û miletên sivîl ji nûve dikevin nava rewşeke trajîk.
Yekîtiya Ewropaya ku piştî dawiya şerê cîhanê ya duyemîn hatibû damezrandin, ji bona bidawîkirina qonaxa dojehî ji şerên ser xak û derdora wê, ne amade ye, dema ew xwe bi xwe dixapîne di hin lihevkirinan de(peymana bi Turkiyê re weke mînak) ya ku nîşand dide heya kîjan astê siyaset û rêgezên wê yên bedew ji rê derketine. Weke nîşane vê înê dîsa, daxuayaniya Kinseya Ewropayê bi awayekî fermî dide tekez kirin ku ” Turkiyê mafdar bû dema daxwaza rewşa awart e kiriye, lê belê tenê helwestên di vê çarçoveyê de hatine standin hinekî sert bûn” Erdogan jî ji vê daxuyaniya han veciniqî. Heger Komîsyoneke bilind ji pisporan “Komîsyona Venîsê” xwedî biryareke bêwate di vê astê de be di dema ku li Turkiyê bi hezaran ji rikberan tên girtin-karmend, parlementer, şaredar, rojnamevan, dozga- û hemû mediyayên serbixwe tên qedexekirin, ev dide nîşandan heya kîjan astê Ewropa şiyana xwe di bertekdayîn û birêvebirinê di rewşa kirîzê de winda kiriye. Di berdewamiya konferansa Brûkselê de, tevî vê yekê lêgerîna aştiyeke lezgîn û meyînde ji bona herêmê, mijara bingehîn a gotûbêjan bû.
Kîjan aşîtî ji bo Rojhilata-Navîn?
Metîn Rhawî, nûnerê civaka suryanî li Ewropayê, dest bi vegotina pêkenokê kir. Ew li Mûsilê, ji jeneralekî kurd dipirse çima pêşmerge û hêzên îraqî ewqas dem derbaskirin ji bona rizgekirina bajêr. Jêneral dikene û bersivê dide û dibêje ku beriya hertiştî divê lihevhatineke siyasî di navbera hemû aliyan de çêbibe û biryar were standin derbarê şêwaza jiyna hevbeş piştî şer. “Hema piştî peydakirina lihevkirinekê” ew dibêje, “emê çarseriyeke leşkerî ji bona rizgarkirina Mûsilê bi lez bibînin”.
Ji bo piraniya beşdarvanan, ev çareserî nikare tenê bi riya peymaneke nû di navbera hêzên mezin ên cîhanî de derbasbibe ku wê dîsa dest bi perçekirineke din ji herêmê re bikin helbet li gorî berjewendiyên xwe yên taybet. Cîhan tevahî di serê wê de peymana bi nav û deng a Saykês –Pîko heye- ev peymana ku bi awayekî veşartî di navbera fransî û birîtaniyan de hate goftûgû kirin di demeke ku hîna pevçûnên Cenga Cîhanî ya Yekemîn dibûn sedema felaketan(1916), û bûn sedema perçekirina emparatoriya osmanî û parvekirina tevahiya Rojhilata-Navîn ji herêmên kontrolkirî ji bo ximeta berjewendiyê hêzên rojavayî, hema piştî bidawîbûna şer.
Li gorî Salih Muslim, hevserokê PYD’ya Rojava, divê mirov ji mantiqa Netew-Dewleta ku ji bona tîpeke milet hatiye veqetandin derkeve. Ev konsepta Erdogan e ya ku pêkhateya kurd û civakên din li Turkiyê înkardike ye. Muslim weke mînak modêla niha li Kurdistana Sûrî hatiye rûniştandin nîşandide” ev modêl ne tenê ” ji bona gelê kurd e, lê berovajî vê yekê” ji bona êzîdiyan, ermeniyan, turkmenan, suryaniyan e, ên ku di rastiyê di nava hevsengiyekê de ne, di nava herêmeke aloz de ku hemû pêkhate rûbrûyî gefên berdewam in.
Rojava, modêleke divê were şopandin
Em kêm axaftinan derbarê vê herêma ku dikeve dilê qazana germ a Rojhilata-Navîn dibhîsin, ev herêma ku xweseriya xwe ragahandiye, ji hemû aliyan ve bi hêzên tundrew hatiye dorpêçkirin. Lê tevî vê yekê, bi nerîna hemû çavdêran û aktorên siyasî yên beşdarî Konferansa navnetewî bûne, rêveberî û makanîzma pêkanîna wê dikare weke modêl were bikaranîn ji bona sazkirina rêxistineke nû ji herêmê re. Em bi bîra xwe bînin ku Rojava herêmeke dikeve bakurê Sûriyê û piraniya niştecihên wê kurd in. Xwedî sînor bi Turkiyê re, xweseriya bi înîsyatîfa PYD, li gel lihevkirineke bi partiyên din ên ereb, kurd, aşûrî da rahagandin. Ji sala 2012’an de, piştî demeke kurt ji destpêkirina şerê sivîl li Sûriyê, milîsên kurd Kurdistana Sûriyê xisitin bin kontrola xwe. Kobanê bû bajarê sembol a berxwedana kurdan di vê herêmê de. Kobnaê ji aliyê Dewleta Îslamî ve di tîrmeha 2014’an de hatibû dagirkirin, û di çileya 2015’an ji aliyê YPG ve piştî pevçûnên giran hate azadkirin.
“Li Rojava, hiwildan hatin kirin ji bona guhertina zihniyetê”, Salih Muslim şîrovedike, “Divê em ji bilî îmaratan, xîlafetan, û emparatoriyan tiştin din avabikin. Projeya me, konfederalîzma demoqratîk e, nenavendî û layîk e ji bona hemû kesan” ev yek jî li gorî wî wê Rojava bike perçeyek ji Sûriyê. “çareserî, federalîzm e”, ger ne wisa be wê “Sûrî were perçekirin”.
Metîn Rhawî, endamê kêmnetewê aramî û xiristiyan li tevahî Rojhilata-Jêrîn e û bi xwe jî ji bakurê Sûrî ye, heman nerînê parvedike. Ew dibêje ku tişta ku niha li Rojava pêşdikeve modêleke divê were şopandin lê ne tenê li Sûriyê. “Hêzên tarî li Rojhilata-Navîn belavbûne ku bûne sedema kuştinû mirina bi hezaran ji penberan”. Divê hemû kêmnetew bi hevre bixebitin. Di dema niha de, ev kêmnetew ji aliyê Daêşê ve tên qirkirin, û desthilatdarên siyasî jî sûdê ji wan digirin ji bona xurtkirina hebûna xwe. Ez bi xwe aşûrî, kaldanî, suryanî me, ezê pir astengiyan bikşînim bi Turkiyê re, û herwiha bi welatên ereb re. Divê şêwazeke hikûmetekê were peydakirin ku derfetê bide hemû pêkhateyan, olan, zimanan bi hevre jiyan bikin di bin siya sîstemeke federal de”. Ew bi vî rengî pêdediçe:” Têrê nake ku em rêjîmekê hilweşînin, divê ji milet were pirskirin ew dixwazin çawa jiyanbikin. Bi hevre çareyekê bibînin ji bona rawestandina şer”.
Johans D Jong(Tevgera siyasî ya xiristiyan a ewropî) parastina heman nerînê dike:“Rojava çavên min vekirin”, ” tişta ku min li wir dîtiye bêhempa ye”. li gorî wî, cureyên cuda ji “vê çanda azadiyê” hene, di heman demê de, azadiya jinan û wekheviya bi mêran re, azadiya olî, azadiyên demoqratîk, li gel û di navbera yên din de, parlemeneke hilbijartî ku di nava wê de hemû pêkhate û civak tên temsîlkirin. Ew bi taybet li ser xala wekheviya jin û mêran tekez dike. “Azadiya jinan wê dawiyê li çanda serweriyê û çawsandinê bîne”, wiha şîroveya xwe didomîne:” Ji ber ku azadiya jinan û kêmnetewên di heman bergehê re derbasdibe, azadiya ji bona hemûyan”. Zanyarê emerîkî Mîkayêl Rûbin ji nava tiştên ku bala wî kişandine li Rojava û yên dibin mijara serbilindiyê”, azadiya olî ye. Xuyaye ku ev tecrubeya yekemîn ji “konfederalîzma demoqraîk”, a ku ji aliyê lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye teyorîzekirin, li gorî hin çavdêrên navnetewî ve, dest bi qezenckirina pileyan li ser qadê kiriye.
Azadkirina Ocalan
Azadiya Ocalan, ji bilî aliyê wê yê mirovî, li gorî beşdarvanan weke merca ne tenê ji bona vegera Turkiyê ser riya demoqarsiyê, lê belê rêkûpêkirina siyasî ji pirsgirêka kurdî re tê xuyakirin. ” Abdullah Ocalan ji aliyê bi milyonan kurdan ve weke nûnerê wan tê dîtin”, Sîmon Dûben bi bîr tîne, rêveberê navnetewî yê sendîkaya karkerên beşa weşandinê li Birîtaniya ye, ew wiha pêde diçe û dibêje ku diviya bû nehatiba ji bîrkirin ku “goftûgoyên pêvajoya aşîtiyê destpêbibûn, di bin bana Norwêcê de, dema hikûmeta turk biryara rawestandina wan da”, beriya girtina Ocalan û avêtina wî zîndanê, ev bû 18 sal in. “çawa niha wê goftûgoya çareserkirineke gîştî were kirin dema ku goftûgosazê serke di zîndanê de ye û nikare bile hevdîtinan bi parêzerên xwe bike. Divê cihekî fereh bidin Ocalan, tenê bi vî rengî mirov dikare derman peydabike. “.
“Ev bû bi salan e ku Ocalan li çareyeke aştiyane digere”, Zûbeyr Aydar, endamê KNK bibîrdixe, ji aliyekî din ve banga hişyarbûna lezgîn di mijara çarenûsa lîderê PKK’ê de dike, di çarçoveya tundîtiya ku Hikûmeta niha ya Erdogan pê tê naskirin. Sendîkayên birîtanî di heman demê kampaniyek dane destpêkirin ji bona azadkirina Ocalan. Li gorî Pol Kenî, serokê vê kampanyayê, Ocalan di rastiyê de, “klîta çareseriya aştiyane li Turkiyê ye (….) rêz ji wî re tê girtin û ew dikare gelê kurd li derdora van daxwazên demoqratîk ji bona aştiyê bike yek”.
Mercê din, li se rasta navnetewî, ew e derxistina PKK ji lîsteya komên terorîst ku ji aliyê Turkiyê, Yekîtiya Ewropa û Emerîkayê ve di lîsteyê de hatiye bicihkirin. Ji ber ku weke çawa gelek amadekaran bûyrên di navbera 1984 heya 1998’an de di navbera Turkiyê û PKK’ê de rûdane destnîşankirine, ew şereke, ne terorîzm e. Li gorî Mîkayêl Rûbin, “piştî gelek salên jihevnenaskirinê, êdî gerastêrk xwe xwardikin.” Li gorî zanyar, niha divê kurd hewilbidin ku bi Ewropa û Emerîka bidin pejrandin ku ji bona pirsgirêka kurd hin gavan bavêjin. ” dane pejrandina ne tenê aliyê çep, lê belê rastgirên siyasî jî”.
Turquie, Proche-Orient : des pistes pour en sortir
Çavkanî: Rojnameya Lûmanîtê | Jan Jak Rêjîbyê, 10-12-2016
Werger ji fransî: NGW-Gulîstan Sîdo
Photo : Ronahi TV 11-12-2016