Turkiyê herî dawî dabû xuyakirin ku ew ê hebûna xwe li Sûrî xurtir bike, nemaze wê hilweşandina rêjîma Başar El Esed weke armanc destnîşankiribû.
Ev înîsyatîfên dikevin xizmeta berjewendiya projeyeke empêryal û osmanî – nû û herwiha îslamiyek-neteweperest-panturk xwedî daxwazên wêrek û bilind.
Panturkîzm: an turkîzm: bi xwe îdolojiyeke neteweperest e ku di sedsala XIX’an de ji dayîk bû, armanca xwe jî ew e xurtkirina pêwendiyan di navbera gelên bi turkî diaxivin, wan berve avakirina yekîtiyekê di nava dewletekê de bibin, îdolojî di hin aliyan de nêzî îdolojiya Tûranîzmê ye.
Stratejiya Erdogan: Di navbera îslamîzma osmaniya-nû û panturkîzmê de
Turkiyê herî dawî dabû xuyakirin ku ew ê hebûna xwe li Sûrî xurtir bike, nemaze wê hilweşandina rêjîma Başar El Esed weke armanc destnîşankiribû. Ev daxuyanî li xweşiya Moskoyê neçû û wer xuyaya ku ne li gorî aramancên rastî yên dewletên rojavayî ye, û herwiha ne li gorî Tehranê an kurdên Sûriyê ye. Divê ev gotin li ser derewên sultanê nû werin zêdekirin-yê ku dixwaze bala hilbijêrên îslamî yên turk û sunî di tevahiya cîhanê de bikşîne ser xwe-tu rastiyeke jêyosiyasî ya van gotinan tune ye, ji ber sultanê nû Erdogan dizane ku hêviyên wî di hilweşandina Başar de wê rastî nerazîbûna Rûsya were, ya ku herî dawî di 1 vê mehê ew vexwendibû ku veger hişê xwe.
Di rastiyê de, piştgiriya sultanê nû ji hemû bergehan ve ji tevger û hêzên îslamî yên sunî di herêmê de(Hamasa Filastînî, îslamîstên Fecir Lîbya, rikbrên birayên musilman û cîhadîstên sûrî yên girêdayî Fatih El Şamê ne û Ahrar El Şam, Mûrad Sultan, Nûr El Dîn Zenkî, …) dikevi xizmeta projeya emperyalî-osmanî ya nû ya ku li ser du aliyên nasnameyî û jêyosiyasî bi hêz dilîze: osmanîzma nû û panîslamîzma sunî ji aliyekî ve, û panturksîzmê an pantoranîzmê, du projeyên ku Ataturk bi hişmendiya xwe ya jêyostratejîk li dijî wan derdiket lê yên ku partiya ser desthilatdariyê AKP xistine nava dilê stratejiya xwe ya netewî û herêmî ji bona berfehkirina kûrbûna xwe ya stratejîk.
Panturkîzm an pantûranîzma yekirin û berferhkirinê
Em bi bîra xwe bînin ku serok Erdogan di tu boneyan de di axaftinên xwe yên yekirin û berfehkirinê de ji bîrnake ku derbarê“sînorên dilê Turkiyê” û “perçeyên giyana turk-osmanî” de biaxive, helbet ew bi awayekî girtî behsa gîştî herêmên kevin ên emparatoriya osmanî ya dagirker dike, di nava wan de herwiha herêmên ereba jî. Di vê çarçoveyê de, Erdogan gelek destek û piştgiriyeke mezin a lojîstîkî dide hejmareke mezin ji milîsên bi turkî diaxivin li Îraqê û li bakurê Sûriyê, artêşa turk bi awayekî rast rast li wir e li gel binpêkirina serweriya desthilatdariyên rewa yên li ser erdê yên heyî yên ku hin hêz(Îran, Rûsiya,Îraq li Îraqê û li Sûriyê) vexwendin lê Turkiyê ne di nava wan de ye, Turkiyê bi dagrkeriyê hate tewanbarankirin, herwiha bi daxwaza ji nûve pênasekirina sînorên sala 1920’an di bin navê parastina “kêmnetewên turkfon”, weke çawa ev yeke bi awayekî dramatîk li Qibrisê pêkhat, ku Turkiyê 37% ji xaka wê dagirkiriye ji dema operasyona Atîla ya sala 1974’an de di bin buhaneya lihawarçûna “kêmnetewên turkofon ên dihatin îşkencekirin”.
Li Sûriyê, buhaneya Erdogan ew e şerê “terorîstên kurdan” kirine (bêtirî Daêşê an El Qayîdeyê) û parastina turkmenên li Sûriyê bike, ji bona bicihkirina herêmeke bi ewle û bi sînorkirî û helbet wê bi daxwaza Rûsya pêşkêşî Erdogan were kirin( ji ber vê yekê em dilnermiya ji nişkêve yê sulatn li bermaberî Pûtîn ji havîna 2016’an de), ji ber ku artêşa rûsî “hemû” ezmanê sûrî bidestxistiye. Erdogan helbet dixwaze ku heya bi Babê û Raqayê ve biçe, bi taybet ji bona rê li pêşiya yekirina herêmên kurdan bigire. Armanca xwe ya sereke ya herêmî ew e bisînorkirina hêviyên PKK li Turkiyê û li Sûrî ye û rê li pêşiya berfehkirina herêmên bandorkirî ji aliyê kurdan ve li rojavayî Firatê bigire, nemaze li gel herêmeke tampon nêzî-turk li bakurê Sûrî yak u heyanî herêmên turkfon li Îraqê berdewamdike. Piştî dengdayîna erênî li Parlemena turk, 2 cotmeha 2016’an, ji bona berdewamkirina destwerdana leşkerî li Îraqê û Sûrî, artêşa turk komên xwe li ser sînorên îraqî komdike(herêma Silopî) û perçeyek li bakurê Sûrî bi piştgiriyeke herêmî yên milîsên turkmen dagirkiriye, Turkiyê di heman demê de şerê kurdan û xiristiyanên ermenî dike.
Enqera bê rawestan bi mehane êrîşî YPG dike, baskê leşkerî ya PYD yê girêdayî PKK ye. Tê zanîn ku YPG jî dendika sereke ya Hêzên Sûriya Demoqratîk e, ku di nava xwe de komên şervanên ereb, kurd, û xiristiyan dihewîne, ev hêz ji aliyê hêzên rojavayî ve li dijî cîhadiyan tên destekirin, ev bi zelalî tê wateya ku Turkiyê li aliyê îslamîstên-jîhadî yên Sûrî ye û dijminê xwe yê sereke hêza ku bi tundî li dijî van cîhadiyan li berxwedidin ne…
Ji bilî Rojhilata-Jêrîn, hebûneke xurt a Turkiya pantukîzma-nû li herêma Xîngjiyang(an Turkistana rojhilat ya berê), Turkiyê bi şêwezeke raste rast an bi riya rêxistinên îslamî piştgiriyê dide komên serhildêr ên Wîgûrên turkfon ên li dijî Bêkînê şerdikin.
Weke çawa li Qibrisa bakur, li Kosovo, li Albaniya, li Bulxariya an li Bosna û li Sûrî û Îraqê, serokê yekirin û berferhkirinê Erdogan gelek xîtab anîn ziman ku di wan de gelê wîgûr hevrûyî “bapîrên ji heman Dewleta Turk-musulman in” û bêtirî wê ew weke “bapîrên gelê turk” dane naskirin. Di xîtabeke xwe ya bi nav û deng de, Erdogan bi wêrekî bû sedema hêrskirina Çînê, “Turkistan ne tenê mala gelê turk e, lê belê di heman demê de ew dergûşa dîrok, şaristanî û çanda turk e. Şehîdên Turkistana rojhilat şehîdên me ne”
Sultanê-nû di heman demê de gihaşte wê asta ku pasporên turk bide wîgûrên ku dixwazin werin Turkiyê. Servîsên turk wê demê ewê riya wan birayên turkofon birêxistinbike ji balafirgehên turkî heyanî Sûrî bi derbasbûna di ser herêma ser sînorê Idlibê, ji bona bihêzkirina hejmara “şervanên turk” li hemberî kurdan. Li gorî servîsên veşartî ên alman BND, “50 000 turkên wîgûr bi pasporên sexte bi riya Taylandê û Malîziyayê hatin Turkiyê û piştre ketin Sûrî pistî derbaskirina rojekê li Îstanbolê” . Partiya îslamîk a Turkistanê (TIP, tevgereke îslamî turkofonwîgûr e ji aliyê Enqerayê ve tê destek kirin) yek ji tevgerên wîgûr ên bi nav û deng e ku cîhadê li Sûriyê dike. Hevkariya wê bi El Qayîdeyê re vedigere sala 2013’an, dema lihevkirinek bi Eniya El Nosra re danî(ango Fatih El Şam, Qayîdeya Sûrî). Ji bona em vê rastiya îslamî-terorîst “panturksîs” ji nêz ve nasbikin, tenê biçin Islam Awazî temşebikin, ango Navenda mediyatîk a TIP’ê yak u gelek vîdoyayan di bin slogana “bangewaziya xetên pêşîn ên cîhadê“belavdike, ev vîdyo “serkeftinên” cîhadiyên TIP nîşandide. Mînak, di 22 tîrmeha 2016’an de, TIP vîdyoyek bi navê “hêviya min” belavkir, pesna wêrekiyên şer ên wîgûriyan li Sûrî dide. TIP gundekî Idlibê bi navê Zenbaqî bi tevahiya dagirkirine, niha bi qasî 3600 wîgorî li wir bicihbûne.
Piştgiriya ji îslama radîkal re û stratejiya “osmaniya-nû” ya SultanErdogan
Li gorî servîsên rojavayî û rûs, ji destpêka şerê sivîl a sûrî, ne tenê Enqera destekê dide Daêş û El Qeyîdayê li Sûrî, lê belê hemû komên îslamî sunî yên radîkal û terorîst, di nava wan de Hamas û milîsên Qayîdeyê yên li Helebê çalak in. Di rastiyê de, Turkiyê tev Qatar û Erebiye Sawodî, “platformeke navendî” sazkirine ji bona berjewendiya tevgerên îslamî-terorîst di herêmê de. Ji bilî birayên musulman ên şer dikin û yên di bin banê milîsên cuda cuda kombûne û herwiha li Misirê, Lîbya, Gaza, û Sûriyê pir çalak in, milîsên girêdayî El Qayîdeyê ku Turkiyê ve û rêxistinên îslamîst nêzî hikûmetê desteka wan dikin, wan jî ji aliyê xwe ve piştgiriya “cîhadiyên” sunî yên turkfon wîgûrên çînî kirin, ewên ku di kampên perwerdekirinê de derbasbûn çi li Afganîstanê çi li Sûriyê. Bi riya desteka girseyî ku ji Artêşa Sûrî ya Azad re tê pêşkêşkirin ya qaşo temsîla rikberên “nerm” ên sunî dike, lê di rastiyê ji aliyê îslamîstên birayên musulman tên kontrlkirin ku tu cudahiya wan bi Daêşê re tune ye. Dewleta turk gelek kes di nava Daêşê de erkdar kirin û piştre komên El Qeyîdayê yên Lîbî,erebî, çeçenî, afganî, ewropî berve Sûriyê ve şandin. Bi razîbûna emerîkayê, Turkî endama NATO’yê û kirîvê cîhanî nû ya birayên musulman bi awayekî berfeh Artêşa Azad û komên din ên dij-Esed li Sûrî kirin lîstok. Weke Jabhat El Nosra, eniya îslamî, Jayîş al Fatih, Nûr El Dîn El Zenkî û Ehrar El Şam. Bêtirî wê hîna li Sûrî em rastî komên turkmenên Mûrad Sultan, komên c^^ihadî“turkfo” wîgûrên partiya TIP ku “Emîrê” wan Abd El Haqê Turkistanî yê bi navê û deng e. Serokên şer ên TIP li Sûrî( Ebû Riyad- El Turkistanî, Îbrahîm Mansûr) fişar û çewsandinê li Îdlibê pêktînin.
Ji destpêka şerê sivîl a sûrî û dîsa jî di destpêka “buhara ereban” de, bi lez veguherî ” zivistana îslamî”, stratejiya osmanî ya nû ya Enqerayê armanca wê ew bû fînansekirin, amadekirin, bi çekirin û destekirina siyasî, li aliyê dewletên petrol-gazê Qiraliyetên Kendavê bû, piraniya hêzên îslamî yên radîkal ên ku li Sûrî şerdikin dixwazin rêjîmê hilweşînin, ev daxwaz jî ji aliyê rojavayîyên atlantîkê ve tê destekirin. Fînansekirina “sêparî” berve Turkiyê ve hate birêkirin bi riya komeleya Mûlt(bajarokeke li rojhilatî bajarê Kan a Fransayê ye” ya “Mirovî” ya îslamî ya turkî û ereb ku lingên xwe li wir hene, piştre bi riya rayadarên turk bi xwe û rêxistinên yekirinê yên parahikûmetî.
Di cîhana erebî de, Enqera weke aliyekî ku tenê piştgirî daye îslama radîkal: desteka Hamasê bi awayekî xurt hate kirin, heya gihaşte asteke ku gengeşeyek mezin bi Îsrayîl re çêkir. Enqera têkiliyên xwe xirabûn bi hemû hevkarên xwe yên kevin re: rejîma sûrî, hêzên lîbî-qazafî yên jeneral Haftar, ku Enqera niha şerê wan dike bi danîna destê ji birayên musulman re; rêjîma îraqî ya şîyî, ya ku destwerdana turk ji axa îraqî re şermezarkiriye, em Misirê jî ji bîr nekin, Erdogan bi dil û can serokê berê Mohamed Morsî destek kir, ev yek jî bû sedema sarbûna di têkiliya bi rejîma neteweperest a marêşal El Sîsî re, ya ku şerê birayên musulman ên Turkiya osmanî piştgirî dida wan dikir. Li Turkiyê bi xwe jî, xwepêşandanên îslamiyên nêzî Morsî, ku AKP’ya Erdogan destek dida wan, pir gireseyî bûn, bi taybet di dema êrîşên hêzên asayîşa misrî ser dagirkerên Qada Qahîrayê.
Mirina tekez a Turkiya layîk-kemalîst
Piştî hewildana darbeyê li dijî desthilatdariya AKP, qonaxeke nû di rêjiderketina” neteweperestî-îslamî” û stemkarî a serok Erdogan hate derbaskirin, di bin buhaneya hilkirina nexweşiya darbeyê ku qaşo ji aliyê “komplogerên tevgera îslamî ya nerm a Fethullah Gûlen; Xizmet) ve hatiye kirin, Sultanê nû dest bi qoanaxa bilind kir, ji hemû aliyan ve dest bi tesfiyekirinê kir, dest bi pêvajoya dêkamalîzmê kir, û kiryarên dîktarorî-îslamîst li welatê Ataturk kir, û ramanên kemalî-layîk niha weke guneh tên dîtin. Ev yek hatin kirin di bin navê demoqrasiyê de ku hertim Erdogan di derbarê wê de dabû xuaykirin “ew amûreke, trimbêleke ku me kengî xwast û li kîjan rawestgehê em dikarin bidin rawestandin” bi armanca gihaştina armanca bilin a îslamîzakirinê.
Ji sala 2008’an, rêjiderketina dij-rojavayî, desthilatdar û radîkal a sultanê nû pir zelal e. Ev tişt ji dema avakirina AKP ê ve di sala 1999’an de dihat xuyakirin û herwiha di ramanên kûr û xuaya de yê Erdogan ji sala 1980’yî de, lê belê welatên rojavayî û b taybet Yekîtiya Ewropa xwastin xwe bixopînin û baweriya xwe bi Turkiyeke îslamî-demoqrat anîn.
Ji wê demê de, Turkiya osmanî –nû a Erdogan, ku cilên partiya AKP’ê li xwe kirine, ku ji Milli Goruş derketiye, dest bi şerekî gîştî li dijî hemû astengiyên li dijberî desthilatdariya nû ya îslamî ya osmanî kir. 60 000 turk ji darbeyê ziyan dîtin, bêtirî 3000 dadmend ji karê wan hatin rawestandin an avêtin, 15000 kes gûman li ser wan hene hatin binçavkirin, bêtirî sed jeneralî hatin binçavkirin, û lêpirsîn derbarê wan de tên kirin, gelek efser û leşker darbekar hatin avêtin zîndanan, îşkencekirin û ji parêzer û malbatên wan hatin birîn. Bi hezaran mamosteyên dibistanan û zanîngehan, tekoşerên tevgera Gulen, ên nêzî-kurdan, pêşverû an kemalîst bûn qurbana van paqijkirinan û van rawestandinên bê ser û ber. Di dawî de, di dema ku çapemeniya rojavayî bê rawestan Rûsyaya Pûtîn bi “sûcên dijî mirovahiyê” tewanbardike ji ber bombardomanên li ser taxên cîhadiyan li Helebê, rexneyên welatên NATO’yê pir şermok in di mijara Kurdistana turkî de, ku bi hovane hate bombekirin ji aliyê artêşa turk ve, piştre xistin bin qedexekirina derketina kolanan û herwiha fişarên bedewam di gel piştguhkirina temamî û gîştî.
Di rastiyê de, xuyaye îro tu astengî li hember pêşveçûna AKP û sulatnê nu tune ye-piştî ku hemû hilbijartin bidestxistin ji sala 2002’an ve û bû pisporê hunera dêmagojiya gelêrî- ew hêdî hêdî sulatenekî-nû rast, hemtayekî ji Ataturk re, Erdogan hersê ramanên wî yên siyasî yên mezin xistine lêpirsînê: nepejrandina osmanîzma nû, panturksîzm û îslama siyasî. Turkiyê wê tu carî ne weke berê be. Ew bûye emparatoriyeke herêmî osmanî ku hestiyariyekî mezin ji vegera Xîlafeta îslamî re nîşandide ya ku ji aliyê “Ataturkê bi Xwedê ne bawer” ve hate hilweşandin.
Helbet, ev yek nabe asteng ku em bi Turkiyê re têkiliyên aborî û diplomasî deyînin, lê belê tenê di bin yek şert û mercî de, rêzgirtina du rêgezên jêyosiaysî: ew ne xwdî heman dijminan û dostan e û di encamê de heman berjewendiyên ku dewletên ewropî ne; ew rêzê ji dewletên lewaz û yên ne serwer re nagire. Weke paytextên sereke yên Yekîtiya Ewropayê. Ew parêzerê siyaseta rewşa heyî ye, ew rêzgirtinê û naskirinê ji pêwendiyên hêzê re dike, weke çawa Pûtîn destnîşan kiriye.
Stûxarkirina ji şantaj û sorkirinên gefkar Erdogan wê tenê bi xwe re “hêrsa wî” û biçîbûna wî ji destwerdanan re mezin û gurbike. Dema mirov ji wî re hin sînoran dide xêzkirin, ev yekê wî neçar dike ku ew rêzê ji berjewendî û nirxên me re bike, nemaze li ba me, ew bi awayekî azad di nava civakên turk-musulman ên weke lîstok tên amadekirin hestekî civakperest diparêze û ev hest dijminatiya mijara xwetevlîkirina civakên me dike û ev yek jî awayeke ji binpêkirina nirxên welatên me yên serwer e..
Alêksandir Dêl Val: jêyopolîtolog û cerbandinnîvîskarekî fransî-îtalî ye. Edîtorê berê ya (France Soir, II Lîbêral, ), lêkolîvanek girêdayî CPFA (navenda biyaniyan û siyaseta derve). Gelek cerbandin li ser Fransa, Îtalya nivîsandiye derbarê qelsbûna demoqrasiyan, şerên li Balqanê, îslamîzm, Turkiyê, çewsandina xiristiyanan, Sûrî û terorîzmê.
La stratégie d’Erdogan : entre islamisme néo-ottoman et panturquisme
Atlantîko | Alêksandr Dêl Val, 2-12-2016
Werger ji fransî: NGW-Gulîstan Sîdo