Ji bilî ron­akbîran, huner­men­dan, mediya û rik­berên siyasî, serokê turk di disi­plînki­ri­na zayen­da xweşik de berde­wam e. Pêşnûmeyeke zagonî ku der­fetê dide tecaw­iz­karekî ku bi qur­baniya xwe ya temen biçûk re bizewice hate pêşniyarkirin.


“Jiyana jinekê qels û kêm e ger bi awayekî serkeftî nebû dayîk. Divê herî kêm Jinek xwedî sê zarok be!”. Ev çend got­inên ku ji devê Erdo­gan der­ke­tine di 5 hezîrana 2016’an di dema veki­ri­na fer­mî ya kome­leya nû ya turk a Jinan û demo­qrasiyê, bi kur­tasî tîne ziman, lê belê ev bi xwe pro­gra­ma ku par­tiya AKP ji 13 salan ve dimeşîne ye ji dema ku hatiya ser desthi­lat­dariyê. Siyaseteke mûhafaza­kar û baviksalarî ku di heman demê de dor­pêçki­ri­na jinan di nava roleke teng de ango hevjîn û dayîk be û, di heman demê de, meşan­d­i­na siyaseteke zayînê ya ku serokê îslamî-mûhafazekar diparêze di bin navê şêwazeke hişk de:“malbatek xurt ji bona netewek xurt!”

Jirêderketineke herî kêm kîna li hember jinan e, ango nehezkirina û tirsa ji zayenda jinê

Di van demên dawî de, va ye ku fişarên ku li ser bede­na jinan pêk tê bêtir bûne. Hikûmeta turk pêş­ni­ayreke zagonî radestî Par­le­man­toyê kir ku der­fetê dide, di hin rewşan de, raki­ri­na ceza­yê li ser kesekî tecaw­iz­kar ger ev kesê han bi qur­baniya xwe re zewicî. Ev zagon di dema xwen­d­i­na yekemîn de der­bas bû, heger ev zagon piştî deng­dayî­na duyemîne bê erêkirin, wê 3000 jinên ciwan neçar bimînin ku bi tecaw­iz­karên xwe bizewicin. “Hinek ji wan dizewicin beriya temenê lêgal. Haya wan ji vê zagonê nîn e. Zarokên wan çêdib­in, bavê wan wê bçie zîn­danê û zarok jî bi tenê li ba dayî­ka xwe dimîne”, bi vî rengî bê şerm serok wezîrê turk, Binalî Yildirim parasti­na xwe kir.

Pir­sa ku zagonek bi vî rengî di nava mejiyê par­lementerên AKP yî de şîn­da ye xuyadike heya kîjan astê jin di qon­axa heyî de li Turkiyê weke hemwe­latiyên di derceya duyemîn de tê dîtin. Hej­mar jî balkêş in. Tenê 30% ji jinan li Turkiyê kardikin û jin pir kêmin di karên rêve­berî û berpisyartiyê de. li ser kur­siyên Meclisa netewî, beriya hem­leya qirkir­inê ya piştî dar­beyê, jin tenê 14%. Hej­mara mezin ji jinan jî ji nava Par­tiya HDP bûn, teşkîlateke siyasî ya çepa laîk e ku Erdo­gan biyara da wê gunehkar­bike. Lê belê gelo ev sur­prîzeke? NATO û Yekîtiya Ewro­payê, ên ku vê zagonê şer­mezardikin, dereng ji xew şiyarbûne. Nîşaneyên ku vê jirêderketinê(kîna li hem­ber jinan) xuyadikin gelek bûn. Duşemê 24 mij­dara 2014’an, beriya du salan hema bêje roj bi roj, di axafti­na bi boneya lotkeya der­barê dad û jinê de li Îstan­bol, şefê Dewle­ta turk hel­wes­ta xwe dider­birand der­barê rola jinan di civakê de: “Ola me cihê jinê pênasekiriye: dayîk­bûn. Hûn nikarin jinekê ku zarokê xwe dimêjîne û zil­amekî weke heve bidin nîşan(…)karakterê wan, tay­bet­mendî û fîzî­ka wan cuda ne(…)Hûn nikarin ji jinekê bixwazin ku hemû cureyên karên ku zil­am dike pêk bîne, weke çawa di dema rêjîmên komînîst de”.

Kurdan wekheviya jin-mêran kirine îdiyala xwe

Tekoşî­na bîr­dozî der­barê mijara jinan de li Turkiyê bûye sede­ma hêrs­bûnê. Ji bilî şerên li ser xaka xwe, pevçûnên ku AKP herêmên kur­dî berve wan de kişan­dine, çi li ser Turkiyê, çi li Sûriyê, hel­bet girê­dana wan bi vê şerê bîr­dozî re hene. Ji aliyê siyasî û leşk­erî ve, endamên HDP an milîsên PKK li Turkiyê, û her­wi­ha ên PYD an YPG/J li Roja­va, ji demeke dirêj ve wekhe­viya jin û mêran ji xwe re kirine îdiyala xwe. Li başûrê Turkiyê weke çawa li Roja­va, ev wekhe­viya di warê pratîkê de berbiçave, ku di mod­êla hev-şaredar û di hebû­na par­lementerên jin/mêr de tê xuyakirin. Tey­oriya vê pratîkê ji zûve ji aliyê Abdul­lah Ocalan ve hatiye danî, dazmezrîn­erê PKK, ku ji 17 salan ve li giraveke turk girtî ye. Di cer­bandineke bi ser­navê Jiyanê Azad­bikin de: şoreşa jinê, wiha lîderê kurd ji beriya çend salan ve nivîsandiye:” Bêyî wekhe­viya di navbera zayen­dan de, tu girîngiya azadî û wekhe­viyê nikare xwedî wate be. Rêgeza sereke ya sosyalîz­ma îroyîn ew e kuşti­na mêrê serdest e.” Ev for­mûla ku nayê guhertin tu carî li xweşiya zim­lamê xurt yê Enqereyê û xizmetkarên nêzî wî nayê.

Çavkanî:
L’humanité - Turquie. Les femmes : l’autre ennemi d’Erdogan
Turkiyê. Jin: dijminê din yên Erdogan | Rojnameya Lûmanîtê — Stêfan Obûward

Vous pouvez utiliser, partager les articles et les traductions de Kedistan en précisant la source et en ajoutant un lien afin de respecter le travail des auteur(e)s et traductrices/teurs. Merci.
Kedistan’ın tüm yayınlarını, yazar ve çevirmenlerin emeğine saygı göstererek, kaynak ve link vererek paylaşabilirisiniz. Teşekkürler.
Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas
Auteur(e) invité(e)
Auteur(e)s Invité(e)s
AmiEs con­tributri­ces, con­tribu­teurs tra­ver­sant les pages de Kedis­tan, occa­sion­nelle­ment ou régulièrement…