Ji bilî ronakbîran, hunermendan, mediya û rikberên siyasî, serokê turk di disiplînkirina zayenda xweşik de berdewam e. Pêşnûmeyeke zagonî ku derfetê dide tecawizkarekî ku bi qurbaniya xwe ya temen biçûk re bizewice hate pêşniyarkirin.
“Jiyana jinekê qels û kêm e ger bi awayekî serkeftî nebû dayîk. Divê herî kêm Jinek xwedî sê zarok be!”. Ev çend gotinên ku ji devê Erdogan derketine di 5 hezîrana 2016’an di dema vekirina fermî ya komeleya nû ya turk a Jinan û demoqrasiyê, bi kurtasî tîne ziman, lê belê ev bi xwe programa ku partiya AKP ji 13 salan ve dimeşîne ye ji dema ku hatiya ser desthilatdariyê. Siyaseteke mûhafazakar û baviksalarî ku di heman demê de dorpêçkirina jinan di nava roleke teng de ango hevjîn û dayîk be û, di heman demê de, meşandina siyaseteke zayînê ya ku serokê îslamî-mûhafazekar diparêze di bin navê şêwazeke hişk de:“malbatek xurt ji bona netewek xurt!”
Jirêderketineke herî kêm kîna li hember jinan e, ango nehezkirina û tirsa ji zayenda jinê
Di van demên dawî de, va ye ku fişarên ku li ser bedena jinan pêk tê bêtir bûne. Hikûmeta turk pêşniayreke zagonî radestî Parlemantoyê kir ku derfetê dide, di hin rewşan de, rakirina cezayê li ser kesekî tecawizkar ger ev kesê han bi qurbaniya xwe re zewicî. Ev zagon di dema xwendina yekemîn de derbas bû, heger ev zagon piştî dengdayîna duyemîne bê erêkirin, wê 3000 jinên ciwan neçar bimînin ku bi tecawizkarên xwe bizewicin. “Hinek ji wan dizewicin beriya temenê lêgal. Haya wan ji vê zagonê nîn e. Zarokên wan çêdibin, bavê wan wê bçie zîndanê û zarok jî bi tenê li ba dayîka xwe dimîne”, bi vî rengî bê şerm serok wezîrê turk, Binalî Yildirim parastina xwe kir.
Pirsa ku zagonek bi vî rengî di nava mejiyê parlementerên AKP yî de şînda ye xuyadike heya kîjan astê jin di qonaxa heyî de li Turkiyê weke hemwelatiyên di derceya duyemîn de tê dîtin. Hejmar jî balkêş in. Tenê 30% ji jinan li Turkiyê kardikin û jin pir kêmin di karên rêveberî û berpisyartiyê de. li ser kursiyên Meclisa netewî, beriya hemleya qirkirinê ya piştî darbeyê, jin tenê 14%. Hejmara mezin ji jinan jî ji nava Partiya HDP bûn, teşkîlateke siyasî ya çepa laîk e ku Erdogan biyara da wê gunehkarbike. Lê belê gelo ev surprîzeke? NATO û Yekîtiya Ewropayê, ên ku vê zagonê şermezardikin, dereng ji xew şiyarbûne. Nîşaneyên ku vê jirêderketinê(kîna li hember jinan) xuyadikin gelek bûn. Duşemê 24 mijdara 2014’an, beriya du salan hema bêje roj bi roj, di axaftina bi boneya lotkeya derbarê dad û jinê de li Îstanbol, şefê Dewleta turk helwesta xwe diderbirand derbarê rola jinan di civakê de: “Ola me cihê jinê pênasekiriye: dayîkbûn. Hûn nikarin jinekê ku zarokê xwe dimêjîne û zilamekî weke heve bidin nîşan(…)karakterê wan, taybetmendî û fîzîka wan cuda ne(…)Hûn nikarin ji jinekê bixwazin ku hemû cureyên karên ku zilam dike pêk bîne, weke çawa di dema rêjîmên komînîst de”.
Kurdan wekheviya jin-mêran kirine îdiyala xwe
Tekoşîna bîrdozî derbarê mijara jinan de li Turkiyê bûye sedema hêrsbûnê. Ji bilî şerên li ser xaka xwe, pevçûnên ku AKP herêmên kurdî berve wan de kişandine, çi li ser Turkiyê, çi li Sûriyê, helbet girêdana wan bi vê şerê bîrdozî re hene. Ji aliyê siyasî û leşkerî ve, endamên HDP an milîsên PKK li Turkiyê, û herwiha ên PYD an YPG/J li Rojava, ji demeke dirêj ve wekheviya jin û mêran ji xwe re kirine îdiyala xwe. Li başûrê Turkiyê weke çawa li Rojava, ev wekheviya di warê pratîkê de berbiçave, ku di modêla hev-şaredar û di hebûna parlementerên jin/mêr de tê xuyakirin. Teyoriya vê pratîkê ji zûve ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye danî, dazmezrînerê PKK, ku ji 17 salan ve li giraveke turk girtî ye. Di cerbandineke bi sernavê Jiyanê Azadbikin de: şoreşa jinê, wiha lîderê kurd ji beriya çend salan ve nivîsandiye:” Bêyî wekheviya di navbera zayendan de, tu girîngiya azadî û wekheviyê nikare xwedî wate be. Rêgeza sereke ya sosyalîzma îroyîn ew e kuştina mêrê serdest e.” Ev formûla ku nayê guhertin tu carî li xweşiya zimlamê xurt yê Enqereyê û xizmetkarên nêzî wî nayê.