Hej­mara mij­darê ji kovara Dîrok dosyek tay­bet pêşni­yarkir bi navê “Kurd: Hezar sal bê dewlet” ya ku ji zincîrek ji gotaran pêk tê, ku dem­nameya (kro­nolo­jî) vî miletî xwedî vîneke serxwe­bûnî ku her­tim rastî tep­sand­inê hatiye xêzdike. Ji serdemên navîn heya berxwedana îroyîn ya pêşmergeyan li dijî Rêx­isti­na Dewle­ta Îslamî, ev dosya tay­bet kilîtên girîng pêşkêşdike ji bona têghiştin û naski­ri­na bûy­erên yekser bi awayekî zindî.

Borîs Jêms, “Serdema Navîn: Gelê li qiraxa emparatoriyan”

histoire-novembre-2016Gotara yekemîn yê berpirsê şaxê Pey­mange­ha Fran­sî ya Rojhi­la­ta-Jêrîn (IFPO) li Erbîlê ye, yê ku pirsyariya avabû­na ramana Kur­dis­tanê dike, ew vedi­gere şîroveyên ere­bî yên pêşîn ji gelên kurd re, şîroveyên ku ji aliyê dîrokzanên ereb ên pêşîn ve di navbera sed­salên X û XIII ve hatine pêşkêşkirin. Kurd weke ” koma êlên ji hev cuda” hatine pêşkêşkirin, ên ku bi ere­bî ne diax­ivîn û tay­bet­mendiyên lehengiya wan di şer de bêgû­man nayên gotûbêj kirin. Ew ji dest­pê­ka sed­sala VII li ser zincîreke çiyayî li ser qiraxên empara­toriya bîzan­tî , ji mîrnişiya Ermenî û Îrana sasanî belavbûne, wan xwe mîna “Koçer û şerk­er” dane nîşan­dan beriya ku ji sed­sala XII-XIII mîna cotkaran derkevin holê. Piştî îslam­bû­na wan di pey vekir­inên îslamî yên sed­sala VII, kurd xwedî têk­iliyên başbûn bi xelîfe û sul­tanên heyî re, kur­dan di heman demê de erkên bilind di warê rêve­beriyê de bidestx­istin. Sul­taniya Eyûbî ya ku li ser xaka Misir û Sûriyê di dest­pê­ka sed­sala XIII xwe dabû rûnişkandin hebû­na wan li der­veyî sînorên Mezopotamiya jorîn bihêztir kir; ku ji xwe di bin ser­w­eriya Salah El Dîn de bûn, yê ku di sala 1189’an de ser­w­eriya xwe li ser Misirê tekza­kiribû, rola kur­dan di rûniş­tan­d­i­na desthi­lat­dariyê de serke bû û ev yek hate çespandin.

Tevî vê yekê jî bidestx­isti­na desthi­lat­dariyê ji aliyê Mam­lûkiyan ve di sala 1249’an de bû sede­ma pişt­guhki­ri­na kur­dan li Misir û Sûriyê, vê yekê kurd neçarhiştin ku veg­erin herêmên xwe yên berê di bin ser­w­eriya man­goliyan de piştî şerên riz­garkir­inê yê Holako, naviyê Cengîz Xan, kurd bûn xwedî roleke girîng ji aliyê siyasî û leşk­erî ve. Di sed­sala XIII û XIV, Kur­dis­tan xwe bi du emer­a­toriyan ve bi xurtî girê­dide: mam­lûkî û mon­golî; lê kur­dan xwe­ser­bû­na xwe di hundirî dewle­ta mon­golî ya bi navê Îlîx­anê de parastin, “Kur­dan zanî çawa cihê xwe di çarx­ereya emper­a­toriyan de bikar­bînin ji bo bib­in alî­girê emper­a­toriyekê li dijî ya din”. Hebû­na kur­dan di mîrnîşiya mam­lokî de tevî vê yekê di sed­sala XIII û XIV hate pejrandin: tarîqe­ta Adawiya, komeleyeke nîv-biratî-nîv-civakî veşartî ku hej­mareke mezin ji kur­dan komî ser­hevû­du dikir, kur­dên ku xwe radestî baw­eriya sûfî kiribûn, vê kome­leyê xwe di nava şebekeyên şareza­yên ron­akbîr û leşk­erî li Misir û Sûriyê da ferzkirin.

Xwedî nas­nameyeke pro­voka­tor bûn, tevî vê yekê wan wind­abû­na ban­do­ra kur­dan di nava mîrnişiya mam­lûkî de sivikirin, ew weke komek xewkirî û veşartî dihat xuyakirin”. Ji aliyekî din ve, empêryalîz­ma mon­gol ne amade­bû ku ban­do­ra siyasî ya kur­dî bipejrîne, lê belê kur­dan zanîn çawa lewazbû­na xwe yê leşk­erî veg­uherînin amûreke serkeft­inê ji bona bidestx­isti­na xwe­seriya xwe. Bi vî rengî, li gorî qon­ax­an, kur­dan xwe tevlî û xwe girê­dayî Mon­golan kirin û zanîn çawa vê herêmê bikin wareke geşbû­na lîderên siyasî û leşk­erî yên kurd. Di dema ku Mam­lûkiyan baw­eriya xwe bi cîhadîstên kurd dihanîn li dijî Mon­goliyan-ev jî tê wateya neze­lal­bû­na kur­dan li beram­berî evên dawî: ev strate­jî di rastiyê de bi kêrî beriya her tiştî berjew­endiyên kur­dan dihat. Bi vî rengî, “di dîrokê de wisa hatiye sazkirin”, “çarçoveya kur­dî ji berê de amade­bû, di sed­sala XIV’de, ku naven­deke siyasî biafrîne”.

Jordî Tejel, “1920, bone an derfeta windakirî”

Jordî Tejel mamoste-lêkolîn­er e di beşa dîro­ka navnetewî li Pey­mange­ha Xwed­inên Bilind Yên Navnetewî û Ji Bona Pêşketi­nan li Cenevrê dixebite. Ew di vê gotarê de behsa mijara binkefti­na avaki­ri­na, pêkan bû di dema keti­na Emper­a­toriya Osmanî di sala 1920’an, Dewleteke Kur­dî dike. Xwedî ban­doreke lewaz bûn, lê bi awayekî raste rast ne di bin gefa Îstan­bo­la Osmaniyan de bûn, nas­nameyên kur­dî hêdî hêdî di dawiya sed­sala XIX hemû ser­w­erî û nûn­er­tiya xwe ya siyasî win­dakirin. Turkan hewil­da ku ser­w­erî û desthi­lat­dariya xwe li Kur­dis­tanê berfer­hbikin û hêviyên serxwe­bûnê dane binaxkirin û qirkirin, lê kur­dên Emeper­a­toriyê di xwe komki­ri­na ser hevû­du de berde­wamkirin. Piştî şoreşa turkiya ciwan a sala 1908’an de, kur­dan KKAP(komîteya kur­dî ya alîkarî û pêşx­istinê) damezrandin bi arman­ca “xur­tiki­ri­na têk­iliyan bi gelên din ên osmanî” re, tevî şopan­d­i­na vîneke yekir­inê ya ku heya sala 1918’an berxwe­da. Kurd ji ber Tanzî­matan (refor­mên mezin ên dawiya sed­sala XIX’an) û dest­wer­dana ewropî ya ji herêmê re lewazbûn, di rastiyê, wan tevlîbû­na xwe ya osmanî parast û beş­darî “komku­jiyên berfeh li dijî ermeniyan bûn”. Ban­do­ra geşbûyî ya îdolo­jiya turk­sîst hêşt ku kurd bi hev re werin girê­dan, bi tay­bet di nava koma veşartî Hêvî de ku di sala 1912’an de hate damzerandin, ku bi mafên kur­dan bandikir bêyî tu daxwazên cihêxwaz nîşan­bidin. Pir­sa Kur­dis­tan derneket holê heya dema îmzeki­ri­na agirbesta cot­meha 1918’an de, lê belê tu pişt­giriyeke derve qezencnekir.

Pey­manên Syakês-Pîko ên ku di navbera Fransa û Birî­taniya Mezin de hatin îmzekirin herêmên piraniya hemwe­latiyên wan kurd in dan perçekirin; lê belê ner­azîbûnên rûsî û emerîkî pir­sa pêşdîti­na avaki­ri­na dewleteke kur­dî li ser herê­ma ku li ser wê Saykês-Pîko ser­w­eriya xwe rewakiribûn pêkankir” . Tevî vê yekê, hêviyên kur­dan nehatin parvekirin û partîzanên serxwe­bû­na bi temamî rastî rik­beriya partîzanên înte­grasy­ona (tevlîki­ri­na) dewle­ta kurd nava dewle­ta turkî-osmanî ya nû hatin û bi awayekî tund dijberiya avaki­ri­na dewleteke ermênî kirin. Lê belê, bi awayekî sur­prîz, jênêral Şerîf Paşa, nûn­erê KTC, bi ermeniyê Boghos Nûbar Paşa re pey­manek îmze kir ku tê de avaki­ri­na du dewletên ser­bixwe kur­dî û ermenî dihat pêşniyakirin; wan bi vî rengî hêvîdikirin ku bi “şêwirmendên rojavayî ên ermenîhez“re rêgeza avaki­ri­na dewleteke kur­dî bidin pejrandin.

Pey­mana Sêvrê ya 10 tebaxa 1920’an de serxwe­bûn pêşbîndikir-lê belê tu carî ev yek pêkne­hat, serxwe­bûn ji aliyê kur­dên ku di şerê Mûstafa Kemal de hevkar­bûn û di bin navê biratiya musul­man de nehate pejrandin. Serkefti­na Kemal di sala 1923’an de hişt ku pey­manek din were îmzekirin, pey­mana Lozanê, ya ku tu carî çêra ne dewle­ta kur­dî û ne jî dewle­ta ere­menî bû. Tevî vê yekê, pir­sa wîlayeta Mûsilê (herêmek osmanî) vekirî dihêle, wîlayeta ku di bin dagirk­eriya Brî­taniyayê de bû û piraniya nihşte­ci­hên wê kurd in. Ji ber sedemên jêyos­trate­jîk, Brî­taniyan xwastin herê­ma Îraqê bi xwe ve girêbidin, û ev pêve­girê­dan di sala 1925’an de hate îmze kirin, û li gorî sozên birî­tanî diviyabû xwe­seriya kur­dan were mis­ogerkirin ku dîsa pêkne­hat. Pro­jeya dewletê hate binaxkirin, û kurd jî di navbera Turkiyê, Îranê, û Îranê hatin perçekirin.

Hamît Bozarsalan, “Sed sal ji pevçûnên netewî”, hevpeyvîn

Hamît Bozarsalan, rêve­berê lêkolî­nan li Dibis­tana Xwend­inên Bilind Ya Zanistên Civakî, di hevpeyvînekê de vedi­gere ser dîro­ka netew­per­estiya kur­dî. Ew di dest­pêkê de bibîrtîne ku pir­ji­mariya rap­erînên di navbera her­du şer­an de ku ji aliyê cud­axwazan ve li Turkiyê û Sûrî-Lub­nanê pêkdi­hatin, li dijî hewil­dana raki­ri­na xîlafetê ji aliyê Mûstafa Kemal ve radi­w­stîn û avaki­ri­na dewleteke ser­bixwe li Qoqazê pêşni­yardikirin. Şerê cîhanê yê duyemîn bû kêliyek kilîtî: damezran­d­i­na PDK li Îranê bi xwe re ser­hildaneke mezin anî di dema dagirk­eriya Soviyê­tan ya beşkî ji Îranê re. Komareke azerî û komarek kur­dî hatin avakirin, ên ku piştî vek­işî­na Soviyetan di sala 1946’an hatin hilweşandin. Ev komara ku ji aliyê Mûstafa Barzanî ve dihate birêve­birin, yazdeh mehan berxwe­da, û heya niha bûye lêveg­erek ji tevgerên cud­axwaz ên hem­dem re. Ev ser­hildan bi qirkir­inên ku li ser kur­dan hatin meşandin tê şîrovekirin di navbera salên 1920 û 1946–7’an de. di salên 1970–80, kesayetên hiş­mend ên turk ku bi xwe kur­d­bûn bi tay­bet­mendiyên xwe derdikevin holê; lê belê der­birî­na bi zimanê kur­dî hîna jî qedexebû.

Salên 1950–60 dîsa jî salên siyasetki­ri­na kur­dan bû, ku ji ber guhert­inên rêjîmê li Îranê di sala 1953’an de, û li Îraqê di sala 1958’an de hatin qirkirin û perçiqandin. Wan xwe spartin îdolo­jiya mark­sîst –lênînîst, û jin, bi tay­bet ên xirtis­tiyan tevlî tekoşînê dib­in. Di sala 1975’an de, Barzanî serkêşiya tevgera serxwe­bûnê li Îraqê kir, û tekoşîn di sala 1975’an da rawe­s­tandin ji bona rê li pişiya komku­jiyan bigire. Lê vê yekê rê li ber ser­hildan û rap­erînên ku bi awayekî xurt dest­pêkirin negirt.

Di salên 1970’an de, tekoşîn li Turkiyê jî dest­pêdike, bi damezran­d­i­na PKK’ê re di sala 1978’an de, ku ji ber valahiya binkefti­na Barzanî li Îraqê ji dayîk bû û dest bi serkêşiya tekoşînê kir. Di salên 1980’yî de mark­sîst-lêl­nînîst bûn, ew xwe dis­pêrin felse­feya azadîxwazê emerîkî Mûray Bûkşîn û niha bi hezaran mlî­tanên wê hene. Li Îranê, beş­dar­bû­na kur­dan di nava şoreşa ku bû sede­ma keti­na Şah nabe mijara gotûbê­jan, nepe­jran­d­i­na Şarîatê ji aliyê kur­dan ve û nepe­jran­d­i­na xwe­seriya kur­dan ji aliyê Ayat Alah Xomeynî ve bû sede­ma nakokî û pevçû­nan, ku di sala 1979–1980 bû sede­ma şerekî. Ev şer bû sede­ma kuşti­na 40 000 kurd, Mah­mûdî Nejed yek ji berpisên wê komku­jiyê bû. Gerîlaya klasîk der­ket holê. Dawiya şerê Ken­davê dîsa bû demeke pir hes­ti­yar: Sadam Husên sûdê ji bidawîbû­na pevçû­nan girt û dest bi perçiqan­d­i­na kur­dan kir- li ber çavê kamîreyan, vê yekê jî hişt ku Fran­swa Mîtêran û Corc Bûş neçarbin ku “herêmeke parastinê” ku rûpî­vana wê nêzî 40 000 Km çarkoşe ye ji kur­dan re avabikin. Di sala 2005’an hilbi­jartin hatin çêkirin, û di sala 2014’an ev herêm heya kerkûkê hate berferhkirin, leşk­erên îraqî Daêş ji wir derxistin.

Ev şerê li dijî Daêşê ku ji sala 2012’an dest­pêkiriye, dema bombeyekê serê rêjî­ma Şamê biriye û artêşa sûrî neçar man­bûn ku xwe ji herêmên kur­dî vekşînin, û bi vî rengî der­fet dan PYD ku herêmê kon­trol­bike. Movi­ka sereke jî di sala 2014’an de bû, piştî raga­han­d­i­na Xîlafetê ji aliyê Daêşê ve, komku­jiya kur­dên êzîdî û şerê Kobanê qewimî. YPG di şer de bis­erdikeve, vê serkeft­inê jî rê li ber jinûveleşk­erki­ri­na hêzên kur­dî vekir. Li ser pir­sa gelo girîngiya rola jinan çiye, nivîskar bersivê dide ku ew her­tim di tekoşînê beş­dar­bûn, û ku tevlîbû­na wan pir girîng e: ew di nava dezge­hên turkî de, û bi tay­bet li Kur­dis­tana Îraqê xwedî ciheke tay­bet in, heya li ser asta siyasî. Dîmenên şerê Kobanê, ên ku jinan çek di destê wan de nîşandin, dikarin mîna berhe­ma bikaranî­na weke amûrekê ji tevlîbû­na wan re bên nirxandin: ban­do­ra erênî ji van dîme­nan li ser nerî­na gîştî ya Rojavayî bi rengekî zîrek ji aliyê hêzên kur­dî ve hatiye fikrandin, tevî ku ji bona piraniya jinan, tevlîbû­na leşk­erî mîna yek ji riyên sereke ye ji bona ku jin ji mod­êla mal­a­ba­ta baviksalarî xwe rizgarbikin.

Li hem­berî şikesti­na di sala 2015’an de ji pêva­joya aştiyê bi Turkiyê re, nearmiya li Sûrî, perçe­bû­na li Îraqê û hevsen­giya bêbext û derewîn ku kur­dên Îranê tê de jiyandikin, Hamît Bozarsalan gûmaniyên xwe di der­barê raga­han­d­i­na Kur­dis­tana ser­bixwe tîne ziman. Kom­ci­vakên kur­dî ewqasî xwedî cihêrengiyeke mezin in. Ji van sê nirxan­d­i­nan re, gelek nexşe li wan tên zêdekirin, ku ban­do­ra kur­dan li ser herêmê nîşan­didin, ji serde­ma navîn heya şerên serkeftî û qezenckirî li dijî rêx­isti­na Dewle­ta Îslamî. Bîblyo­grafiyek, dem­namyek, dîmenên ji arşîvê û hin çarçoveyên li ser hin têbîniyên dîrokî dosyayê dewle­mend dikin. Bi tay­bet, çarçoveya ku ji “Salah El Dîn” re hatiye veqe­tandin, An Marî Edê, mamosteya zanînge­ha Parîs 1 Sor­bonne, jêderên kur­dî ya Salah bi bîra me tîne. Ew ê ku bi şerê xwe li dijî xaçper­estan tê naskirin, niha ew weke mod­êlekî ye, ku bi awayekî ne eşkere ji aliyê hin serokên ereb ve mîna sem­bo­la berxwedanê tê bibîrx­istin. “Salah El Dînê kurd bi vî rengî bû lehengekî ereb”.

Çavkanî:
Revue L’Histoire, dossier spécial “Les Kurdes : Mille ans sans Etat”(novembre 2016)
kovara Dîrok, dosya taybet “Kurd: hezar sal bê dewlet in” (mijdara 2016)
Malpera Kilîtên Rojhilata-Navîn. Kurte şîrovekirina dosyayê Matîld Rûksêl.

Vous pouvez utiliser, partager les articles et les traductions de Kedistan en précisant la source et en ajoutant un lien afin de respecter le travail des auteur(e)s et traductrices/teurs. Merci.
Kedistan’ın tüm yayınlarını, yazar ve çevirmenlerin emeğine saygı göstererek, kaynak ve link vererek paylaşabilirisiniz. Teşekkürler.
Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas
Auteur(e) invité(e)
Auteur(e)s Invité(e)s
AmiEs con­tributri­ces, con­tribu­teurs tra­ver­sant les pages de Kedis­tan, occa­sion­nelle­ment ou régulièrement…