Serokê turk Recep Tayyip Erdogan li benda darbeya tîrmehê nema ji bona nebaş bicihkirina demoqrasiyê li welatê xwe. Ev dokûmenter Erdogan mîna xemadarekî ku li xurtkirina desthilatdariya xwe ji deh salan ve digere nîşandide, ku bi lîstokên xwe dixwaze hemû cureyên opozîsyonê bifetsîne. Hevpeyvîn bi derhêneran re Gîyom Piyêr û Jîl Kayêt.
” Ewropa niha bala xwe kişandiye ser kirîza penaberan û xuyaye ku haya wê ji metirsiyên windabûna demoqrasiyê li Turkiyê nîne. (…) Divê Ewropa xwedî li berpirsiyartiyên xwe derkeve, divê vegere ser nirêxên xwe yên ku wê bi xwe pênasekirine: demoqrasî, mafên mirovan, azadiya ramanê û derbirînê”, di van rojên dawî de romanivîs Asli Erdogan wiha dinivîsand ji girtîgeha xwe ya li Îstanbolê ku ji 16 tebaxê ve li wir hatiye binçavkirin bi buhaneya “Propagandaya ji bona rêxistineke terorîst”. Saştiya xwe ew e ku hevkarî bi rojnameyeke opozîsyonê re nêzî-kurdan kiriye.
Heger qirkirinên ku di asta medyayan û dadê de ji aliyê Erdogan ve hatin destpêkirin ji sala 2013’an de, darbeya binkeftî ya tîmeha dawî riyeke azad li ber vê dîktaorê nûpererdedibe vekir ji bona dozgeran, karmendan, xwendekarên zanîngehan, rojnamevan û perlamenterên ku bi buhaneya têkiliyên wan bi tevgera Gulen re hatinbûn tewanbarkirin rawestîne-Gulen mîna berpirsê hewildana darbeyê hetiye nîşankirin- an jî bi girêdana wan bi PKK re hatibûn tewanbarkirin. Serxweşbûna desthilatdariyê, dokûmentereke ku li ser Kanala Arte hate weşandin, porteya siyasî û kesayetî ya zordestê Bosforê xêzdike. Hevpeyvînek bi derhênerê wê re, dokûmentarîst Jîl Kayêt û nûçegihanê berê li Îstanbolê yê rojnameya Lu Mondê û pisporê Turkiyê Giyom Piyêr.
Hûn tenê di çarçoveya siyaseta hundirîn ya Erdogan nêz dibin. Ji ber çi?
Giyom Piyêr: daxwaz û armanca me ew bû çîroka afrandina stemkarekî vebêjin. Em hewildidin nasbikin çawa ev mirovê ku qaşo xwe di bin navê nirxên demoqrasiyê pêşkpeşî hilbijartinan kiribû, gihaşte vê rewşa heyî. Dema em ji nêz ve li tiştan temaşedikin, emê bibînin ku ev rewş ji deh salan ve tê amadekirin. Demeke pir dirêj, çavdêrên derve tu tişt ji vê pêşketinê nedîtin.
Siyaseta derve tenê roleke biçûk di vê çpirokê de lîst. Ev siyset, ji aliyekî din ve, hertim karê wezîrê wî yê karê derve bû Ahmet Davutoglu( ji 2009 heya 2014’an de), ku piştre bûye serok wezîr. Wî teyoriya siyaseta derve datanî, û dixiste pratîkê. Erdogan pir guh nedida meseleyê. Xewna xwe yê sereke ew bû çawa serweriya xwe li ser miletê xwe pêkbîne. Me mijara filma xwe li derdora pirsa têkiliya wî bi desthiltdariyê re hilbijart.
Gelo Erdogan hertim xwedî perspektîva dij-demoqrasiyê bû an ew bi demê re veguherî stemkar? Para tekeziyê an şert û mercan di vê yekê de çiye? Wê çi biba heger Yekîtiya Ewropayê, Fransa û Almaniya berî her kesî, ji beriya deh salan ve bêtir pêşwazî û malovanî bikirabana, dema wan dest bi goftûgoyên tevlîbûnê kiribûn? Angêla Merkel di van deh mehên dawî de bêtrî deh salên borî serdana Turkiyê kir. Dema Erdogan xwe weke demoqratekî nîşandida, henekê xwe pê dikin. Îro dema ji rê derdikeve û dibe dîktator, em dilovanî û bexşandinê nîşanî wî didin.
Jîl Kayêt: Em ji zûve têghîştin ku siyseta derve pir seranser bû li beramberî serhişkiya daxwazên Erdogan: xurtkirina desthilatdariya xwe ya hundirîn. Pirsgirêka rastî ku li pêşberî me derket ew bû ku emê çawa bizanibin li kuderê filîm rawestînin. Min got emê fîlîmê di dema darbeyê de bidawî bikin. Tevlîheviya nûçeyan pir xurt e. Ez weke dokûmentarîst, min ne dixwast ez li pey şopa wî herim, lê min dixwast bidim naskirin çi qewimiye, encamên biryaran çiye…
Di sala 2004’an de, çavdêrên olî bi çavekî baş li nêzîkbûnên Turkiyê û Yekîtiya Ewropayê temaşedikirin ji vê yekê derfet dida ji bona nermkirina layîsîta kemalî. Ev jî bûyereke kêm tê naskirin ango piştgiriya Gulen ji Erdogan re.
G. P.: niha, em Turkiyê weke dîktatoreke di bin gopala Erdogan de ye, lê belê em bi lez ji bîrdikin ku ev welat tucarî di rastiyê de demoqratnebûye. Bi taybet dema leşker li ser dika desthiltadariyê bûn û li gorî destûrê xwedî hemû mafan bû li bermaberî hikûmetê, dadê…heft, heyşt salên xuyakirina çirûska demoqrasiyê di destpêka hukma Erdogan de ( ew mîna serok wezîr di adara 2003’an de hatibû destnîşankirin) mîna qonaxeke awart e dihat dîtin.
Di vê qonaxê de, Turkiyê tekane dewleta Konseya Ewropayê bû ya ku girêdana serî li zanîngehê qedexekir. Mûhafazakaran dixwastin vê layîsîzma sert ku ji kemalîzmê de hatiye nermtir bikin, ev şêwaza fişaran ku musulmanan ji mafên wan ên demoqratîk bêpar dihêştin, ev mafên ku li cihin din dikarîn bidestxistibana. Wan Ewropa mîna dermanekî didîtin. Piştî deh salan, em dikarin ji xwe pirsbikin ger demoqrasî mîna lîstokekê ji bona pêkanîna vê armancê pêktîne.
Artêş astenga yekemîn e li ser riya Erdogan. Tevî hêza wê, ew ê di serjêkirina wê de biserkeve.
G. P. : Bi saya Ewropayê û pêvajoya siyasî, aborî û civakî, ew ê bi lez bi amanca xwe gihîne. Dema Erdogan hukum bi dest xist, Turkiyê hîna ji kirîzek mezin derket. Dirava turkî nirxê xwe windakiribû, partî jî şerê reşkirinê li dijî hevdu dan destpêkirin. Erdogan sûd ji vê guhartina mezin werdigire. AKP weke partiyekê li dijî sextekariyê tê nîşanda, weke partiyekê ku xetên sor derbasdike, kevneşopiyan dirûxîne. Erdogan xwe weke kesekî nêzî ewropî nîşandide, ku li se rastên siyasî, aborî, û azadiyan lîbêral e. Ev yeka jî tiştekî nû ye li Turkiyê, û Ewropa piştgiriya vê yekê dike. Di bin navê demoqratîzekirinê de, wî karî xwe ji leşkeran rizgarbike. Ji ber hejmareke mezin ji rêgezên siyasî yên turk bi tevahî ne li gorî mercên goftûgoyên tevlîbûnê ne: artêş destwerdana siyasetê û aboriyê dibe. Ev jî nayê pejrandin. Erdogan Ewropayê bikartîne ji bona xwe ji leşkeran rizgarbike. Weke çawa beşek mezin ji gelê turk vê pêşketinê destek dike, ew xwe azad dibîne.
“Divê kû qrîza aborî bibe dawiya desthilatdariya”
Çawa wê piştî “aramiya” destpêka hukma Erdogan, civaka turk wê bikaribe bi qirkirinan û bi binpêkirina mafan re di nava hevsengiyekê de bijî?
G. P.: gel bi rastî nikar e bi vê rewşa nû re jiyanbike û mîna tiştekî asayî lê temaşbike, ji ber vê sedemê civaka turk di nava rewşeke tevlîhevî û tundîtî û bê hêviyê ye. Zelal e, hîna piştgiriyek camawerî ji Erdogan re heye. Navbera 40 û 50% ji hilbijêran ên ku, çi dibe bila bibe, wê dilsozê serok bin, wê li pey wî çav girtî bimeşin. Lê belê kesên perwerdekirî, demoqrat, di bandora ewropî de dixwazin derkevin, zanîngeh valadibin. Serdem tarî ye.
Ez bawerdikim ku ne gengaz e ku mirov hînî hevjiyana bi tundîtiyê re bibe, ev tundîtiya ku dibe sedema şerekî sivîl bi kurdan re. Erdogan şaşîtiyeke mezin dike bi çalakirina vê pevçûnê. Milet wê helbet heya demeke dirêj piştgiriya kiryarên wî neke.
Projeyên mezin di warê avahîsaziyê de hiştin ku sandoqên AKP werin dagirtin û ji nûve belavkirina civakî ji kesên bêpar û xizantir. Ji vir û pê ve, welat li beramberî qeyraneke xeter ve diçe û berferhbûna
G. P.: ev gefa herî mezin e ku bi ser Erdogan ve tê. Qeyranan aborî wê xwedî bandoreke mezin be. Sedema serek e ji hilbijêrên AKP re ne ol e lê belê aramiya aborî ye. Ev aramiya ku di destpêka hukmê Erdogan de mûçeyên hemwelatiyan kiriye sê qat. Turkan bawerdikir ku ev bi saya Erdogan e. Di rastiyê de, ev rewş hîn kûrtire, ew berhema serarastkirinên FMI (Sindoqa Diravî ya Navnetewî ) ne û herwiha nêzîbûna Turkiyê bi Yekîtiya Ewropayê re. ji sala 1996’an de, îmzekirina yekîtiya gumrikî derfet da hilberînên turkî ku berve YE ve werin şandin bê baca. Heger welat ketiye kirîzeke aborî, belegeyên sextekariya Erdogan ên hatibûn veşatin wê ji nûve derkevin holê. Turk wê baş têbighêjin jiyana luks ku serokê wan tê de jiyan dike, û rêjiderketina wî berve qiraliyetê.
G. J.: Erdogan berve kuderê ve diçe? Wî hevkariyek bi rastgira radîkal re çêkir bi armanca guhertina Destûrê û rêjîmê bike serokî. Ger ew ji nûve xistina meriyetê ji cezya darvekirinê re bibîrtîne, ev tê wateya ku wî bi carekê Ewropa piştguhkiriye û ew ê biçe li sermayan li cihekî din bigere.
“Niha li Turkiyê 125 rojnamevanên girtî hene”
Destwerdana Turkiyê li Sûrî ji tîrmeha borî de bi armanca bombardomankirina hêzên kurdî bêtîrî şerê Daêşê pêkaht. Gelo ew ditirse ku li ser sînorê wê ya başûr herêmeke xweser avabibe?
G. P.: Kurdên li Sûriyê bi xwe şaxek in ji PKK. Heger herêmeke xweser li Sûrî avabikin, wê şer li ser xaka turk jî gurbibe. Hertişt girêdayî heve. Kurdên Turkiyê çûne Sûriyê ji bona şer bikin, hinek ji wan vegeriyan. Tu rastiyên sînoran di navbera kurdan de tune ye.
Selahadîn Demîrtaş (hevserokê HDP, ku ahtiye binçavkirin) dîmeke demoqratîktir pêşkêşdike, û ji Ocalan vikirîtir. Erdogan dikarî li ser vê kartê bilîze, lê bala xwe dayê ku rêbazên kevin bikêrhatîtir in, neteweperestî û tundîtî baştir in ji bona bidestxistina dengan, ji bona mayîndekirina şêwazeke ji aramiya siyasî. Vîna Erdogan ew e ku beşekî ji gelê xwe bixe nava şer ji bona xurtikirina desthilatdariya xwe.
Gelo Erdogan pir pêde neçû dema rojnamevanên Cumhuriyetê û parlementêrên HDP dane girtin?
G. P.: YE lewaziyek sosret da xuyakirin. Boriya nefsa Erdogan hîna qut nebûye ji ber ku hevkarên wî yên rojavayî hîna tu bertek nîşannedane. Ji du salan de, ew bi qirika hemûyan girtiye bi saya peymanên penaberan. Derewek bû dema hate bawerkirin ku Turkiyê wê vê peymanê îmzebike, bipejrîne vê karê qirêj ê ewropiyan bê berdêl bike. Helbet berdêlek siyasî heye: bêdengmayîna li beramberî binaxkirina demoqrasiyê li Turkiyê û li ser şerê li dijî kurdan.
Gelo tu agahiyên we ji Kadrî Gûrsel, rojnamevanê Cumhuriyetê, û ji Demîrtaş hene, ên ku di fîlma we de bûne şahid?
G. P.: ew ê demeke dirêj di zîndanê de bimînin. Ji bona Demîrtaş, rewşa wî girêdayî tekoşîna siyasî ye. Ew parêzer e, endamê komeleya mafên mirovan li Turkiyê ye. Wî dizanî ku dawiya wi wê zîndan be. Em hîna di destpêka qirkirinan de ne. Em bêtir nêzî pûçkirin û valakirin, paqijkirina gîştî ne ji hemû cureyên rikberiya di hundir sîstema dewletê û civakê de. Gûrsel tê naskirin, ez bawerdikim wê ji pêkanînên ne baş û îşkenceyan bifilite. Lê rojnamevanên kurd an ên nêzî Gulen di bin metirsiyan de ne.