Serokê turk Recep Tayyip Erdo­gan li ben­da dar­beya tîrme­hê nema ji bona nebaş bicihki­ri­na demo­qrasiyê li welatê xwe. Ev dokû­menter Erdo­gan mîna xemadarekî ku li xurtki­ri­na desthi­lat­dariya xwe ji deh salan ve digere nîşan­dide, ku bi lîs­tokên xwe dixwaze hemû cureyên opozîsy­onê bifet­sîne. Hevpeyvîn bi der­hên­er­an re Gîy­om Piyêr û Jîl Kayêt.

” Ewropa niha bala xwe kişandiye ser kirîza pen­aber­an û xuyaye ku haya wê ji metir­siyên wind­abû­na demo­qrasiyê li Turkiyê nîne. (…) Divê Ewropa xwedî li berpir­si­yartiyên xwe derkeve, divê veg­ere ser nirêxên xwe yên ku wê bi xwe pênasekirine: demo­qrasî, mafên mirovan, azadiya ramanê û der­birînê”, di van rojên dawî de romanivîs Asli Erdo­gan wiha dinivîsand ji girtîge­ha xwe ya li Îstan­bolê ku ji 16 tebaxê ve li wir hatiye binçavkirin bi buhaneya “Pro­pa­gan­daya ji bona rêx­istineke terorîst”. Saştiya xwe ew e ku hevkarî bi roj­nameyeke opozîsy­onê re nêzî-kur­dan kiriye.

Heger qirkir­inên ku di asta medyayan û dadê de ji aliyê Erdo­gan ve hatin dest­pêkirin ji sala 2013’an de, dar­beya binkeftî ya tîme­ha dawî riyeke azad li ber vê dîk­taorê nûper­erded­ibe vekir ji bona dozger­an, kar­men­dan, xwen­dekarên zanînge­han, roj­namevan û per­la­menterên ku bi buhaneya têk­iliyên wan bi tevgera Gulen re hat­in­bûn tewan­barkirin rawest­îne-Gulen mîna berpirsê hewil­dana dar­beyê hetiye nîşankirin- an jî bi girê­dana wan bi PKK re hat­i­bûn tewan­barkirin. Serxweşbû­na desthi­lat­dariyê, dokû­mentereke ku li ser Kanala Arte hate weşandin, porteya siyasî û kesayetî ya zordestê Bosforê xêzdike. Hevpeyvînek bi der­hên­erê wê re, dokû­men­tarîst Jîl Kayêt û nûçegi­hanê berê li Îstan­bolê yê roj­nameya Lu Mondê û pis­porê Turkiyê Giy­om Piyêr.

Hûn tenê di çarçoveya siyase­ta hundirîn ya Erdo­gan nêz dib­in. Ji ber çi?

Giy­om Piyêr: daxwaz û arman­ca me ew bû çîro­ka afran­d­i­na stemkarekî vebêjin. Em hewil­didin nas­bikin çawa ev mirovê ku qaşo xwe di bin navê nirxên demo­qrasiyê pêşkpeşî hilbi­jarti­nan kiribû, gihaşte vê rewşa heyî. Dema em ji nêz ve li tiş­tan temaşedikin, emê bibînin ku ev rewş ji deh salan ve tê amadekirin. Demeke pir dirêj, çavdêrên derve tu tişt ji vê pêşket­inê nedîtin.

Siyase­ta derve tenê roleke biçûk di vê çpirokê de lîst. Ev siy­set, ji aliyekî din ve, her­tim karê wezîrê wî yê karê derve bû Ahmet Davu­to­glu( ji 2009 heya 2014’an de), ku piştre bûye serok wezîr. Wî tey­oriya siyase­ta derve datanî, û dix­iste pratîkê. Erdo­gan pir guh nedi­da mese­leyê. Xew­na xwe yê sereke ew bû çawa ser­w­eriya xwe li ser miletê xwe pêk­bîne. Me mijara fil­ma xwe li der­do­ra pir­sa têk­iliya wî bi desthilt­dariyê re hilbijart.

Gelo Erdo­gan her­tim xwedî per­spek­tî­va dij-demo­qrasiyê bû an ew bi demê re veg­uherî stemkar? Para tekeziyê an şert û mer­can di vê yekê de çiye? Wê çi biba heger Yekîtiya Ewro­payê, Fransa û Almaniya berî her kesî, ji beriya deh salan ve bêtir pêşwazî û mal­o­vanî bikira­bana, dema wan dest bi goftû­goyên tevlîbûnê kiribûn? Angêla Merkel di van deh mehên dawî de bêtrî deh salên borî ser­dana Turkiyê kir. Dema Erdo­gan xwe weke demo­qratekî nîşan­di­da, henekê xwe pê dikin. Îro dema ji rê derdikeve û dibe dîk­ta­tor, em dilo­vanî û bexşand­inê nîşanî wî didin.

Jîl Kayêt: Em ji zûve têghîştin ku siy­se­ta derve pir ser­anser bû li beram­berî ser­hişkiya daxwazên Erdo­gan: xurtki­ri­na desthi­lat­dariya xwe ya hundirîn. Pirs­girê­ka rastî ku li pêşberî me der­ket ew bû ku emê çawa bizanib­in li kud­erê filîm rawest­înin. Min got emê fîlîmê di dema dar­beyê de bidawî bikin. Tevlîhe­viya nûçeyan pir xurt e. Ez weke dokû­men­tarîst, min ne dixwast ez li pey şopa wî her­im, lê min dixwast bidim naskirin çi qewimiye, encamên bir­yaran çiye…

Di sala 2004’an de, çavdêrên olî bi çavekî baş li nêzîk­bûnên Turkiyê û Yekîtiya Ewro­payê temaşedikirin ji vê yekê der­fet dida ji bona nermki­ri­na layîsî­ta kemalî. Ev jî bûy­ereke kêm tê naskirin ango pişt­giriya Gulen ji Erdo­gan re.

G. P.: niha, em Turkiyê weke dîk­ta­toreke di bin gopala Erdo­gan de ye, lê belê em bi lez ji bîrdikin ku ev welat tucarî di rastiyê de demo­qrat­nebûye. Bi tay­bet dema leşk­er li ser dika desthiltadariyê bûn û li gorî destûrê xwedî hemû mafan bû li bermaberî hikûmetê, dadê…heft, heyşt salên xuyaki­ri­na çirûs­ka demo­qrasiyê di dest­pê­ka huk­ma Erdo­gan de ( ew mîna serok wezîr di adara 2003’an de hat­i­bû dest­nîşankirin) mîna qon­ax­eke awart e dihat dîtin.

Di vê qon­axê de, Turkiyê tekane dewle­ta Kon­seya Ewro­payê bû ya ku girê­dana serî li zanînge­hê qedex­ekir. Mûhafaza­karan dixwastin vê layîsîz­ma sert ku ji kemalîzmê de hatiye nermtir bikin, ev şêwaza fişaran ku musul­manan ji mafên wan ên demo­qratîk bêpar dihêştin, ev mafên ku li cihin din dikarîn bidestx­istibana. Wan Ewropa mîna der­manekî didîtin. Piştî deh salan, em dikarin ji xwe pirs­bikin ger demo­qrasî mîna lîs­tokekê ji bona pêkanî­na vê armancê pêktîne.

Artêş asten­ga yekemîn e li ser riya Erdo­gan. Tevî hêza wê, ew ê di ser­jêki­ri­na wê de biserkeve.

G. P. : Bi saya Ewro­payê û pêva­joya siyasî, aborî û civakî, ew ê bi lez bi aman­ca xwe gihîne. Dema Erdo­gan hukum bi dest xist, Turkiyê hîna ji kirîzek mezin der­ket. Dira­va turkî nirxê xwe win­dakiribû, partî jî şerê reşkir­inê li dijî hev­du dan dest­pêkirin. Erdo­gan sûd ji vê guharti­na mezin werdi­gire. AKP weke par­tiyekê li dijî sex­tekariyê tê nîşan­da, weke par­tiyekê ku xetên sor der­bas­dike, kevneşopiyan dirûxîne. Erdo­gan xwe weke kesekî nêzî ewropî nîşan­dide, ku li se rastên siyasî, aborî, û azadiyan lîbêral e. Ev yeka jî tiştekî nû ye li Turkiyê, û Ewropa pişt­giriya vê yekê dike. Di bin navê demo­qratîzekir­inê de, wî karî xwe ji leşk­er­an riz­gar­bike. Ji ber hej­mareke mezin ji rêgezên siyasî yên turk bi tevahî ne li gorî mer­cên goftû­goyên tevlîbûnê ne: artêş dest­wer­dana siyasetê û aboriyê dibe. Ev jî nayê pejrandin. Erdo­gan Ewro­payê bikartîne ji bona xwe ji leşk­er­an riz­gar­bike. Weke çawa beşek mezin ji gelê turk vê pêşket­inê destek dike, ew xwe azad dibîne.

Divê kû qrîza aborî bibe dawiya desthilatdariya”

Çawa wê piştî “aramiya” dest­pê­ka huk­ma Erdo­gan, civa­ka turk wê bikaribe bi qirkiri­nan û bi bin­pêki­ri­na mafan re di nava hevsen­giyekê de bijî?

G. P.: gel bi rastî nikar e bi vê rewşa nû re jiyan­bike û mîna tiştekî asayî lê temaşbike, ji ber vê sedemê civa­ka turk di nava rewşeke tevlîhevî û tundîtî û bê hêviyê ye. Zelal e, hîna pişt­giriyek camaw­erî ji Erdo­gan re heye. Navbera 40 û 50% ji hilbi­jêran ên ku, çi dibe bila bibe, wê dil­sozê serok bin, wê li pey wî çav girtî bimeşin. Lê belê kesên per­w­erdekirî, demo­qrat, di ban­do­ra ewropî de dixwazin derkevin, zanîngeh val­adib­in. Ser­dem tarî ye.

Ez baw­erdikim ku ne gengaz e ku mirov hînî hevjiyana bi tundîtiyê re bibe, ev tundîtiya ku dibe sede­ma şerekî sivîl bi kur­dan re. Erdo­gan şaşîtiyeke mezin dike bi çalaki­ri­na vê pevçûnê. Milet wê hel­bet heya demeke dirêj pişt­giriya kir­yarên wî neke.

Pro­jeyên mezin di warê avahîsaziyê de hiştin ku san­do­qên AKP werin dagirtin û ji nûve belavki­ri­na civakî ji kesên bêpar û xizan­tir. Ji vir û pê ve, welat li beram­berî qeyraneke xeter ve diçe û berferhbûna

G. P.: ev gefa herî mezin e ku bi ser Erdo­gan ve tê. Qeyranan aborî wê xwedî ban­doreke mezin be. Sede­ma serek e ji hilbi­jêrên AKP re ne ol e lê belê aramiya aborî ye. Ev aramiya ku di dest­pê­ka huk­mê Erdo­gan de mûçeyên hemwe­latiyan kiriye sê qat. Turkan baw­erdikir ku ev bi saya Erdo­gan e. Di rastiyê de, ev rewş hîn kûr­tire, ew berhe­ma ser­arastkir­inên FMI (Sin­do­qa Diravî ya Navnetewî ) ne û her­wi­ha nêzîbû­na Turkiyê bi Yekîtiya Ewro­payê re. ji sala 1996’an de, îmzeki­ri­na yekîtiya gum­rikî der­fet da hilberînên turkî ku berve YE ve werin şandin bê baca. Heger welat ketiye kirîzeke aborî, belegeyên sex­tekariya Erdo­gan ên hat­i­bûn veşatin wê ji nûve derkevin holê. Turk wê baş têbighêjin jiyana luks ku serokê wan tê de jiyan dike, û rêjider­keti­na wî berve qiraliyetê.

G. J.: Erdo­gan berve kud­erê ve diçe? Wî hevkariyek bi rast­gi­ra radîkal re çêkir bi arman­ca guherti­na Destûrê û rêjîmê bike serokî. Ger ew ji nûve xisti­na meriyetê ji cezya darvekir­inê re bibîrtîne, ev tê wateya ku wî bi carekê Ewropa pişt­guhkiriye û ew ê biçe li ser­mayan li cihekî din bigere.

Niha li Turkiyê 125 rojnamevanên girtî hene”

Dest­wer­dana Turkiyê li Sûrî ji tîrme­ha borî de bi arman­ca bom­bar­do­manki­ri­na hêzên kur­dî bêtîrî şerê Daêşê pêkaht. Gelo ew ditirse ku li ser sînorê wê ya başûr herêmeke xweser avabibe?

G. P.: Kur­dên li Sûriyê bi xwe şax­ek in ji PKK. Heger herêmeke xweser li Sûrî avabikin, wê şer li ser xaka turk jî gur­bibe. Her­tişt girê­dayî heve. Kur­dên Turkiyê çûne Sûriyê ji bona şer bikin, hinek ji wan veg­eriyan. Tu rastiyên sîno­ran di navbera kur­dan de tune ye.

Sela­hadîn Demîr­taş (hevserokê HDP, ku ahtiye binçavkirin) dîmeke demo­qratîk­tir pêşkêşdike, û ji Ocalan vikirîtir. Erdo­gan dikarî li ser vê kartê bilîze, lê bala xwe dayê ku rêbazên kevin bikêrhatîtir in, neteweper­estî û tundîtî baştir in ji bona bidestx­isti­na den­gan, ji bona mayîn­deki­ri­na şêwazeke ji aramiya siyasî. Vîna Erdo­gan ew e ku beşekî ji gelê xwe bixe nava şer ji bona xur­tiki­ri­na desthi­lat­dariya xwe.

Gelo Erdo­gan pir pêde neçû dema roj­namevanên Cumhuriyetê û par­lemen­têrên HDP dane girtin?

G. P.: YE lewaziyek sos­ret da xuyakirin. Boriya nef­sa Erdo­gan hîna qut nebûye ji ber ku hevkarên wî yên rojavayî hîna tu bertek nîşannedane. Ji du salan de, ew bi qiri­ka hemûyan gir­tiye bi saya pey­manên pen­aber­an. Derewek bû dema hate baw­erkirin ku Turkiyê wê vê pey­manê îmze­bike, bipejrîne vê karê qirêj ê ewropiyan bê berdêl bike. Hel­bet berdêlek siyasî heye: bêdeng­mayî­na li beram­berî binaxki­ri­na demo­qrasiyê li Turkiyê û li ser şerê li dijî kurdan.

Gelo tu agahiyên we ji Kadrî Gûrsel, roj­namevanê Cumhuriyetê, û ji Demîr­taş hene, ên ku di fîl­ma we de bûne şahid?

G. P.: ew ê demeke dirêj di zîn­danê de bimînin. Ji bona Demîr­taş, rewşa wî girê­dayî tekoşî­na siyasî ye. Ew parêz­er e, endamê kome­leya mafên mirovan li Turkiyê ye. Wî dizanî ku dawiya wi wê zîn­dan be. Em hîna di dest­pê­ka qirkiri­nan de ne. Em bêtir nêzî pûçkirin û valakirin, paqijki­ri­na gîştî ne ji hemû cureyên rik­beriya di hundir sîstema dewletê û civakê de. Gûrsel tê naskirin, ez baw­erdikim wê ji pêkanînên ne baş û îşkenceyan bifil­ite. Lê roj­namevanên kurd an ên nêzî Gulen di bin metir­siyan de ne.

Çavkanî:
Télérama — “Erdogan, l’ivresse du pouvoir” : la fabrique d’un despote
“Erdogan, serxweşbûna desthilatdariyê”: sazkirina stemkarekî
Têlêrama.Fr-Dokûmenter-Hevpeyvîn bi derhêren fîlma dokûmenter re: Marî Kayotêt

Vous pouvez utiliser, partager les articles et les traductions de Kedistan en précisant la source et en ajoutant un lien afin de respecter le travail des auteur(e)s et traductrices/teurs. Merci.
Kedistan’ın tüm yayınlarını, yazar ve çevirmenlerin emeğine saygı göstererek, kaynak ve link vererek paylaşabilirisiniz. Teşekkürler.
Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas
Auteur(e) invité(e)
Auteur(e)s Invité(e)s
AmiEs con­tributri­ces, con­tribu­teurs tra­ver­sant les pages de Kedis­tan, occa­sion­nelle­ment ou régulièrement…