English | Français | Castellano | Kurdî | Türkçe

Zehra Dogan ya di girtîge­ha Tîpa E ya Mêrdînê de ye ji bo JINHA’yê nameyek nivîsî û got girtîgeh qada berxwedanê ye û wiha got: “Ez bi hînkir­inên berxwedana jinê ya JINHA’yê fêrî mink iriye, wê zin­danan pênûs û firçeya xwe hilweşînim.”

zehra-dogan-portraitZehra Dogan di 21’ê Tîm­re­hê de li kafeyekê hevpîşeyekî xwe re bi îdi­aya ku ‘têk­il­darî wan de îfade heye’ hatin binçavkirin. Zehra birin emniyeta Nisêbînê û piştî li dozgeriyê bi îdi­aya ‘endamtiya rêx­istê’ hat girtin.Zehrayê ku hov­îtiya Nisêbînê bi pênûs û firçeya xwe bi cîhanê da bihistin, piştî roj­nameya Ozgur Gun­demê hat girtin jî bi gir­tiyên jin re Ozgur Gun­dem Zin­dan derx­ist. Zehranê nameyek ji JINHA’yê re şand û tiştên jiyaye vegot.

Nameya Zehrayê wiha ye:


Mer­ha­ba JINHA

Ez li zin­dana ku zemî­na herî saxlem a hevaltiyê runiştiye, ji we dûr dîsa şiyar bûm. Li vî bajarî dîrokî, mirov bi paşero­ja vî bajarî dîrokî diçin xeyalên dûr. Li bajarê Şah­mer­anê ez girtîbim jî li vir mayîn hêzekî dide min.

Li xaka xwe girtîbûn gelek zehmet tê ji mirovan re lê piştî ketim hundir 45 xwe­dav­endên zana yên jin kul i dora min kom bûn, dema min biriqî­na di çavên wan de dît şûnde, min dî tku qada têkoşî­na mezin di nava van çar dîwarên biçûk de ye. bi her jina ez axivîm re çîrokek berxwedanê mezin hebû. Min ji wan hêz girt. Roja ez hatim girtin, ji ez ji JINHA’yê dur mam xemgîn bûm lê min dît ku nûçeyên girîng yên esas li virin. Ev der qadeke ku divê bi rayag­iştî bê bihistinê ye. Kî dizane belkî jî ji ber vê li vir­im. Di binça­vande zîh­niyeta mêr her tim pirsên ‘çima ti vê pîşeyê dijî, çima ti nûçeyan çêdikîr, çima ti wêneyan xêz dikî’ pirsîn. Lê dema me dest bi JINHA’yê kir bi şîara ‘Em nabêjin mêr çi difikire û dinivînin’ pênûsa xwe girt destê xwe. 

Dema hatim girtin û ketim paş deriyên hes­înî wan nekarî çeka min ya herî mezin pênûs û firçeya min ji destê min bigire. Min ev mafê xwe bi saya hezaran zan­yaran girt destê xwe û ez dizan­im ku wisa hêsan nekarin ji destê min bigirin. Ez qet nafikir­im ku li vir ji civakê îzole bûme. Her wiha ez ji JINHA’yê ne durim.Ez niha xwe wek nûçegîhana JINHA’yê ya zin­danê dibîn­im û ez ser­bilindiya vê dijîm.em ji bo azadiya xwe lingê çape­meniyê ya têkoşî­na jinê dimeşînin û ji ber vê jî qada herî mezin ya lingê vê jî zindanin. 

Özgür GündemEz qada zin­danê ku evqaskesên zana têdene wek akademiye zîh­nî dibîn­im. Bi tay­bet di girti­na xwe de min ferq kir ku pîşe min çiqas bi rûmete. Roja Ozgur Gun­dem hat girtin em pir xemgîn bûn. Em hemû heval giriyan. Ev wek sîleyekê li rûyê min ket. Rojan­meya me hat­i­bû girtin. Me jî got madem roj­nameya me hat girtin û em jî hatine girtin, emê roj­nameyê li vir derxînin.

Ev fikr ji aliyê hevalan bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Em ketin nava hewl­danan. Li vir gelek hevalên nûçeyên wan çêbib­in hebûn. Ji bo rastiya vê derê bê bihistin ev fikr gelek di cih de bû. bi rojan em ranezan û em xwedî li Ozgur Gun­dem Zin­danê der­ketin. Emê vê dem bi dem bidomînin. Kom­pî­tur û mat­ba me tine lê pênûs kax­iza me heye. Wênekêşa me tinebû, lê xêzkariya me heye. 

Niha li kox­uşa me gelek roj­nameger hene. Gelek kesî jib o nivîskarî û roj­namegeriya Ozgur Gun­dem Zin­danê xwe pêş xist. Hefteyê du rojan ez der­sa wênexêziyê didim wan. Di demek pêş de emê pêşange­hekê amade bikin. divê gen­er­alên Apê Musa wisabin. 

Ez bi hînkir­inên berxwedana jinê ya JINHA’yê fêrî mink iriye, wê zin­danan pênûs û firçeya xwe hilweşîn­im. Jibîr nekirin firçe û pênûsa min hîna di destê min de ye. Ez we bi hezkirin hem­bêz dikim.

Zehra

Le numéro II, parvenu de main en main jusqu'aux étudiants de l'université Dicle

Ozgur Gun­dem Zin­danê 2


Çavkaniya  JINHA

Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas.
Zehra Doğan on FacebookZehra Doğan on Twitter
Zehra Doğan
Auteure, mem­bre d’hon­neur de Kedistan
Jour­nal­iste, artiste. Jour­nal­ist, artist. Gazete­ci, sanatçı.