Français | English | Castellano Rojava Azadî | Kurdî
Li Kobanê, kurdan ne tenê parastina bingeha stratejîk a pêşîn li Rojhilata-Navîn dikirin, lê di heman demê parastina ramaneke ûtopîk a rêveberiyekê ku wê di warê pratîkî de pêktîne dikin. Ew ûtopî Konfederalîzma demoqratîk e.
Ocalan bi xwe jî tu têkiliya wî bi vî tiştî re nîne?. Ew di derbarê konfederalîzmê de diaxivin weke cihê ku biryar li ser asta taxê tê standin, li wir wekheviya zayendan û hebûna etnîkî pêwîst e û di zagonê de hatiye nivîsandin, li wir jî alavên pevguhêr ji dirava “netewî” girîntir bûne.
Weke min di gotareke berê de anîbû ziman, ev ûtopiya siyasî ya tê meşandin ne ji ezmanan ve daketiye. Rêveberên tevgera kurdî felsefeyek rêberî pêşxistin piştî meşîna li ser riya ku gihaştiye ramanên Mûray Bûkşîn, ên di nava xwe de marksîzmê û ramanên azadîparêz dike yek, di çarçoveya cîhaneke ku tê de meclisên gelêrî li şûna bûroqrasiya dewletê bicih dibin û ekolojî û tekoşîna li dijî baviksalariyê cihê xwe girtiye.
Bûkşîn, ku xwe weke sosyalîst azadîparêz dibîne, di 30 tîrmeha 2006 çû ser dilovaniya xwe û ev koça wî ya dawî li herêmên kurdan tê bibîranîn. Di dema niha de jî, kurdên sûrî (ji îlhama Abdullah Öcalan, ku hîna di zîndanê de ye) civakeke ku antîtêza Dewleta Îslamî ye, ku dijminê wan ên herî xirab in, avadikin. Ev prensîpa siyasî, ku li ba YPG û YPJ pir beşdar e di serhişkiya wan de berbiçave, ku em dikarin bêjin ew “bi rengekî ne baş hatine birêxistinkirin” hegr em bi çavê hiyarşiya leşkerî ya klasîk lê temaşe bikin.
Lê tevî vê yekê ew in ku di xendekên pêşîn de li dijî Daêşê bi piştgiriya kowalîsyonê şerkirin, lê bi jêyometriyeke cihêreng, ku li gorî jêyosiyaseta navnetewî diçe. Heya niha, tu hikûmet piştgiriya hebûna Rojava nekirine, ji ber ûtopiya siyasî ya ku birêvedibe û jiyana komînal a ku vediguherîne rastî, tevî şerê ku rûdide.
Herêmeke ku 1,5 milyon kurdên sûrî lê jiyandikin dest bi tecrûbeyeke civakî kirin, bi saya qelsbûna hêzên zordar ên Başar El Ased di sala 2011’an de hêsantir bû, di nava wan de Kobanê, û du “kantonên” din ên biçûk. Ev tecrûbe berferh bû, û serkeftina herî dawî ya Minbicê li dijî Daêşê, ya ku bi berdêleke mezin ji xwînrijandinê ji aliyê şervanên kurd û alîgirên wan ve HSD’ê hate bidestxistin. Ev serkeftina dawî pêvajoya dawî xurtir dike.
Têkiliyên teng ên di navbera kurdên sûrî, û kesayeta parêzvan a Ocalan, lîderê dîrokî yê PKK, ku li ser asta navnetewî hîna bi “terorîzmê” tê tewanbarkirin, Turkiyê tengezar dike, alîgira herî girîng heya niha ya Emerîkayê di herêmê de. “Konfederalîzma demoqratîk” bi awayekî bingehîn dijberî neteweperestiya turk e, ji ber vê yekê jî bi piraniya siyasî ya aniha ji kurdên Îraqî re pevçûnan çêdike, ev kurdên ku hezkiriyên Waşîtonê ne, tevî ku lîderê wan Barzanî tekez dike ku ew bi nerîna siyasî ya konfederalîzma demoqratîk re lihevdike (di heman demê de dijberî wê ramana Netewe –Dewleta kurdan diparêze). Parastina konsepta konfederalîzma demoqratîk bi gotinan e, û di heman demê de, sûdê ji êrîşên leşkerî ser Daêşê digrin, ji bona bicihkirina xwe li nava herêmên ku ji nûve hin gelên ne kurd li wir niştecihkirine di sedsalên dawî de, di nava wê de desteserkirina milkên xelkê, ev avakirin mîna tîpa netew ‑dewleteke kurd e, ya ku wê tenê di demeke kin de bibe sedemên aloziyan.
Xweseriya Rojava herku diçe li Rojava bihêztir dibe, ji dema serkeftina Kobanê ve, û xwegirtina kurdên Sûriyê li beramberî destpêkirina êrîşeke bê encam li dijberî Ased, (ew naxwazin dijminekî din li xwe zêdebikin), wan di heman demê de, têkilî bi rikberên neteweperest ên ereb re li herêmê hejandin, ev rikberên ku Emerîka ji xwe razî dike di salên borî de li dijî Başar. Projeya siyasî ya Barzanî li Îraqê ne ji bona aramkirina tundîtiya rewşê ye.
Piştî destwerdana rûsî li Sûrî, ya ku niha bi komkujiyên Helebê re tacîdarbûye, Başar ji aliyê leşkerî ve hate piştguhkirin, piştî destwerdana Turkiyê ji Cerablosê re, bi desteka komên cîhadîst, ku ji rikberên ereb ên sûrî pêktên, di bin navê alîkarîdayîna “kowalîsyona li dijî Daêşê”, bi armanca şerê li Îraqê li dijî Daêşa li Mûsilê bikin. Rojava tucarî xwe di nava ewqas agir de nedîtibû, û tevî vê yekê bûye mijara balkişandinan û hêzên din di warê leşkerî xwe lê digirin.
Rêxistina wê ya siyasî û civakî, tevî tenêhiştinê, amabargoya turkî, kêmderfetiyan.. hişt ku Rojava li ser lingê xwe bimîne û bibe xaka pêşwazîkirinê. Hevgirtinên ku di nava HSD de çêdibin, herwiha di nava civakên sivîl de pêktên, bi saya lihevkirina bi projeya siaysî û ûtopiya ku pêşdikeve û fikrandina li ser pêşerojê çêbû, tevî şerê di hemû herêmê de diqewime.
Lê tevî vê yekê, gef mezin e, Rojava bûye amûra şantajan di warê alîkarîdayîn, çekdayînê, piştgiriya lojîstîkî ya leşkerî, û guhertina bergehên jêyosiyasî yên hêzên herêmî û navnetewî ve. Ew hertim rastî êrîşan tê, û kampaniyên reşkirina mediyayî tenê li Turkiyê ne, dibêjin Rojava metrisiyek e, ew weke nexwaşiyekê nîşandidin û dibêjin wê Kurdistana Turkiyê ji vê nexweşiyê vegire.
De kerembikin em temaşeyî cihê ku hevdîtineke siyasî û felsefî lê çêbûye bikin, di dîroka van deh salên dawî di tevgera kurdî de.
Têkiliyek bi nameşandinê di navbera marksîst lênînîstekî ku rabirdûyeke tal û bi êş dinirxîne, û tekoşer û fîlozofekî azadîparêz, ku di bin serkeftina îdolojiya lîbêralîzma nû de hatibû perçiqandin çêbû… Li cihekî, bi hevdîtina hişmendiya du zilaman, tev raman û enerjiya tevgerên siyasî yên kurdî yên di liv û tevgerê de ne, ya gerîla, ku para mezin bi dest jinan de ye, ramana konferderalîzma demoqratîk dest bi riya xwe kir, tevî ku bi xefkan hatiye dorpêçkirin.
Tişta ku zelal e, derengmayîna siyasî ya tevgerên “pêşverû” ên ewropî, di naskirin û girtina va waneyê de ye. Çepa ewropî, baskê wê ya komînîst piştî dawiya cenga sar bi awayekî pir cuda pêşveçû, xelasiya xwe ya siyasî tenê di ” jinûve nirxdayîna ji Netew-Dewletê de, û komarê de” dît. Das û çakûça xwe bi xwe tomarkirina li rex şepêlên civaka demoqratîk ên kevin guherî, bi gotinek din xwe di nava wan de helandin, di dema ku ev şepêlên han berê xwe dabûn lîberalîzma nû, li derdora “projeya ewropî” xwe civandibûn. Dema ji nûve avakirinê de ya piştî şerê cîhanî yê duyemîn çepan “piyên xwe vemalan” û xwe xistin hembêza Netew-Dewletê, di nava“eniyên gelêrî bi berferhiyeke mezin” bûne dûvik . Tevî vê yekê, dîroka Turkiyê, waneyeke ji bona çirandina tabloya sê alî ya pîroz Gel-Netew-Dewlet pêşkêşdike, sedema hemû komkujiyên herêmî li Rojhilata-Navîn, di dema û piştî jihevketina bloka Osmanî ji aliyekî ve û emperyalîzmên dagirker ji aliyekî din ve.
Herçiqas çepên ewropî, ên ketina nava şerê cîhanî ya duyemîn, piştre şerê sar, pişta xwe ji ramanên siyasî re zivirandin û marksîzm mîna dogma û îdolojiyeke ku ji pratîka civakî qute cemidandin, herwiha wan ronakbîr û hişmendên ku hin rexneyên avakar û erênî li marksîzmê dikirin negirtin nava xwe. Bûkşîn, ew ne tekane kes e di vê warî de, vê karê Sîzîf ji nûve destpêkir. Ew îro li ser encamên tecrûbeya siyasî û civakî ya Rojava dixebite.
Êdî dem hatiye ku seferberiya îdolojîk a partiyên çep, (ku mixabin berjewendîparêzên xerab tevlî wan bûne, û hin caran bi çekan û alavên din, weke li Yonanistanê berve lîberaliya nû ve diçin), ji hev biqelişe li beramberî pêla ku ji Rojhilata-Navîn ji wan re tê. Heger hinek ji nerînên “neteweperest” di pêşketina tevgerên azadîxwaz de kêmbibin wê alîkar be.
Piştgiriyeke şeklî û teyorîk ji tevgera kurdî re wê xizmetê ji tu tiştî re neke, ango weke modêla dilşewatê, heger ev tişt bibe û di heman demê de, ramanên ku pêşniyardikin bifestisin, derketina ji rê hîn xirabtir e. Bi taybet, bi nêzîkatiyên li Fransayê, mînak, piştî bidawîbûna hilbijartinan, dixwaste nîşaneyekî “navnetewî” ji nûve bide çepan, ji bona nermkirina dîmena xwe xwe bi hilbijêran bide xweşkirin, û diyasporaya kurd.
Şêwaza herî baş ji bona piştgiriya tevgera kurdî ew e guhdarkirin, xwendin, baldarbûn, û destekdayîn e, tişta ku em di warê siyasî de bidestxin: ûtopiyaya pişt marksîst e, ya ku li Rojava di pêkanîna wê ya fermî de rasteqîn e û niha di bin metirsiyan de ye.
Ev şêwaz tê wateya ku divê em derbasî kirinê bibin, û vê peyva ûtopiyayê ji nû ve bigirin ber çav, û her tiştî hilweşînin û ji nûve avabikin.
Bûkşîn li Bûrlingtonê çû ser dilovaniya xwe, û bi fêrbûna zimanê rûsî mezinbû. Xwedanên wî jihûyên rûsî bûn, di tevgera li dij Tsar de çalakvan bûn. ” Ez di bajarekî pirnijadî de fêrî zimanê îngilîzî bûm, New York”, Bûkşîn wisa dibêje.
Bûkşîn ciwanekî komînîst bû, lê ji zûve dizanî ku ew ê xeta tu partiyekî neşopîne. Wî di ciwantiya xwe de dev ji Lîga ciwanên komînîst berda, ji ber ditirsiya ku hevalên wî yên çepgir “hevkariyê” bi bûrjûwaziyan re bikin. Bûkşîn di nava partiya komînîst ya Emerîkî de xebata xwe dikir heya dawiya şerê sivîl yê îspanî, Bûkşîn di demeke din de gotibû ewê bi kesê xwe beşdarî wê biba heger hinekî mezintir baya. Xwedî bawernameya amadeyî bû, wî nerîna Lêyon Trotiskî di derbarê şoreşa Rûsiya de hilbijart. Wî di heman demê karekî xwe weke “avakar” li New Jersyê peydakir.
Piştî deh salan weke sendîkalîstekî, Bûkşîn dev ji marksîzma ortodoksî berda, piştî şerê cîhanî yê duyemîn.” Şerê ku bêyî şoreş bi dawî bû” di hevpeyvîneke di sala 2001’an de ew wiha şîrovekir. Bûkşîn dest bi ” ji nûve derbaskirina her tiştî di ber çavan re” kir, di demekê de ku didît ku karkerên karsaziya trembêlan xwe“hêdî hêdî komî ser hevdikirin û nêzî ramanên wî dibûn û herwiha cihê “kar” piştî şer li Emerîkayê.
Bûkşîn êdî di xewnên xwe de dest bi dîtina pêşerojê kiribû, ku tê de pêkandibe maşîne li şûna keda mirovî were bicih kirin, wê mirov in azad bikaribin bi awayê ku dixwazin xwe pêşxînin. Lê belê wî dîsa jî bawerdikir ku tevî pirsgirêkên civakî, pirsgirêkek hîn mezintir(pevçûna di navbera desthilatdariya şîrketan û berjewendiyên herî qenc ên mirovahiyê de) wê ji qirêjiyên ku tên avêtin cîhana xwezayî were hilweşandin. Têgeha pêşketinê, ku berê mîna baweriya di pêşketina hevkariyeke mirovî mezin û bergirîyan de tê dîtin.
Bûkşîn, “ramana ekolojiya sosyal” derxist pêş. Ev ramana ku şîreta ji dêvila sermayê bikaranîna afrîneriyên mirovî ji bona xizmeta milet û gerdûnê pêşniyar dike.
Yek ji nerînên Bûkşîn “ûtopiya ne tenê xewneke giran e, lê belê tişteke ku dikare pêkwere ye”, li gorî jînenîgeriya wî û rêhevala wî Janet Biehl.
Bûkşîn ji nûve danîna şêwaza cîhana kapîtakîst ji xwe re pêşniyar dike bi riya danîna sîstemên biçûk di asta meclisên gelêrî yên xwecihî. Li gorî vê sazûmaniya siyasî : bi riya zewaca qenciyên herî baş di navbera herdu kevneşopên hişmendî. ” divê em ekonomîzma Marks derbas bikin, û herwiha em kesayetparêziya ku hin caran giran e û carna di nava anarşîzmê de xwe dide der derbasbikin.”
Sazûmaniya siyasî ya Bûkşîn: avakirina komînalîzmekê an” komîneke ji komînan” hêvîdike, ku tu têkiliyên wê bi sîstema netew-dewletê re nîne. Ji ber vê yekê ‑dibe ku ewqas bala kurdên sûrî dikşîne ser xwe- gelê ku tu carî nebûye xwedî “welatê xwe”, berovajî kurdên îraqî(hevkarên Rojava ji sala 1999’an de, ên ku gelek bi gûman in li bermaberî PKK û di dema niha de xwe tenê bi herêmeke xweser di hundirê netew-dewleta Îraqê de têrkirine), kurdên sûrî û turkî rênîşanên xwe yên îdolojîk ji Ocalan dibin.
Nexwe, dema Ocalan hêviyên kurdan ên klasîk nirxandin, dît- ji bona sazûmaniyên ku xweserbûna wan a siyasî misoger bikin wê baştir be- heger kurd felsefeya vî zilamê bi rihê rûsî-emerîkî û jihû ji Beronx li New York’ê hilbijêrin wê baştir be, kurdan jî guhadarî wî kir. Ocalan bi rastî “bawermendekî” marksîst-lênînîst bû. Lê di sala 1999’an de, dema ku Emerîka û Sûriyê alîkariya Turkiyê kirin ji bona wî dîlbigirin, wî di heman demê de gûmanên xwe di warê pratîkirina ramana komînîstê ortodoks de anî ziman. PKK êdî dev ji fikra damezrandina Netewe –Dewletekê berdabû ji sala 1995’an de. Di kêlîkên revandina Ocalan de, tevgera kurdî ji zû ve hewildabû gavên bê yên pêvajoya siyasî destnîşan bikin.
Turkiyê Ocalan di sala 1999’an de xiste zîndanê li ser giraveke bi qasî 35 mîlan ku li başûrî Îstanbolê dikeve, ciheke bi rengê tîpa T ye û leşkerên darbeya leşkerî di sala 1960 pêkanîbûn, serok wezîr înfaz kiribûn û xwe kirin şûna wî. Wan bi aramanca bi lez û bez pêşwaziya pêvajoya Ocalan bikin li ser giravê koşkeke Dadmendiyê weke zîndan avakirin. Piştre wan ew di tecrîdeke bi salan de di odeyeke 140 çargoseyî de hiştin, ew girtiyê tekan e bû. Herwiha barageheke leşkerî jî li nêz wir bicih kirin.
Di zîndanê de, Ocalan dest bi melevaniya di nava wêjeya radîkal de ya pişt-komînîst kir, ji bona li riyeke nû ku bide pey şopa wê peyda bike. Wî dest bi daqurtandina berhemên Mûray Bûkşîn kiribû. Di sala 2004“an de, Heider û hi kesin din dest bi parastina Ocalan kirin, wan nirxandin ku dem êdî hatiye ku têkiliyên Ocalan bi Vermontê re (Bûkşîn) re were daynîn. Sazkirina rengek ji gotûbêjan ji bona wan pir girîng bû, ji ber ku mûhafazakarên derdorên kurdan Tevger ber bi devjêberdana ramana çep ve dibirin. Wan ji Janet re nivîsandin.
Di 11 nîsanê de, piştî pênc rojan ji gihaştina peyama Ocalan, Bûkşîn bersiva wî bi alîkariya Biehl da.
Bûkşîn ji zûve pir mereq dikir ku kurdan nasbike û li ser tekoşîna wan di rojnivîsên xwe de nivîsandibû. Wî ji Ocalan re got ku ew hemî aliyên tekoşîna PKK’ê nasnake, û ku êdî kal bûye, ku nivîsandin ji bona wî zehmet bûye, lê belê ew pir bextewere bi têkiliyên wî.
“Ez dîrokeke ku di sedsala XX birêvediçe dişopînin, li gorî rêbaza min, û min hertim hewildida ku ez li derveyî ramanên ku mirovan di dogmayan de xetimandine temaşebikim” Bûkşîn ji Ocalan re nivîsand. “Ez ji we daxwazdikim ku hûn bi kalekî radîkal re bêhinfereh bin”
Heider peyama Bûkşîn radestî parêzerên Ocalan kirin. Lîderê kurd ê dîlgirtî bersivek di meha gulanê de şand. Di peyama nû de, navgînên Ocalan bibîrxistin ku ” ew di derbarê xwe de diaxivî mîna şagirtekî qenc ji ramanên Bûkşîn re”.
Ocalan di peyama xwe de nîşankiribû ku ew li ser hin xalan bi Bûkşîn re lihevnakê û ku felsefeya ne-rojavayî bi wî re ji bona şêwazdayîna nerîna xwe de alîkar bû. Lê belê ew bi navgînê xwe re dibêje ku bila vê tiştî vaguhêze Bûkşîn” Tevgera Azadiya Kurd wê tekez bi awayekî serkeftî ramanên wî pêkbînin”
Bûkşîn bersiv di 9 gulanê de da, “Ez ne di wê rewşa tenduristî de me ku ez bikaribim vê gotûbêja teyorîk a kûr bi Birêz Ocalan re berdewam bikim”, lê kurd “gelek bextewer in” ku xwedî lîderekî weke Ocalan in.
Ocalan bû, Biehl piştre ji navgînan re dinivsîne, “Fener û mûmek ji Bûkşîn re di salên xwe yên dawî de”.
Ji zîndanê de, Ocalan bi lez û bez ramanên nû yên pêşxistine piştî xwendina Bûkşîn xistin warê pratîkî.”
Di sala 2005’an de, PKK daxuyaniyekê formûle dike, tê de tê gotin ku azadkirina kurdan wê ne bi riya avakirina şêwazeke nû ji netew-dewletê li ser bingehên nijadî pêkwere. Netew –dewlet bi xwe re zordariyê peyda dike. Navaroka daxuayniyê dida xuyakirin ku ji bona kurd xwe birêvebibin divê riyeke din hebe, kêmtir nanavendî be. Ev jî kiryarek tewanbarî pir balkêş bû li dijî rabirdûya sosyalîzm ku ji devê yek ji marksîstên herî paqij û hişk ên sedsala 20’an derketiye.
Ev daxuyanî ramanên Ocalan ji bona kurdan û civak û pêkhateyên din ku li herêmên piraniya wan kurd in dijîn pêşkêşdike, ango ramana “konfederalîzma demoqratîk”.
Herêmên kurdî li başûr-rojhilatî Turkiyê sûd ji dema aştiyeke ne mûtlaq di navbera PKK û dewleta Turkiyê de girtin ji bona xistina felsefeya Ocalan-Bûkşîn merîyetê, dest bi damezrandina “meclisên demoqratîk” di asta taxan û gundan de kirin. Ji ber ku jin ji berê de, di nava PKK’ê de şervanên çalak bûn û ji ber ku Ocalan xîtaba Bûkşîn di derbarê “hilweşandina hîyerşiyan û şikandina baviksalariyê” di ber çavan re derbas kiribû, van meclisan biryareke hîn bingehîntir standin bi beşdarkirina jinan di hemû waran de, weke pêwîstiyeke fermanî ku nayê gotûbêj kirin.
Dema ku Bûkşîn koça dawî di 2006’an de kir, konseya PKK di daxuyaniyeke bi biryardayîn Bûkşîn silavkir: “Em sozdidin ku Bûkşîn di tekoşîna me de zîndî bimîne”.
Lê belê, diviyabû yeke ji netew-dewletên herî navendî di herêmê de hilweşe (Sûriya Esed) ji bona ku ramana dij-dewletî ya Ocalan bi zelalî derkeve holê.
Danyêl Flurî– Malpera Kedistan
Werger ji fransî: Gulistan Sîdo