Français | English | Castellano Rojava Azadî | Kurdî

Li Kobanê, kur­dan ne tenê parasti­na binge­ha strate­jîk a pêşîn li Rojhi­la­ta-Navîn dikirin, lê di heman demê parasti­na ramaneke ûtopîk a rêve­beriyekê ku wê di warê pratîkî de pêk­tîne dikin. Ew ûtopî Kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk e.

Ocalan bi xwe jî tu têk­iliya wî bi vî tiştî re nîne?. Ew di der­barê kon­fed­er­alîzmê de diax­ivin weke cihê ku bir­yar li ser asta taxê tê standin, li wir wekhe­viya zayen­dan û hebû­na etnîkî pêwîst e û di zagonê de hatiye nivîsandin, li wir jî alavên pevguhêr ji dira­va “netewî” girîn­tir bûne.

Weke min di gotareke berê de anîbû ziman, ev ûtopiya siyasî ya tê meşandin ne ji ezmanan ve daketiye. Rêve­berên tevgera kur­dî felse­feyek rêberî pêşx­istin piştî meşî­na li ser riya ku gihaştiye ramanên Mûray Bûkşîn, ên di nava xwe de mark­sîzmê û ramanên azadî­parêz dike yek, di çarçoveya cîhaneke ku tê de meclisên gelêrî li şûna bûro­qrasiya dewletê bicih dib­in û ekolo­jî û tekoşî­na li dijî baviksalariyê cihê xwe girtiye.

Bûkşîn, ku xwe weke sosyalîst azadî­parêz dibîne, di 30 tîrme­ha 2006 çû ser dilo­vaniya xwe û ev koça wî ya dawî li herêmên kur­dan tê bibîranîn. Di dema niha de jî, kur­dên sûrî (ji îlhama Abdul­lah Öcalan, ku hîna di zîn­danê de ye) civakeke ku antîtêza Dewle­ta Îslamî ye, ku dijminê wan ên herî xirab in, avadikin. Ev pren­sî­pa siyasî, ku li ba YPG û YPJ pir beş­dar e di ser­hişkiya wan de berbiçave, ku em dikarin bêjin ew “bi rengekî ne baş hatine birêx­istinkirin” hegr em bi çavê hiyarşiya leşk­erî ya klasîk lê temaşe bikin.

Lê tevî vê yekê ew in ku di xen­dekên pêşîn de li dijî Daêşê bi pişt­giriya kowalîsy­onê şerkirin, lê bi jêy­ometriyeke cihêreng, ku li gorî jêyosiyase­ta navnetewî diçe. Heya niha, tu hikûmet pişt­giriya hebû­na Roja­va nekirine, ji ber ûtopiya siyasî ya ku birêved­ibe û jiyana komî­nal a ku vediguherîne rastî, tevî şerê ku rûdide.

Herêmeke ku 1,5 mily­on kur­dên sûrî lê jiyandikin dest bi tecrûbeyeke civakî kirin, bi saya qels­bû­na hêzên zor­dar ên Başar El Ased di sala 2011’an de hêsan­tir bû, di nava wan de Kobanê, û du “kan­tonên” din ên biçûk. Ev tecrûbe berferh bû, û serkefti­na herî dawî ya Min­bicê li dijî Daêşê, ya ku bi berdêleke mezin ji xwîn­ri­jand­inê ji aliyê şer­vanên kurd û alî­girên wan ve HSD’ê hate bidestx­istin. Ev serkefti­na dawî pêva­joya dawî xur­tir dike.

Têk­iliyên teng ên di navbera kur­dên sûrî, û kesayeta parêz­van a Ocalan, lîderê dîrokî yê PKK, ku li ser asta navnetewî hîna bi “terorîzmê” tê tewan­barkirin, Turkiyê tengezar dike, alî­gi­ra herî girîng heya niha ya Emerîkayê di herêmê de. “Kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk” bi awayekî binge­hîn dijberî neteweper­estiya turk e, ji ber vê yekê jî bi piraniya siyasî ya ani­ha ji kur­dên Îraqî re pevçû­nan çêdike, ev kur­dên ku hezkiriyên Waşî­tonê ne, tevî ku lîderê wan Barzanî tekez dike ku ew bi nerî­na siyasî ya kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk re lihevdike (di heman demê de dijberî wê ramana Netewe –Dewle­ta kur­dan diparêze). Parasti­na kon­sep­ta kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk bi goti­nan e, û di heman demê de, sûdê ji êrîşên leşk­erî ser Daêşê digrin, ji bona bicihki­ri­na xwe li nava herêmên ku ji nûve hin gelên ne kurd li wir nişte­cihkirine di sed­salên dawî de, di nava wê de deste­serki­ri­na milkên xelkê, ev avakirin mîna tîpa netew ‑dewleteke kurd e, ya ku wê tenê di demeke kin de bibe sedemên aloziyan.

Xwe­seriya Roja­va herku diçe li Roja­va bihêztir dibe, ji dema serkefti­na Kobanê ve, û xwe­girti­na kur­dên Sûriyê li beram­berî dest­pêki­ri­na êrîşeke bê encam li dijberî Ased, (ew naxwazin dijminekî din li xwe zêde­bikin), wan di heman demê de, têk­ilî bi rik­berên neteweper­est ên ereb re li herêmê hejandin, ev rik­berên ku Emerî­ka ji xwe razî dike di salên borî de li dijî Başar. Pro­jeya siyasî ya Barzanî li Îraqê ne ji bona aramki­ri­na tundîtiya rewşê ye.

Piştî dest­wer­dana rûsî li Sûrî, ya ku niha bi komku­jiyên Hele­bê re tacî­dar­bûye, Başar ji aliyê leşk­erî ve hate pişt­guhkirin, piştî dest­wer­dana Turkiyê ji Cer­ablosê re, bi deste­ka komên cîhadîst, ku ji rik­berên ereb ên sûrî pêk­tên, di bin navê alîkarî­dayî­na “kowalîsy­ona li dijî Daêşê”, bi arman­ca şerê li Îraqê li dijî Daêşa li Mûsilê bikin. Roja­va tucarî xwe di nava ewqas agir de nedîtibû, û tevî vê yekê bûye mijara balk­işan­d­i­nan û hêzên din di warê leşk­erî xwe lê digirin.

Rêx­isti­na wê ya siyasî û civakî, tevî tenêhişt­inê, amabar­goya turkî, kêmder­fetiyan.. hişt ku Roja­va li ser lingê xwe bimîne û bibe xaka pêşwazîkir­inê. Hev­girt­inên ku di nava HSD de çêdib­in, her­wi­ha di nava civakên sivîl de pêk­tên, bi saya lihevki­ri­na bi pro­jeya siaysî û ûtopiya ku pêşdikeve û fikran­d­i­na li ser pêşero­jê çêbû, tevî şerê di hemû herêmê de diqewime.

Lê tevî vê yekê, gef mezin e, Roja­va bûye amûra şan­ta­jan di warê alîkarî­dayîn, çek­dayînê, pişt­giriya lojîstîkî ya leşk­erî, û guherti­na berge­hên jêyosiyasî yên hêzên herêmî û navnetewî ve. Ew her­tim rastî êrîşan tê, û kam­paniyên reşki­ri­na mediyayî tenê li Turkiyê ne, dibêjin Roja­va metrisiyek e, ew weke nexwaşiyekê nîşan­didin û dibêjin wê Kur­dis­tana Turkiyê ji vê nexweşiyê vegire.

De kerem­bikin em temaşeyî cihê ku hevdîtineke siyasî û felse­fî lê çêbûye bikin, di dîro­ka van deh salên dawî di tevgera kur­dî de.

Têk­iliyek bi nameşand­inê di navbera mark­sîst lênînîstekî ku rabirdûyeke tal û bi êş dinirxîne, û tekoşer û fîlo­zofekî azadî­parêz, ku di bin serkefti­na îdolo­jiya lîbêralîz­ma nû de hat­i­bû perçiqandin çêbû… Li cihekî, bi hevdîti­na hiş­mendiya du zil­a­man, tev raman û ener­jiya tevgerên siyasî yên kur­dî yên di liv û tevgerê de ne, ya gerîla, ku para mezin bi dest jinan de ye, ramana kon­fer­der­alîz­ma demo­qratîk dest bi riya xwe kir, tevî ku bi xefkan hatiye dorpêçkirin.

Tiş­ta ku zelal e, dereng­mayî­na siyasî ya tevgerên “pêşverû” ên ewropî, di naskirin û girti­na va waneyê de ye. Çepa ewropî, baskê wê ya komînîst piştî dawiya cen­ga sar bi awayekî pir cuda pêşveçû, xelasiya xwe ya siyasî tenê di ” jinûve nirx­dayî­na ji Netew-Dewletê de, û komarê de” dît. Das û çakûça xwe bi xwe tomarki­ri­na li rex şepêlên civa­ka demo­qratîk ên kevin guherî, bi gotinek din xwe di nava wan de helandin, di dema ku ev şepêlên han berê xwe dabûn lîber­alîz­ma nû, li der­do­ra “pro­jeya ewropî” xwe civandibûn. Dema ji nûve avakir­inê de ya piştî şerê cîhanî yê duyemîn çepan “piyên xwe vemalan” û xwe xistin hem­bêza Netew-Dewletê, di nava“eniyên gelêrî bi berfer­hiyeke mezin” bûne dûvik . Tevî vê yekê, dîro­ka Turkiyê, waneyeke ji bona çiran­d­i­na tabloya sê alî ya pîroz Gel-Netew-Dewlet pêşkêşdike, sede­ma hemû komku­jiyên herêmî li Rojhi­la­ta-Navîn, di dema û piştî jihevketi­na blo­ka Osmanî ji aliyekî ve û emperyalîzmên dagirk­er ji aliyekî din ve.

Herçiqas çepên ewropî, ên keti­na nava şerê cîhanî ya duyemîn, piştre şerê sar, piş­ta xwe ji ramanên siyasî re zivi­randin û mark­sîzm mîna dog­ma û îdolo­jiyeke ku ji pratî­ka civakî qute cemi­dandin, her­wi­ha wan ron­akbîr û hiş­mendên ku hin rexneyên avakar û erênî li mark­sîzmê dikirin negirtin nava xwe. Bûkşîn, ew ne tekane kes e di vê warî de, vê karê Sîzîf ji nûve dest­pêkir. Ew îro li ser encamên tecrûbeya siyasî û civakî ya Roja­va dixebite.

Êdî dem hatiye ku sefer­beriya îdolo­jîk a par­tiyên çep, (ku mix­abin berjew­endî­parêzên xerab tevlî wan bûne, û hin caran bi çekan û alavên din, weke li Yonanistanê berve lîber­aliya nû ve diçin), ji hev biqelişe li beram­berî pêla ku ji Rojhi­la­ta-Navîn ji wan re tê. Heger hinek ji nerînên “neteweper­est” di pêşketi­na tevgerên azadîxwaz de kêm­bib­in wê alîkar be.

Pişt­giriyeke şek­lî û tey­orîk ji tevgera kur­dî re wê xizmetê ji tu tiştî re neke, ango weke mod­êla dilşe­watê, heger ev tişt bibe û di heman demê de, ramanên ku pêşni­yardikin bifestisin, der­keti­na ji rê hîn xirabtir e. Bi tay­bet, bi nêzîkatiyên li Fransayê, mînak, piştî bidawîbû­na hilbi­jarti­nan, dixwaste nîşaneyekî “navnetewî” ji nûve bide çepan, ji bona nermki­ri­na dîme­na xwe xwe bi hilbi­jêran bide xweşkirin, û diyas­po­raya kurd.

Şêwaza herî baş ji bona pişt­giriya tevgera kur­dî ew e guh­dark­irin, xwendin, bal­dar­bûn, û destek­dayîn e, tiş­ta ku em di warê siyasî de bidestx­in: ûtopiyaya pişt mark­sîst e, ya ku li Roja­va di pêkanî­na wê ya fer­mî de raste­qîn e û niha di bin metir­siyan de ye.

Ev şêwaz tê wateya ku divê em der­basî kir­inê bib­in, û vê pey­va ûtopiyayê ji nû ve bigirin ber çav, û her tiştî hilweşînin û ji nûve avabikin.

Bûkşîn li Bûr­ling­tonê çû ser dilo­vaniya xwe, û bi fêr­bû­na zimanê rûsî mez­in­bû. Xwedanên wî jihûyên rûsî bûn, di tevgera li dij Tsar de çalak­van bûn. ” Ez di bajarekî pirni­jadî de fêrî zimanê îngilîzî bûm, New York”, Bûkşîn wisa dibêje.

Bûkşîn ciwanekî komînîst bû, lê ji zûve dizanî ku ew ê xeta tu par­tiyekî neşopîne. Wî di ciwan­tiya xwe de dev ji Lîga ciwanên komînîst ber­da, ji ber ditir­siya ku hevalên wî yên çep­gir “hevkariyê” bi bûr­jûwaziyan re bikin. Bûkşîn di nava par­tiya komînîst ya Emerîkî de xeba­ta xwe dikir heya dawiya şerê sivîl yê îspanî, Bûkşîn di demeke din de gotibû ewê bi kesê xwe beş­darî wê biba heger hinekî mez­in­tir baya. Xwedî baw­er­nameya amadeyî bû, wî nerî­na Lêy­on Tro­tiskî di der­barê şoreşa Rûsiya de hilbi­jart. Wî di heman demê karekî xwe weke “avakar” li New Jer­syê peydakir.

Piştî deh salan weke sendîkalîstekî, Bûkşîn dev ji mark­sîz­ma ortodok­sî ber­da, piştî şerê cîhanî yê duyemîn.” Şerê ku bêyî şoreş bi dawî bû” di hevpeyvîneke di sala 2001’an de ew wiha şîrovekir. Bûkşîn dest bi ” ji nûve der­baski­ri­na her tiştî di ber çavan re” kir, di demekê de ku didît ku kark­erên karsaziya trem­bêlan xwe“hêdî hêdî komî ser hevdikirin û nêzî ramanên wî dibûn û her­wi­ha cihê “kar” piştî şer li Emerîkayê.

Bûkşîn êdî di xewnên xwe de dest bi dîti­na pêşero­jê kiribû, ku tê de pêkandibe maşîne li şûna keda mirovî were bicih kirin, wê mirov in azad bikarib­in bi awayê ku dixwazin xwe pêşxînin. Lê belê wî dîsa jî baw­erdikir ku tevî pirs­girêkên civakî, pirs­girêkek hîn mezintir(pevçûna di navbera desthi­lat­dariya şîr­ke­tan û berjew­endiyên herî qenc ên mirovahiyê de) wê ji qirêjiyên ku tên avêtin cîhana xweza­yî were hilweşandin. Têge­ha pêşket­inê, ku berê mîna baw­eriya di pêşketi­na hevkariyeke mirovî mezin û bergirîyan de tê dîtin.

Bûkşîn, “ramana ekolo­jiya sosyal” derx­ist pêş. Ev ramana ku şîre­ta ji dêvi­la ser­mayê bikaranî­na afrîner­iyên mirovî ji bona xizmeta milet û gerdûnê pêşni­yar dike.

Yek ji nerînên Bûkşîn “ûtopiya ne tenê xewneke giran e, lê belê tişteke ku dikare pêk­were ye”, li gorî jînenîgeriya wî û rêhe­vala wî Janet Biehl.

Bûkşîn ji nûve danî­na şêwaza cîhana kapî­takîst ji xwe re pêşni­yar dike bi riya danî­na sîstemên biçûk di asta meclisên gelêrî yên xwe­ci­hî. Li gorî vê sazû­maniya siyasî : bi riya zewa­ca qen­ciyên herî baş di navbera her­du kevneşopên hiş­mendî. ” divê em ekonomîz­ma Marks der­bas bikin, û her­wi­ha em kesayet­parêziya ku hin caran giran e û car­na di nava anarşîzmê de xwe dide der derbasbikin.”

Sazû­maniya siyasî ya Bûkşîn: avaki­ri­na komî­nalîzmekê an” komîneke ji komî­nan” hêvîdike, ku tu têk­iliyên wê bi sîstema netew-dewletê re nîne. Ji ber vê yekê ‑dibe ku ewqas bala kur­dên sûrî dikşîne ser xwe- gelê ku tu carî nebûye xwedî “welatê xwe”, berova­jî kur­dên îraqî(hevkarên Roja­va ji sala 1999’an de, ên ku gelek bi gûman in li bermaberî PKK û di dema niha de xwe tenê bi herêmeke xweser di hundirê netew-dewle­ta Îraqê de têrkirine), kur­dên sûrî û turkî rênîşanên xwe yên îdolo­jîk ji Ocalan dibin.

Nexwe, dema Ocalan hêviyên kur­dan ên klasîk nirxandin, dît- ji bona sazû­maniyên ku xwe­ser­bû­na wan a siyasî mis­oger bikin wê baştir be- heger kurd felse­feya vî zil­amê bi rihê rûsî-emerîkî û jihû ji Beronx li New York’ê hilbi­jêrin wê baştir be, kur­dan jî guhadarî wî kir. Ocalan bi rastî “baw­er­mendekî” mark­sîst-lênînîst bû. Lê di sala 1999’an de, dema ku Emerî­ka û Sûriyê alîkariya Turkiyê kirin ji bona wî dîl­bi­girin, wî di heman demê de gûmanên xwe di warê pratîki­ri­na ramana komînîstê ortodoks de anî ziman. PKK êdî dev ji fikra damezran­d­i­na Netewe –Dewletekê berd­abû ji sala 1995’an de. Di kêlîkên revan­d­i­na Ocalan de, tevgera kur­dî ji zû ve hewil­d­abû gavên bê yên pêva­joya siyasî dest­nîşan bikin.

Turkiyê Ocalan di sala 1999’an de xiste zîn­danê li ser giraveke bi qasî 35 mîlan ku li başûrî Îstan­bolê dikeve, ciheke bi rengê tîpa T ye û leşk­erên dar­beya leşk­erî di sala 1960 pêkanîbûn, serok wezîr înfaz kiribûn û xwe kirin şûna wî. Wan bi ara­man­ca bi lez û bez pêşwaziya pêva­joya Ocalan bikin li ser giravê koşkeke Dad­mendiyê weke zîn­dan avakirin. Piştre wan ew di tecrîdeke bi salan de di odeyeke 140 çar­goseyî de hiştin, ew gir­tiyê tekan e bû. Her­wi­ha barage­heke leşk­erî jî li nêz wir bicih kirin.

Di zîn­danê de, Ocalan dest bi mel­e­vaniya di nava wêjeya radîkal de ya pişt-komînîst kir, ji bona li riyeke nû ku bide pey şopa wê pey­da bike. Wî dest bi daqur­tan­d­i­na berhemên Mûray Bûkşîn kiribû. Di sala 2004“an de, Hei­der û hi kesin din dest bi parasti­na Ocalan kirin, wan nirxandin ku dem êdî hatiye ku têk­iliyên Ocalan bi Ver­mon­tê re (Bûkşîn) re were daynîn. Sazki­ri­na rengek ji gotûbê­jan ji bona wan pir girîng bû, ji ber ku mûhafaza­karên der­dorên kur­dan Tevger ber bi devjêber­dana ramana çep ve dibirin. Wan ji Janet re nivîsandin.

Di 11 nîsanê de, piştî pênc rojan ji gihaşti­na peya­ma Ocalan, Bûkşîn bersi­va wî bi alîkariya Biehl da.

Bûkşîn ji zûve pir mereq dikir ku kur­dan nas­bike û li ser tekoşî­na wan di rojnivîsên xwe de nivîsandibû. Wî ji Ocalan re got ku ew hemî aliyên tekoşî­na PKK’ê nas­nake, û ku êdî kal bûye, ku nivîsandin ji bona wî zehmet bûye, lê belê ew pir bex­tewere bi têk­iliyên wî.

Ez dîrokeke ku di sed­sala XX birêvediçe dişopînin, li gorî rêbaza min, û min her­tim hewil­di­da ku ez li der­veyî ramanên ku mirovan di dog­mayan de xeti­man­dine temaşe­bikim” Bûkşîn ji Ocalan re nivîsand. “Ez ji we daxwazdikim ku hûn bi kalekî radîkal re bêhin­fer­eh bin”

Hei­der peya­ma Bûkşîn radestî parêz­erên Ocalan kirin. Lîderê kurd ê dîl­girtî bersivek di meha gulanê de şand. Di peya­ma nû de, navgînên Ocalan bibîrx­istin ku ” ew di der­barê xwe de diax­ivî mîna şagirtekî qenc ji ramanên Bûkşîn re”.

Ocalan di peya­ma xwe de nîşankiribû ku ew li ser hin xalan bi Bûkşîn re lihev­nakê û ku felse­feya ne-rojavayî bi wî re ji bona şêwaz­dayî­na nerî­na xwe de alîkar bû. Lê belê ew bi navgînê xwe re dibê­je ku bila vê tiştî vaguhêze Bûkşîn” Tevgera Azadiya Kurd wê tekez bi awayekî serkeftî ramanên wî pêkbînin”
Bûkşîn bersiv di 9 gulanê de da, “Ez ne di wê rewşa ten­duristî de me ku ez bikaribim vê gotûbê­ja tey­orîk a kûr bi Birêz Ocalan re berde­wam bikim”, lê kurd “gelek bex­tew­er in” ku xwedî lîderekî weke Ocalan in.

Ocalan bû, Biehl piştre ji navgî­nan re dinivsîne, “Fen­er û mûmek ji Bûkşîn re di salên xwe yên dawî de”.

Ji zîn­danê de, Ocalan bi lez û bez ramanên nû yên pêşx­is­tine piştî xwen­d­i­na Bûkşîn xistin warê pratîkî.”

Di sala 2005’an de, PKK dax­uyaniyekê for­mûle dike, tê de tê gotin ku azad­ki­ri­na kur­dan wê ne bi riya avaki­ri­na şêwazeke nû ji netew-dewletê li ser binge­hên nijadî pêk­were. Netew –dewlet bi xwe re zor­dariyê pey­da dike. Navaro­ka dax­u­ayniyê dida xuyakirin ku ji bona kurd xwe birêve­bib­in divê riyeke din hebe, kêmtir nanavendî be. Ev jî kir­yarek tewan­barî pir balkêş bû li dijî rabirdûya sosyalîzm ku ji devê yek ji mark­sîstên herî paqij û hişk ên sed­sala 20’an derketiye.

Ev dax­uyanî ramanên Ocalan ji bona kur­dan û civak û pêkhateyên din ku li herêmên piraniya wan kurd in dijîn pêşkêşdike, ango ramana “kon­fed­er­alîz­ma demoqratîk”.

Herêmên kur­dî li başûr-rojhi­latî Turkiyê sûd ji dema aştiyeke ne mût­laq di navbera PKK û dewle­ta Turkiyê de girtin ji bona xisti­na felse­feya Ocalan-Bûkşîn merîyetê, dest bi damezran­d­i­na “meclisên demo­qratîk” di asta tax­an û gun­dan de kirin. Ji ber ku jin ji berê de, di nava PKK’ê de şer­vanên çalak bûn û ji ber ku Ocalan xîta­ba Bûkşîn di der­barê “hilweşan­d­i­na hîy­erşiyan û şikan­d­i­na baviksalariyê” di ber çavan re der­bas kiribû, van meclisan bir­yareke hîn binge­hîn­tir standin bi beş­dark­i­ri­na jinan di hemû waran de, weke pêwîstiyeke fer­manî ku nayê gotûbêj kirin.

Dema ku Bûkşîn koça dawî di 2006’an de kir, kon­seya PKK di dax­uyaniyeke bi bir­yar­dayîn Bûkşîn silavkir: “Em soz­didin ku Bûkşîn di tekoşî­na me de zîndî bimîne”.

Lê belê, diviyabû yeke ji netew-dewletên herî navendî di herêmê de hilweşe (Sûriya Esed) ji bona ku ramana dij-dewletî ya Ocalan bi zelalî derkeve holê.

Danyêl Flurî– Malpera Kedistan
Werg­er ji fran­sî: Gulis­tan Sîdo


Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas.
Auteur(e) invité(e)
Auteur(e)s Invité(e)s
AmiEs con­tributri­ces, con­tribu­teurs tra­ver­sant les pages de Kedis­tan, occa­sion­nelle­ment ou régulièrement…