Français | English | Castellano Rojava Azadî | Kurdî

Gotarek di kovara fran­sî a bi navê Le Monde dîplo­matîk de di meha tîrme­hê de hat­i­bû weşandin veg­eriyaye ser têk­iliyên bi riya nameyan ên di navbera Ocalan, lîderê dîl­girtî yê PKK, û hiş­mendekî anarşîst ê emerîkî, Mûray Bûkşîn.

Em jî di malpera xwe de vedi­gerin vê mijarê û şîroveki­ri­na vê diyalo­ga di navbera lîderekî siyasî yê ku ji binge­heke mark­sî, lênînî der­ketiye û hiş­mend û çalak­vanê azadî­parêz de dinirxînin û dibînin ku ev diya­log stû­na movikî bû di bernameya siyasî ya aktuyel ya PKK’ê de.

Di sala 2004’an de, Abdul­lah Ocalan, bi riya parêz­erên xwe, yên heya wê demê dikarîn destûrê wer­bigrin ji bona hevdît­inê bi wî re bikin, xwastibû ku bi Bûkşîn re danû­s­tan­d­i­nan bike. Ocalan ji wî re dest­nivîsekê dişîne û tê de xuyadike ku ew xwe weke “şagirtekî” wî dibîne, her­wi­ha li ser ramanên wî yên di der­barê ekolo­jiya civakî yên ku li Rojhi­la­ta-Navîn tên cîbi­cih kirin mijûldibe. Ev der­fe­ta diyalogê bi sînor bû ji ber mez­in­bû­na temenê Bûkşîn yê 83 salî, wî êdî nikarîbû kar û xeba­ta ku ev danû­s­tandin neçar dikin heya dawî berde­wambiki­ra. Lê tevî vê yekê ev diya­log berhemên xwe dan û gihaşte danî­na binge­hên “kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk”, ya ku niha li Roja­va di pêva­joya pêkanînê de ye. Bûkşîn di heman demê de peyamek ji gelê kurd re şandibû: “Hêviya min ew e ku gelê kurd rojekê di asta sazki­ri­na civakeke azad û hiş­mend de bin, ev civa­ka ku wê bi dengvedana xwe ji nûve bibiriqe. Şan­sê we heye ku lîderekî afrîn­er weke birêz Ocalan pey­da bû ji bona rêber­tiyê ji we re bike”

Ev got­inên ku ji devê azadî­parêzekî mîna Mûray Bûkşîn der­ke­tine, dibe ku gelek kesên ku hîna li ser dîme­na PKK’ê ya ku li Ewr­payê tê nasîn mat­mayî bimînin. Di rastiyê de, bicihki­ri­na va par­tiya şer­vanan di nava lîsteya fer­mî ya navnetewî ên “rêx­istinên terorîst” ku dahatûya wê girê­dayî mark­sîst lênînîst“Ortodoks” e, ango bêtir girê­dayî ye bi tevgera berî-stalînî ve , û têk­iliyên teng ya diyas­po­raya kurd bi par­tiyên bûro­qratîk ên klasîk ên çep­gir re, tu tiştî hêsan nake. Em li vê jî zêde­bikin, tiş­ta ku herî zêde bala mirov dikşîne û tê dîtin ew e çana­da pîrozki­ri­na kesayetiya Ocalan ne, ku weke portre û pankartên gefan dikin lê tê temaşe kirin, bi vî rengî mirov dibe xwedî kok­têleke bêkê­masî ji bona tu kes girîngiyê pêwîstiyê nede pirsên kûr û binge­hîn. (Van xalên û têbîniyên li jor hatine bibîrx­istin bala mirovan dikşînin ser mijarên ne sereke û ne binge­hîn ên ku divê mirov ani­ha di ber çavan re der­bas­bike di der­barê îdolo­jiya PKK û lîderê wê Abdul­lah Ocalan).

Em niakrin bêjin jî ” çepa çepan”, an jî gelek şepêlên ku navê anarşîs­tan li xwe dikin, dikarîbûn şoreşên xwe yên siyasî bidana naskirin, û bi tay­bet jêderên wan.

di sala 2006’an de, Mûary Bûkşîn diçe ser dilo­vaniya xwe, komaci­va­ka PKK’ê xwe spartin wî mîn yek ji mez­in­tirîn pis­porên zanistên civakî ya sed­sala XX an. Wî me berve hiş­mendiya ekolo­jiya civakî ve bir, û beş­darî pêşx­isti­na tey­oriya sosyalîst bû ji bona em berve binge­hên xurt ve biçin. Wî kon­sep­ta kon­fed­er­alîzmê pêşni­yarkir, em wê mîna mod­êleke afrîn­er ku dikare pêk­were lê temaşedikin. Tezên Bûkşîn li ser dewletê, desthi­lat­dariyê û hiyarşiyê wê di warê pratîkî de divê di tekoşî­na me de werin pêkanîn…. Emê weke yekemîn civa­ka ku kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk a raste­qîn û şên­ber pêk­tîne vê sozê pêkbînin”

Ji bona kesên ku mijûlî pêva­joyên siyasî yên di roje­va Roja­va de ne, û pişt­giriya şerê kur­dan dikin, çi li Sûrî çi li Turkiyê, divê hûn di nirxand­inên xwe yên di der­barê par­tiya şerk­er ya sereke ya kurd gavan bavêjin, divê hûn pejran­d­i­na vê patriyê ji raman, paratîk, xeyalên avakar ên di bingeh de ne yên wê bûn berbiçav bigirin, ev tişt wê bihêle em pêşkeft­inên wê, û riya ku wê der­baskirî di tekoşî­na xwe de, û binkeft­inên ku arasteyî wê hatine bipîvin. Em her­wi­ha dîsa dikarin bi riya pîvan­d­i­na şikesti­na heyî di navbera va pro­jeya siyasî ya kur­dî li Sûrî, pro­jeya HDP li Turkiyê û ya Barzanî li Îar­qê, nêzîkatiyekê nîşanbidin.

Evê bi tay­bet bihêle ku çepa ewropî dev ji slo­gana xwe ya her­dem li ser tekoşî­na gelê kurd berde, slo­gana ku ji sêtekiya Gel/Netew/Dewlet pek­tê, ango avaki­ri­na “Kur­dis­taneke yek­bûyî, ser­bixwe û neteweper­est (di wateya etnîkî de)”….ango ev tê wateya antîteza “kon­fed­er­alîz­ma demoqratîk”.

Em nabêjin ku ev têz li ba tevgerên kur­dî ên din tunebûn, û bi tay­bet li diyas­po­ra kur­dî li Ewro­payê, ên di bin ban­do­ra par­tiyên per­le­manî û neteweyî de ne. Em dizanin ku ew li berxw­didin, û bi nezan­bûnek bi mebest an na tên der­baskirin, lê ev tevgerên han dûrî pêşket­inên mezin ên hiş­mendiya siyasî di nava tevgerên çalak­van ên kur­dî yên van deh salên borî de ne.

Danyêl Flurî- Malpera Kedistan
Werg­er ji fran­sî: Gulis­tan Sîdo


Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas.
Auteur(e) invité(e)
Auteur(e)s Invité(e)s
AmiEs con­tributri­ces, con­tribu­teurs tra­ver­sant les pages de Kedis­tan, occa­sion­nelle­ment ou régulièrement…