Zilamê ku bi guhê Ocalan re diaxivî | 1

Öcalan

Gotarek di kovara fransî a bi navê Le Monde dîplomatîk de di meha tîrmehê de hatibû weşandin vegeriyaye ser têkiliyên bi riya nameyan ên di navbera Ocalan, lîderê dîlgirtî yê PKK, û hişmendekî anarşîst ê emerîkî, Mûray Bûkşîn.

Em jî di malpera xwe de vedigerin vê mijarê û şîrovekirina vê diyaloga di navbera lîderekî siyasî yê ku ji bingeheke marksî, lênînî derketiye û hişmend û çalakvanê azadîparêz de dinirxînin û dibînin ku ev diyalog stûna movikî bû di bernameya siyasî ya aktuyel ya PKK’ê de.

Di sala 2004’an de, Abdullah Ocalan, bi riya parêzerên xwe, yên heya wê demê dikarîn destûrê werbigrin ji bona hevdîtinê bi wî re bikin, xwastibû ku bi Bûkşîn re danûstandinan bike. Ocalan ji wî re destnivîsekê dişîne û tê de xuyadike ku ew xwe weke “şagirtekî” wî dibîne, herwiha li ser ramanên wî yên di derbarê ekolojiya civakî yên ku li Rojhilata-Navîn tên cîbicih kirin mijûldibe. Ev derfeta diyalogê bi sînor bû ji ber mezinbûna temenê Bûkşîn yê 83 salî, wî êdî nikarîbû kar û xebata ku ev danûstandin neçar dikin heya dawî berdewambikira. Lê tevî vê yekê ev diyalog berhemên xwe dan û gihaşte danîna bingehên “konfederalîzma demoqratîk”, ya ku niha li Rojava di pêvajoya pêkanînê de ye. Bûkşîn di heman demê de peyamek ji gelê kurd re şandibû: “Hêviya min ew e ku gelê kurd rojekê di asta sazkirina civakeke azad û hişmend de bin, ev civaka ku wê bi dengvedana xwe ji nûve bibiriqe. Şansê we heye ku lîderekî afrîner weke birêz Ocalan peyda bû ji bona rêbertiyê ji we re bike”

Ev gotinên ku ji devê azadîparêzekî mîna Mûray Bûkşîn derketine, dibe ku gelek kesên ku hîna li ser dîmena PKK’ê ya ku li Ewrpayê tê nasîn matmayî bimînin. Di rastiyê de, bicihkirina va partiya şervanan di nava lîsteya fermî ya navnetewî ên “rêxistinên terorîst” ku dahatûya wê girêdayî marksîst lênînîst”Ortodoks” e, ango bêtir girêdayî ye bi tevgera berî-stalînî ve , û têkiliyên teng ya diyasporaya kurd bi partiyên bûroqratîk ên klasîk ên çepgir re, tu tiştî hêsan nake. Em li vê jî zêdebikin, tişta ku herî zêde bala mirov dikşîne û tê dîtin ew e çanada pîrozkirina kesayetiya Ocalan ne, ku weke portre û pankartên gefan dikin lê tê temaşe kirin, bi vî rengî mirov dibe xwedî koktêleke bêkêmasî ji bona tu kes girîngiyê pêwîstiyê nede pirsên kûr û bingehîn. (Van xalên û têbîniyên li jor hatine bibîrxistin bala mirovan dikşînin ser mijarên ne sereke û ne bingehîn ên ku divê mirov aniha di ber çavan re derbasbike di derbarê îdolojiya PKK û lîderê wê Abdullah Ocalan).

Em niakrin bêjin jî ” çepa çepan”, an jî gelek şepêlên ku navê anarşîstan li xwe dikin, dikarîbûn şoreşên xwe yên siyasî bidana naskirin, û bi taybet jêderên wan.

“di sala 2006’an de, Mûary Bûkşîn diçe ser dilovaniya xwe, komacivaka PKK’ê xwe spartin wî mîn yek ji mezintirîn pisporên zanistên civakî ya sedsala XX an. Wî me berve hişmendiya ekolojiya civakî ve bir, û beşdarî pêşxistina teyoriya sosyalîst bû ji bona em berve bingehên xurt ve biçin. Wî konsepta konfederalîzmê pêşniyarkir, em wê mîna modêleke afrîner ku dikare pêkwere lê temaşedikin. Tezên Bûkşîn li ser dewletê, desthilatdariyê û hiyarşiyê wê di warê pratîkî de divê di tekoşîna me de werin pêkanîn…. Emê weke yekemîn civaka ku konfederalîzma demoqratîk a rasteqîn û şênber pêktîne vê sozê pêkbînin”

Ji bona kesên ku mijûlî pêvajoyên siyasî yên di rojeva Rojava de ne, û piştgiriya şerê kurdan dikin, çi li Sûrî çi li Turkiyê, divê hûn di nirxandinên xwe yên di derbarê partiya şerker ya sereke ya kurd gavan bavêjin, divê hûn pejrandina vê patriyê ji raman, paratîk, xeyalên avakar ên di bingeh de ne yên wê bûn berbiçav bigirin, ev tişt wê bihêle em pêşkeftinên wê, û riya ku wê derbaskirî di tekoşîna xwe de, û binkeftinên ku arasteyî wê hatine bipîvin. Em herwiha dîsa dikarin bi riya pîvandina şikestina heyî di navbera va projeya siyasî ya kurdî li Sûrî, projeya HDP li Turkiyê û ya Barzanî li Îarqê, nêzîkatiyekê nîşanbidin.

Evê bi taybet bihêle ku çepa ewropî dev ji slogana xwe ya herdem li ser tekoşîna gelê kurd berde, slogana ku ji sêtekiya Gel/Netew/Dewlet pektê, ango avakirina “Kurdistaneke yekbûyî, serbixwe û neteweperest (di wateya etnîkî de)”….ango ev tê wateya antîteza “konfederalîzma demoqratîk”.

Em nabêjin ku ev têz li ba tevgerên kurdî ên din tunebûn, û bi taybet li diyaspora kurdî li Ewropayê, ên di bin bandora partiyên perlemanî û neteweyî de ne. Em dizanin ku ew li berxwdidin, û bi nezanbûnek bi mebest an na tên derbaskirin, lê ev tevgerên han dûrî pêşketinên mezin ên hişmendiya siyasî di nava tevgerên çalakvan ên kurdî yên van deh salên borî de ne.

Danyêl Flurî– Malpera Kedistan
Werger ji fransî: Gulistan Sîdo


Français : “L’homme qui parlait à l’oreille d’Öcalan | 1”
English:
“The Man who talked in Öcalan’s ear | 1”

Traductions & rédaction par Kedistan. Vous pouvez utiliser, partager les articles et les traductions de Kedistan en précisant la source et en ajoutant un lien afin de respecter le travail des auteur(e)s et traductrices/teurs. Merci.
Kedistan’ın tüm yayınlarını, yazar ve çevirmenlerin emeğine saygı göstererek, kaynak ve link vererek paylaşabilirisiniz. Teşekkürler.
Kerema xwe dema hun nivîsên Kedistanê parve dikin, ji bo rêzgirtina maf û keda nivîskar û wergêr, lînk û navê malperê wek çavkanî diyar bikin. Spas.
Translation & writing by Kedistan. You may use and share Kedistan’s articles and translations, specifying the source and adding a link in order to respect the writer(s) and translator(s) work. Thank you.
Gulistan Sido

Correspondante Rojava-Afrin

Traductrice en langues kurde, arabe, français.

Master 2, Lettres Modernes-Paris III


Nûçegihana Rojava-Efrîn

Wergervan bi zimanên (Kurdî. Erebî. Fransî)

Master 2 Di wêjeya nûjen a fransî-Paris III


Gulistan Sido

About Gulistan Sido

Correspondante Rojava-Afrin
Traductrice en langues kurde, arabe, français.
Master 2, Lettres Modernes-Paris III

Nûçegihana Rojava-Efrîn
Wergervan bi zimanên (Kurdî. Erebî. Fransî)
Master 2 Di wêjeya nûjen a fransî-Paris III

Related posts