Ber bi çavkaniyên komînalîzma kurdî ve

Piştî miri­na Mûray Bûkşîn, di sala 2006’an de, par­tiya kark­erên Kur­dis­tanê (PKK) soz da ku yekemîn civa­ka ku wê kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk avabike sazbike, ev civa­ka ku ji ramanên tey­orîsyenê ekolo­jiya civakî û şaredarîz­ma azadî­parêz. Naskirineke bi derengî ya vî tekoşerî emerîkî û dan­erê pro­jeya wekhevî û mirovî ji aliyê PKK’ê ve hate çêkirin.

Di 6 çileya 2014’an de, kan­tonên Roja­va, li Kur­dis­tana Sûriyê, di nava sîste­meke fed­er­al de bûn komûnên xweser. Wan li ser hevpey­maneke civakî lihevkirin, ev hevpey­mana ku demo­qrasiyeke rast e rast sazdike û birêve­birineke wekhev ji çavkaniyan re li ser binge­ha meclisên gelêrî. Bi riya xwen­d­i­na berhemên afer­în­er a Mûray Bûkşîn û danû­s­tand­inên bi wî re kirine ji zîn­dana xwe ya turkî ve, yê ku êşa ceza­ya girti­na tevahî jiyanê dikşîne, ku lîderê dîrokî ya tevgera kur­dî, Birêz Abdul­lah Öcalan, hişt ku PKK’ê di zivroneke gewr e di nava xwe de çêbike û mark­sîzm-lênînîz­ma demên pêşîn der­bas­bike. Pro­jeya navnetewî ya ku PKK’ê di 2005’an de hilbi­jar­tiye, piştre ji aliyê hem­tayê wî ya sûrî ve, par­tiya yekîtiya demo­qratîk (PYD) ve hate hilbi­jartin, arman­ca vê pro­jeyê ew e komki­ri­na gelên Rojhi­la­ta-Navîn di nava kon­fed­erasy­oneke komûnên demo­qratîk pirçandî û ekelojîk.

Di sala 1921’an de li New Yorkê ji mal­beteke jihû û rûsî ya şoreşger ji dayîk bû, Bûkşîn li taxa Bronksê mezin bû, jêdera tekoşîn kark­erên emerîkî bû. Ji ciwan­tiya xwe ve tevlî refên komonîs­tan bû, ku di sala 1936 dev ji wan ber­da, di dema şerê Îspaniya de, di heman demê de di nava Kon­gireya rêx­istinên pîşesazî(CIO) û Kon­gireya wekhe­viya nijadî (CORE) tekoşî­na xwe dikir. Di dest­pêkê de, ew kark­erê pîşe­saziya tirm­pêlan bû(bi tay­bet di dema gre­va mezin a Jênêral Motors de, di sala 1645’an), ev kesê dirust û xêrxwaz piştre civak­nasiyê li Pey­mange­ha Ramapo li New Jer­sî per­w­erdedike. Piştî miri­na wî de, 30 tîrme­ha 2006’an, wî li pey xwe bi dehan pirtûk û bi sedan gotar hiştin.

Li Vêrmona Bêrnî Sandêr di sala 1971’an de

Ekolo­jîstekî radîkal û ron­ak e, wî ramane pêşx­ist ku li gorî wê bêhişiya kapî­talîzmê û lewaziya wê ya mis­oger ne , weke çawa Karl Marks tekezdikir, di rewşa wê ya neçar a berve xwe­hilweşand­inê ve diçe de bi sînor kiriye, lê belê di nakokiyên wê bi hawîr­do­ra xweza­yî û man­tiqa wê di gur­bû­na hilweşan­d­i­na ji xweza­yê û ten­duris­tiya mirovahiyê re de ye.

Di sala 1964’an de, di gotara xwe ya rexneyî ya bi ser­navê “Ekolo­jî û hiş­mendiya şoreşgerî” ramana sazk­er a ekolo­jiya civakî dest­nîşandike: ” Neçariya ku li ser mirov hatiye fer­zkirin ku desthi­lat­dariya xwe li ser xweza­yê bike raste rast ji bi desthi­lat­dariya mirov li ser mirovan tê”- ev yek jî di nava xwe de sedes­tiya zayend, etnîk, nijad her­wi­ha çînî digire nava xwe. Ji ber vê jî pêşni­yarek bi nirxa bernameyekê heye : tenê ekolo­jiya civakî ya radîkal dikare bi xwe re kapî­talîzmê der­bas­bike. Ango bi awayekî beram­berî, şoreşeke civakî ji Bûkşîn re xuyadikir weke kilî­ta guherti­na teknolo­jîk. Ji sala 1965’an de, metir­siyên xwe di der­barê germbû­na keşwarî û encamên wê li ser hevsen­giya xweza­yî û civakî.

Li beram­berî zanis­teke ku li ser “dîmeneke gelek paşverû ya ji xweza­yê re hatiye avakirin”, a ku çîro­ka pêşbaziya bikaranî­na çavkaniyên ji bona mayîn­deki­ri­na jiyanê bi qencî pêşkêşdike ji aliyekî ve, ji aliyekî din ve Bûkşîn têghiştineke hiş­mend­warî ji cîhana xweza­yî re pêşni­yar dike, ” afrîn­erî, kopêratîf, dewle­mend”, weke rêçeke ji sinc û exlaqê azadiyê. Zih­niyeta hiyarşîk ya ku kesê din li gorî peyvên kêmtir an bilindtir pênasedike, tu hêviyan dide?, wê bi nêzîkatiyeke ekolo­jîk ji cihêrengiyê were guhartin”.

Di sala 1971’an de, belavki­ri­na dîwana Piştî kêm­peyd­abûnê Bûkşîn ji kesên pêşîn bû di refa qada radîkal a newyorkî û va yekê hişt ku guh­dar­vanên wî li ba Çepa Nû ya Emerîkî bêtir bib­in. Ew li wir tekez dike ku zêde­bû­na dewle­mendiyê bi riya teknolo­jiyê pêkaniya dîrokî ya “temamki­ri­na şan­sên civakî û çandî” ya mirovahiyê pêşkêşdike. Hin teknolo­jiyên azad­ker, ne navendî û ekolo­jîk dikarin rê li ber veg­uh­estineke ji bajar­vaniya kapî­talîst berve bajareke demo­qratîk ya resen û otan­tîk ve dibe.

Bûkşîn li ser girîngiya bersiv­dayî­na ji lîs­tokên ekolo­jîk tekez dike bêtirî birêx­istinki­ri­na çîna kark­er . Li gorî wî, kird­eya şoreşger hemwe­latiya bind­est e, lê ne kark­erê tê bikaranîn. Ew ji nûve anarşîzmê pênasedike û wê mîna çare­seriyekê ji bona ciwanên ku naxwazin ji aliyê tevgereke pêşeng ve werin birêve­birin, lê belê, ji hin “nirx­in hîy­erşîk û ser­w­eriyê” xwe azad û riz­gar bikin- ev nirxên ku mark­sîzm bi xwe jî jê ne cuda ye. tevî vê yekê nêzîkatiyên wî di der­barê teknolo­jiyê de wî ji tevgerên dij-çandî bi dûrdixîne, ev tevgerên ku bi zelalî tir­son­ekên teknolo­jiyê ne. Ew dijberiya tevgera hawîr­dor­parêziyê dike, ev “kapî­talîz­ma kesk” a ku li gerdû­na xweza­yî mîna xezîneyeke çavkaniyên tên bikaranîn dinêre.

Ew di heman demê rexneyê li ekolo­jiya kûr dike, ew di nava wan “nîşaneyên bi gûman” ên desthi­lat­dariyê dibîne. Yek ji pêşengên vê tevgera han, biy­olo­jîstê emerîkî Pol R.Erlîş, tekez dike ku tiş­ta ku hawîr­do­ra xweza­yî dixe bin gefan zêde­bû­na hej­mara milet e û parasti­na “bikaranî­na fişar û zorê” ji bona bi sînorki­ri­na jidayîk­bû­nan. Qeyrana ekolo­jî li gorî nerî­na Bûkşîn ji ber têk­iliyên civakî yên di bin ban­do­ra hîyarşî û kapî­talîzmê encam dide.

Hej­marek kêm ji kesan dighîjin mal­girtin û hişki­ri­na çavkaniyan. Ji ber vê sedemê diviyabû temen çi be bila bibe, li gorî wî, nehêle ku ev tevgera ekolo­jîst nezivre koçikê nobe­dariyê ji şareza­yên karsaziyê re, û li dijî xîtabên moral­dayînê yên çîna xizanan dike armanc tekoşînek bê meşandin.

Kark­er û Reşikan ne pir şaş bûn dema wan ev tevger protesto dikirin û ew mîna “dezge­heke Spiyên şareza û veqe­tendî nîşandikirin”, di dema ku berpirsên dizîn û win­dakir­inê ew ” rêve­berên bajarên mezin in”

Di sala 1971’an de, Bûkşîn dev ji New Yorkê ber­da ji bona li Burlîg­tonê bi cih bibe, li taxa Vêr­monê, ku naven­da tevgera komînên azad a Vêr­monê bû; fikra radîkal a emerîkî li “Arkadiya ver­monî” pêşket. Wî di sala 1976 pey­mange­ha ekolo­jiya civakî damezrand, a ku xwen­dekaran fêrî çan­diniya biy­olo­jîk û ener­jiyên nûdib­in dikir bêtirî tey­oriya civakî ya radîkal û dîro­ka şoreşgerî- naven­deke fêrkir­inê bû ku ji wê gelek tevger peyd­abûn, mîna ekofemînîz­ma Ynes­tra King.

Li gel “Burlîg­tonên kesk”, wî gelek hem­leyên pêşx­isti­na hiş­mendiyeke ekolo­jîk birêve­birin, û bernameyeke demo­qratîzeki­ri­na saziyên xwe­ci­hî pêşkêşî hilbi­jartên şaredariyan kir. Komê serokê şaredariyê neçar hiştin, yek bi navê Bêrnî Sandêr, ku ew dengên meclîsên tax­an di ber çavan re der­bas­bikin û dev ji avaki­ri­na naven­deke elek­trîk û pro­jeyeke avahî­girti­nan li ser per­avên gola Şam­plen berde.

Di va kelî­na tecrûbeyan de, Bûkşîn bernameyeke siyasî di der­barê ekolo­jiya civakî bi pêşdixîne: şaredariya azadî­parêz, pro­jeyek “demo­qrasiya komû­nal a raste rast ya ku hêdî hêdî belavdibe di bin şêwazeke fêdêrale de” tekoşer vexwendîne ji bona karê “ji nûve avaki­ri­na radîkal” ji saziyên xwe­ci­hî re ji jêr ve, sazki­ri­na meclîsan hemwe­latî, “şêweyin ji azadiyê re” ku wisa xurt­bin ji bona hilki­ri­na kapî­talîzmê û têra xwe rewa bin ji bona pêşî li ber zor­dariyê bigirin. Ew di heman demê de xwedî şiyan in ku xwe pêşkêşî hilbi­jart­inên xwe­ci­hî bikin, aboriyê bi şaredariyan ve girêbidin û bi hin civakin din re fed­erasy­onek yek­girtî çêkin bi arman­ca sazki­ri­na hêzeke altêr­natîf ji bona “astengki­ri­na navendîbû­na desthi­lat­dariya netew-dewletê”.

Ji sala 1977’an de, Bûkşîn roleke pir girîng dilîze di birêx­istinki­ri­na tevgera dijî-nûkelêrî Klamşêl Aliyans û tevî damz­erîn­erê wê re Birêz Howey Hawkîn şebekeyeke ekolo­jîstên çep dan rawe­s­tandin, Çepên Kek Nêtwork.

Bûkşîn diramî ku Anarşîst bêyî astengiyeke mezin alî­girê pejran­d­i­na şaredariya azadî­parêz, fer­derasy­ona komînên xweser di kevneşopiya Piyêr Jozêf Prûd­hon, Mîkayêl Bakûnîn, Piyêr Kor­pok­tîn an Nês­tor Makno. Di sala 1984, ew ji bona hevdîti­na navnetewî hate vexwendin ” Cia anarşî”, li Vînîsiya yê. Janêt Bîl, hevjî­na wî ya 20 sala jînenîgeriyek der­barê wî de amadekir, û di ew çîro­ka der­keti­na wî li ser dikê bi cilên fer­mî ên kar ên kesk, û çend amûrên mêkanîsyekî di berî­ka şapi­ka wê de bûn ved­ibê­je. Ew ji wan re dibêje: ”

Divê tevgerên femînîst, ekolo­jîst û komî­nalîst civakên mirovî yên nenavendî ku li gorî ekosîstema xwe avabikin. Divê ew gun­dan û bajaran demo­qratîze bikin, wan federe bikin, û altêr­natîfeke li hem­ber desthi­lat­dariya dewletê çêkin.” Ev hevdîtin mîna felaketek bû. Li dijî axafti­na Bûkşîn rawestiyan û nepe­jrandin û gotin ku hikûmetên şaredarî mîna dewlet-netwên biçûk in, meclisên hemwe­latiyan jî per­la­men in” beş­daran rêgeza deng­dayî­na bi gîştî nepe­ji­rand, û ew bi zor­dariyeke hîn hîn bi hej­mareke mez­in­tir girêdan.

Bûkşîn gihaşte encamekê ku anarşîzm dijberî sosyalîzmê ye. Anarşîstên di dema wî de bi parasti­na doza ser­w­eriya “kes”, û ne “gel” bala wî dikşandin ser xwe. Wî bir­yar da ku dev ji siyasetê berde. Jiyana xwe berde­wamkir bi lêkolînki­ri­na li ser tevgerên şoreşgerî , ser­hildanên koleyên li herê­ma Deriya Spî ya kevin, beş­dar­bû­na anarşîs­tan di şerê Îspaniya de di sala 1936’an de, her­wi­ha Komî­na Parîsê jî lêkolîn kir. “Şêwaz in ji azadiyê” ku li dijî hege­moniya netew-dewletê nava pevçû­nan de ne. Heger şoreşa sosyalîst negişte armancên xwe, bi riya xisti­na desthi­lat­dariya dewletê bin dest xwe û ne jî bi riya kesên hatin marjînalîzekirin“ji civakê hatine bidûrx­istin”, riyeke sêyemîn heye: ” şoreşê bibe qadeke ku tekoşîn bikaribe gel sefer­bike, alîkariya wî bike ji bona xwe per­w­erde bike, siyaseteke dij stemkariyê bi pêşxîne, ev siyase­ta ku wê hawîr­doreke gelêrî nû biafrîne li dijî dewletê û kapî­talîzmê”. Navê wî : komî­nalîzm . Em têdighîjin ku ev pênaseya han ji tekoşî­na siyasî dikare îro tekoşerên serxwe­bû­na Kur­dis­tanê sefer­ber­bike, ên ku di nava çar wela­tan de belavbûne, û bi rengekî zelal li dijberî êrîşên dewle­ta Turk in û di xeta yekemîn de ne di şerê li dijî Daêşê de.

Bi şopan­d­i­na rêgezên “kon­fed­er­alîz­ma demo­qratîk” ya ku ji aliyê birêz Ocalan ve hate belavkirin, kan­tonên Cizîrê, Kobanê, û Efrînê bûn xwedî sazîbûneke rêve­beriyeke fed­er­al e, di nav xwe de nûn­erên meclisên gelêrî digire(malên gel), ku ji aliyê meclisên komî­nan ve hatine hilbi­jartin. Fed­erasy­on ji komîsy­onan pêk­tê, parastin, ten­duristî, per­w­erdeyî, kar û barên civakî. Her meclîsek çavkaniyên çan­diniyê û ener­jiyê bi awayekî xweser, kopêratîf û ekolo­jîk birêvedibe(Rojava bi petrolê dewle­mend e, lê belê nikare derxîne derve ji ber amber­goya li ser wê). Li Kur­dis­tana bakur a Turkiyê, kon­gireya civa­ka demo­qratîk (KCD) ji sala 2010’an de meclisên bajaran federe kiriye, hemû tax û beşên herêmê. KCD a tê wateya meclisa mecil­san her­wi­ha pêşwaziya nûn­erên civa­ka ermenî, aramî, yezîdî, elewî, turk­men ên ji şer û pevçû­nan reviyan e dike.

Di sala 1999’an de, di dema xwepêşan­danên Seat­tle li dijî rêx­isti­na cîhanî ya bazir­ganiyê (OMC), tekoşerên tevgera cîhanî Bûkşîn vedixwînin ku semînerekê bide. Wî tevî vê yekê gûmaniyên xwe nîşan­da li hem­berî girûpên anarşîst ên tun­drew ên ban­gawaziya şoreşekê an propa­gadeyeke balk­işand­inê bi sînorkirî li ser enter­netê ya ku dûrî avaki­ri­na ” şêweyin ji azadiyê” dikin, an saziyên alter­natîf ên mayînde û berdewam.

Di salên 1970’ yî de, sefer­beriyên demkî li dijî şerê Vêt­namê, Bûşkîn dane baw­erkirin ku hemû xwepêşan­dan tevî girîngiya wan, nikarin bi tena serê xwe riz­garkirineke civakî, “êrîşên buharê” kêm caran “bêhinvedana havînê” der­bas­dike. Tevgerên meclisên hemwe­latiyan, ku di wir de daxwaziyeke mezin ji demo­qrasiyeke dîrekt tê der­birandin, serkeftineke nû da bernameya Bûkşîn. Van tevger­an hiştin ku pirtûk û gotarên wî ji nûve bên weşandin, ji wan jî dîwanek di 2015’an der­ket di bin ser­navekî xwedî wate:

Şoreşa Dahatûyê”. “Ji taxên kûmî­na Parîsê ta meclisên gîştî yên Okû­pay Wal Strît û li dev­erin din, em dikarin di pêş­goti­na pirtûkê de, van şîretên demo­qratîk ên xwe birêx­istinkir­inê yên ku di dîrokê re weke tayeke sor der­bas­dib­in.” . Ev berhe­ma bi nav û deng balê dikşîne ser pêşengekî ” pis­porê şorşeke ne tund” û di pro­jeya wî de “siyaseteke ji sed­sala XXI” dibîne.

Sînorên dagirkirina cihan

Gelo wê bex­te­war be di dagirki­ri­na demo­qrasiyê ji qadê re? Tekoşerekî bê wes­t­an û rexnekarekî ku ne li ben­de­wariya tu diyariyan e, wî hin pirs­girêkên ku li hem­berî van tevger­an derdikevin ji zû ve dîtibûn: astengiyên ku ji pratî­ka va lihevhkir­inê rûdidin ên ji hev ne cuda ne, û ev komên gelêrî bib­in desthi­lat­dar. Ji bona bidestx­isti­na hêzeke siyasî, ev komên gelêrî li gorî nerî­na wî divê xwe di nava meclisên xwe­ci­hî li tax­an û gun­dande sazbikin.
Ji aliyekî din ve, ne tekez e ku ev tevgerên han bikarin bi awayekî cewherî pêşni­yarên wî pêk­bînin, bi tay­bet, ewlekariya kûmî­nan di rûbrûbûyî­na wan a neçar li hem­ber dewletê û sîstema kapî­talpîst de? Bûkşîn diramî ku divê “milîsên gelêrî hebin” ji bona “parasti­na, heger ev girîng be, aboriya şaredark­irî bi çekan bikin”, mîna mod­êla hemwe­latiyên-leşk­er ên atî­nayî (Hoplît), an Makhnovchtchi­na-artêşa şoreşgerî ya ser­hildêr ya okraniyayê(1918–1921)- an milîsên kark­er an cotkaran ê hikûmeta anarşîst a Kat­aloniya 1937.

Piştî miri­na Muray Bûkşîn, di dema deh salên ku girîng bûn ji bona nivîsan­d­i­na jînenî­gariya wî, Janêt Biyehl- ya ku di dema niha de, kesayeta sereke ye di warê ekolo­jiya civakî de, hinekî xwe dûrî antîdewlet­bû­na sert a şêwirmendê wê Bûkşîn kir. Bêyî çarçoveya netew-dewletê, çawa, ew pirs­dike, “nehe­qiyên civakî ser­erast bike û parasti­na mafên sivîl bikin”. Germbû­na kişwarê bi sînor bikin an jî ewlekariya civakî mis­oger bikin? Em dikarin bi komî­nan bawerbin ku ewê bib­in cihê hiş­mendiyeke demo­qratîk, wekhev û ekolo­jîk, di dema ku, ew vê têbîniyê tîne ser ziman, ” hin taxên û bajar, ên li başûrî Emerîkayê, paşverû ne” an hinek din li dijberî karên hawî­dorî ne û “beş­darî wê nabin ger hikûmeta fed­er­al wan bo zorê neçar vê yekê neke” ? Bûkşîn baw­erdikir ku ev pirs­girêk wê di pratîkê de werin çare­serkirin. Bûkşîn ji aliyê hemdemên xwe ve mîna kesekî ûtopîk“xeyalî” pir radîkal, rexnekar dihat dîtin. Tevî vê yekê jî, wî jiyana xwe, weke Bielh şahidiya vê yekê dike, “ji bona bici­hanî­na xeyalên çep­gir pêk­bîne kar kir: demo­qrasî, hiş­mendîbûn, layîk, ne çînîyetî, azadî­parêz, û ekolo­jî. Ew navnetewî bû û tekoşer bû. Ew mirovahî û exlaqî “etîk” bû. Beriya her tiştî sosyalîst bû”. Mirov, di baw­eriya wî de, hêjayî azadiya ku ewqas li ba wî giran­buha ye, û jiyanek xweş. Di encamê de ew pir jîr bû ji bona nikaribe di nava civakeke hiş­mend de bijî.

Bên­ja­men Fêrnandêz
“Aux sources du com­mu­nal­isme Kurde”, Ber bi çavkaniyên komî­nalîz­ma kur­dî ve
Mur­ray Bookchin, écolo­gie ou barbarie
Le Monde dipolo­ma­tique, tîrme­ha 2016
Werg­er ji fran­sî: Gulis­tan Sîdo


Traductions & rédaction par Kedistan. | Vous pouvez utiliser, partager les articles et les traductions de Kedistan en précisant la source et en ajoutant un lien afin de respecter le travail des auteur(e)s et traductrices/teurs. Merci.
Kedistan’ın tüm yayınlarını, yazar ve çevirmenlerin emeğine saygı göstererek, kaynak ve link vererek paylaşabilirisiniz. Teşekkürler.
Auteur(e) invité(e)
Auteur(e)s Invité(e)s
AmiEs con­tributri­ces, con­tribu­teurs tra­ver­sant les pages de Kedis­tan, occa­sion­nelle­ment ou régulièrement…