Kedistan : malpereke bê pere dixebite bi zimanê turkî, fransî û kurdî tê weşandin û ji aliyê komek nivîskar û rojnamevan fransî, kurd û dostên kurdan ve tê birêvebirin. Yek ji berpirsên malperê jî Rafaêl Lu Brûja ye.
Nivîsa bersivdayînê ya malpera Kedistan:
Gelek nivîs derdikevin, di navbera wan de xalên hevbeş li dijî Rojava hene. Ev tişt mîna çawa hin kes bi riya nivîsê dixwazin li ser êrîşa tankên turk li Sûrî, li dijî şervanên kurd binixumînin.
Di dema êrîşa Turkiyê li ser xaka sûrî ji aliyê Cerablosê ve, me dît girîng e ku jinûve em va bersiva li ser gotara meha tebaxê biweşînin, xuyadike ku va gotara meha tebaxê bi rengekî ecêb “nerîna gîştî” amadekiriye ji bona reşkirineke mediyayî li dijî PYD pêkbîne, helbet bi armanca baş derbaskirina dermanê jibîrkirina kurdan ji aliyê diplomasiya fransî ve, û tişta ku berê pêkhatiye ji nîvê sala 2015’an û vir de.
Hin nivîsên din ên bêbinî, û bê wate “dij-PYD” û “dij-PKK” di van rojên dawî de derketin, bi pênûsa yek ji endamên berê ya odeya wezaretê di dema François Mittérand ku hertim “pisporê” nixumandinê bû, dihêle em bawerbikin ku ev tişt wê mayînde bibe. Gotara vî siyasetzanê bi nav û deng, “Çawa PKK ya Cemîl Bayîk xiyanet li kurdên Sûrî kir” di rastiyê de, şêwazeke darazandinê ye li dijî Rojava, hemû rûpelên nizim û qirêj bikaraniye.
Pêwîst e em li vir bidin xuyakirin ku emê tucarî di Kedistanê xwe çar çar nebînin di aliyê ragahandinê de, ne jî emê parastina tiştên ku nayên pejrandin bikin. Her pêvajoyeke siyasî sînorên xwe hene, kêmasiyên wê hene, rexneyên wê yên girîng û cewherî hene, bi taybet dema mijar dibe Rojava, ya ku bi şer dorpêçkiriye. Her aktorekî siyasî di karê xwe de di van pêvajoyan de divê di bêjingan re derbasbibe.
Ji ber tunebûna bersivekê ku li ser navê “Mamosteyên zanîngehê di beşa dîroka Rojhilata-Navîn a hemdem a zanistên siyasî li Parîsê” ên ku ne hêjayî bûn, me bersiva heyî li ser gotara Mediyaparê ya bi navê “Di lotkeyê de li dijî Daêşê, PYD ya kurdî gelê Sûriyê perçedike” a ku ji aliyê nivîskarekî Kedistanê ve hatibû weşandin, li ser bloka xwe li ser Mediyaparê di meha tebaxê de weşandibû.
Gotara ku Rojava reşdike û di nav de PYD a bi sernavê “Di lotkeyê de li dijî Daêşê, PYD ya kurdî gelê Sûriyê perçedike” ji aliyê Pierre Puchot ve di 18 tebaxê de li ser malpera Mediyaparê hatiye weşandin, û Rafayêl Le Brûja bersiva wî da ye.
Pierre Puchot kî ye: di sala 1980’an de li Fransa hatiye dunyayê, peyamnêrê pispor li Maxribê û Rojhilata –Navîn e, di malpera Mediyaparê de dinivsîne. Xwediyê gelek berhem û pirtûkan e.
Bersiva Rafayêl Le Brûja:
Di destpêkê de, ez dixwazim rêzgirtina xwe ya mezin ji karê redeksyona li ser malpera Mediyaparê re bînim ziman, bi taybet di derbarê hemû skandalên ku beşdarî teqandina wan bûne. Nakokiyên min hertim hene bi hin helwestên siyasî ku redeksyon parastina wan dike lê belê ev tişt min tengav nake ji ber ku ev yek dihêle ku nîqaşpen nerînan çêbibe. Carekê, Farbrice Arif yê ji Mediyaparê di platformeke televîzyonê de di mijara îstîfaya wezîrê dizek Kahuzak de gotibû : “ev serkeftineke agahiyan li ser ragahandinê ye”. Mediyaparê îro gotareke ragahandinî weşandiye li ser aloziya Sûrî û bi taybet li ser pirsgirêka kurdî. Li gorî dîtina min pêwîst e ez bersiva vê gotarê bidim ji ber tiştin ku ji bînî ve bi rastiyê re nakok in tekez dike.
Ev bû sê sal in ku ez mijara aloziya sûrî lêkolîn dikim, û min di derbarê wê de gelek gotar bi rengekî belgeyî nivîsandin û min li ser bloga xwe belavkir, û piştî şeş mehan ji amadekariyan, min karîbû sînora îraqî-sûrî wekî rojnamevanekî derbaskiriba, û min mehek li Kurdistana Sûrî derbaskir. Ez destûrê didim xwe ku ez bersivê di vê çarçoveyê de bi tekeziyên gotara Mediyaparê dim di mijara danerê wê de, Pierre Puchot.
Pirsigirêk bi sernavê gotarê destpêdike. Ango ne rêjîm tevî komkujiyên wê û fişarên bê sînor ên ku gel ji hev perçedike(kîjan?). Ne jî rikberên qaşo navê (nerm) li wan tê kirin ên ku perçedikin û serê zarokekî filistînî yê 12 salî jêdikin, û kiryara xwe ya hov dikşînin, mîna tugaya Al – Zenkî ku ji aliyê Emerîka, Qatar, Arabiya Sewodiyê û Turkiyê ve tê destekirin. Li gorî sernavê ji xwe, PYD bi xwe ew perçedike di dema ku milîsên girêdayî wê ne seriyê zarokan jêkirin ne jî komkujî pêkanîn. Li vir em xwîner berve şaşîtiyekê birêvedibin. PYD partiya kurdî sûrî sereke ye û yek ji nûnerên wan yên herî çalak e. Nivîskar bedewamdike: ” di 2012’an de PYD, bi xwe, li ser rizgarkirina herêmeke tenê tekez dikir”: Kurdistan. Tu hêviyên ku hemû Sûrî azadbike di projeya wî de tunebû.
Em hinekî paş de vegerin : PYD partiyeke kurd a ku heman îdolojiya PKK bikartîne: konfederalîzma demoqratîk e. Kurd di dîroka xwe de rastî gelek komkujî û jenosîdan hatin, Sûriya Esed helwesteke dijminane li bermaberî kurdan nîşan dida. Gelek serhildanên kurdan di salên 2000 de çêbûn lê hemû rastî perçiqandinê hatin. Zimanê kurdî qedexe bû, kesên bi kurdî diaxivîn rastî kişandina nasnameyê dihatin. Encam: 300 000 heya 400 000 kurd bê nasname bûn. Bi vê rengî beriya şoreşa 2011’an li Sûrî, PYD xeteke aşîtiyê li dijî tekoşînekî çekdar li Sûrî diparast, ditirsî ku komkujî pêkwerin. Di 2012’an xuyabû ku rêjîm dirize, lihevhatinek hate goftûgo kirin ji bo ku ew ji herêmên ku piraniya nişntecihên wan kurd in derkeve.
Rêjîmê wê demê hesab dikir ku ev tişt wê bihêle ku di navbera rikberên ereb û kurd de şer û pevçûn rûbidin. PYD jî dixwast bi şêweyekî herêmên kurdan ji komkujî û jenosîdan biparêze- di dema kevin de ew rûbirûyî van hewildanan bibû. PYD dabû xuyakirin ew ê li rex aliyekî be, rêjîm an rikber, aliyê ku bihêlibin ew xweseriya xwe ragahîne. Herdu aliyan ev tişt bi gîştî nepejrandin. Ji ber ku herdu alî bi piranî ji erebên nijadperest pêkdihatin ( ji bilî hinekan ku jimara wan hindike)
Nivîskar ne tenê li vir radiweste : “PYD her tim li berferhkirina herêma di bin bandora xwe de digeriya û pir caran ji bona bighîje armanca xwe li dijberî rikberan li îtîfaqan bi rêjîmê re digeriya, di dema dorpêçkirina Helebê de hevîna çûyî”.
Nivîskar ji bîrkir destnîşanbike ku di rewşa Helebê de, rikberên “nerm” taxa kurdan a Helebê bombedikirin, 8 mehan bê navber. Di nava komên ku tax bombekirine de, em wan serjêkerên zarokan a me di destpêkê de çêra wan kiribû hene; Ehrar Elşam, ên bi xwe salafîst in-nijadperest in ên destan dibirin ku ji aliyê Turkiyê û Arabiya Sewodiyê ve tên destek kirin. Encama herî berbiçav a van bomberdomanan ew bû mirin û birînkirina bi sedan kesan. Dema ku rêjîmê ev komên rikber ji deverên nêzî taxa kurdan derxistin, şervanên kurdan xwe di nava kun û xirbeyan re berdan û cihê xwe girtin, ev cihên ku bidestxistine mîna baragehên ku ji wir de taxa kurdan li helebê bombedikirin. Kurdan, bi xwe, sivîlên deverên ereban tu carî aramanc nekirin. Lê dibe ku ev çîrokeke ji dîrokê ye?
Gotar berdewam dike: “di dema raperîna 2011’an de, partiya kurd, ji aliyê gelek sûriyan ve hate dîtin- kurd jî di nava wan de, ku di nava wan de ev partî ne ewqas gelêrî bû- ew weke rêxistineke dij şoreşî dihat dîtin, ew ne tenê bi beşdarbûna xwe di perçiqandina xwepêşandanan dihat tewanbarkirin lê belê bi kuştina nrikberê kurd Meşel El Temo hate sûcdarkirin. Di dema borî de, PYD bi berferhî alîkariya rêjîmê kir ji bona fetsandina daxwazên kurdan li Sûriyê, bi balkişandina xîtaba xwe ser doza kurdên li Turkiyê”
Ji berê de, nivîskar pêşdîtinan dibîne, wî dikarîbû bizanibe kurdên sûrî di 2011’an bi çi difkirîn, ji ber ku ew dizane ku PYD li ba kurdan di 2011’an ne pir gelêrî bû (çawa?). Kurê El Temo rêjîm bi kuştina bavê xwe tewanbardikir, lê PYD ji aliyê nivîskar ve bi vê kuştinê hatiye darazandin. Ji vê bêtir, YPG, di eslê xwe de ku ji aliyê PYD ve hatine avakirin, ew hatin perwerdekirin ji bona berxwedaniyê li dijî rêjîmê bi rengekî veşartî bikin piştî serhildana 2004“an li Kurdistana Sûrî. Ew mîlîseke xweparastinê ye ji bona berxwedanê li dijî dagirkerên ereb ên rêjîmê bikin, ên ku fişaran li dijî kurdan dimeşînin. Lê belê wer xuyaye ku nivîskar xwe wisa nîşandide ku vê yekê nizane an ji bîrkiriye.
Em berdewam bikin: “Piştre, PYD bê parvekirin bû serwer. Ew piraniya rêxistinên siyasî kontroldike.”
Min nizanîbû ku PYD rêxistinên siyasî yên Kurdistana Sûrî kontroldike. Bi rastî PYD pir bihêz e. Dibe ku ji ber vê yekê li Kurdistana Sûrî, beriya niha bi şeş mehan, min xwepêşandinên opozîsyonê ku ENKS birêvebiribûn dîtin, wer xuyadike ku tu xem di xwepêşandana xwe de ya bi armanca ragahandina nerazîbûna xwe , nekişandibû. Dibe ku ji ber vê yekê min nûnerên PDK‑S, rikberê herî mezin li dijî PYD, ku hevkariyekê bi îslamîstên Sûrî re çêdike li dijî rêjîmê, di encûmen zagonsaz a Cizîrê de tev 24 rêxistinên siyasî yên din ku ji trotskîzmê, marksîzmê, an rastgirên bûrjwaziyê derketine dîtin. Ez pir matmayî ma me li şiyana PYD di bandorkirinê de.
“Hatinên wê-10 milyon dolar di mehê de- ku piranî ji gaz û petrolê derdikeve, bi awayekî sereke di şer de tê bikaranîn, û herêmên xwe herku diçe berfrhdike, li ser hesabê pir caran deverên di bin kontrola rikberan de”
Di destpêkê de, PYD hatinên xwe ji petrolê wernagire- Rêveberiya xweser a Rojava bidestdixe. Duyemîn, dema ku ez çûme Rojava, 90 ji sedî ji pompeyên petrolê hatine rawsetandin, hemû kesên ku rêwîtiya Sêmalka –Qamişlo kirine wê vê yekê ji we re bêjin. Ew rawestîne ji ber ku Rojava nikare petrolê derxîne derve: Rojava di bin ambargoya Turkiyê û Başûr PDK( birayê PDK‑S de ye). Sêyemîn petrol weke alîkarî ye û nayê backirin: buhaya herî zêde 1 ewro ye, bi vî rengî PYD bereyan bi destdixîne? Pir balkêş e….
Dîsa şaşîtiyeke tekez bi nezanbûn an derewandin: ” Ji sala 2015’an de, PYD ji aliyê rikberiya sûrî ya erebî ve bi rastî mîna dijminekî hatiye destnîşankirin”.
Ne rast e, şer bi opozîsyonê re di havîna 2013’an de bi Eniya El Nosra, baskê Al Qayîde li Sûrî hate destpêkirin, êrîşî YPJ kirin ji ber ku “desmalan nadin serê xwe”. Piştî Nosra, Daêşê dijberiya jinên kurdan kir, herwiha piraniya milîsên îslamîst û selefî û artêşa azad. Rikberên “nerm” nikarîbûn xwe li hember jinên azad ên bê desmal ragirin. Lê li gorî nivîskar, ev şaşîtiya PYD û şervanên jin ên YPJ ye. Nehezkirina ji jinan re tu yê kengî ji me biqere.
“Yekemîn, ev cara yekemîn e ku PYD herêmeke piraniya wan ereb in dagirdike( Tell Rîfat) ne di bin kontrola Dewleta Îslamî de ye, lê opozîsyonê de ye; duyamîn, bi birina Tel Rîfatê re, PYD mil da rêjîmê di stratejiya wê ya dorpêçkirina taxên Helebê, ku ji vir û pê de rê li pêşiya wan hate girtin ji aliyê sînor ve û deriyê sînorî ya turk Bab Elsalamê; heman tişt hate kirin dema riya Kastêlo hate girtin, ya ku alîkarî tê re dihat, PYD ji nûve hevkarî bi rêjîmê re kir”
Dîsa şaş e. Di dema pevçûnên havîna 2013’an de bi opozîsyonê re, kurdan deverên tevlîhev bidestxistin ango piraniya wan ereb in li kantona Cezîrê, lê em derbaskin. Xuyaye nivîskar pirsgirêkên dokûmentasyonê“lêkolîna belgeyî” li ba wî heye. Dema kurdan Tel Rîfat birin, riya alîkariyê Bab El Selemê berê hatibû girtin, di encamê de, ev tu guhertin di rewşa Helebê de çênekir. Ji vê zêdetir, ne tenê kurd berve Tel Rîfatê ve çûn, wan bi hevkariya hin tugayên Artêşa Azad re ev yek pêkanîn mîna Artêşa şoreşgeran(piraniya wan ereb, turkmen in).
“Ji bilî pirsgirêka stratejiya leşkerî û hevalbendiya bi rêjîmê re ya ku sivîlan bi TNT bombedike, pirsa cudahiya îdolojîk ya kûr heye: opozîsyona ereb piraniya xwe mûhafezakar û îslamîstin di dema ku PYD marksî û layîk e”
Ji bilî stratejiya piştgirtinê ya nivîskar bi rikberên “nerm” re yên ku kurdan, sûfiyan, xiristiyan û elewiyan di komkujiyan re desrbasdikin, lê dîsa jî erebên sunî û zarokan…. Xuyaye pirsgirêke ku PYD layîk û marksî ye! Xwedê mezin e! bila em tevî îslamîzê bibin û bi mûhafazakar bin! Em jinan neçarî li xwekirina nîqabê bikin û destê dizan bibirin. Berovajî vê yekê, tekoşerên PYD, ên ku cezaya darvekirinê, darazandin li deverên ku kontroldike rakiriye, ew bi rastî gawir in. Bê şîrove…
” Ji derveyî jîhadîstan, opozîsyona sûrî dixwaze pergaleke siyasî ku li ser hîmê pir partîbûnê avabike, û PYD dixwaze pergaleke mîna rêjîmê sazbike ango partiya tekan e”
Îslamîstên ku dixwazin şariyetê pêkbînin ji bona pirpartîbûnê têdikoşin? Heger wisa be, lê tenê di navbera erebên sunî de û di vê rewşê de hemû pêkhatiyên din ên li Sûrî tên piştguhkirin. Ji vê bêtir, tewanbariya li PYD tê kirin ku daxwaza sazkirina pergala partiya tekan e bi xwe, an dereweke, an nezanbûneke qirêj e. Dîsa careke din, 25 partî hene di nava perlemena kantona Cizîrê de cihê digirin û gelek ji wan rikberên PYD ne ji demeke dûr ve.
“Di nava va cudahiya çandî û siyasî di nava opozîsyona sûrî de pirsgirêkin din lê zêdedibin, pir dijwar in li dij projeya PYD ye û jê nayê veqetandin: dijberiya turkan. Erîş û bomberdomanên artêşa turk ji 12 mehan ve bêtirbûne, Enqere PYD mîna şaxê PKK dibîne(…..). Li Sûriyê û li Kurdistana Turkiyê, hikûmeta turk biryar standiye ku nêçîrê bike heya xewna Kurdistaneke serbixwe û yekbûyî pêknetê”
Heger min baş naskiribe, pirsgirêk ew e ku Turkiyê piştgiriya komkujiya kurdan, elewî, xiristiyan dike û li dijî Kurdistana Sûrî ye? Gelo pirsgirêk ne di dagirkeriya Turkiyê ya ku her roj dîktatoriya xwe pêktîne de ye? Pêwîstiya kurdan gelo bi destekdayînê ji bona mafê çarenûsiya xwe nîne, Turkiyê ya ku tucarî xweseriya gelê kurd nasnekiriye û ya ku wan dikûje di van kêlîkên ku ev xêz tên nivîsandin?
“Têkiliyên PYD û PKK bi xwe di nava rikberiyeke siyasî de xemlandiya ”
Ji bilî ku nivîskar weke çavkanî navnîşana malpereke analîzê ku alîgirê turkan û nijaperest e li dijî kurdan dide, PYD bi xwe şaxê PKK ya Sûrî ye. Dema ez li wir bûm, gelek ji kadroyên YPG/YPJ berê endamên PKK ê bûn û gelek xizmet di nava gerîlayan de kiribûm. Ev şîrov bi rastî nezanbûneke kûr e.
“PDK’ ya îraqî ditirse ku daxwazên belavbûna PYD li Kurdistana îraqê mezin bibe, PYD’ê bi armanca alîkariyê bide pêşmergeyên mijûlî şerkirina li hember kiryarên Daêşê li dijî kurdên êzîdî hate”.
Şaş e, YPG/YPJ nehatin alîkariya pêşmergeyên mijûlî şerkirina li dijî Daêşê li Şengalê dibûn bikin. Hatin ji bona alîkariya kurdên êzêdî bikin ên ku rastî komkujiyên Daêşê dihatin li pey hiştina pêşmegeyan ji cihên xwe li Şengalê. Di reva xwe de, ev heman pêşmerge çekên kurdên êzîdî desteserkiribûn. Îro, Mesûd Berzanî, rêveberê PDK li Îraqê rastî lêpirsînê tê, ji ber destê wî di jenosîda kurdan de heye, ji ber ku heger em bi zimanê leşkerî biaxivin, tu buhane nayên pejrandin di xwevekişandina bi lez a bi vî rengî.
“Berovajî vê yekê, PYD’ya sûrî ji bandora hikûmeta başûr li Sûrî ditirse. Herî dawî jî PYD nepejrand ku kurdên sûrî yên çûne Kurdistana Başûr bi armanca perwerdebirinê derbasî sînorên Rojava bibin”
Ew ne kurdên sûrî yên normal bûn. Wan perwerdeya xwe di nava refên milîsên nezî Berzanî de kirin. Ez bawerdikim ku xwîner dikarin nasbikin ku PYD ne gihaştiye wê astê ku rê li ber kesên ku pereyên xwe ji kesekî bi jenosîda kurdên êzîdî tê gûman kirin distînin veke.
“Dijberiya di navbera kurdên Sûrî û Îraqê de bi perçebûneke din berfehdibe, vê care di nava welêt de, di navbera PDK ya Berzanî ku Emerîka desteka wan dike, û partiya YNK a Celal Talbanî, nêzî Îranê, ku li wir jî kêmnetewek kurd di nava tevgerekê de ye”.
YNK nêzî Îranê? Ji ber çi pêşmergeyên YNK beriya çend hefteyan şerê milîsên nêzî îraniyan li Toz Xormato kirin gelo?
“Hemû siyaseta PYD niha ew e ku rêveberiyeke xweser li ser xakeke yekbûyî pekbîne. Ew hêvî dike ku bi vî rengî bikaribe bandora partiyên din bi sînorbike û li derve jî xwe weke rawestgeha herî bi îstîqrar li ser xaka Sûrî nîşanbide”
Bi rastî wisa ye, PYD ne xwedî projeke siyasî ye û tenê xemeke PYD heye ew jî mayîndekirina desthilatdariya xwe ye.
Evqas tevlîhevî, kun, ji bîrkirin, tiştên nayên ser ziman û nexweş. Hevalbendiya PYD û rêjîmê ewqas çalak e ku di dema niha ku ez vê gotarê dinivisînim de (18 tebaxê), rêjîm taxên kurdan li bajarê Hesekê ya di bin “kontrola” PYD bombedike. Xuyaye ev hevalbendiyeke “teqînwar e”. Herdu partî hevdu nakûjin ji ber yek sedemê ku her yek ji wan dijmineke wî serke heye : rêjîm-rikber û PYD –Daêş. Em êdî pevçûnên li Hesekê û Qamişlo di van mehên dawî de di navbera rêjîmê û YPG de di ber çavan re derbasnakin. Ji bilî wê rêjîmê di sala 2013 ‘an êrîşên pir tund birin ser Şêx Maqsûd.
Wer xuyaye ku nivîskarê vê gotarê an ne pispor e an derewkarekî mezin e. Di hemû rewşan de ev dêzenformasyoneke tekez e û ragahandineke li dijî agahiyan e, wek çawa Fabrice Arif ya Mediyaparê gotiye, ev tişt li dijî kesên weke hevalên wî tê kirin, ên ku karekî lêkolînê cidî dikin, an jî li dijî min, yê ku çûbû ser qadê ji bona çavdêriyê bi xwe bikim û rastiya aloziya li Kurdistana Sûrî bibînim.
Rafayêl Lu Brûja
Daner: “Tir de barrage médiatique contre le Rojava” Kedistan
Werger ji fransî: Gulistan Sîdo-NGW